47 Saziyên civakî bêhurmetiya li dijî cenaze şermezar kirin

  • rojane
  • 16:54 29 Hezîran 2024
  • |
img
STENBOL - 47 saziyên sivîl û civakî, nêzîkatî û bêhurmetiya li dijî cenazeye girtiyê nexweş Şefîk Esen şermezar kirin û gotin: "Ev helwest, rûmeta miriyan dixe bin piyan.” 
 
47 rêxistin û saziyên sivîl ku di nav de Înîsiyatifa  Hurmeta ji Miriyan re û baro jî hebûn, têkildarî nêzîkatiya li dijî cenazeyê girtiyê Nexweş Şefîk Esen ê li  Nexweşxaneya Zanîngeha Osmangazî ya Eskîşehîrê jiyana xwe ji dest da, daxuyaniya hevpar dan. Rêxistinên civakî anîn ziman ku nêzîkatiya li dijî nasnameyên cuda yên ji dervê tirk, sunnî  û mêr nayê qebûlkirin û wiha gotin: “Nêzîkatiyek tundî, bêrûmetî, bêhûrmetî û nifrînê heye. Demek dirêj e li Tirkiyeyê li dijî gor û goristanan êrîş hene. 
 
Yek ji cihê nêzîksatiyên cudakarî tên kirin girtîgeh in. Nasname, bawerî, zayend û reng çi dibe bila bibe, divê li gorî pîvanên mirovahiyê bên definkirin. Destûr nadin ku cenazeyên wan li gorî bawerî û fikrên wan defin bikin. Dîsa darbestan nadin malbatan ku cenaze têxinê. 
 
XWÎN JI DARBESTÊ HERIKΠ
 
Saziyan anîn ziman ku bêyî mudaxaleya tibî li cenazeye Esen bikin xistine darbestê û wiha gotin: “Cenaze li gorî usûlê neqil nekirine. Dema cenazeyê Esen naqlî bajarê wî Amedê kirine, kefene wî din ava xwînê de maye. Li gel daxwaza bavê wî tu tedbîr nehatine girtin. Di çapemeniyê de hat dîtin ku li balafirgeha Esenboga ya Enqereyê ji darbestê xwîn herikî ye û personelên balafirgehê mudaxale kirine.”
 
EM ŞERMEZAR DIKIN 
 
Em vê êrişa hovane ya li dijî cenazeyê Şefîk Esen şermezar dikin. Em vê helwestê weke pêkanîneke bîranîn û xaysiyeta miriyan binpê dike penase dikin. Ev dîmen êrişa li dijî rûmeta miriyan e. Helwest û pêkanînên bi vî rengî, binpêkirina eşkere ya maf û azadiyên bingehîn ên weke qedexekirina îşkence û kiryarên xerab, mafê hurmeta li jiyana taybet û malbatê, azadiya ol û wijdanê, mafê wekheviyê, qedexekirina cihêkariyê û rêgezên exlaqî ye.
 
Li dijî vê bêhurmetiya li cenazeyê Esen hatiye kirin ku nayê qebûlkirin, xwedîderketina li rûmeta miriyan, parastina vîna jiyana bi hev re ya civakê û parastina nirxên mafên mirovan û demokrasiyê ye. Ji ber vê yekê, em bang li her kesên xwedî wijdan û berpirsyar, ji saziyên dewletê heta partiyên siyasî, ji rêxistinên mafên mirovan heta saziyên hiqûqî û rêxistinên sivîl dikin ku li dijî vê helwesta tirsnak û bêhurmetiyê derkevin û rûmeta mirinê biparêzin.”
 
SAZIYÊN KU DAXUYANÎ ÎMZE KIRINE
 
Înîsiyatîfa Edaletê û Rêzgirtina ji Miriyan re, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dêrgûşa Mirovahiyê Windakirine re (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Piştgiriyê Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV), Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD), Komeleya Perwerde, Çand û Piştgiriyê ya Şêx Seîd, Federasyona Elewî Bektaşî û Pêkhateyên wê, Komeleya Alimên Olî, Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal, Federasyona Elewiyan a Demokratîk, Weqfa Aştiyê, Yekitiya Jinên Elewî ya Ankayê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Odeya Bijîjkan a Amedê, Baroya Colemêrgê, Baroya Mûşê, Baroya Êlihê, Baroya Wanê, Baroya Şirnexê, Baroya Rihayê, Baroya Mêrdînê, Baroya Amedê, Baroya Dêrsimê, Baroya Sêrtê, Baroya Qersê, Baroya Agiriyê, Baroya Çewligê, Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Hiqûqnasên Ji Bo Edaletê, Hiqûqnasên Ji Bo Demokrasiyê, Parêzerên Demokrat ên Azadîparêz, Komeleya Jinan a Rosayê, Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê, Komeleya Lêkolînên Çandinî yên ji bo Aştiyê, Komeleya Malbatên Gokkûşagi ya Enqereyê, Komeleya Dema Jinê, Ma Muzîk, Keskesor, Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn, Komeleya LGBTÎ’yan a Yedî Renk a Mêrsînê, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê û Şaxa SES’ê ya Amedê. 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

20/11/2024
10:36 'Gelê kurd nîşan da ku kesek nikare îradeya wan manîpule bike’
10:13 Dozgeriyê ji bo talankirina daristanên Şirnexê got 'li gorî hiqûqê ye'
09:44 Pirtûka ‘Sosyolojiya Azadiyê’ bi spanî hate weşandin
09:40 Hunermend Hozan Aydin krîza dil derbas kir
09:36 Hinceta cezayê dane rojnamegerên jin: Destûr negirtin, li hişyariyê guhdarî nekirin
09:26 Rojnameger Sonuk sewqî Girtîgeha Erzînganê hate kirin
09:25 Ji Qilebanê ber bi Mexmûrê ve çîroka têkoşînê
09:21 Serra Bûcak: Me pergala ku qeyûm hilweşand ji nû ve çalak kir
09:02 ‘Cezayên îdamê yên li Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîziyê hatine birîn girêdayî pirsgirêka kurd in'
09:01 Înfaza wî hat şewitandin û ji bo dîroka berdana wî 'heta mirinê' hat nivîsandin
09:00 ROJEVA 20’Ê MIJDARA 2024’AN
19/11/2024
16:24 Di wesayîta çawişê pispor de 63 kîloyên tiryakê hatin girtin
16:19 Kekê Yuksekdag hate definkirin
16:15 Qeyûm şaredarî veguherand emniyetê
16:10 Şînên Bayar û Bozkurt bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:06 TJA'yê li Amedê çalakiyên 25’ê Mijdarê li dar xist
15:44 Dayikên Aştiyê li Meclisê axivîn: Nifteya aştiyê di destê Ocalan de ye
15:33 ‘Çareserî ne li derve li hundir e’
15:15 Taloqkirina tehliyeyan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê hate protestokirin
14:45 Rapora ÎHD’ê: Di salekê de li bakurê Kurdistanê mafê jiyanê yê 36 zarokan hate binpêkirin
14:19 Li Dîlok û Agiriyê pêngava ‘seferberiya rêxistinbûnê’
13:42 Wêneyê muhîmeta di mala malbata Guranê de derketî holê
13:36 Şaredariya Cizîrê xeta ‘Alo Şîddet’ê vekir
13:33 Bakirhan: Firsendeke dîrokî heye, divê Ocalan biaxive û muzakere dest pê bikin
12:43 Tulay Hatîmogûllari: Felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ bi saya berxwedanê li cîhanê belav bû
12:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:35 Ji bo dayika Aklîme Hanas bi lezgînî xwîn lazim e
11:26 Qedexeya derketine derveyî welat a 20 rojnamegeran ranekirin
10:39 Dema bi kurdî axivî telefon qut kirin: Qede ye!
10:16 Li Tatosê projeyên ji bo jinan
09:52 Mutlu Çîvîroglû: Dibe ku li Rojhilata Navîn ji bo kurdan firsendên nû çêbibin
09:25 Meteorolojiyê ji ber barînan bakurê Kurdistanê hişyar kir
09:02 'Dawiya dawî dê vîna vî gelî bi ser bikeve'
09:01 Parlamenterên arjantînî: Em azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan diparêzin
09:01 Ji ber 'silavdayînê' der barê parêzerê girtî de lêpirsîn
09:00 Rewşa xwedîkirina qazan nebaş e
09:00 ROJEVA 19’Ê MIJDARA 2024’AN
18/11/2024
16:41 Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyurtê hatin binçavkirin
16:37 Şîna Eser bi girseyî hate ziyaretkirin
16:01 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Îktîdar hewl dide tayînkirina qeyûman hêsantir bike
15:40 Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Stenbolê: Bila GGM bên girtin
15:02 Cîhan Oral ê 3 kes qetil kirî bû 8 meh hêj nehatiye girtin
14:43 Berxwedana Xelfetiyê di roja 15’an de didome
14:23 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Em ê polîtîkayên şerê taybet teşhîr bikin
14:07 Zubeyde Zumrut: Heta Abdullah Ocalan azad dibe dê têkoşîn bidome
13:31 Meclisa Jinan a DBP’ê rapora atolyeya ‘Şerê taybet’ eşkere kir
12:03 Ji bo Ahmet Ozer dê serî li AYM’ê bidin
11:58 Polîsan bi ser avahiya DEM Partiyê ya Esenyurtê de girtin
10:52 Kesên tev li mitînga ‘Demokrasî û Azadiyê’ bûn: Muxatab Ocalan e
10:25 Şaredariya Peyasê dê 10 hezar şitlên darên fêkiyan belav bike
10:24 Jinên Wanî: Kolan biewle nînin, çima faîl nayên cezakirin?
09:58 Ji bo gelek bajarên bakurê Kurdistanê hişyarî hate kirin
09:46 Îsraîlê êrişî Lubnanê kir: 11 kes hatin kuştin
09:41 Sûlava Hewagê bi rengên payîzê xemilî
09:35 Li emniyetê gefa êrişa zayendî li binçavkiriyan xwarin
09:05 Xwebûn bi manşeta ‘Komara Qayûman’ derket
09:00 ROJEVA 18’Ê MIJDARA 2024’AN
17/11/2024
16:55 Li Esenyurtê çalakiya 25’ê Mijdarê: Bûdçeya ne ji bo şer, ji bo jinan
16:48 Kampanyaya li dijî qeyûman: 376 kes û saziyan piştgirî dan
16:27 Piştî mitîngê meş hat lidarxistin
16:00 Hatîmogûllari: Heke hûn jidil bin, ji ewil deriyên Îmraliyê vekin
15:29 Ayla Akat Ata: Gel dixwaze dengê Abdullah Ocalan bibihîse
14:57 Bayindir: Çareserî Abdullah Ocalan, navnîşan Îmrali ye
14:39 Davutoglû û Ahmet Turk hevdîtin kir: Pirên guftûgoyê ne hilweşînin
13:49 Botaniyan astengî nas nekirin û ber bi Êlihê ve dimeşin
13:40 Li Êlihê mitînga ‘Demokrasî û Azadiyê’ hat lidarxistin
13:31 Dayika Aklîme Hanas di qezaya trafîkê de birîndar bû
13:13 DEM Partiyê bertek nîşanî Tekîn de: Em ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê paşvegavê naavêjin
13:08 Jin ber bi qada mitînga ‘azadiyê’ ve dimeşin
13:01 Gel diherike qada mitîngê ya Êlihê
12:38 Partiyên DEVA û Pêşerojê ji bo çareseriyê çi difikirin?
12:13 Gelo Akşener dibe cîgira Erdogan?
12:00 Ji bo mitîngê bi rê ketin
11:44 Bi gotina ‘were vir walî’ bûbû rojev: Em ê têkoşînê bi ser bixin
11:16 Li Xurmatoyê teqîn
10:40 Rojnameger Karwan: Tirkiye ji PDK’ê hikûmeteke ji wê re xizmetê bike daxwaz dike
10:05 Parêzerê Abdullah Ocalan: Divê ji bo çareseriyê bingeha pêwîst were amadekirin
09:19 Hejmara 90'emîn a Kovara Jinê derket
09:02 Schlotthauer: Divê Abdullah Ocalan were berdan
09:01 Jin li Mexmûrê bi neteweya demokratîk re wekheviya zayendî ya civakî ava dikin
09:00 17’Ê MIJDARA 2024’AN
16/11/2024
16:08 Di nobeda li dijî qeyûm de banga ji bo mîtînga Êlihê
16:01 Dayikên Şemiyê ji bo Alî Tekdag doza edaletê kirin
15:57 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bi Serokê TBB’ê re civiyan
15:48 Banga 'bila girtiyên nexweş bên berdan'
15:39 Çîroka 3 windayan
13:09 Li Kolnê beriya mîtînga 'azadiyê' meş
12:31 Îmamoglû hat Mêrdînê
10:27 Li Îmraliyê şert û mercên 'Darbeya 17'ê Mijdarê' didomin
09:42 'Em dixwazin bajarên li ser esasê wekheviya zayendî ava bikin'
09:26 'Ji bo çareserkirina tundiya li ser zarok û jinan, guherîneke pergalî divê'
09:24 Banga ji bo 25'ê Mijdarê: Azadiya jinê azadiya civakê ye
09:04 Li Xelfetiyê di 7 mehan de 34 milyon deyn hat dayîn
09:00 ROJEVA 16’Ê MIJDARA 2024’AN
15/11/2024
16:27 Cihê mitînga Êlihê hate guherandin
15:50 DEM Partiyê hevdîtina xwe ya bi Partiya Saadetê re taloq kir
15:49 7 pêşnûmeyên têkildarî ziman û perwerdeyê heman rojê hatin redkirin
15:36 Ji girtiyên jin re qert hatin şandin
15:31 Ji bo mitînga ‘Demokrasî û azadiyê’ derî bi derî xebat meşandin
15:26 Dayikên Aştiyê ji bo Werîşe Mûradî bang kirin