Bakirhan: Xelk ketiye derdê pariya nanê xwe lê ev li pey şer in

  • rojane
  • 10:39 21 Tîrmeh 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê wiha got: “Teqawid pirsgirêka debarê dijîn û li welêt xizaniyeke mezin heye lê îktîdar li pey şer û pevçûnan e.”  

 
Endamên Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo diyarkirina xeta têkoşînê ya serdema nû, li navenda giştî ya partiyê civiyan. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan beriya civîna Meclisa Partiyê (PM) li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da. Bakirhan, ji ewil kesên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr anî û wiha got: “Em soz didin wan hevalên xwe ku dê pira aştî, demokrasî, azadî û piştevaniyê mezintir bikin. Yên ku ev komkujî kirin, yên bingeha vê komkujiyê ava kirin jî em şermezar dikin.”   
 
'YÊN KU ŞER DIXWAZIN ÎKTÎDAR IN’    
 
Bakirhan, anî ziman ku di pêvajoyeke pir girîng de ne û wiha domand: “Şer û pevçûnên li cîhanê her ku diçe girantir dibin. Tu çareseriyan jê re peyda nakin. Ji ber ku li herêmên şer hêzên hegemonîk ên cîhanê hene. Her wiha li gelek welatên cîhanê hilbijartin hatin lidarxistin û rêveberî diguherin. Rojeveke pir germ heye. Me bi hev re hilbijartinên li Fransa, Ingilistan û Îranê şopand. Li cîhanê û herêma me du mijar derdikevin pêş. Yek şer ya din jî aloziya siyasî. Îktîdarên otorîter hewl didin vê valahiya siyasî bi polîtîkayên neolîberal ên kapîtalîst tije bikin. Ev hêz hewl didin cihên ku em lê birêxistinkirî nînin, li cihên gel nebirêxistinkirî û têkoşîneke xurt lê nayê meşandin dagirin.”
 
‘JI BO ÎKTÎDARA XWE BIPARÊZIN XWE JI QETILKIRINA MIROVAN NADIN PAŞ’  
 
Bi domdarî Bakirhan anî ziman ku DEM Partî hewl dide têkoşîna xwe ya li dijî şer mezintir bike û wiha pê de çû: “Em, ji bo ev şer kûrtir nebin û pirsgirêk bi îradeya gelan bên çareserkirin têdikoşin. Yên ku şer dixwazin ne gelên Sûriye û Iraqê ne. Yên ku şer dixwazin gelên li Ûkraynayê nînin. Gelên li Lubnanê nînin. Yên ku şer dixwazin îktîdar in. Kesayetên xwedî mejiyê otorîter ên li îktîdarê şer dixwazin. Ji bo parastina îktîdara xwe di xwe de dibînin ku demografyaya Efrînê biguherînin. Perîşekirina mirovan, qetilkirina wan, talankirina çand û xwezaya wan pir bi rehetî dikin. Lewma yên ku şer dixwazin ne gel, kedkar û jin in. Em qet nînin.” 
 
BERTEK NÎŞANÎ ÊRIŞAN DA
 
Di berdewamê de Bakirhan bal kişand ser polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo domandina îktîdara xwe li şer û pevçûnan digerin. Em tam bi rewşeke piştî sala 2015’an re rû bi rû ne. Qala şerê sêyemîn ê cîhanê dikin, dibêjin meseleya ewlehiyê û jiyana demokratîk a gelên li Rojava ji bo xwe weke gefekê dibînin. Çi karê wan bi Herêma Federe ya Kurdistanê re heye? Hêj niha jî li çiya, deşt û girên Amediyeyê baregehên leşkerî û kalekolan çêdikin. Xuyaye ku dê vê yekê heta demekî dirêj bidomînin. Gel birçî ye û hejar bûye. Teqawid ketine derdê pariyê nanê xwe, li welat xizaniyeke mezin heye lê îktîdar li Rojava û Herêma Federe ya Kurdistanê li pey şer û pevçûnan e. Em li dijî vê derdikevin û qebûl nakin. Divê muxalefet piştgiriyê nede vê feraseta şer û pevçûnan û nekeve xefika wan. Ji ber ku îktîdara AKP-MHP’ê îktîdara şer e. Ev ne şerê gelên Tirkiyeyê ye. Kurd gef nînin, xelkê Herêma Federe ya Kurdistanê ji bo ewlehiyê gef nîne. Tenê tiştek heye. Îktîdar ji bo domandina hebûna xwe hewl dide dijminan ava bike û wê derê veguherîne qada şer. Ev şer ne şerê me ye û weke her carê em ê her tim li dij derkevin.” 
 
‘KUJERÊ ESMANÛRÊ ÎKTÎDAR E’ 
 
Bakirhan, axaftina xwe wiha domand: “Xizaniyeke pir giran heye. Lê rojeva Tirkiyeyê ya sereke şer û pevçûn in. We jî duh temaşe kir. Di esasê xwe de di dîroka komarê de xizanî û krîzeke herî mezin heye. Heta di serdemên darbeyê de jî krîzeke aborî ya wiha mezin nehatiye dîtin. Xelk nikare xaka xwe bikêle lewma dibin karkerên demsalî û dikevin rêyan. Herî dawî duh li Wêranşarê traktora karker vediguhest wergeriya û Esmanûr a 15 salî û xwişka wê di bin de man. Lanet li wan be yên şer û pevçûnan dixwazin. Îktîdara ku ji bo Rojava û Herêma Federe ya Kurdistanê negihije azadiya xwe û statûyê bi dest nexe xwînê dirijîne, kujerê Esmanûrê ye. 
 
Tenê derdekî îktîdarê heye; birçîhiştina gelên Tirkiyeyê, xizanhiştina wan û hîn bêhtir dewlemendkirina sermayedaran e. Vê îktîdarê tevahiya bala xwe daye ser tunekirina destkeftiyên gelê kurd. Ji bo ku kurd dayika xwe nebînin tu tiştek nîne ku nakin. Bawer bikin ku şerê sêyemîn ê cîhanê deh caran jî derkeve dê berê tifinga vê îktîdarê her li ser kurdan be û destê wan di berîka kedkaran û xizanan de be. Armanc û siyaseta van ev e.
 
ÇIMA JI BO KURDAN ÇARESERÎ TUNE YE? 
 
Erdogan duh di axaftina xwe ya têkildarî Qibrisê de digot; ‘Em ji bo muzakere, hevdîtin û çareserî û aştiyeke mayinde ya li Qibrisê amade ne.’ Dibêje ‘me heta niha tu caran destên ji bo çareseriyê hatine dirêjkirin vala ne şandine.’ Baş e Şam destê çareseriyê ye, Iraq destê çareseriyê ye, Îran destê çareseriyê ye, Yewnanistan destê çareseriyê ye... Bêguman bila bibin lê çima mijara behsa xeberê dibe Herêma Federe ya Kurdistanê û Rojava hûn tank û topan bi kar tînin? Ev çareserî çima ji bo kurdan tune ye? Çima destê ji bo çareseriyê tê dirêjkirin bi destê kurdan nagire. Ma hûn ewqas dijminatiyê li kurdan dikin? 
 
Ev mantiq nikare tu tiştekî pêş bixe. Hûn dikarin bi Esad re sulhê bikin, destê çareseriyê dirêj bikin. Lê ma çi sûcê kurdên li Efrînê heye? Çi sûcê xelkê Amediyeyê heye? Heta çendek roj berê we bi deh qatî ji bombeyên Îsraîlê li Xezeyê barandin li Amediyeyê û gundên wê barandin. Daristan tên şewitandin, mirov tên qetilkirin. Heman tiştên di salên 90’î de li vir hatine kirin îro li wir tên kirin û gundan vala dikin. Tu kî yî û bi çi mafî li wirî? Kê ew heq daye te ku tu li herêmêke ne di nava sînorên te de gundên kurdan vala dikî û kalekolan çêdikî? 
 
BANG LI PDK’Ê KIR
 
Dixwazin bang li rêveberên Herêma Federe ya Kurdistanê bikim. Hey ji bo Xwedê bi rastî jî li wir rêveberiyek heye? Welatek, li derveyî sînorê xwe di nava xaka welatekî din de 80 baregehên leşkerî ava dike. Ji hejmara baregehên Amerîkayê li Sûriyeyê ava kiriye zêdetir in. Bi dehan kalekol hatine avakirin. Gelo dê rêveberiya wir kengî pirsa ‘Ev baregeh, ev tank û top ji bo çi ne? Ji bo kê ne?’ bike. Heke zehmet nebe bila bipirsin. Em pir baş dizanin bê ka ew leşker û baregeh çima li wir in. Tenê rêveberiya Herêma Federe ya Kurdistanê nizane. Banga me ji bo wan e; ji kerema xwe nebin parçeyeke vê polîtîkaya dagirkeriyê. Ji kerema xwe nehêlin dagirkeriya li wir mezintir bibe, malên kurdan, gundên wan bên şewitandin û valakirin. Nebin amûreke perîşebûna xelkê wê herêmê. Ji ber vê nêzikatiya we wijdana gelê kurd diêşe. Bi xemgînî li rewşê temaşe dikin. Kengî kurdan di navbera xwe de danûstandin kiribin, kengî axaftibin, bi hev re tevgeriyabin her tim pir mezin bi ser ketine. Mîna li Rojava. Mîna têkoşîna li dijî êrişên DAIŞ’ê. Li şûna şerê birakujiyê yên di salên 70, 90 î 2000’î de, ji bo ew êş careke din neyên jiyîn, divê di navbera xwe de muzakereyan bikin û rê nedin polîtîkayên dagirkeriyê.” 
 
'DIVÊ XWE BÊHTIR BIRÊXISTIN BIKIN’
 
Bakirhan, axaftina xwe wiha qedand: “Em ê vê pergala zordest teqez têk bibin. Gelên Tirkiyeyê di 31’ê adarê de bersiveke baş dan vê zordestiyê. Tam jî di vê serdemê de divê em tevî gel li dijî zilm, zordestî, kedxwarî û pergala zeman xwe bêhtir birêxistin bikin û berpirsyartiya xwe ya têkbirina îktîdarê bi cih bînin. Divê em rêxistiniya xwe jinûve binirxînin. Heke rêxistinî nebe têkoşîn jî nabe. Heke rêxistinî nebe serkeftina li dijî vê pergala zordest serkeftin jî nîne. Yek ji peywirên me yên esasî ya serdema pêşiya me xwebirêxistinkirin e. Heke perwerde nebe partiyek jî nabe. Paradîgmaya partiyekê, perwerdeya partiyê şertê yekemîn a serkeftina partiyekê ye. Em ê di serdema pêş de girîngiyê mezin bidin xwebirêxistinkirin û perwerdeyê. Ji bo parastina civakê em ê tifaqa demokratîk mezin bikin. Ji bo parastina civakê em ê têkoşîna hevpar mezin bikin û bi qasî heta niha nehatiye kirin em ê li qadan bin.” 
 
 

Sernavên din

09/02/2025
16:53 Pirtûka Fîgen Yuksekdagê li Rihayê hate îmzekirin
16:50 Bayindir ji îktîdarê re got: Ocalan ji bo çareseriyê amadekariyê dike lê hûn?
16:29 Ozer êrişa polîsan vegot: Bi zanebûn hedef hatim girtin
15:09 PDK’ê bi ser Televîzyona KNN’ê de girt
14:59 Dewleta tirk êrişî gelek gundan kir: Zarokek hate qetilkirin
14:42 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran û zextan dan
14:16 Di mitînga Mêrsînê de banga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
14:11 Li Amedê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:04 Ji bo rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn mewlûd hate dayin
13:36 Li Dêrsimê îdiaya hewldana întîharê
13:23 Sûcên dewleta tirk ên ji destpêka 2025’an ve li Başûr hatine kirin
13:18 Bakirhan: Peyama Abdullah Ocalan dê li gorî ruhê Çanakkaleyê be
13:07 Ozer ê di êrişa polîsan de birîndar bûbû çavên xwe vekir
13:00 Waliyê Hewlêrê gev li mamosteyan xwar
11:58 Serokkomarê ewil ê Namîbyayê jiyana xwe ji dest da
11:57 Trump û Putîn li ser telefonê axivîn
11:41 Rojnameger Abdurrahîm Yeşîlagaç jiyana xwe ji dest da
11:04 Dewleta tirk di 2 mehan de 82 welatiyên sivîl qetil kir
10:43 Ji mitînga Amedê: Heta Ocalan azad nebe gel jî azad nabe
10:18 Dewleta tirk êrişî gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
10:13 Vanspor a êriş lê hatibû kirin bicoş hate pêşwazîkirin
10:12 3 rojnamegerên Bîrgunê hatin binçavkirin
10:12 Biryara bihincet a Sofya Alagaşê: Nûçe xebata rojnamegeriyê nîne!
09:45 Hejmara nû ya Kovara Jinê deket
09:43 Jin dê di 15’ê Sibatê de li Strazburgê ‘Azadiyê’ biqîrin
09:20 Li dijî komployê çirûska ewil a berxwedanê
09:02 Li hotêla agirkujiyê rapora neyînî dabû şewat derket, ji raya giştî hat veşartin
09:00 Xwediyê guleya girtî birîndar kirî nehat dîtin
09:00 ROJEVA 9’Ê SIBATA 2025’AN
08/02/2025
16:16 Mêrsînê ji bo mîtînga 'ji bo aştiyê azadî' amade ye
16:04 Li 3 bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî
15:32 Bakirhan: Bila Ocalan bi amediyan re hevdîtinê bike
15:03 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Di 15'ê Sibatê de 'mafê hêviyê' pêk bînin
14:41 Di mîtînga 'azadiyê' de posterê Abdullah Ocalan
14:37 Ne kiryarê Tekdag hat dîtin, ne jî aqûbeta Dîrîl hat zelalkirin
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Maksut Tepelî pirsîn
14:09 DFG û MKG: Wê pênûsên hevalên me li erdê nemînin
13:12 Di mîtînga Amedê de banga 'ji Ocalan re azadî'
12:59 Ji jinan beriya mîtîngê meşa ‘jin, jiyan, azadî’
11:05 Rojnamevan Alî Bariş Kûrt hat girtin
10:13 Rojnamevan Azîz Koyluoglû hat qetilkirin
09:33 'Divê astengiyên li ber perwerdehiya zimanê dayikê bên rakirin'
09:18 DEDAŞ'ê Turkiyeya ji 98 astengdar bê ceryan hişt
09:03 Li Şirnexê talan jî û rant jî aîdî serokê AKP'î ne: Di 2 salan de 933 milyon TL
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2025'AN
07/02/2025
17:30 Rojnameger Oznur Deger hat girtin
16:13 Keskîn Bayindir: Divê îktîdar nexşerêya xwe ya çareseriyê eşkere bike
15:12 Kesên di qedexeya Cizîrê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:52 Rêveberiya Girtîgeha Evînê ceza da 27 jinên girtî
13:47 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Nabe ku azadiya Ocalan were taloqkirin
12:43 Rojnameger Oznûr Deger dê sewqî edliyeyê bê kirin
11:49 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:38 Rojnamegeran ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
11:30 Ji bo mitînga 8’ê Sibatê ya Amedê bang
11:06 Sekreterê Egîtîm Senê Guneş: Perwerdeya bi zimanê dayikê dê ji bo çareseriyê sûdewer be
11:03 Halîde Turkoglû: Divê hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re xwedî çarçoveyeke qanûnî bin
10:44 Qeyûmê Mêrdînê di 3 mehan de 301 xebatkar ji kar avêt
10:34 6 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Halîse Aksoy
10:25 Li Mêrdînê bi ser malan de hate girtin
10:24 Bernameya meha Sibatê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
10:22 Şaredariya Cizîrê Mexazaya Piştevaniyê ya Kezî vekir
10:11 Temenê wî mezin kirin û cezayê muebbeta girankirî lê birîn
09:49 Ercan Îpekçî: Bi girtina rojnamegeran re civak tê cezakirin
09:16 Serlêdana temyîzê ya ji bo Pexşan Ezîzî hate redkirin
09:05 Rojnamegera hat berdan: Naxwazin zexta li ser civakê bê bihîstin
09:04 Destpêka Şerê Cîhanê yê Sêyem
09:01 Girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
09:00 ROJEVA 7’Ê SIBATA 2025’AN
08:49 Li gelek bajarên Bakur îro dê berf bibare
08:19 Rojnameger Oznûr Deger hate binçavkirin
06/02/2025
20:09 Zarokê di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
20:05 Der barê hevserokên DEM Partî yên Esenyurtê biryara tehliyeyê
16:54 Li Dêrsimê bi gel re civîn hat lidarxistin
16:47 Danişîna doza Alkan hate taloqkirin
15:48 Li Samandagê bîranîna erdhejê: Em ê jibîr nekin û hesabê bipirsin
15:20 Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn: Îktîdarê IBAN da, Kizilayê kon firotin
14:40 Tuncer Bakirhan: Derfetên dewletê ji bo şer tên bikaranîn
13:11 Dadgeha Gelan a Rojava du roja duyemîn de didome
13:08 Dewleta tirk Şarbajêr bombebaran kir
13:05 Ji 44 welatan ji bo Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî bang
13:05 Rojnameger Wirya Hemê Kerîm jiyana xwe ji dest da
13:04 Rapora meha Çileyê ya MKG’ê: 9 rojnameger girtî ne
12:48 Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
12:40 ÎSÎG: Di Çileyê de 177 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:36 Komploya 15’ê Sibatê: Xeleka dawî ya şerê NATO'yî
12:02 Di doza rojnameger Melek Avciyê de dê mutalaa bê amadekirin
12:01 Di serdegirtina ‘ceyrana qaçax’ a DEDAŞ'ê de 3 kes hatin binçavkirin
12:00 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:59 Xelkê Wanê: Tenê Abdullah Ocalan dikare pirsgirêkê çareser bike
11:20 Di 8 salan de 621 Beluc li Îranê hatin darvekirin
11:16 Rêveberê HADEP’ê Dîlsîz jiyana xwe ji dest da
11:15 Keça xwe di ‘jêrzemînên wehşetê’ de winda kir: Em ê wan rojan ji bîr nekin
10:39 Ji bo mitînga ‘Ji bo aştiyê azadî’ bang kirin: Divê qad tije bibe
10:25 Sîmonnet a çûbû serdana Rojava: Nêrînên Ocalan hêviyê didin
10:12 Kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ didome: Dê gelek kes qezenc bikin
09:41 Qeyûmî zilamel tayînî midûriyeta jinan kir, jin jî şandin beşa paqijiyê!
09:38 Li gelek bajaran ji ber berfê navber dan perwerdeyê
09:11 Ji bo gelek bajarên Bakur hişyariya barînan hat kirin
09:10 Li Edeneyê ciwanek hate binçavkirin
09:09 Ciwan wê di 9'ê Sibatê de dest bi meşa 'azadiyê' bikin