Levent: Zehmete ku navbera Enqere-Şamê baş bibe

  • rojane
  • 09:11 9 Tîrmeh 2024
  • |
STENBOL - Rojnameger Hediye Levent ji bo têkiliyên navbera Enqere-Şamê got “zehmete navbera wan baş bibe” û ev tişt anî ziman: “Armanca esasî ya Tirkiyeyê ew e ku avadaniya kurdan ji holê rake. Şam jî bi tirsa ku dê rê li ber şerekî navxweyî yê nû veke, xwe nade ber vê yekê.”  
 
Ji sala 2014’an piştî gefa DAIŞ’ê dest pê kirî, hêzên navneteweyî ji ber potansiyela bêîstîqrariya mayinde ya ji ber komên îslamîstên tundrew, plana Sûriyeya bêyî Esad taloq kirin. Lê belê dewleta tirk a ku kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji xwe re weke gef dibîne, bi rêya komên paramîlîter mudaxileya xwe ya li dijî Sûriyeyê domand. Dema ev komên paramîlîter kêm diman jî bi artêşa xwe kete xaka Sûriyeyê. Dewleta tirk li xaka ketiyê jî komên paramîlîter parast û koma îslamîstên tundrew a li Idlibê ku ji DAIŞ’ê veqetiya bû jî girt bin kontrola xwe. Di serdemeke ku hêzên navneteweyî polîtîkaya “Sûriyeya bêyî Esad” taloq kirin de Tirkiyeyê ji xwe re Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tekane hedef nîşan da. Heta hêj hêzên navneteweyî polîtîkaya xwe neguherandibûn ku Tirkiyeyê bi êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bingeha polîtîkaya xwe ya îro amade kir. 
 
Lêçûnên ji ber şerê li Sûriyeyê, gefa komên paramîlîter û pênaseya NY’ê ku Tirkiye li Sûriyeyê weke dagirker pênase kir, pirsgirêka penaberan û bidawînekirina statûya kurdan, Tirkiyeyê dixe nava hewldanên nû. Ev demekî dirêje îşareta vê polîtîkayê bi rêya rêxistinên îstîxbarî ve dihatin dayîn. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ji ewil peyama ku dê bi Beşar Esad re hevdîtinê bikin da û piştre got: “Dibe ku di kêliyê de em vexwînin.” 
 
Rojnameger Hediye Levent ku têkiliyên Sûriye û Tirkiyeyê ji nêz ve dişopîne, sedemên vê guherînê ji bo ajansa me vegot. 
 
'ZEHMETE KU NAVBERA TIRKIYE Û SÛRIYEYÊ BAŞ BIBE’ 
 
Hediye Levent anî ziman ku Tirkiye ev çendek sal in polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê diguherîne û got: “Asayîbûneke di vê mijarê de hinek zehmet e.” Levent, bal kişand ser sedemên vê zehmetiyê û wiha domand: “Sedema vê jî ew e ku TSK bi awayekî fiîlî li Sûriyeyê ye. Ya din jî piştgiriya bi komên çekdar re ye. Şam, ji Tirkiyeyê re bi eşkereyî dibêje; ‘Heke hûn bixwazin rewşekî asayî çêbibe, wê demê TSK’ê ji xaka me vekişînin. Her wiha piştgiriya xwe ya bi komên çekdar re qut bikin.’ ” 
 
Levent, destnîşan kir ku Tirkiye jî li van şertên Sûriyeyê nayê û wiha got: “Enqere, avadaniya kurdan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji xwe re weke gefekê dibîne. Lewma naxwaze ji Sûriyeyê derkeve. Hewl dide Şamê jî li dijî kurdan qaneh bike. Lê di halê hazir de hikûmeta Şamê erênî nêzî vê pêşniyarê nabe. Lewma jî di şert û mercên heyî de zehmete ku navbera Tirkiye û Sûriyeyê baş bibe.” 
 
'BANDORA BIRAYÊN MISILMAN’
 
Bi domdarî Levent bi lêv kir ku ji bo têkilî asayî bibin divê Enqere tawîzan bide Şamê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sedemên ku Erdogan neçarî hevdîtina bi Esad re dikin hene. Yek ji van jî di dema serhildana ereban de Tirkiyeyê bi piştgiriya Birayên Misilman xwest bandora xwe ya li herêmê zêde bike. Bêguman ji destpêka şerê wekaletê yê li Sûriyeyê re gelek welat bi Tirkiyeyê re tevgeriyan. DYA, Erebistana Siûdî û hwd. Lê ji ber ku serhildana ereban rê li ber koçberiyeke zêde, krîza aborî û avabûna rêxistinên weke DAIŞ’ê vekir, welatên tev li şerê Sûriyeyê bûn hêdî hêdî xwe vekişandin. Birayên Misilman jî ji taqetê ketin û vê jî kir ku Tirkiye polîtîkaya xwe biguherîne.” 
 
'RÊYÊN BAZIRGANIYÊ YÊN NÛ BANDOR LÊ KIR’
 
Di berdewamê de Levent got ku rêyên bazirganiyê yên ji welatên Kendavê dest pê dikin û ser Sûriyeyê derbasî Ewropayê dibin bandor kir ku Tirkiye polîtîkaya xwe biguherîne. Levent, wiha pê de çû: “Ji bo vê jî di astekî kêm de jî be divê li Sûriyeyê îstîqrar hebe. Yek ji sedema din jî 4 milyon penaberên sûriyeyî ne. Alîgirên AKP’ê bibertek in. Lewma Enqere dixwaze bi Şamê re lihev bike û qismekî van penaberan bişîne.” 
 
'LÊÇÛNÊN KOMÊN ÇEKDAR ZÊDE DIBIN’
 
Rojnameger Levent bi lêv kir ku komên tundrew ên li Idlibê ji bo Tirkiyeyê gefeke mezin in û wiha derbirî: “Tirkiye di mijara ewlehiyê de pirsgirêkan dijî. Ji bo van koman bûdçeyeke zêde tê veqetandin. Lewma ji bo aboriya Tirkiyeyê bar e. Lewma Tirkiye dixwaze daxilî projeyên herêmî yên Sûriyeyê jî digirin nav xwe bibe û ji hêla aborî û siyasî ve sûdê jê bigire. Ji bo vê jî divê têkiliyên xwe yên bi Şamê re baş bike.” 
  
'DIXWAZIN SMO’YÊ ENTEGREYÎ RÊVEBERIYÊ BIKIN’ 
 
Levent, anî ziman ku komên çekdar ên Tirkiyeyê navê “Artêşa Netewî ya Sûriyeyê” lê kiriye di navbera Enqere-Şamê de pirsgirêkeke û wiha axivî: “Ev kom li dijî asayîbûna têkiliyên Enqere-Şamê ne. Enqere hewl dide van koman entegreyî rêveberiya Esad bike. Lê Esad van koman weke ‘terorîst’ dibîne û erênî nêz nabe. Ev rewş jî komên çekdar dixe nava tirs û fikaran. Lewma dema qala asayîbûnê tê kirin, ev kom êriş dikin, ala û wesayîtan dişewitînin.” 
 
'HEDEFA ESASÎ YA TIRKIYEYÊ: KURD IN’ 
 
Rojnameger Levent, axaftina xwe wiha qedand: “Hedefa esasî ya Tirkiyeyê ew e ku avadaniya kurdan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tune bike. Hikûmeta Şamê naxwaze xwe zêde nêzî vê pêşniyarê bike. Ji ber ku di şerê domdirêj de artêşa Sûriyeyê pir westiyaye. Heke bi kurdan re bikeve şer, dê rewşa wê gelek nebaştir bibe. A rast naxwaze rê li ber şerekî navxweyî yê nû veke. Nêrîna Enqere û Şamê ya li dijî kurdan cuda ne. Tirkiye, avadaniya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girêdayî PKK’ê dike û Şam jî weke ‘ji bo Amerîka bikeve Sûriyeyê deriyê hatiye vekirin’ dibîne.” 
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

04/12/2024
16:31 Beştaş: Hûn nikarin Pirsûs û Rihayê ji hev veqetînin
Hatîmogûllari: DAIŞ, HTŞ û SMO ji hêla heman çavkaniyê ve tê xweyîkirin
14:45 Êriş li ser sînor hatin protestokirin: Em rê nadin dagirkeriyê
14:28 Li Meclisê protestoya tecrîd, şer û qeyûm
13:56 Di êrişa dewelta tirk de kesek hate qetilkirin
13:55 ÎHD’ê bertek nîşanî sepana cotkelemçeyê da
13:47 Ji KCDP’ê rapora meha mijdarê: 32 jin hatin qetilkirin
13:40 Pitikekî li Şehbayê ji ber sermayê jiyana xwe ji dest da
12:41 DEM Partî li pêşiya avahiya Wezareta Karê Hundir bû: Hûn dê aştiyê çawa pêk bînin?
11:55 Di pêşangehê de dest danîn ser pirtûkeke din
11:25 Dadgeha Bilind biryara li ser Abdullah Zeydan xera kir
11:24 Ji Weşanxaneya Aramê banga hevgirtinê
09:48 Zeydan: Em lîstika wan xera bikin
09:26 Gundên Minbicê hatin topbarankirin
09:12 Baîerê ku ji bo Îmraliyê serlêdan kir: Pêdiviya gelê kurd û gelê tirk bi Abdullah Ocalan heye
09:11 Di dema AKP'ê de pergala perwerdehiyê: Gendelî û bêliyaqatî
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2024'AN
03/12/2024
20:03 Gundên Minbic û Kobanê hatin bombebarankirin
16:07 Xebatkara Weşanxaneya Aramê Sevînç Aldar hate berdan
16:01 Li Dêrsimê 5 kes hatin berdan
15:51 Qeyûm li Meclisê hatin protestokirin
15:46 Wezîrê Dadê Tunç têkildarî serlêdana ji bo Îmraliyê daxuyanî da
15:46 Şîna Uluç bi girseyî hate ziyaretkirin
15:40 ÎHD’ê ji bo berdana Nîmet Tanrikulu bang kir
15:36 Dayikên Aştiyê: Em ê Rojava bi ruhê Kobanê biparêzin
14:21 Şaredariya Dêrsimê Civîna Meclisê li dar xist
14:00 Derheqê rojnameger Geşbûn Ayşe Kara de biryara girtinê hate dayin
13:55 TEV-DEM: Plana qirkirinê dikin
13:52 Di dema qedexeyên Sûr’ê de 3 caran hatibû definkirin: Ji AYM’yê biryara binpêkirinê
13:21 Ongullu piştî 30 salan hate berdan
13:12 ÎHD’ê ji bo girtiyên astengdar banga berdanê kir
12:52 Tulay Hatîmogûllari: Zimanê gefê biterikînin, deriyên îmraliyê vekin>
12:48 Li Semsûrê 3 ciwan ji ber guhdarîkirina muzîka Kurdî hatin binçavkirin
12:40 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hate berdan
12:38 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:16 Ji bo pirtûka Nelson Mandela biryara komkirinê hate dayin
12:07 Serlêdana Îmraliyê: Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
11:20 Bîranîna Ozgur Ulkeyê: Êriş dê nekarin me ji rêya me bikin
11:06 Di serdema AKP'ê de herî kêm 5 hezar û 341 girtî jiyana xwe ji dest dane
11:06 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Hêzên me ewlehiya 7 gundan girtin ser xwe
10:53 ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyonê eşkere kirin
10:46 ‘Heta qeyûm diçe dê berxwedana me bidome’
10:37 ‘Ji bo zarokên welêt’ pirtûkek
10:35 Şandeya navneteweyî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
10:15 Mavîoglû: Şertê ewil bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê ye
09:34 Li Zapê kilîl hate girtin an hate xerakirin?
09:05 Rojeva sereke ya DEKÛP'ê azadî û demokrasî ye
09:04 Hevşaredar: Divê gelê me xwedî li vîna xwe derkeve, li ber xwe bide
09:00 Dayika Geylaniyê ku berdana wî hat taloqkirin: Bila kurê min berdin
09:00 ROJEVA 3’YÊ KANÛNA 2024’AN
08:35 Komên paramîlîter 3 kes qetil kirin
02/12/2024
20:31 Li Stenbolê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
20:26 Xebatkarê Aramê Zengeralp serbest hat berdan
20:21 Polîsan êrişî çalakiya Rojavayê kir: 50 kes hatin binçavkirin
16:40 Li Wanê Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Kalan hate avakirin
16:37 Şaredariya Artukluyê têkildarî nelirêtiyan serlêdana sûc kir
16:24 Şandeya navneteweyî çû serdana OHD’ê: Heke tecrîd rabe dê demokratîkbûn çêbibe
16:19 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li geleke bajaran hatin protestokirin
16:18 Tehliyeya Besra Erol hate taloqkirin
16:02 Li Miksê xespkirina îradeyê hate protestokirin: Qeyûm nelirêtî û talan e
15:35 Ji bo pirtûka 'Dildarê Serkeftinê' biryara komkirinê hate dayin
15:34 Wezîrê Karên Derve yê Îranê hate Enqereyê
15:16 Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Silopiyayê hatin protestokirin
15:12 Bertek nîşanî girtina Hevşaredar Dundar dan
14:47 Meclisa Gel a Efrîn û Şehbayê daxuyanî da
14:46 Li Mêrdînê jin li dijî tayînkirina qeyûm meşiyan
14:32 Derket holê ku keça AKP’iyê qeyûm diparast bêyî mulaqetê girtine kar
14:24 Qeyûm projeyên hevşaredaran jê bir
13:59 Şandeya navneteweyî çû serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê
13:53 DFG’ê rapora meha mijdarê eşkere kir: 21 rojnameger hatin binçavkirin, 3 hatin girtin
13:43 Jinan bertek nîşanî tundiyê dan: Jin, Jiyan, Azadî pisûleya me ye
13:27 Xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê seferber bû
13:26 Kongra Star banga ‘xurtkirina xweparastinê’ kir
13:26 DBP’ê li dijî êrişan banga helwestnîşandanê kir
13:25 Wezaretê gotibû 3 leşker mirîne: Ozdag got ku 44 leşker mirine
13:24 Parlamentoya Iraqê îro dê bi rojeva Qanûna Rewşa Kesî bicive
13:24 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
10:49 KNK: Roj roja parastina Rojava ye
10:42 Hejmara 259'emîn a Xwebûnê derket
10:36 Parlamentoya Herêma Federe dicive
10:07 Mazlûm Ebdî: Em ê gelê xwe biparêzin
09:35 'Êriş bi tevî li dijî gelên herêmê ne'
09:04 Claûdîa Korol a feminîst: Azadiya Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navînê firsendek e
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2024'AN
01/12/2024
16:53 HSD’ê li dijî êrişan bang kir
16:36 HPC’ê ragihand ku êrişên komên paramîlîter dane sekinandin
16:12 Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberî ragihand
15:57 Ji Amedê bang: Dest bi muzakereyên bi Abdullah Ocalan re bikin
15:29 SOHR: Di mijdarê de 176 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
14:49 Kolakan piştî 33 salan hate berdan
14:48 Omer Ocalan: Bi zîhniyeta DAIŞ’ê çav berdane destkeftiyên kurdan
14:02 Çiyayên Xêrê yê Dihokê hate bombebarankirin
13:38 Li Şerayê pevçûnên dijwar diqewimin
13:29 Li Miksê qeyûm hate protestokirin: Qeyûm talan e berxwedan jiyan e
12:27 Artêşa Sûriyeyê leşker sewqî Hemayê kir
12:24 Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da welatiyekî kurd
12:22 Ankêta Sosyo Polîtîkê: Çavkaniya hemû pirsgirêkan pirsgirêka kurd e
11:54 Di navbera HRE û komên paramîlîter de pevçûnên dijwar diqewimin
11:23 Foza Yûsif: Em ê li ser xeta şerê gel ê şoreşgerî xwe biparêzin
11:05 Endamên Meclisê yên DEM Partiyî li dijî qeyûm serlêdana sûc kirin
10:50 DYA’yê têkildarî geşedanên li Helebê daxuyanî da