94 sal bi ser komkujiya Geliyê Zîlan re derbas bûn: Hin wêneyên komkujiyê ku nayên zanîn

  • rojane
  • 12:59 12 Tîrmeh 2024
  • |
img

WAN - Dîrokzan Sedat Ûlûgana hin wêneyên Komkujiya Zîlanê ku nayên zanîn bi ajansa me re parve kir. 

 
Îro salvegera Komkujiya Geliyê Zîlan e. Geliyê Zîlan li navçeya Erdîşê ya Wanê ye. Artêşa tirk di 12’ê Tîrmeha 1930’yî de komkujiyek giran pêk tîne. Bi ser komkujiyê re 94 sal derbas bûn. Tê gotin di komkujiyê de ji 15 hezar zêdetir mirovên kurd hatine kuştin. Dîrokzan Sedat Ûlûgana ku ew bi xwe jî ji Geliyê Zîlan e salên dirêj in li ser komkujiyê lêkolînê pêk tîne. Sedat Ûlûgana gelek wêneyên têkildarî komkujiyê ku nayên zanîn bi ajansa me Mezopotamyayê re parve kir. 
 
Dîrokzan Ûlûgana têkildarî komkujiyê nirxandinan kir û komkujiyê wek “Qirkirina kurdan a ewil a sedsala 20'emîn” pênase kir. Ûlûgana bi hevoka “Simbil jî hatin tunekirin” qala Komkujiya Zîlanê kir. Ûlûgana destnîşan kir ku komkujî ji hêla “Rejîma Kemalîst ve hatiye kirin û parçeyek qirkirina kurdan e” û tiştên qewimîn di heman demê de jenosîd e. 
Hin jin û zarokên ku ji komkujiyê reviyane û hatine li navçeya Erdîşê bicih bûne. Wêne ji arşîva polîtîkek ku di komkujiyê de cih girtiye hatiye bidestxistin. 
 
'DEWLET ARŞÎVA KOMKUJIYÊ VEDIŞÊRE’
 
Ûlûgana da zanîn ku li gorî medya tirk a wê heyamê ku ragihandiye di komkujiyê de herî kêm 15 hezar mirovên kurd hatine kuştin û wiha got: “Çapemeniya Ewropa û Amerîka hejmarên cuda der barê jenosîdê de dide û bi sernavê “Kemalîstan heyfa têkçûna Agiriyê ji jin û zarokan girt’ ragihand. Ev hejmar di navbera 10 hezar û 45 hezaran de diguhere. Dewlet bi xwe faîlî komkujiyê ye û 94 sal in arşîva xwe ya jenosîdê mîna sirekî dewletê vedişêre. Tu belgeyekî eşkere nake. Lê belê tiştên ku mexdûr û şahidên komkujiyê vedibêjin, hovîtî û mezinahiya komkujiyê radixe ber çavan.” 
 
'ESMAN SOR BÛN Û EWR DIGIRIYAN’ 
 
Ûlûgana destnîşan kir ku “Berovajî tiştên tên zanîn, dîroka bikaranîna çekên îmhakirina girseyê ya artêşa Kemalîst, heta sala 1930’an dirêj dibe” û berxwedêr vedikişin Zîlanê û balafirên wan dişopînin komkujiyê pêk tînin. Ûlûgana wiha dibêje: “Bombeyên şewatê hatine barandin û berxwedêr û sivîlan şewitandine û tune kirine. Ji gundê Cergeşînê Eliyê Sertîp, ji gundê Exisê Ozman û ji gundê Hêrîşo Vahdetîn Tulmaç ji bombebaranê sax xelas dibin û şahidên komkujiyê ne. Rojnameya Cumhuriyetê bi zimanekî ku qey tu yê bêjî ka heyfê ji kê girtine nivîsandiye. Balafir bi ser berxwedêran re derbas dibin û diçin gundan bombebaran dikin. Ji esmanan agir bi ser gundan de hatiye barandin. Ahmet Yildiz ê ji gundên Şahbazarê ku şahidê komkujiyê ye, digot; ‘Esman sor bûn û ewr digiriyan. Hêsirên çavan jî dibûn pêt û çirûsk’. Ji wê mehşerê her zindî para xwe girtiye. Li gorî raporên serfermandariya giştî ya tirk; ‘kurdan xwe dixist cilgê mihan’. Keriyên pez û çêlekan jî hatine bombebarankirin. Bizmar û parçeyên hesinên biçûk ku tûj bûn bi ser keriyên pez û garana çêlekan de hatine barandin. Ji ber wê yekê ye hê jî li herêmê ji bizmaran re dibêjin, ‘golikkuj’.”  
Hin berxwedêr û leşkerên ku dîl hatine girtin. Di wêne de tê gotin ku ew dîlgirtiyên di wêne de yek ji wan xelas nebûye. 
 
'80 GUND HATIN ŞEWITANDIN’ 
 
Ûlûgana destnîşan kir ku li Zîlanê nêzî 80 gundan hatine şewitandin û talankirin her wiha li navçeya Panosa Agiriyê û li navçeyên Ebex û Bêgiriyê yên Wanê jî 26 gund ji esmanan ve hatine bombebarankirin û hemû rêyên ku diçin Geliyê Zîlan hatine girtin û destûr nehatiye dayîn kes bikevê û jê derkeve. Ûlûgana anî ziman ku ewilî ji hezarî zêdetir berxwedêrên kurd rêz dikin û didin ber guleyan û got: “Di meha tîrmehê de hin gundên kurdan derketine zozanan. Hin gundan jî pişta xwe dane çiyayan û li bendemayînê bûn. Şebab Kandemîr ê ku dema komkujiyê zarok bûye û du sal berê rehmet kiriye, digot ku ‘leşker wek lehiyê bi ser Zîlanê ve dihatin û min jî lê temaşe dikir’. Her wiha apê Şebab digot, ‘Ji 15 hezarî zêdetir jin, zarok û extiyar bi hev ve hatin girêdan û wan dan ber agirê mîtralyozê (tifingên makîneyî yên otomatîk). Zarokên di hemla diya xwe de hatin singûkirin. Debrên me hatin şewitandin. Bîrên avê bi betonê hatin tijekirin. Leşkeran bi kuçikên xwe kuçikên şivanan didan fetisandin û kuştin’. Ev hemû gotin peyva jenosîdê biçûk dihêle jî.” 
Yek ji wêneyê komkujiyê ku nayê zanîne. Ûlûgana ev wêne ji muzayedeyekê kirî û reng dayê. Di wêneyî de leşker û zarokên ku ji komkujiyê sax xelas bûne hene. Aqûbeta zarokan nayê zanîn. 
 
‘HEMÛ ZAROKÊN SAX XELAS BÛN HATIN KUŞTIN’ 
 
Ûlûgana, anî ziman ku fermandarê Komkujiya Zîlanê Albay Derwîş bû û da zanîn ku albay bi taybetî xwest zarokên kurad ên ji komkujiyê xelas bûne bikuje. Ûlûgana, destnîşan kir ku gelek caran hate bilêvkirin ku zarokên kurd dê mezin bibin û tola Zîlanê hilînin û wiha domand: “Zayenda zarokên jinên kurd ên ducanî tê mereqkirin. Soz didan leşkerên ku bikarin zikê jinên ducanî qul bikin dê 40 rojan destûra îstîrehetê bidin wan. Huseyîn Yildiz ê ji gundê Ziyareta Baso ya Erdîşê digot ku di serdema komkujiyê de di bin banê parartêşê (kolordû) ya li Amedê de leşker bû. Huseyîn Yildiz ji ber leşkerê ji herêmê ye didin alaya Derwîş bey. Yildiz, bûyera dermirovî ya li gundê Çakirbegê jê re bû şahid wiha vegot; ‘Derwîş Bey bi gotina ‘Bila dilxwazekî ku zikê vê jinê qul bike û bîjiyê tê derxîne derkeve’ qîr kir. Çend caran bang kir, deng ji leşkeran derneket. Li ser vê yekê got ‘Ji kesê ku vî karî bike re 40 roj destûr mukafat’ heye. Leşkerek bi awayekî dilxwaz derket, zikê jina reben ku ji her du destên wê hatibû girtin bi sunguyê qûl kir. Zarok dijiya. Leşkeran zarok jî sungu kir û kuşt.’ Milîs jî beşdarî van hemû komkujiyan bûn.”
Leşkerên ku piştî komkujiyê ketin Gola Wanê û keyf kirin. 
 
ÇI QEWIMÎ BÛ
 
Bi ser Komkujiya Geliyê Zîlan ku yek ji komkujiya herî mezin a li dijî kurdan derbasî dîrokê bû re 94 sal derbas bûn. Di 12’ê tîrmeha 1930’yan de li Geliyê Zîlan ê navçeya Erdîş a Wanê bi deh hezaran kurd hatin qetilkirin. Gundên Hesenebdal, Exs, Kelle, Qizil Kilîse, Zorova, Binesî, Bunizî, Pelex û Kerx di nav de nêzî 80 gund hatin şewitandin û kesên ji komkujiyê sax xelas bûn jî şandin sirgunê. 
 
Piştî ku Biroyê Heskî Têlî di sala 1926’an de li Çiyayê Agiriyê serî rakir, Rêxistina Xoybûnê ya li Lubnanê hatiye avakirin di sala 1929’an de tev li serhildanê dibe. Xoybûn, ji bo ku serhildêrên bi awayekî belav kom bike Seyîd Resûl ê ji Eşîreta Berzenciyan dişine Geliyê Zîlan. Seyîd Resûl bi koma 400 kesan a pê re Erdîşê dorpêç dike. Piştî şer û pevçûnên dem dirêj serhildêrên bi paş ve çûn, derbasî Îranê dibin. Li ser vê yekê Derwîş Bey ê weke serpel li Erdîşê wezîfedar e, mufrezeya xwe digire û Geliyê Zîlanê dorpêç dike. 44 gundên li herêma Zîlanê yên ji aliyê leşkeran ve ketin û derketina wan hatin girtin tên şewitandin. Piştî ku gund hatin şewitandin, bi hezarn kes bi awayekî komî bi çekên makîneyî tên gule barankirin û tên qetilkirin, kesên sax dimînin jî tên sirgunkirin. Dest deynin ser sewal û mal û milkên gundiyan. 
 
Gundiyên ku ji bin cenazeyan sax derdikevin û direvin, demekî dirêj neçar dimînin ku bi awayekî qeçax bijîn. Her çiqas hejmara kesên li Geliyê Zîlan hatine qetilkirin weke 15 hezar hatibe diyarkirin jî şahidên demê û hin çavkaniyên cuda dibêjin ku hejmara rast zêdetirî 40 hezaran e.  
 
MA / Rûken Polat
 
 
 
 

Sernavên din

29/01/2025
13:09 Zirgan û Tişrîn hatin bombebarankirin
12:53 Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm zêde dibin
12:40 Danişîna doza rojnameger Şehrîban Aslan hate taloqkirin
11:47 DBP: Em ê berxwedana xwe mezintir bikin
11:34 21 wekîlan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji YE’yê re name şandin
11:33 Hevşaredarên Sêrtê: Em biryarê nas nakin û paşvegavê naavêjin
11:14 DEM Partî: Li dijî zîhniyeta derbekar em bi hev re têbikoşin
10:19 Waliyê Sêrtê beriya biryara qeyûm xanenavka xwe amade kiriye
10:09 Biraziyê Ahmet Turk di êrişa çekdarî de jiyana xwe ji dest da
09:51 Hevserokên Giştî: Hîlekariya siyasî û demokrasî bi hev re nabin
09:32 Li rûyê qeyûm qîriyan: Qeyûm ji şaredariyê bicehime
09:24 Li Strazburgê mîtînga 15'ê Sibatê: Em ê azadiya Abdullah Ocalan biqîrin
09:23 Di 10 mehan de li 10 şaredariyan qeyûm tayîn kirin
09:07 'Divê Kurdî bibe zimanê fermî'
09:05 Dîmeneke balkêş: Kela Zêrîn
09:01 Ava Gola Wanê kêm dibe
09:00 ROJEVA 29’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:57 Li Sêrtê xespkirina îradeyê tê protestokirin
08:15 Wezareta Karên Hundir têkildarî tayînkirina qeyûm daxuyanî da
08:06 Qeyûm li Şaredariya Sêrtê hat tayînkirin
28/01/2025
21:02 Berxwedana gel a li Bendava Tişrîn didome
20:22 Rojnamevan Pehlîvan hate binçavkirin
19:20 Êrişên li ser rojnamevanan hat protestokirin: Em ê dest ji rastiyê bernedin
16:15 Xelkê Amedê bertek nîşanî êrişan da: Kobanê têk naçe
16:02 Tirkiyeyê Çiyayê Garê bombebaran kir
16:01 Di 157’emîn meha Komkujiya Roboskê de daxwaza edaletê hat kirin
15:58 MSD çû serdana pêşengê Durziyan
15:48 Ji 50 welatan 650 jinan got: Rêveberiya Xweser nas bikin
15:38 DEM Partî bi rojeva Îmraliyê dadikeve qadê: Li 40 bajaran çalakî, li 3 bjaran mitîngên mezin
15:04 Encamnameya konferansa TJA’yê: Em ê konfederalîzma jinê ava bikin
14:29 Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê dê bi AKP’ê re hevdîtinê bike
14:29 Di doza kuştina amûrsaz Akin de biryar nehat dayin
13:32 Bakirhan: Kurd jidil in, divê îktîdar gavên pêwîst biavêje
13:25 'Ji bo tayînkirina qeyûm hincetan çêdikin’
13:02 Dewleta tirk yek jê zarok 3 sivîl li Kobanê qetil kir
12:59 Balafirên şer derdora Bendava Tişrînê bombebaran kirin
12:52 Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li ser gora xwe hatin bibîranîn
12:45 Hûrgiliyên hevdîtina li Îmraliyê parve kir: Divê Tirkiye ji prangayên xwe rizgar bibe
11:58 Stranên nîjadperest vekirin û girtiyê nexweş derb kirin
11:47 'Heke dewlet jidil be bila girtiyên nexweş berde’
11:17 Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş: Êrişeke li ser îradeya gelê Kurd e
11:14 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:12 Cezayê hefsê dan Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş
11:05 Mazlum Ebdî: Me daxwazên xwe ji Şamê re gotin, li benda bersivê ne
10:26 Besê Hozat: Ji bo Rêber Apo bikare bang bike divê tecrîd bê rakirin
10:00 Abdullah Ocalan: Tekane vebijêrk paradîgmaya azadiya jinê, ekolojîk û demokratîk e
09:27 'Li hundir aştî, li derve jî şer nabe'
09:26 Ji ber mesrefan sewalkarî li ber qedandinê ye
09:03 Hewl didin ji projeyên ku Botanê tune dikin yeke din jî pêk bînin
09:02 'Pêkanînên antîdemokratîk wê bi ser nekevin'
09:00 Ji Dikana Piştgiriyê ya Hêviyê alîkarî ji bo 2 hezar malbatan
09:00 ROJEVA 28’Ê ÇILEYA 2025’AN
27/01/2025
16:24 Dewleta tirk li Ranyayê wesayîtek bombebaran kir:4 sivîl hatin qetilkirin
15:38 Li Depê çalakiya ‘Ji bo Rojava re statu ji gelan re azadî’ hat lidarxistin
14:57 Bernameya Enqereyê ya Platforma Parastina Bajar a Amedê diyar bû
14:30 Zextên li ser rojnamegeran dê li Amedê bên protestokirin
14:29 HSD'ê bîlançoya pevçûnên 24 saetên dawî eşkere kir
13:31 Dewleta tirk êrişî gundên Dihokê kir: 2 welatî hatin qetilkirin
13:01 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê Meclis tavilê înîsiyatîfê li xwe bigire
12:43 Doza Sereke ya JÎTEM’ê bi hinceta demborînê hat betalkirin
12:29 MYK’a DEM Partiyê bi rojeva peyamên Abdullah Ocalan civiya
11:35 Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê dê li Enqereyê hevdîtinan bike
11:06 Dîrektorê ÎHR'ê: Li Îranê her roj 6 kes tên îdamkirin
10:39 Rojnameger Eylem Babayîgît: Dê nekarin bi me paşvegavê bidin avêtin
10:19 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Çepnî: Biryar pir ji berê ve hatibûn dayin
10:18 Navenda ku qeyûm hilweşandibû dê dîsa bê vekirin
09:56 Siyasetmedaran xwesti îktîdar ‘jidil’ û ‘şefaf’ be
09:32 Serokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Divê sosyalîst ji bo çareseriyê hewl bidin
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Mîmarê çareseriyê amade ye, lê dewlet?’ derket
09:03 Li Tişrînê tenduristvan hedef hatin girtin: Sûcê şer e
09:02 Berxwedêrên Tişrînê: Em rûmeta xwe diparêzin
09:00 ROJEVA 27’Ê ÇILEYA 2025’AN
26/01/2025
16:53 Ji bo pirtûka ‘Parastinên Bêsînor’ çalakiya roja îmzeyê hat lidarxistin
16:21 Xelkê Kobanê salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz kir
15:49 'Dijminên welat ew kes in ên ji bo rantê qeyûman tayîn dikin’
15:35 Li Zaxoyê malek hate bombebarankirin
15:04 KNK: Mîna 10 sal berê em careke din Rojava biparêzin
14:56 DAIŞ’ê êrişî Hesekê kir
14:48 Tirkiyeyê wesayîta pêşmergayan bombebaran kir
14:24 Balafirên şer Sirînê bombebaran dikin
14:02 ‘Yên êrişî Kobanê dikin dê aqûbeta DAIŞ’ê bijîn’
13:50 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 19’an de didome
13:39 Sarya Efrîn a YPJ'î: Xeyalên Tirkiyeyê li berxwedanê qelibîn
13:21 Bayindir ji AKP’ê re got: Çareserî, naskirina statûya Rojava ye
13:12 Ji Amedê bang kirin: Tişta li Xezeyê sûc çawa ji bo Tişrînê rewa dibe?
12:27 Rêveberiya Xweser: Ruhê Kobanê li Tişrînê didome
12:17 Hatina Trump dê bandoreke çawa li Rojhilata Navîn bike?
11:19 Ji 419 rêxistin û partiyan deklarasyon: Ji Rojava re statû, ji bo gelan azadî
11:14 DEM Partî: Serkeftina Kobanê pîroz be
11:04 Li Amedê serdegirtina malê
10:40 Eyşe Efendî: Li Bendava Tişrînê berxwedana Kobanê tê dubarekirin
10:10 Li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê greva birçîbûnê hat destpêkirin
09:54 Li girtiyê nexweş ê 78 salî di dema tedawiyê de kelemçeyê ferz dikin
09:40 Girtiyê nexweş tevî rewşa xwe ya xetere jî nayê berdan
09:27 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:20 Encamnameya panela ‘Pêşeroja Rojava’ hat eşkerekirin
09:09 Meteorolojiyê xelkê Herêma Serhedê hişyar kir
09:00 ROJEVA 26’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:22 Hejmara kesên ji ber şewata Hotêla Grand Kartalê hatine girtin bû 15
08:14 Di êrişa ser Tişrînê de 21 kes birîndar bûn