Malbatên girtiyan bi Wezîrê Dadê Tûnç re hevdîtin kirin

  • rojane
  • 16:16 12 Hezîran 2024
  • |
img

ENQERE - Malbatên girtiyan ên ji Êlih û Amedê hatin Enqereyê, bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç re hevdîtin kirin.

 
Çalakiyên ku malbatên girtiyan bi daxwaza rakirina tecrîdê li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fizîkî û çareseriya pirsgirêka kurd dane destpêkirin didomin. Gelek malbatên girtiyan ên di vê çarçoveyê de ji Amed û Êlihê hatin Enqereyê bi daxwaza “Edaletê bi cih bîne, hiqûqê pêk bîne” bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç re hevdîtin kirin. Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Meral Daniş Beştaş, Alî Bozan û Newroz Ûysal Aslan jî bi malbatan re bûn.
 
PIŞTÎ CEJNÊ DÊ HEVDÎTIN PÊK WERE 
 
Malbatên girtiyan di hevdîtinê de têkildarî astengiyên li pêş berdana girtiyên nexweş û taloqkirina berdanan agahî dan Wezîr Tûnç. Tûnç, anî ziman ku dê piştî cejnê dîsa bi malbatan re hevdîtinê bike. Meral Daniş Beştaş a piştî daxuyaniyê daxuyaniyeke kurt kir wiha got: “Dê gaveke din civîna Komîsyona Lêkolînan a Mafên Mirovan dest pê bike. Wezîrê Dadê jî li vir e. Em dixwazin bi wî re binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş biaxivin. Malbatên me ji bajarên cuda hatin. Her hefte roja çarşemê malbatên girtiyan û malbatên girtiyên nexweş li Enqereyê hevdîtinê dikin. Ji bo ku bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bikin û daxwaz û pêşniyarên xwe jê re ragihînin tên. Ev pêvajo çend hefte ne didomin. Heta niha bi wezîr re hevdîtin nehatibû kirin. Lê îro beriya civîna komîsyonê li gel dayikan bi Wezîrê Dadê re ev hevdîtin pêk hat.”
 
DAYIKAN DAXWAZÊN XWE RAGIHANDIN 
 
Beştaş, diyar kir ku dayikan daxwazên xwe ragihandine û wiha domand: “Wî bi xwe jî (wezîr) anî ziman ku dê rewşê bişopîne. Lê ev ne meseleyeke ku tenê bi gotinekê an bi hevdîtinekê dê biqede ye. Niha li Tirkiyeyê mijara herî girîng pêkanînên binpêkirinên mafan û îşkenceyên li girtîgehan diqewiminin. Daxwaza me ya ewil ew e ku girtiyên nexweş terkî mirinê neyên kirin û bilez e. Di daxwaza me ya ku divê zû bê çareserkirin de, divê were qebûlkirin ku cihê girtiyên nexweş ne girtîgeh e, astengiya dozgerî û ATK’ê ya ku biçin cem malbatên xwe bên rakirine. Bidawîkirina taloqkirina berdanan e. Ji ber ku lijneyên çavdêriyê yên girtîgehan weke darazê biryar didin û carna berdanê 3 salan dirêj dikin. Em bi malbatan re dixwazin ev bi dawî bibin. Me bi dayikên xwe re bi Wezîrê Dadê re hevdîtin kir û daxwazên xwe jê re ragihandin. Wezîr soz da malbatan û dayikan ku piştî cejnê dîsa bi wan re hevdîtinê bike. Em ê vê pêvajoyê bişopînin û li pey wê bin.”
 
CIVÎNA KOMÎSYONÊ 
 
Piştî hevdîtinê Tûnç tev li civîna komîsyonê bû. Tûnç ji daxwaza malbatên girtiyan a civînê re wiha bersiv da “Ji xwe me li vir hev dît, em ê pişt re dîsa hevdîtinê bikin. Ji xwe eywana civînê jî biçûk e, cih jî tune ye.”
 
Malbatên girtiyan negirtin civînê. Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Rojnamevanên Hemdem (ÇHD) û Komeleyên Piştevaniyê û Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAD-FED) û nûnerên Navenda Mafên Mirovan a Baroya Enqereyê jî tev li civînê bûn. 
 
Di civîna berdewam dike de DEM Partiyiyan wêneyên girtiyên nexweş jî birin eywana civînê. DEM Partiyiyan wêneyê girtiya nexweş Makbûle Ozer a 83 salî û gelek girtiyên nexweş vekirin. 

Sernavên din

03/11/2024
15:10 CHP li dijî qeyûm ‘Nobeta Esenyurtê’ dide destpêkirin
15:05 ‘Ji Geziyê heta Rojava HDK pêngava têkoşîna yekbûyî ye’
14:50 Li zanîngeheke Îranê protesto
14:49 Bayindir: Ji bo krîzên li cîhanê tenê Ocalan xwedî çareserî ye
13:56 Bakirhan: Divê birêz Ocalan bikare bi hevalên xwe re biaxive
12:28 Dêrsimî li dijî talana ekolojîk civiyan
11:26 13’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê: Tecrîd li dijî yekitiya gelan e
09:58 Dermanfiroş Baransel: Tirkiye di mijara dermanan de ji sedî 90 girêdayî derve ye
09:33 Kovara Jinê bi manşeta ‘Şoreşa Jinê’ derket
09:00 Esenyûrtiyan bertek nîşanî qeyûm dan: Bêhiqûqîtî û bêedaletî ye
09:00 ROJEVA 3’YÊ MIJDARA 2024’AN
08:38 Meteoroliyê ji ber barîna zêde xelkê bakurê Kurdistanê hişyar kir
08:00 Li Meletiyê bi mezinahiya 4,2’yê erdhej çêbû
02/11/2024
21:42 Li Cenevre û Lozanê çalakiyên 'Roja Kobanê'
21:14 Li Stockholm û Malmoyê çalakî: Serkeftin nêzîk e, em têkoşînê mezin bikin
21:07 Li Londonê di çalakiya ji bo Abdullah Ocalan de banga têkoşînê
21:01 EŞÎK:Berpirsan peywira xwe bianiya cih wê îro Şîrîn bijiya
16:56 Kişanakê pirtûka xwe îmze kir: Demokrasî yan heye yan jî nîne
16:53 Zarokan ‘Pîrê û Rovî’ pêşkeş kirin
16:28 Tûncel: Divê kesên ji pergalê re bêjin ‘raweste’ bên bahev
15:46 Li Rihayê qeyûm hate protestokirin
15:36 ‘Ronahiya bi berxwedana Kobanê hat afirandin wê tu carî venemire’
15:26 Li Stenbolê 4 kes hatin girtin
15:20 Ji bo girtî Gemîcîoglû yê di beşa lênerîna awarte de banga berdanê hate kirin
14:57 Rapora DFG’ê ya meha cotmehê: Ji 11 rojnamevanan re 19 sal û 8 meh ceza
14:49 Hevseroka Giştî ya DBP’ê Ûçar: Divê li dijî tecrîda li Îmraliyê bibin dengê hevpar
14:37 Çawişê Pispor hevjîna xwe qetil kir
14:36 Li Erdîşê du malbatan şer kirin: 2 kes mirin
14:27 Dayikên Şemiyê ji bo Kerboranê edalet xwestin
13:50 Aqûbeta kesên di salên 90’î de hatine windakirin hate pirsîn
13:23 Li Komirê Mihrîcana Zarok û Ciwanan hate lidarxistin
13:07 Li Şirnexê atolyeya zayendî ya civakî
11:50 Konferansa Jinan a HDK’ê: Bi berxwedanê em bi ser dikevin
11:30 Qeyûm qebûl nekir û îstîfa kir: Divê têkoşîn bê dayîn
11:20 Şirîn Elmas a winda bi awayekî qetilkirî hate dîtin
11:13 Li Wanê komxebata avê: Çavkanî pêşkeşî sermayeyê tên kirin
11:08 Bakirhan: Ocalan dixwaze mesele bi diyalog û muzakereyê were çareserkirin
10:52 Parlamenterên Partiya Çep a Swêdê: Ji bo aştiya li Rojhilata Navîn ji Ocalan re azadî
10:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Jinan a Amedê di 5'ê Mijdarê de dest pê dike
10:05 Li Girtîgeha Îdirê mirinên biguman: Dikujin, paşê wekî xwekuştinê nîşan didin
09:52 Gotin 'çareserî' ye, lê kirin; kuştin, zext, binçavkirin, tayinkirina qeyûm e
09:35 Dîsa hevdîtina bi malbatê re li Abdullah Ocalan qedexe kirin
09:00 Keçecî yê ÎHD’î: Mafê jiyanê yê girtiyan tune tê hesibandin
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2024'AN
08:53 Îsraîlê êrişî Xezayê kir 50 jê zarok 84 kes qetil kirin
01/11/2024
22:45 Li Kobanê peyama mezinkirina têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan
22:32 Cendirmeyan bi ser mala rojnamevanan de girt
22:25 Ji Piştevaniya Morê çalakiya ‘di paşnav de mafê wekheviyê’
21:01 Li Sêrtê 10 kes hatin girtin
20:57 DEM Partiyê serdana welatî û esnafên Esenyurtê kir
18:26 Li Cizîrê 4 kes hatin girtin
17:31 Cenazeyê Bedira HPG'yî piştî 4 mehan radestî malbatê hat kirin
17:03 Li Qoserê ciwanekî întîhar kir
16:37 Kuçukbalaban: Em ê ji bo afirandina şert û mercên Ocalan ên hevdîtina bi civakê re hewl bidin
16:01 Amadekariyên 13’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê bi dawî bûn
15:44 Roja Kobanê ya Cîhanê: Berxwedana wê ji bo gelên cîhanê bû hêvî
14:36 Li ser sînorê Kobanê pîrozbahiya 1’ê Mijdarê: Kobanê ji bo gelan bû hêvî
13:50 Peyamên Roja Kobanê: Berxwedana dîrokî didome
13:48 Li girtîgehan di 5 salan de 2 hezar û 258 kesan jiyana xwe ji dest da
13:28 Ji bo 2 pirtûkên Weşanên Aryenê çap kiribû biryara komkirinê hate dayin
13:20 Alim, Dayik û Pîr: Divê dewlet destê xwe ji baweriyan bikişîne
12:31 Gemîcîoglû 26 caran rakirine nexweşxaneyê: Divê demildest bê berdan
12:00 Bakirhan: Abdullah Ocalan got ‘ruhê muzakereyan mezin bikin’
11:52 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:21 Berteka li dijî qeyûm: Berdewama polîtîkaya neçareseriyê
11:09 Li Sûltangaziyê jinek hate qetilkirin
10:41 Pirsgirêka kurd a carnan heye carnan nîne!
10:30 Piştî biryara AYM’ê 4 girtî hatin berdan
10:10 Dê li Avzêmên Mûnzûrê keşif bê kirin: Em ê destûrê nedin talanê
09:36 Rojnameger ji ber çêkirina nûçeyan hatin sûcdarkirin!
09:20 Serokê ÎHD'ê Yilmaz: Astengiya li ber çareseriyê tecrîd e
09:00 Li ser Çemê Hêzilê HES'eke din jî tê çêkirin
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2024'AN
07:53 Xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê hate berdan
31/10/2024
20:33 Bertekên li dijî qeyûm: Dest ji darbeya li hemberî vîna gel berdin
16:33 Gava ewil a qeyûm: Wêneyên Ozer ji bîlboardan jê dike
16:27 TJA û DBP: Em ê derbeya li dijî gel qebûl nekin
15:17 DEM Partiyê li dijî qeyûm banga têkoşînê kir: Dem dema yekitiyê ye
15:16 Xebatkara Yenî Yaşamê hate binçavkirin
15:14 Ozel ji bo Esenyûrtê bang kir: Darbe li îradeya gel hate kirin
15:11 Cezayê hefsê dan rojnamegerên girtin protesto kirin
15:00 Gel li Qada Esenyurtê kom dibe
14:50 Di hevdîtinên bûdçeyê de bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan
14:42 Civîna DEM Partiyê bi dawî bû: Em desteserkirina îradeyê qebûl nakin
14:38 ÎHD: Jiyana girtiyê nexweş Gemîcîoglû di xetereyê de ye
14:29 Li dijî qeyûm banga kombûna li Qada Esenyûrtê hate kirin
14:25 Pêvajoya îtîrazê ya li dijî encamên hilbijartinên Herêma Federe ya Kurdistanê dest pê kir
14:22 Bertek nîşanî girtina parêzer Sarsilmaz dan: Em ê serî netewînin
14:08 Ji Wezîr Tunç daxuyaniya têkildarî tecrîdê
14:07 Dema binçavmayinê ya 20 kesên li Stenbolê hate dirêjkirin
14:05 TEV-DEM: Divê mirovahî xwedî li Rojava derkeve
13:45 Şaredariya Esenyurtê hate dorpêçkirin
13:35 Ji bo girtiyê nexweş Gemîcîoglû banga hevpar: Bila were berdan
13:21 Turk-Îş: Sînorê birçîtiyê bû 20 hezar û 431 lîre
12:59 Cezayê li rojnamevan Jîna Muderîs hatiye birîn, tê bicihanîn
12:51 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:01 Çawişê pispor bi 12 kîloyên tiryakê hate girtin
11:57 Piştî desteserkirina îradeyê li meqamê şaredariyê wêne kişand
11:12 Şanoya Bajar bi lîstika 'Çalakiya Malçêkirî' xwe ji bo Rojên Şanoya Jinê amade dike
11:09 Dogan: Dixwazin li ser Ozer peyamê bidin Stenbolê