Hesen Koçer: Heke Şam bi diyalogê re be em jî amade ne

  • rojane
  • 11:01 3 Tîrmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Cigirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer ê gotinên “asayîbûnê” yên di navbera dewleta tirk û Sûriyeyê de nirxand, wiha got: “Heke hikumeta Şamê bibejê ‘em bi hevkirin an jî diyalogên siyasî re ne’ em jî amade ne.”
 
Cigirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer derbarê daxuyaniyên hikûmeta Şamê û dewleta tirk, hevdîtinên tê gotin di navbera wan de çêbûne û xwepêşandanên li herêmên dagirkirî de ji ANHA’yê re axivî. 
 
Hesen Koçer bibîrxist ku ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve dewleta tirk sîstema Sûriyeyê tawanbar kiriye, Beşar Esad mîna dîktatorekî nîşan daye û got: “Armanc ji van gotinan ew bû ku kesên muxalefetê bîne cem xwe, rêxistin bike û mudaxileya Sûriyeyê bike. Hemû xistin bin kontrola xwe û bi rêya wan mudexeleyî Sûriyeyê kir. Ji bo xirabkirina rewşa Sûriyeyê çeteyên wekî DAIŞ, Cebhet El Nusra bikar anîn.”
 
Koçer bal kişand ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi têkbirina hemû êrişan re Sûriye parastiye, heke berxwedanî nebûya, wê hikûmeta Sûriyeyê nehatiba parastin. Lewma piştî têkçûna DAIŞ`ê êdî dewleta tirk raste rast mudaxile kiriye; Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî dagir kiriye.
 
Koçer da zanîn ku dewlta tirk şoreş ji rê derxistiye, lê hemû planên wê jî pêk nehatine, ji ber vê yekê siyaseta xwe ji sedî 80 guhertiye, dixwaze bi rêya hikûmeta Şamê projeyên xwe pêk bîne û got: “Dixwaze hikûmeta Şamê bikişîne aliyê xwe û bixapîne. Ji hikûmeta Şamê re dibejê; `Em bi yekbûna erdê Sûriyeyê re ne, divê em xwe bikin yek ku bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re şer bikin, hûn çi dixwazin em ê bikin.”
 
`ME HIŞYARÎ DA BÛ KESÊN NIHA XWEPÊŞANDAN DIKIN`
 
Hesen Koçer anî ziman ku li ser lîstokên dewleta tirk ji destpêkê ve hêzên ser muxelefetê tevdigerin hişyar kiribûn, lê ew nehatin guhdar kirin û wiha pê de çû: “Ji destpêkê ve me ji kesên ku îro li dijî dewleta tirk li herêmên dagirkirî rabûne serhildanê re got ‘Dê we bikar bînin, kes wekî me dewleta Tirk nas nake. Ger hûn Sûriyeyî ne werin em bi hev re pirsgirêkên xwe çareser bikin. Bi komploya dewleta tirk neyên xapandin, dewleta tirk ji bo berjewendiyên xwe we bikar tîne.’ Îkna nebûn, lê tiştên me gotin îro derdikevin holê. Dewleta tirk henekên xwe bi wan kirin. Îxaneta ku dewleta tirk li wan kiriye dîtin û ji ber wê jî li hemû bajaran rabûne xwepêşandanê.”
 
`HELWESTA ŞAMÊ YA DESTPÊKÊ BAŞ BÛ`
 
Koçer bal kişand ku li hemberî planên dewleta tirk helwesta hikûmeta Şamê ya destpêkê baş bû, netewî bû û wiha dom kir: “Digotin ‘heke dewleta tirk ji erdê Sûriyeyê dernekeve em pê re hevdîtinan nakin.` Ev helwestek zelal bû, lê ger vê helwestê nedomîne dê Sûriyeyê bixusirîne. Heke bi dewleta tirk re peyman çêbike wê dagirkirina axa xwe rewa bike.” 
 
`DIVÊ ŞAM BIBÎNE`
 
Hesen Koçer da zanîn ew wekî Rêveberiya Xweser bi hêvîne ku Şam bi Enqere re li hev neke û bi van gotina bal kişand ser xeteriyan: “Çawa muxelefetê winda kir wê Sûriye jî winda bike. Duh ji Beşar re digot `dîktator` îro dibejê `Emê bi Beşar re rûnin`. Dixwazin hikûmeta Şamê li dijî kurdan û hêzên demokratîk têxin eniya şer. Armanca dewleta tirk ew e ku lihevkirinê ji bo êrişa ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikar bîne. Di rewşeke wiha de dê tiştekî Sûriyeyê nemîne. Divê Şam bibîne ku dê Sûriye ber bi perçebûneke mezin ve biçe. Hewil dide bi Iraq û Sûriyeyê re tifaqan çêbike û wan tevli vê projeya xwe bike. Heke her du dewlet bi dewleta tirk re lihev bikin, dê her du dewlet bixusirin.
 
Di texmîna min de di navbera Şam û Enqere de lihevkirinek çêbûye. Lê asta wê çiye ne diyar e. Beriya niha jî têkiliyên wan di asta ewlekariyê de hebûn û civînên wan çêbûne. Iraq dixwaze delweta Tirk û Sûriyeyê bîne cem hev. Ev ne rast e, dê krîzên gelek cidî li Iraq û Sûriyeyê derkevin. Hinek tifaq çêbûne, em hêvî dikin ew tifaq ne li ser hesabên xwîna gelên Sûriyeyê bin, ne li ser hesaba radestkirina perçeyên axa Sûriyeyê ji dewleta tirk re bin.”
 
`EM LI SER BEYANNAMEYA XWE NE`
 
Cigirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber bi bîr xist ku wan ji bo çareseriyê di nîsana 2023`an de beyannameyek belav kiriye û niha jî ew li ser wê ne. Hesen Koçer diyar kir ku ew dikarin ji aliyê aborî, siyasî, ewlekariyê ve pirsgirêkên xwe bi hev re çareser bikin û wiha got: “Me xwe ji Şamê qût nekiriye û heta niha çûyîn û hatinên me hene. Lê divê Şam dest ji nêzîkatiyên wekî `Rêveberiya Xweser xetere` berde. Em ne xeterî ne jî dijminên Sûriyeyê ne. Em ê Sûriyeyê ava bikin. Me ji wan re got em dikarin bajarên ku hatine dagirkirin bi artêşa Sûriyeyê re rizgar bikin.
 
Divê hikûmeta Şamê zanibe heke bi Tirkiyeyê re tifaqeke dijber çêbike, dê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li berxwe bide. Ger bibejê `Em bi lihevkirin an jî diyalogên siyasî re ne` em jî hazir in.”
 
Hesen Koçer di dawiya nirxandinên xwe de anî ziman ku dewleta Tirkiye her cihêk Sûriyeyê xirab kiriye, lewma divê hemû gelên Sûriyeyê dijî planên wê helwest nîşan bidin.
 

Sernavên din

14/01/2025
16:55 Li Êlihê tayînkirina qeyûm hate protestokirin
16:02 Amedsporê giliyê Umît Ozdag kir
15:59 Li Îzmîrê çalakiya nobetê hate destpêkirin
15:31 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Wanê hatin protestokirin
15:31 Girtiyê nexweş: Derman nayên dayin, em terkî mirinê kirin
15:16 Li Sûrê loqenteya gel hate vekirin
15:00 HSD: 28 çete hatin kuştin, 5 erebe hatin îmhakirin
14:29 Ji bo Kasim Taşdogan cezayê strana kurdî
14:21 Bakirhan: Deriyên Îmraliyê vekin
13:51 Bayindir: Hûn an dê çareseriya demokratîk esas bigirin an jî mûxatabiya we namîne
13:22 Li Amedê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan hate vekirin
12:55 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 7’an de didome
12:43 Bakirhan ji Erdogan re got: Hizûra Amedê çareseriya demokratîk e
12:29 Wezîrên HTŞ'ê dê sibê bên Tirkiyeyê
11:28 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Tu agahî ji kolberên hatin binçavkirin nayên girtin
10:23 WANA’yê ji bo Pexşan Ezîzî bang kir
09:24 Paula Martîn Ponz: Fikrên Ocalan dikarin aştiyê bînin hemû cîhanê
09:15 Kocabiyik: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê ziman û mejî biguhere
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:54 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 24’an
08:42 Hevşaredarê Peyasê Dundar ji girtîgehê derket
13/01/2025
21:17 Polîsan êrişî protestokirina qeyûm kir: Girseyê dorpêçê şikand
21:12 Mazlûm Ebdî nûnerê Mesûd Barzanî qebûl kir
20:11 Li Amedê sersal hat pîrozkirin
19:55 Sirri Sureyya Onder: Dema dewlet zelal bibe wê pêvajo dest pê bike
19:33 Li gelek bajaran protestokirina qeyûman: Hûn ê li hemberî vê vînê winda bikin
18:31 Der barê Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar de biryara berdanê
15:29 QSD'ê: Di nava 24 saetên dawî de 23 çete hatin kuştin
15:02 Li Akdenîzê gel guh neda bendan
14:25 Leyla Guven: Em amade ne tevkariyê li pêvajoyê bikin
14:12 DEM Parti: Qeyûm înkarkirina vîna gel e
11:57 Karê ewil ê qeyûm: Wêneyê Erdogan daleqand
11:50 Şaredariya Beşîktaşê hat dorpêçkirin
10:58 Li gundên Geverê operasyona leşkerî
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2025'AN
08:46 Xwebûn bi manşeta ‘Êriş û aştî bi hevre nabin’ derket
08:13 Qeyûm tayinî Şaredariya Akdenîzê hat kirin
06:47 Hevşaredarên Akdenîzê hatin girtin: Em biryarê nas nakin
12/01/2025
16:57 Meclisa Jinan a Konseya Bajar a Amedê rêveberiya xwe diyar kir
16:08 Şahidên 14’ê Tîrmehê: Li dijî qeyûm em bi ruhê zindanê li ber xwe bidin
15:54 Li Îzmîrê pîrozbahiya Serê Salê
15:53 Protestoya li pêşiya edliyeyê didome: Îdiayên vala ne
15:12 HSD: 23 çete hatin kuştin, 36 jî birîndar bûn
15:11 Li Pîranê şitil hatin danîn
14:31 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar diqewimin
14:30 Yuksekdag: Çi bikeve ser milê me em amade ne bi cih bînin
14:29 DBP dê serdema nû bi heman hevserokên giştî bidomîne
14:05 Dayikên Aştiyê li pêşiya edliyeyê çalakiya rûniştinê li dar dixin
12:42 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê çû serdana Fîgen Yuksekdag
12:32 Eren ê 30 sal girtî ma, hat berdan
12:30 Bi hezaran kes li pêşiya edliyeyê ne: Kelûmelên qirtasiyeyê sûc hesibandine
12:23 Bakirhan: Pirsgirêka ewlehiyê ya esasî, feraseta Kurdan tune dihesibîne ye
11:58 Bayindir: Roj roja berxwedan û xwebirêxistinkirinê ye
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ji bo çareseriyê divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire
11:38 Wekîl û malbat negirtin avahiya edliyeyê
11:12 Kurê girtiyê nexweş Elçîçek: Em ji ber xetereya ser jiyana wî ditirsin
11:11 Endamên DEM Partiyê: Ji bo çareseriyê divê gavên samîmî bên avêtin
10:58 Li Amedê ‘Pirtûkxaneya Berhemên Jinan’ tê vekirin
10:44 Li dijî tecrîdê bedena xwe dabû ber agir: Em li Serokê xwe xwedî derkevin
10:40 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 16’an
10:39 Hevşaredarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:33 Dayikên li dijî hewldana qeyûm li ber xwe didin: Ji vê polîtîkayê çareserî nabe
10:27 7’emîn Kongreya Asayî ya DBP’ê dest pê kir
10:13 'Îftirayên' Akbiyik bi beraatê encam dibin
09:55 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:54 Estukyan: Bi gotinên 'terorîstanê' ve diyalog dewam nake
09:52 Saîpnazarova ya Qazaxistanî: Zimanê Kurdî pir dewlemend e
09:36 Pîrozbahiyên Serê Salê dest pê dikin
09:16 Daştan bi belgefîlma ‘73’yê rastiya Şengalê vegot: Dê xeyalên wî nîvco nemînin
09:00 ROJEVA 12’Ê ÇILEYA 2025’AN
11/01/2025
16:43 Li sê bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî
16:12 Dosyeya Pexşan Ezîzî ji daîreya înfazê ya ceza re hat şandin
16:08 Rojnamegerên hatin qetilkirin li Qamişloyê hatin definkirin
15:44 Ji Nêrgiz Mihemedî ji bo Pexşan Ezîzî bang
15:39 Ji QSDˈê têkildarî îdiaya 'wesayîta bombebarkirî' daxuyanî
15:32 Li Amedê daxuyaniya ji bo qeyûm
15:27 Cizîrî li dijî qeyûman meşiyan
14:49 Qereqozaq hat topbarankirin: 2 zarok birîndar bûn
14:32 Li ber Şaredariya Akdenîzê hevdîtina gel
14:20 Dayikên Şemiyê ji bo 'Komkujiya Basanê' edalet xwestin
13:46 Dayikên Aştiyê: Ji bo aştiyê destên xwe bidin destên Abdullah Ocalan
13:43 Derdora Bendava Tişrînê tê bombebarankirin
13:29 Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê ji bo Pexşan Ezîzî çalakî
12:58 Banga li dijî cezayên darvekirinê: Nebin hevkarê sûcan
11:29 Berxwedana li ber Şaredariya Akdenîzê di roja 2'yan de ye
11:23 Sewqiyata leşkerî ya ber bi Amêdiye ve berdewam dike
10:30 Ji bo protestokirina Komkujiya Parîsê bi hezaran kes bi rê ketin
10:14 Di 10 rojan de 147 kes hatine binçavkirin
09:51 Ji ber Şaredariya Akdenîzê bang kirin: Dest ji vê bêhiqûqîtiyê berdin
09:48 SYKP: Çi dikeve ser milê me em ê pêk bînin
09:33 Hevseroka Giştî ya KESK'ê Koçak: Divê her kes rola xwe bilîze
09:12 Hat îdiakirin ku jina bejna wê 1.76 metre xwe bi destê derî ve daliqandiye: Gumanbar çawîşê pispor e
09:04 Hîle û xurdeyên 'endamtiyê' yên Partiya Sedsala Nû derketin holê
09:01 Hevserokê Giştî yê DAD'ê Kete: Çareserî bi Abdullah Ocalan pêkan e
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2025'AN
10/01/2025
19:06 Ji KCK'ê daxuyaniya 'pêvajoyê'
18:59 Ji bo Rojîn Kabaîşê meş
16:19 Temenê wî mezin kiribû ceza lê hatibû birîn: Piştî 30 salan hate berdan
16:09 Rapora girtîgehên Herêma Egeyê ya OHD’ê: Di 2024’an de binpêkirin zêde bûn
15:34 Li pêşiya Şaredariya Akdenîzê civîna meclisê hat lidarxistin