Rêxistinên ciwanan ‘zincîra edaletê’ çêkirin: Em ê hesaba Pirsûsê bipirsin

  • rojane
  • 20:58 14 Tîrmeh 2024
  • |
img
STENBOL - Rêxistinên ciwanan ên têkildarî salvegera 9’emîn a Komkujiya Pirsûsê zincîra edaletê çêkirin, wiha gotin: “Em ê hesaba Pirsûsê bipirsin.”
 
Rêxistinên ciwanan têkildarî salvegera 9’emîn a Komkujiya Pirsûsê bi dirûşmeya “Em di zincîra edaletê de li hev dicivin” li Qada Îskeleyê ya Kadikoyê çalakî li dar xistin. Ciwanan di çalakiyê de piştî rêzgirtinê navên 33 rêwiyên xeyalan ên ku di Komkujiya Pirsûsê de hatin qetilkirin xwendin û gotin “li vir in”. 
 
Eda Koçak a daxuyanî da çapemeniyê bi bîr xist ku dema di sala 2015’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bêhna xwe vekirin 33 rêwiyên xeyalan ji piştgiriya dewletê ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin. Koçak, bal kişand ku ne komkujiya ewil e ku bi destê dewletê hatiye kirin û wiha got: “Me Komkujiyên Sêwaz, Dêrsim, Zîlan, kiryarên nediyar û gelekên din dîtin. Ligel van Komkujiya Pirsûsê ya hate kirin yek ji komkujiya herî bixwîn a ciwanan ku li ser vê axê hatiye kirine. Salvegera 9’emîn a Komkujiya Pirsûsê ye. Dema em ber bi 20’ê tîrmehê ve diçin, em îro di zincîra edaletê de li hev civiyan. Em dizanin ku yên ku 33 rêwiyên xeyalan qetilkirin yek ji kesên Berkîn Elvan qetil kiriye ye. Kesên ku Komkujiya Sêwazê pêk anîn û kesên Hasan Ocak di bin çavan de qetil kirin yek in.”
 
‘FERASET HEMAN FERASET E’  
 
Koçak, destnîşan kir ku feraseta ku Komkujiya Pirsûsê diparêze û feraseta ku qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê kiriye heman in û wiha domand: “Desthilata AKP’ê ya qeyûm tayînî Colemêrg û Wanê kir, di dema xebatên hilbijartina 2018’an de bibû sedemê mirina malbata Şenyaşar. Dewleta ku êrişên xwe yên li dijî gelê kurd didomîne, ji bo malbata Şenyaşar jî tam li dijî edaletê ye. Ji Pirsûsê heta îro, dewleta ku dema bombe diteqin guhên xwe digire, doza komployê li têkoşîna azadiyê ya gelê kurd vekir û bi sedan salan cezayê hefsê li dehan kesan birî. Di danişîna Doza Komkujiya Gara Enqereyê de ku ‘sûcekî li dijî mirovahiyê ye’ kursiyên bersûcan vala man, çeteyên DAIŞ’ê yên faîlên komkujiyê, dewleta ku pêşengtî ji komkujiyê re kir nehatin darizandin û hatin parastin.”
 
BANGA JI BO BÎRANÎNÊ  
 
Koçek, bi lêv kir ku dê ji bo Pirsûsê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin û da zanîn ku di 20’ê tîrmehê de dê li ber Operaya Sureya ya Kadikoyê meşekê bidin destpêkirin û hemû beşên civakê vexwendin meşê. Koçak, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ku xelekên nû li zincîra me ya edaletê neyên zêdekirin, em ê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin. Em ê di 20’ê tîrmehê de ji bo ku bêjin ‘Ji bo Pirsûsê edalet ji bo herkesê edalet’ em ê kolanên Kadikoyê dagirin.”
 
‘KUJERÊN ZAROKÊN ME DEWLETA DEST BI XWÎN E’ 
 
Piştî daxuyaniyê peyama malbata Berkîn Elvan ê hate qetilkirin hate xwendin. Malbatê di peyama xwe de destnîşan kir ku ev pergala dijminê xwezayê, mirovan, sewalan heta dawiyê naçe û wiha got: “Em kujerên 33 ciwanên xwe nas dikin. Kujerên zarokên me dewleta dest bi xwîn e. Ev desthilata ku avakirine helbet rojekê dê bi serê wan de were xwarê. Em ê bi hev re bin û mil bi mil bimeşin. Xeyalên 33 ciwanên me dê di têkoşîna me de bijîn. Em 33 rêwiyên xeyalan bi rêzdarî bi bîr tînin û we hemûyan bi hezkirin hembêz dikin.”
 
 
 

Sernavên din

02/02/2025
08:54 Li Kobanê malek hat bombebarankirin: 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn
01/02/2025
16:06 Çalakiya nobedê ya li dijî qeyûm didome
15:27 Xizmên Windayan: Em ê dest ji edaletê bernedin
15:14 Hamasê 2 dîlgirtiyên Îsraîlî yên din jî berdan
15:07 MSD ji bo jinûveavakirina Sûriyeyê civiya
15:03 Rozerîn Kûrt a infaza wê hatibû taloqkirin hat tahliyekirin
13:54 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Bedirhan Tuysuz pirsîn
13:51 Li Sêrtê qeyûm hat protestokirin
12:06 Qeyûmê Êlihê 19 kesên din jî ji kar derxistin
10:38 Li Amerîkayê helîkopterek ket xwarê
10:33 Li Behra Egeyê li ser hev erdhej çêbûn
10:30 Li Cizîrê zarokek hat kuştin
10:22 Sabrî Ok: Ger şert û merc neguherin wê gav neyên avêtin
10:15 Karamûs: Abdullah Ocalan xwedî hêza çareserkirina pirsgirêkê ye
09:11 Li Gabarê lêgerîna li petrolê kaniya hezar salî ziwa kir
09:03 Li Iraqê di nava 4 mehan de 7 partî û saziyê kurd hatin girtin
09:01 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2025'AN
31/01/2025
20:49 Der barê rojnamevanan de biryara tehliyeyê
19:53 Êrişî gundên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê tê kirin
18:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Ger hûn çareseriyê dixwazin, dest ji sepandinên faşîst berdin
16:13 Gundên Zirganê tên bombebarankirin
16:09 65 rewşenbîrên Sûriyeyî banga ‘pergala nenavendî’ kirin
15:43 ‘Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê’ sibe dest pê dikin
15:24 Ji Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan bi girtiyên jin ên siyasî re hevdîtin kir
14:43 Serokwekîla Koma DEM Partiyê li Sêrtê diaxive
14:10 Li dijî xespkirina îradeyê banga têkoşîna hevpar
13:41 Şîna Zehra Sebatê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:41 Li Edeneyê ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ bangewazî
13:39 Li Sêrtê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
13:15 Pispor: Îdia rast nîne, Zeydan 13 km’an dûrî cihê herêma qedexe bû
12:22 Îfadeya Îmamoglû bi dawî bû
12:20 Li Miksê protestoya rê: Esnafan dikanên xwe venekirin
12:17 Ji 7 bajaran welatiyan berê xwe dan Bendava Tişrînê
12:16 Li Sêrtê 6 binçavkirî hatin berdan
12:03 Malbatên xizmên xwe di şer de winda kirin ji bo pêvajoyê çi dibêjin?
11:01 Ji Elewiyan panela ‘aştiyê’: Peyama Abdullah Ocalan hate parvekirin
11:00 Rêveberê payebilind ê El Qaîdeyê li Sûriyeyê hate kuştin
11:00 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Daxwaza girtiyê nexweş Guler a erebeya astengdaran hat redkirin
10:16 Nêrgiz Mihemedî: Têkoşîna li dijî darvekirinê berpirsyartiyeke exlaqî ye
10:11 Hevserokê KNK’ê Karamus: Yekitî ji bo Kurdan mecbûriyete
10:01 Remzî Kartal: Heta sedemên çekdarbûnê ji holê neyên rakirin çek nayên berdan
09:40 'Meseleya kurd ne ew meseleye ku mirov wê daxîne asta çekê'
09:05 Prosedurên fermî yên ji bo 'Stargeha Jinan' temam bûn
09:02 Beriya bimire navê kiryar got: Kiryar serbest e, lê îdianame nehatiye amadekirin
09:01 Banga ji bo konsera 34'emîn salvegera NÇM'ê
09:00 ROJEVA 31’Ê ÇILEYA 2025’AN
30/01/2025
19:57 Li Wanê li dijî êrîşan daxuyanî
19:25 Meşa Dirêj di roja 10’an de gihîşt Parîsê
19:18 Li Sêrtê qeyûm bi meşeke girseyî hat protestokirin
18:34 Dersîm Dag serbest hat berdan
16:37 Ayşegul Dogan ji berdevkê AKP’ê re got: Bila tecrîd rabe
16:13 Ji bo Tişrînê li ser sînorê Nisêbînê nobet tê girtin
15:54 Gundên Girê Spî tên bombebarankirin
15:32 Li pêşiya Şaredariya Sêrtê daxuyanî tê dayin
15:26 Bertek nîşanî girtina Epozdemîr dan: Parastin di hedefê de ye
14:36 Qeyûmê Sêrtê servîsên ji bo gel hatibûn şandin jê stand
14:15 OHD’ê têkildarî 9 şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin rapor amade kir
13:43 Saniye Yuksekdag hate definkirin
13:35 Li dijî êrişan meş hatin lidarxistin: Ev rê ne rêya çareseriyê ye
13:23 Omer Ocalan: Divê îktîdar dev ji zimanê neyînî berde
12:53 Doza Abdullah Zeydan hate taloqkirin
12:52 Berxwedana gel a li Sêrtê ya li dijî qeyûm didome
12:29 Doza Gerînendetiya Weşanê ya Nobedar hat taloqkirin
12:26 Parlamentera HDP’ê ya berê hate binçavkirin
11:41 Danişînên rojnameger Oruç û Kaya hatin lidarxistin
11:28 Çelenga reş danîn pêşiya wezaretê: Qeyûm tayînî tevahiya welêt hat kirin
11:24 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 Qedexeya derketina derveyî welat a rojnameger Gok nehate rakirin
11:23 Di doza rojnameger Boltan de dê mutalaa bê amadekirin
11:21 Xelkê Amedê: Bila statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê naskirin
10:32 Bi hinceta ‘fermana çalakiyê’ dest danîn ser xêza zayenda civakî
09:57 Dayikên Sêrtê: Yên çareseriyê dixwazin qeyûman tayîn nakin
09:56 Dibistana terikandî bû cîhê tiryakê!
09:48 Di dema sewqkirinê de 3 rojan xwarin nedan girtiyê nexweş
09:40 Şaredariyên Wanê bi hezaran zarok anîn gel hev
09:31 Ji bo akademîsyeniyê hat bajar lê dev ji dibistanê berda û bû esnaf
09:02 'Divê em ne li bendê bin ku ji devê dewletê çareserî derkeve'
09:01 Unsal: Bêyî gavek bê avaêtin banga 'çekdanînê' ne rast e
09:01 Amadekariyên mitînga Stenbolê: Divê Abdullah Ocalan karibe rola xwe bilîze
09:00 Xebatên 10 mehan ên Şaredariya Sêrtê ku hat xespkirin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Rojnameger Toktaş hate girtin
29/01/2025
20:19 Rojnamevan Selek û Asker bi şertê kontrola edli hatin berdan
20:09 Li Amedê 2 kes hatin girtin
16:59 Bayindir li Sêrtê axivî: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
16:41 Werîşe Muradî: Têkoşîna me ji bo hemû mirovahiyê ye
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Qeyûm, derbeya siyasî ye
15:57 Xwişka Fîgen Yuksekdagê jiyana xwe ji dest da
15:51 Li Bismilê ‘Parka Jiyanê ya Jinê’ hat vekirin
15:12 Bakirhan ji qeyûm re got: Dizo ma tu şerm nakî?
14:55 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin
14:46 Protestoya li Sêrtê didome: Em ê li dijî vê zilmê li ber xwe bidin
14:33 Zambak ê piştî 30 salan hate berdan: Ez serbilind im
14:30 Li Cizîrê perwerdeya ‘Zayenda civakî’
14:23 MSD’ê bi Balyozxneya Swêdê re hevdîtin kir
14:06 Gel tevî êrişan jî 22 roj in li Tişrînê li ber xwe dide
13:56 ESP’ê bertek nîşanî êrişan da: Em bi hev re têbikoşin
13:36 Li Akdenîzê qeyûm hat protestokirin: Hesabên biçûk bi welêt didin windakirin
13:20 HSD: 27 çete hatin kuştin û birîndarkirin