‘Em bi rûhê yekitiya neteweyî banga hevgirtinê dikin’

  • rojane
  • 20:24 23 Tîrmeh 2024
  • |
img
ENQERE - Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Fatîn Kanat bi gotina “Berpirsyariya me ye ku bi dirûşma ‘Ji şer re na, cîhaneke din pêkan e’ eniyeke xurt a li dijî şer ava bikin” banga hevgirtinê kir. 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Enqereyê êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin bi daxuyaniya çapemeniyê ya bi serenavê “Ji dagirkirin û xiyanetê re na” şermezar kir. Di daxuyaniya li ber avahiya partiyê ya li Enqereyê hate lidarxistin de pankarta bi kurdî û tirkî “Ji dagirkerî û xiyanetê re na” hate vekirin û dirûşma “Ji şer re na, berî her tiştî aştî” hate berzkirin. 
 
 ‘NEBIN ŞIRÎKÊ BIRAKUJIYÊ’ 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Fatîn Kanat ê di daxuyaniyê de axivî, bi ruhê yekitiya neteweyî banga hevgirtinê kir û wiha got: “Nebin şirîkê birakujiyê. Desthilata AKP’ê û MHP’ê û hemû hêzên di nava hevkariyê de ne paralelî geşedanên li cîhanê û herêmê bi rêya dagirkerî û îlhaqê li ser xwe bi hêzkirinê sekinîne. Desthilat şûna ku di her nîqaşa bi rojeva Herêma Kurdistana Federe û Sûriyeyê pevçûnan bi dawî bike, ji bo zêdekirina şer û koçberiyê gavên leşkerî, siyasî û aborî diavêje. Lê belê aştiyeke mezin a li welêt û herêmê, bi naskirina hebûna siyasî, çandî û aborî ya gelan û avakirina jiyana civakî ya demokratîk û azadîparêz a bi hev re, dikare pêk were. Partiya me weke berpirsyariyekê dibîne ku vê hişyariyê careke din û bi xurtî bide desthilatê.”
 
‘ZÊDETIRÎ 100’AN GUND HATIN VALAKIRIN’  
 
Kanat di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Zîhniyeta ku zêdetirî 3 hezar 500 gund şewitandin, ku qadên jiyanê yên kurdên li Bakur dijîn bûn, hewl dide heman polîtîkayan li Başur jî bixe meriyetê. Heta niha zêdetirî 100 gund hatine valakirin, xwezaya wan hatiye talankirin, mirovên li wir dijîn rastî koçberiya bi darê zorê hatine û qadên wan ên jiyanê hatine dagirkirin. Herêmên hatine dagirkirin, axa gelê kurd û gelên bi wan re dijîn e. Hemû hêzên muxalefeta civakî ya li dijî şer bi berpirsyariyeke mezin re rû bi rû ne. Avakirina eniyeke xurt a li dijî şer li Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê bi dirûşma ‘Ji şer re na, cîhaneke din pêkan e’ berpirsyariyeke dîrokî û civakî ye ku li pêşiya me hemûyan radiweste.”
 
‘TÊKOŞÎNA BI RÛMET A GELÊ KURD DÊ NEBE YEKDEST’ 
 
Kanat, ê got ku “Banga me ji kesên nikarin xwe ji psîkolojiya mêtîngerî ya polîtîze bûye û feraseta dagirkirinê rizgar bikine ye” axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Têkoşîna bi rûmet a gelê kurd wê tu carî nebe yekdest. Sekna wî ya kolektîf, rêxistinkirî û polîtîk wê tu car bi paş ve neçe. Ev têkoşîn dê nekeve bi bandora çend malbatan an jî siyaseta pergalê ya serwer. Weke her demê wê li ser berjewendiyên gel û nirxên bingehîn bimeşe. Lê belê yên ku hewl didin vê têkoşîna bi rûmet pûç bikin, xera bikin û asteng bikin, mehkûmin ku li pêşberî edaleta dîrokê ji holê rabin.”
 
 

Sernavên din

13/02/2025
10:01 KCK: Yên bang kirin bila şert û mercan çêbikin
09:47 HDK biisrar e ku aştiyê civakî bike
09:33 Tehliyeya Kandemîr bi hinceta ‘greva birçîbûnê’ taloq kirin
09:09 'Kî çi stratejiyê ava dike bila bike, lê mecbûr e HSD'ê bibîne'
09:09 Rojnameger Germiyanî: Li dijî qetilkirina rojnamegeran pêdivî bi helwesteke navneteweyî heye
09:07 Di bin banê NÇM'ê de ‘Koma Vejîn’ hat avakirin
09:02 Her sal di 15'ê Sibatê de rojî digire: Wê komploger winda bikin
09:00 ROJEVA 13’Ê SIBATA 2025’AN
08:41 Gel ev 3 roj e li pêşiya şaredariyê li ber xwe dide
12/02/2025
16:47 Malbata Rojwelat Kizmaz: Bila berpirsyar hesabê bidin
16:39 Dadgeha Bilind cezayê ‘endamtiyê’ yê Ayşe Gokkkan betal kir
16:14 Ma Music çû serdana Navenda Giştî ya DEM Partiyê
16:09 Amedsporê banga îstîfayê li Midûriyeta Ciwan û Sporê kir
15:41 Di çalakiya li Akdenîzê de bertek nîşanî cezayê li Zeydan hatiye birîn dan
15:32 IFJ’ê bertek nîşanî fesxkirina Sendîkaya Rojnamegeran a Sûriyeyê da
15:20 Dewleta tirk Binarê Qendîlê bombebaran kir
14:15 Ji bo Koyluoglû mewlûd hat dayin: Dê peyrewên wî têkoşîna heqîqetê bidomînin
14:07 Îdianameya Îmamoglû hate qebûlkirin
13:57 Cezayê hefsa malê yê rojnameger Akyuz hate rakirin
13:46 Rojnameger Samî Yilmaz hate binçavkirin
13:43 Ji bo mitînga Strasbourgê bang hate kirin
13:34 Dozgeriya li dijî biryara betalkirina di doza Sûrê de derketî ceza xwest
13:17 Li Wanê çalakiya girseyî: Em ê îradeya gel biparêzin
13:10 DBP dê li Amedê kongreyê li dar bixe
12:58 Li Salîhliyê 18 kes hatin binçavkirin
12:26 Cezayê li Zeydan hatiye birîn hat protestokirin
12:16 AYM’ê ji bo cezayê dabûn rojnameger Yelda Çîçek biryara binpêkirinê da
12:00 MYK’a DBP’ê: Em ê li dijî êrişên ser HDK’ê têbikoşin
11:53 Polîsê Kazanhan qetil kirî ev saleke nehatiye girtin
11:42 Wêneyên 2 rojnamegerên jin ên hatin qetilkirin hatin şewitandin
11:21 Wesayîta karkeran qeza kir: 10 kes birîndar bûn
11:20 Li dijî girtina rojnameger Oznûr Degerê îtîraz hate kirin
11:14 Berxwedana ji Şêx Seîd heta Abdullah Ocalan didome: Bêyî azadiyê çareserî nabe
10:18 Endama PM’a DEM Partiyê Pakîze Sînemîllîoglû hate binçavkirin
10:18 Amed bi berfê xemilî
09:16 Ji PKK’ê daxuyaniyeke girîng
09:11 Karapinarê nexweşîna pençeşêrê pê re heye: Ez mafekî dermankirinê yê birûmet dixwazim
09:10 Margaret Owen: Heya Ocalan azad nebe em ê nikaribin li ser aştiyê biaxivin
09:06 Farisogûllari: Ger AKP pêvajoyê bixitimîne ya winda bike wê Tirkiye be
09:02 'Ji bo azadiya Abdullah Ocalan, em amade ne bitêkoşin'
09:01 Kaganarslan: Ji bo civakîkirina çareseriyê gavên pratîk divê
09:00 ROJEVA 12’Ê SIBATA 2025’AN
08:34 Li Wanê dê daxuyaniya girseyî were dayin
08:31 Hevşaredar Neslihan Şedal: Em ê rê nedin xespkirinê
08:31 Berxwedan li taxan belav bû
08:30 Xelkê Wanê heta serê sibehê li pêşiya şaredariyê bû
11/02/2025
23:59 Tevî sar û seqemê jî bi hezaran kes li ber şaredariyê ne
16:24 Li dijî hewldana tayînkirina qeyûm li Wanê kon hate vegirtin
16:19 Li pêşiya Girtîgeha Evînê çalakî: Darvekirinan bidin sekinandin
16:18 Gundê Kobanê tê bombebarankirin
16:12 Neslîhan Şedal: Gelê hûn îradeya wê tune dihesibînin dê çawa pê re aştiyê bikin?
16:04 Di 12 salan de 742 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
15:52 HDK’ê ji dozgeriyêr e got: Ne hedê tu kesî ye kongreya me tawanbar bike
15:33 Ozer ê di êrişa polîsan de birîndar bûbû ji nexweşxaneyê derket
15:32 Şîna Koyluoglû hate ziyaretkirin: Dê têkoşîna me de her dem bijîn
15:13 Tulay Hatîmogûllari: Dibe ku banga Ocalan bi 15’ê Sibatê re negihije
14:11 Xelkê Wanê: Em ê careke din mezin li ber xwe bidin
12:44 Tulay Hatîmogûllari ji îktîdarê re got: Plana we ya çareseriyê çi ye?
12:29 Aktar: Biryara ji berê ve hatibû dayin xwendin
Karaman: Mesele talankirina Şaredariya Wanê ye
11:52 Di doza rojnamegeran de dê aqûbeta dosyayên cuda were pirsîn
11:33 Di doza Safîturk de daxwaza jinûve darizandinê
11:31 Li Rihayê kesek hate binçavkirin
11:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:30 Necla Demîr: Dixwazin çapemeniyê veguherînin amûra propagandayê ya dewletê
10:43 Parêzerê Aktar: Biryareke siyasî ye û ji bo tayînkirina qeyûm hat dayin
10:29 Li pêşiya şaredariyê protesto: Em ê rê nedin xespkar û dizan!
10:12 Abdullah Zeydan: Tu hukmê vê biryarê tune ye
10:05 Xelkê Wanê diherike ber avahiya şaredariyê
10:04 3 sal û 9 meh cezayê hefsê dan Zeydan
09:52 Abdullah Ocalan dê bangekî çawa bike: Ji Şandeya Îmraliyê Onder ji MA’yê re vegot
09:28 Çîrokên çalakvanên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’
09:09 Zhiyan Yaseen: Iraq bi qanûna rewşa kesane re îstîsmara zarokan rewa dike
09:08 Jinan ji bo 'Sala Malbatê' got: Ka berpirsiyariya bav?
09:07 Tîma Futbolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê: Armanc Lîga 2'yemîn e
09:05 Berdana girtî Tekîn ji ber cezayên disiplînê hat astengkirin
09:04 26 sal in di protestoyên komployê de cih digire: Min xwe bi wî nas kir
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2025'AN
08:40 Li Stenbolê li dijî şaredariyên CHP’î operasyon: 10 kes hatin binçavkirin
10/02/2025
15:46 Li Rihayê 2 kes hatin girtin
15:27 Ji bo rojnameger Azîz Koyluoglû şîn hate danîn
15:11 ‘Ji bo çareseriyê divê Meclis destê xwe deyne bin kevir’
14:43 Di dema muayeneyê de kelemçekirina destan li girtiyan ferz kirin
14:05 Ji jinan meşa ‘azadiyê’: Gelek kes hatin binçavkirin
14:04 Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê banga ‘muzakereyan’ kir
13:20 Di meha 112’emîn a Komkujiya Gara Enqereyê de daxwaza edaletê
13:12 AYM’ê ji bo desteserkirina nameya ji Abdullah Ocalan re hatiye şandin biryara ‘binpêkirinê’ da
13:11 Şandeya Îmraliyê dê biçe serdana Herêma Federe ya Kurdistanê
12:21 Rojnameger Necla Demîr ji ber rojevên jinan tê sûcdarkirin
11:49 Şertê kontrola edlî ya rojnamegeran hate rakirin
11:28 Li Şirnexê ketin û derketina li 11 herêman hate qedexekirin
10:43 Danişîna 3 rojnamegeran dest pê kir
10:40 Bêrîtan Zagros: Tolê ji Çapemeniya Azad dihilînin
10:36 ‘Em polîtîkayên jinan wek kirdeya jiyanê nabînin red dikin’
09:46 Xwebûn bi manşeta ‘Çav û guh li Ocalan in’ derket
09:03 Rojnameger Denîz: Li dijî êrişên ser Bendava Tişrînê berxwedaneke mezin heye
09:03 Li dijî Komploya Navneteweyî çalakiyên azadiyê
09:00 ROJEVA 10’Ê SIBATA 2025’AN
09/02/2025
17:49 Tulay Hatîmogûllari: Em ê bi hev re welatekî demokratîk ava bikin
17:17 TJA'yê banga xwedîderketina li Şoreşa Rojava kir
17:12 ‘Ji bo çareseriyê divê em tevgera muzakereyan a civakî bidin destpêkirin’