Di doza kuştina Tahîr Elçî de polîsên bersûc hatin beraetkirin

  • rojane
  • 17:06 12 Hezîran 2024
  • |
img

AMED - Danişîna 11’emîn ango biryarê ya doza Tahîr Elçî bi dawî bû. Şandeya dadgehê biryara beraeta 3 polîsên bersûc da. 

 
Danişîna 11’emîn a doza Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li ber Minara Çarling a Sûra Amedê di 28’ê Mijdara 2015’an de hatibû kuştin, li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. 
 
Piştî parastinên hatin kirin, şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir. Dadgehê der barê her sê polîsên bersûc de biryara beraetê da. 
 
DOZA TAHIR ELÇΠ
 
Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî di 28’ê mijdara 2015’an de dema li pêşiya Mînareya Çarling a li navçeya Sûrê ya Amedê daxuyanî dida hate qetilkirin. Lêpirsîna têkildarî cînayeta Elçî, ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hate meşandin û 4 sal û nîv piştre anku di 20’ê adara 2020’ê de hate temamkirin. Derheqê polîsên bi navên Sînan Tabur, Fûat Tan û Mesût Sevgî de ku di dema cînayetê li cihê bûyerê bûn û niha hêj li ser peywira xwe ne de bi sûcên “Bi qisûra zanebûn bûne sedema mirinê” doz hate vekirin. Ji bo bersûcê firarî Ugur Yakişir ku ji heman dosyayê tê darizandin jî bi îdiaya “Kuştina 2 polîsan û xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” doz hate vekirin. 
 
Lêkolîna cihê bûyerê 5 meh piştre hate kirin. Ji ber ku gule nehate dîtin, teqez nebû bê ka gule ji kîjan çekê derketiye. Lê belê kamerayên li kolanê saniye bi saniye kêliyên qetilkirina Elçî qeyd kiribûn. 
 
XWESTIN BÛYERÊ TÊXIN STÛYÊ PKK’Ê
 
Di danişîna dawî ya dozê de ku di 6’ê adarê de hat lidarxistin, gelek geşedan qewimîn. Şahidên ku di dema lêpirsînê de gotibûn; “Cînayeta Tahir Elçî ji hêla PKK’ê ve hatiye plankirin û guleya bûye sedema mirina wî jî ji hêla Mahsum Gurkan an jî Ugur Yakişir ve hatiye avêtin.” Lê belê van şahidan ev îfadeyên xwe di danişînê de red kirin. Şahid Recep Ozbek, wiha got: “Di dema cînayetê de ez di girtîgehê de bûm. Ji ber çendek liv û tevgeran min ji Mahsum Gurkan hez nekir. Min jî li ser wî îfade dan û got wî cînayet kiriye.” 
 
Şahid Denîz Ataş jî ji Dadgeha Cezayên Giran a Boluyê bi rêya SEGBÎS’ê tev li dozê bû û got: “Dozger û polîsan ji min re gotin ku heke tu derheqê kuştina Elçî de îfadeyan bidî, em ê te berdin. Nexwe em ê te înfaz bikin. Ez jî tirsiyam. Min jê bawer kir. Ji min re gotin ‘tu dê îmze bikî.’ Min îfade nexwend û îmze kir. Ez nizanim Tahir Elçî kî ye û li ku ye. Min vîdeoya kêliya kuştna Tahir Elçî jî nekişandiye. Dixwazim biçim dadgehê û her tiştekî vebêjim.” 
 
Lê belê şandeya dadgehê daxwazên parêzeran ên derheqê her du şahidan jî jinedîtî ve hat. 
 
Şahid Denîz Ataş, di 17’ê tebaxa 2021’ê de ji Baroya Amedê re nameyek şand û got ku dema di 3’yê adara 2016’an de hatî binçavkirin, rastî îşkenceyên giran û miameleya xerab hatiye. Ataş, da zanîn ku dozger Kenan Karaca yê li Edliyeya Amedê peywirdar hatiye cihê wî û jê xwestiye ku di cînayeta Tahir Elçî de îfadeyên xwe li ser Mahsun Gurkan û Ugur Yakişir de bide û wan sûcdar bike. Ataş, ev agahî dabûn: “Dozger ji min re got; ‘netirse, ez li ser şeref û namûsa xwe soz didim ku dê te berdim. Ji me re bibe alîkar ku em vê bûyerê bixin stûyê PKK’ê. Heke parêzer hatin qala vê sihbetê neke. Nexwe dê serê parêzerê te jî biêşe. Tu dê qet nekarî xwe xelas bikî.’” 
 
HÛRGILIYA DAVUTOGLÛ
 
Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê û serokwezîrê demê Ahmet Davutoglû di 12’ê îlona 2021’ê de hate serdana Amedê û got: “Tahir Elçî bû qurbanê suîqesteke siyasî ye.” Di gelek qonaxên dozê de parêzeran xwestin ku li Davutoglû were guhdarîkirin. Dadgehê, di 15’ê hezîrana 2022’yan de biryar da ku li Davutoglû were guhdarîkirin. Lê demekî kin piştre ji vê biryara xwe lêve bû. 
 
Di tevahiya pêvajoya dozê de yek ji mijara herî zêde nîqaş li ser hatiye kirin jî, dîmenên kamerayên kargehan ên li kolana cînayet lê hatibû kirin bû ku hat îdiakirin “xerabe” ne. Di dosyaya cînayetê de delîla herî girîng bû hard dîsk a ku dîmenên kameraya dihat îdiakirin xerabe ye û dadgehê ji bo lêkolînê ji TUBÎTAK’ê re şandibû. Lê derket holê ku hard dîsk vala ye. 
 
Parêzer, li ser gumana ku dîmenên behsa xeberê hatine tunekirin sekinîni. Têkildarî vê mijarê tu nîqaş nehatin kirin. 
 
Kamerayên Şaxa PTT’ê ya Balikçilarbaşiyê jî cihê bûyerê didîtin lê dîmenên roja bûyerê nehatin peydakirin. Derket holê ku di dîmenên personelê Şaxa Foto Fîlmê kişandin de kêliya qetilkirina Elçî hebûn. Lê derket holê ku 12 saniyeyên van dîmenan ku dikariyan cînayetê ronî bikin, hatine jêbirin. 
 
LÊKOLÎNKIRINA QEYDÊN KAMERAYÊ
 
Baroya Amedê, qeydên kamerayên ewlehiyê ji bo Forensic Architecture (Endezyariya Edlî) ya li Londonê re şand. Forensic Architecturetê têkildarî qetilkirina Elçî de raporeke teknîkî ya berfireh amade kir û ji çavkaniyên dîtbarî, deng û belgeyan sûd girt. Di raporê de hat destnîşankirin ku her sê polîsên cihê bûyerê gumanbarên herî mezin in. 
 
Di raporê de hat gotin ku her sê polîs jî di xeta gulebaranê ya ber bi Elçî de ne û gelek caran gule berdane. Hat diyarkirin ku polîsek di xetekî wisa de ye ku bêyî astengî û yekser dikare Elçî hedef bigire. 
 
DOZGER DAXWAZA BERAETÊ KIR
 
Dozgerê dozê di mutalaaya xwe ya 25’ê nîsanê de îdia kir ku Tahir Elçî ji hêla guleyeke nayê zanîn ji ku ve hatiye berdan hatiye kuştin û yek bi yek ji bo her sê polîsan daxwaza beraetê kir. Dozgerî, di danişîna îro de jî mutalaaya xwe dubare kir.
 
 

Sernavên din

19/06/2024
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2024'AN
18/06/2024
23:58 ‘Noam Chomsky jiyana xwe ji dest neda'
22:59 Berxwedana li dijî qeyûm didome
21:45 Li Binarê Qendîlê piştî bombebaranê şewat derket
21:30 Jinên Femînîst texrîbatên qeyûman vegotin
19:53 Hûnermend Erîncîn: Qeyûm darbeya li dijî mafê bijartin û hilbijirînê ye
19:13 Aksakal bi ser gora xwe hate bîranîn
19:01 Bakirhan: Mûş dê xizmeta heq dike bibîne
18:42 Hatîmogûllari: Derewa AKP’ê ya ‘asayîbûnê’ li Colemêrgê eşkere bû
17:30 Di 6 mehan de herî kêm 833 êriş hatin lidarxistin
16:53 Cezayê hefsê li Nêrgis Mûhammedî birîn
16:42 Li mezraya Tunagragê ya Pîranê kamera bi kaniyê ve kirin
16:22 Li Erdexanê barîna gijlokê bandoreke neyînî li trafîkê kir
16:11 Ciwanê ku kete Çemê Êlihê jiyana xwe ji dest da
14:50 Gamze Akar a winda hate dîtin
14:46 Li Tûzlayê agir bi fabrîqeyê ket
14:31 Yekemîn şaredara jin a Bazîdê Kûbîlay hate berdan
13:57 Ji bo turbînên RES’ê dê 36 hezar dar bên birîn
13:43 Girtiyê jê re gotin ‘tiştekî te nîne’ û şandin qawişê jiyana xwe ji dest da
13:42 Ji 115 kesan berteka hevpar: Mafê bijartin û hilbijartinê parastî ye
12:44 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter dest pê kirin
11:21 Li peravên Îtalyayê du keştiyan qeza kir: 11 kes mirin, zêdetirî 60 kesan winda ne
11:05 Li Îranê agir bi nexweşxaneyekê ket: 9 kes mirin
11:04 Altinors ê dîl girtî: Komara Demokratîk fikra hevpar a kurdan û çîna karkeran e
10:22 Li Berlînê xwepêşandana 'Rojên Diyaloga bi Ocalan re'
10:21 Komên paramîlîter li Efrînê welatiyekî din revandin
09:42 Dayik û zarokê wê yê di şewatê de asê man jiyana xwe ji dest dan
09:37 Di 24 saetan de 824 qeza çêbûn: 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:06 Hevserokê OHD’a Wanê: Tu bingeheke hiqûqî ya tecrîdê nîne
09:04 Berteka polîtîkayên dubendî yên desthilatê: Hûn nikarin cihêkariyê bikin
09:02 Çalakiya girtiyan a 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' didome
09:01 Serokê Odeya Zîraetê yê Bajarê Nû Îskenderoglû: Divê TMO bihayên zad nû bike
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2024'AN
08:33 Mamosteyê faîlê tacîza zayendî hate girtin
08:23 Îsraîlê êrişî Wargeha Nûsayratê kir: 7 kesan jiyana xwe ji dest da
17/06/2024
23:09 Di çalakiya li dijî qeyûm a Stenbolê de berteka tecrîda li Îmraliyê
22:14 Di nobeta li dijî qeyûm de Denîz Poyraz hate bîranîn
20:08 Erdogan têkildarî tifaq û hilbijartina pêşwext daxuyanî da
19:49 Li Efrînê du bira hatin revandin
17:32 Li Ekvadorê hezaz: 6 mirî û gelek winda hene
16:14 Cîgirê Serokê CHP’ê yê Stenbolê Comert: Em dikarin bi hev re zilmê bi dawî bikin
15:58 Lîstikvan Esen bertek nîşanî qeyûm da
15:57 Di serdana şaredariyan de peyama ‘şaredarvaniya gelparêz’
14:57 Li Riha û Semsûrê mirina biguman a zarokan
13:38 CHP’ê û Gelecekê bi boneya cejnê serdana DEM Partiyê kirin: Rojev bû qeyûm
13:10 Denîz Poyraz li ser gora xwe hate bibîranîn
12:52 Di sala 2023’yan de 781 serlêdan li TÎHV’ê hatine kirin
12:06 Reuters: Netanyahû kabîneya şer fesih kir
10:41 Polîsekî hevjîna xwe û zarokê wê qetil kirin
10:33 Roja duyemîn a betlaneya cejnê: 11 kes mirin, hezar û 295 kes birîndar bûn
09:16 Rojnamevan Aykol bêyî ku agahiya wî hebe kirine endamê AKP’ê
09:11 Çalakiya girtiyan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Xêr û bêra zeviyên çandiniyê kêm dibe
09:06 Rojeva jinan li dijî êrişan têkoşîna hevpar e
09:04 Prz. Yureklî: CPT, KE û DMME nikare ji gotina NY’yê ya ‘Li Îmraliyê îşkence heye’ re bêalî bimîne
09:01 Encama DNA’yê ji malbatê re nehate ragihandin: 4 sal in cenazeyê kurê xwe dixwaze
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2024'AN
16/06/2024
23:11 Di roja ewil a cejnê de 16 hezar kes xwe birîndar kirin
22:18 Li Amedê nobetên li dijî qeyûm bi konserê ve berdewam kir
21:00 Li Meletiyê erdhej çêbû
20:13 Li dijî Metînayê êrişa hewayî
20:02 Li Gurcistanê ser hev erdhej çêbûn
18:39 Li Elbakê 28 pez xwe ji zinar avêtin
17:55 Di êrişa DAIŞ'ê de 4 leşker hatin kuştin
17:43 Hatîmogûllari: Em ê bêyî gilî û gazin xizmetê bikin
16:51 Bakirhan, li Agiriyê serdana şaredariyan kir
14:42 Hunermend Demîrcîoglû û Aydin bertek nîşanî qeyûm dan: Faşîzm e
14:09 Li Şirnex û Amedê cejn hatin pîrozkirin
13:56 Li Stenbolê serdana goristanan: Em soz didin dê têkoşîna azadiyê serbikeve
13:06 Polîsan bi ser Girtîgeha Karabukê de girtin: 10 saetan li qawişan lêgerîn kirin
13:00 Denîz Poyraz dê li ser gora xwe bê bibîranîn
11:51 DAIŞ’iyên ku peywîrdarên girtîgehê dîl girtibûn hatin kuştin
10:21 Roja ewil a betlaneya cejnê: 852 qeza, 5 mirî
10:20 Li Eskîşehîrê tundiya mêr
09:56 Hejmara nû ya Kovara Jin derket
09:54 Aktar: Dadgehê rola xwe lîst
Bati: Di cînayetên polîtîk de necezakirin bû kevneşopiyek
09:28 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
09:11 Çalakiya girtiyan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:04 Rojnameger Merwan: Tecrîd, kuçeyeke ku dawiya kendal e
09:03 Daxwazên ji bo girtiyê nexweş Ayik nayên qebûlkirin
09:00 Bi mîrateya li dû xwe hiştiye dibe ronahî ji bo têkoşîna jinan
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2024'AN
15/06/2024
22:33 Nobeda li dijî qeyûm: Gel pirsgirêkên xwe anîn ziman
19:53 Li gelek bajaran serdana goristanan hat kirin
18:47 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana şaredariyan kirin
18:38 Ozhan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:42 Ji bo girtiyê nexweş ê 32 sal in tê ragirtin daxwaza azadiyê
16:25 Li goristanên texrîbkirî serdana cejnê hate kirin
15:34 Di ‘Rûniştina F’yê de ji bo Ozelmali yê nexweşê Wernicke Korssakoffê bang
15:13 DEM Partî: Şaredarê Awiskê îxanetê li gel kir
14:55 Qurbaniyên malbata Şenyaşar tên bibîranîn
14:34 Ji Gamze Akar a winda ev 6 roj in agahî nayê girtin
14:10 Dayikên Şemiyê li faîlên Vejdîn Avcil pirsîn
13:39 Dan û stendina cejnê ya Wanê: Em nikarin ji zarokan re cilan bistînin
13:06 Şandeya DEM’ê û DBP’ê serdana Bêrecûkê kirin
12:39 Li Qoserê qeza: 5 kes birîndar bûn
12:21 MRAP’ê berî civînên NY’ê rapora xwe ya Tirkiyeyê eşkere kir
12:20 DEM Partiyê qurbaniyên suryanî bi bîr anî
12:05 Li faîlên Avcil û li aqûbeta Çalik û Fîdan hat pirsîn
10:36 Jin wê nobeda li dijî qeyûm dewr bigirin