Li ber edliyeyê gazî kirin: Bila Mehmet Demîrhan ê faîl bê dîtin

  • rojane
  • 12:59 5 Tîrmeh 2024
  • |

AMED - Tora Têkoşîna bi Tundiyê re ya Amedê xwest faîl Mehmet Demîrhan ê ku Hîlal Kar kuştibû bê girtin. Xwişka Kar, Rabîa Kar diyar kir ku gef li wê jî hatine xwarin û got: “Bila êdî Hîlal, Ayşe û Fatma neyên kuştin.” 

Tora Têkoşîna bi Tundiyê re ya Amedê ji bo faîl Mehmet Demîrhan ê k udi 23’yê hezîranê de li navçeya Rezana Amedê Hîlal Kar kuştibû bê girtin, li ber Edliyeya Amedê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wêneyên Hîlal Kar û wêneyên faîl Mehmet Demîrhan ên ku “kujer” li serê hatibûn nivîsandin hatin hildan. Pêkhateyên Torê û malbata Hîlal Kar jî beşdarî daxuyaniyê bû. 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça ewilî axivî û got ew ji bo ji dewletê re bêjin li dijî cînayetên jinan wezîfeya xwe bike li hev kom bûne. Akça da zanîn ku faîl lawê Hîlal Kar ê 5 salî jî li gel xwe revandiye û li bajarekî ku her deverê wê bi qereqol û MOBES’an hatiye dorpêçkirin hê jî nehatiye dîtin. 
 
Rêvebera ÎHD’a Amedê parêzer Berfîn Elçî li ser navê Torê daxuyanî xwend. Elçî bi bîr xist ku faîl Demîrhan demek dirêj li Hîlal Kar tundiya sîstematîk kiriye û gefên kuştinê lê xwariye û faîl Demîrhan lawê xwe û Hîlal Kar ê muşterek ku navê wî Argeş e û 5 salî ye jî li gel xwe revandiye. 
 
ŞAXA ZAROKAN SERLÊDANÊ LI BER ÇAVAN NEGIRT 
 
Elçî diyar kir ku faîl Demîrhan bi çekê hatiye cihê bûyerê û Hîlal Kar bi awayek “plankirî û sêwirandî” kuştiye û malbata Hîlal Kar ji bo Argeşê 5 salî serî li Midûriyeta Şaxa Zarokan a Polîsan daye lê belê polîsan ji wan re gotiye, “Wê berê me û şûbeya cînayetê bikeve hev” û tu tiştek nekirine. 
 
Elçî da zanîn ku sabikaya tiryakê ya faîl Demîrhan heye û got: “13 roj in faîl nehatiye girtin û zarokê 5 salî nehatiye dîtin. Ev jî nîşan dide ku lêpirsînek bi bandor nayê kirin. Dibe ku rewşa fizîkû û derûnî ya zarok di bin xetereyê de be û ev jî me dixe nava fikaran.” 
 
‘DARAZ BERPIRSIYARIYA XWE BICIH NAYÎNE’ 
 
Elçî destnîşan kir ku daraz ji bo bûyerên  bi vî rengî wezîfe û berpirsiyariya xwe bicih nayîne û got: “Helwest û bêmesûliyetiya darazê, cesarete dide faîlan û kujeran. Kuştina jinan tenê trajediyek şexsî nîne. Di heman demê de jî rê li ber rizandina civakê jî vedike. Ev bûyerên tundiyê nîşan dide ku jin di nava civakê de ne di ewlehiyê de ne û jiyana jinan li her qadên jiyanê newekhev nîşan dide û wan dixe nava têkoşînek bi zehmet.” 
 
Elçî di dawiya daxuyaniyê de bang li rayedaran kir ku demildest ji bo dîtin û zeftkirina faîl Demîrhan bikevin nava tevgerê. 
 
Piştî daxuyaniyê xwişka Hîlal Kar, Ebrû Kar jî axivî û got: “Îro xwişka min hatiye kuştin dibe ku sibê xwişka we bê kuştin. Heke kujer neyên cezakirin, dê kuejrên din cesaretê bigirin. Heke wisa bidome mixabin wê cînayetên jinan zêde bibin.” Em dixwazin faîl bê dîtin.” 
 
XWIŞKA HÎLAL KAR: GEF LI MIN JÎ TÊN XWARIN 
 
Xwişka Hîlal Kar, Rabîa Kar jî destnîşan kir ku gef li wê jî hatine xwarin û wiha axivî: “Mehmet Demîr ê kujer hê jî di nav me de ye. Hê jî dibe ku zerarê gelek canên din. Tevî ku dewlet dibêje em li çar aliyên Tirkiyeyê lê digerin jî lê ev 13 roj in nehatiye girtin. Xwarziyê min Argeş revand û bir. Her tiştî plan kiriye. Xwişka min serê sibehê dema diçû kar hat kuştin. Bila êdî Hîlal, Ayşe, Fatma neyên kuştin. Bila êdî çareyek bê dîtin. Bila her kes dengê me bibihîze. Ji kerema xwe bibihîzin. Ev bû 13 roj. Xwarziyê min sêwî û reben man. Canê min jî di talûkeyê de ye, gef li min jî hatin xwarin. Min serî li qereqolê da, lê delîlên şênber xwestin. Yanî heke delîlek şênber nebe, gelo divê ez bêm kuştin? Gelo ez jî mîna xwişka bêm kuştin wê her tişt bê çareserkirin? Ez nikarim biçim mala xwe.” 
 

Sernavên din

18/01/2025
15:19 Ji ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî
14:20 Li Pirsûsê forûma jinan: Em ê Rojavayê biparêzin
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn
13:59 Li Îdir û Şirnexê êrişên li ser Rojavayê hatin şermezarkirin
11:52 Cemîl Bayik: Tirkiye ji bo demokratîkbûyînê gav navêje
11:43 Orhan Karaagarê 30 salî 32 sal berê hat qetilkirin
09:59 Hunermend Akpolat: 22 salan jî bibirin em ê xebatên xwe bidomînin
09:52 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet wekî Ocalan jidil be
09:32 'Şer pirsgirêkeke tenduristiya gel e'
09:05 Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê: Divê kurd bibin yek
09:02 Li Kurdistanê kampanyaya 'danîna şitilan'
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2025'AN
17/01/2025
16:18 Ji bo leşkerên bersûc ên doza Nezîr Tekçî biryara beraetê hat dayîn
16:11 Munîra Qazî: Xeyala bavê min li Rojava pêk tê
15:53 Mazlum Ebdî têkildarî hevdîtina bi Barzanî re daxuyanî da
15:46 Lînka kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’
14:18 ‘Dê têkoşîna me ya li dijî xespkirina îradeyê bidome’
13:49 Hejmara rojnamegerên hatine binçavkirin zêde bû
13:48 Îtîraza li dijî rewşa girtî ya Nevzat Bahtiyar hate redkirin
13:48 DEM Partî li Stenbolê amadekariya kongreyê dike
13:28 DFG û MKG: Êrîş nikarin Çapemeniya Azad têk bibin
12:50 Tirkiyeyê di 40 rojan de li Tişrînê 2 jê rojnameger bi giştî 11 sivîl qetil kir
12:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:28 Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara nepeniyê hat dayin
11:38 DBP: Em hevdîtinên li Hewlêrê pir girîng dibînin
11:26 Fermandarê CENTCOM’ê bi fermandarên HSD’ê re civiya
11:09 Cezayê disiplînê dan rojnamegera nexwest qerta ‘sûcdara terorê’ bixe stûyê xwe
10:56 Berxwedana li Bendava Tişrînê di roja 10’an de didome
10:39 35 partiyan li dijî êrişan bang li NY û Yekitiya Ereban kirin
10:38 Polîsan bi ser produksiyonên Marti û Guncelê de girtin
10:37 Doza Halîse Aksoy hate taloqkirin
10:13 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat hate girtin
10:12 'Bi polîtîkaya wêrankirina ekolojîk ve xwezayê bêmirov dihêlin'
10:12 Endamê NLSR'ê Direhî: Pêşerojeke federal li benda Sûriyeyê ye
09:58 Şandeya Îmraliyê: Piştgiriya gel dê bibe hêmana sereke ya çareseriyê
09:40 Babatê ku 30 sal dîl hat girtin amadekariya vekirina pêşangehê dike
09:39 Ayfer Koçak: Heqê fîşekan ji berîka kedkaran derdikeve
09:32 MASAK nahêle Karahanê ku mal û milkên wî hatine desteserkirin deynê xwe bide
09:31 Malnişîn: Ji bo cezakirina dizan em li benda sindoqê ne
09:08 Serokê DTSO'yê Kaya: Em ê li Enqereyê hevdîtinê bi partiyên siyasî re bikin
09:06 Li mêrgan kanên xîzî tên çêkirin
09:00 ROJEVA 17’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:25 Gelek rojnameger hatin binçavkirin
08:24 Ciwanan qeyûm protesto kirin
06:23 Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî li Hewlêrê hevdîtin kir
16/01/2025
16:24 Dewleta tirk Bendava Tişrînê bombebaran kir: Sivîlek hat qetilkirin, 10 jî birîndar bûn
16:18 Ji bo girtiyê nexweş Ustek bang li ÎHÎK’ê kir
15:19 Li sê bajaran 7 kes hatin binçavkirin
15:14 Li Îzmîrê doz li 25 kesan hate vekirin
15:12 Li Kobanê bi hezaran kes li dijî komkujiya li Tişrînê daketin qadan
14:58 'Gel dê qeyûm bişîne cihê jê hatiye’
14:48 Bombebarana li Tişrînê didome
14:38 Kaloyê Çapemeniya Azad li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Pêkhateyan piştgirî dan kampanyayê
13:39 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:01 Danişîna rojnamegeran hate taloqkirin
12:55 Tulay Hatîmogûllari: Heke dewlet xeta diyalogê pêş bixe dê çareserî bibe
12:52 Jinên li Tişrînê li ber xwe didin: Em ê rê nedin dagirkeriyê
12:36 Pervîn Buldan: Ocalan dê ji bo jinan bangekî taybet bike
11:29 Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê: Mercên azadiyê yên Abdullah Ocalan pêk bînin
11:14 HDK’ê kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ da destpêkirin
10:56 Prof. Cavalli: Heta garantî neyê dayin tu wateya banga berdana çekan nîne
10:47 Ji bo Hevşaredara Hênê ceza hat xwestin
10:46 Doza Abdullah Zeydan taloqî 30’ê Çileyê hat kirin
10:21 'Divê muxalefet ji bo çareseriyê têbikoşe’
09:38 Meteorolojiyê ji bo barîna berfê xelkê Serhedê hişyar kir
09:34 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat birin edliyeyê
09:21 Nexweşxaneyê ji ber 40 hezar deyn pitika filistînî 'dîl' girt
09:19 Bihayê motorînê hat zêdekirin
09:14 Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Bîrdal: Divê gavên pêbawer bên avêtin
09:00 Têkoşîna heqîqetê ya Kalo didome
09:00 Ceza li kesên tev li merasîma cenaze ya Mîr Perwer bûbûn hat birîn
09:00 Dîwarê medreseya ku nehat restorekirin hilweşiya
09:00 ROJEVA 16’Ê ÇILEYA 2025’AN
15/01/2025
16:10 Tevî êrişan jî gel Bendava Tişrînê bernade
15:41 Nivîskar Leyla Saraç li Cizîrê bi xwînerên xwe re hat cem hev
15:35 Derket holê ku berpirsê cînayetên li Edeneyê polîs e
15:21 Rapora girtîgehan: Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn miameleyeke dermirovî li girtiyan tê kirin
14:54 'Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne'
14:45 HTŞ’ê li Şamê êrişî Kurdan kir
14:24 Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
14:21 Erdogan dîsa gef xwar
14:06 Qeyûmî ji her ‘hilbijêrekî xeyalî’ re 2 midûrtî da
14:02 HSD: 18 çete hatin kuştin
13:47 ‘Em ê li dijî qeyûman serî netewînin’
13:33 DEM Partî: Em piştgiriyê didin Baroya Stenbolê
13:26 Şandeya Îmraliyê: Em ê di demekî nêz de serlêdanê bikin
12:08 Bozan: Qeyûm ji bo rantê tayîn kirin
11:29 Abdullah Ocalan: Heke dewlet cidî nêzî min nebe, nikare encama rast bi dest bixe
11:28 Sembola berxwedana jinên kurd
10:55 Erebeya astengdaran nadin girtiyê nexweş
10:54 Li dijî qeyûm li ber xwe didin: Em dev ji îradeya xwe bernadin
10:16 Madeya ku 2 caran hat betalkirin hêj di meriyetê de ye
09:34 Îmzevanên metna aştiyê Ustercî: Pir rast e ku muzakere ji Îmraliyê dest pê bike
09:33 Parêzer Gulîzar Tûncer: Divê pêvajo bê şênberkirin
09:23 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê
09:10 Ji KNK’ê seferberiya Yêkitiya Netewî: Konferanseke netewî Lezgîn û jiyanî ye
09:08 Foza Yûsif: Garantiya yekitiya axa Sûriyeyê em in
09:03 Ahmet Yaman: Xalên ji bo çareseriyê firsendeke mezin pêşkêş dikin
09:00 ROJEVA 15’Ê ÇILEYA 2025’AN