‘Xeyala Keybanû Zenûbyayê li Rojava pêk tê’

  • jin
  • 09:46 28 Tîrmeh 2024
  • |
ÎZMÎR - Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbyayê ku têkoşîna Zenûbya ya Palmîra weke “Bajarê Jinan” di dîroka berxwedanê de nivîsandin dewr girtine, Jiyan Dêrik wiha got: “Dema jinan li dijî DAIŞ’ê şer dikir, li bajarê Zenûbyayê şehîd bûn. Lewma li kîjan devera cîhanê li dijî jinan êrişek hebe em ê li dijî wan êrişan bisekinin.” 
 
Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 12 sal li pey xwe hişt û jinan ji hevesrokatiyê heta parastina cewherî, ji dîplomasiyê heta meclisan, aboriyê, daraz û perwerdeyê, di gelek qadên jiyanê de xwe birêxistin kirin û mînakeke jiyana nû ava kirin. Yek ji rêxistiniyên ku hêza îradeyê ya di rêveberiyan de derdixîne holê jî Kombûna Jinan a Zenûbyayê ye. 
 
Kombûnê xwe li bajarên Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê birêxistin kiriye û di 6’ê hezîrana 2021’ê de li Reqayê bi beşdariya 150 jinan bi kongreyê hat damezirandin. Kom, navê xwe jî Keybanûya Împaratoriya Palmîrayê Zenûbyayê digire. Zenûbya, mîna Keybanûya Misrê Kleopatra û Keybanûya Asuran Şammuramat (Semiramis), yek ji wan jina ye ku di dîroka Rojhilata Navîn de bûye keybanû. Di navbera salên 267-234’ê de hukm kiriye. Zenûbya ku pêşî li Împaratoriya Romayê girt û di pirtûkên dîrokê de weke “Keybanûya şervan” tê bibîranîn, bajarê Palmîrayê weke “Bajarê Jinan” ava kir. Zenûbyayê bajarê Palmîrayê ku di sedsala 21’emîn de DAIŞ’ê xwest tune bike, di dîroka berxwedanê de bi cih kr. Di şerê li dijî dijminê jinan DAIŞ’ê de ji jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bû hêvî û gelek jinên YPJ’î navê Zenûbyayê li xwe kirin. 
 
TÊKOŞÎNA ZENÛBYAYÊ LI ROJAVA YE
 
Jinên ku li Reqa, Tebqa, Minbic, Dêrazor û li her deverê xwe birêxistin dikin û hewl didin şopa DAIŞ’ê tune bikn, li dijî zexta nêrza têdikoşin. Kombûn, bi xebat û kampanyayên xwe balê dikişîne ser pirsgirêkên jinan, zewaca di temenê biçûk de, tundiya li dijî jinan, qetilkirin, hevberdan, nefeqe, mîras, welayeta zarokan û hwd. û hewl dide çareseriyan peyda bike. Ji bo pêşxistina hişmendiya neteweya demokratîk gelek dewreyên perwerdeyê li dar xist û jinên ereb, kurd, çerkes, tirkmen, ermen, suryan û hwd. di nav de cih digirin. Kombûn, li Reqa û 4 bajaran meclis û 11 komîte ava kiriye û têkoşînê birêxistin dike û dibe dengê hemû jinan. Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbyayê Jiyan Dêrik têkildarî xebatan û bandora çêkirine bi ajansa me re axivî. 
 
‘DAIŞ’Ê XWEST ŞOPA ZENÛBYAYÊ TUNE BIKE’ 
 
Dêrik, bal kişand ser cihê Zenûbyayê yê di dîrokê de û bandora wê ya li ser herêmê û wiha got: “DAIŞ’ê xwest mîrasa têkoşînê ya Zenûbyayê ji jinan re hiştiye tune bike. Ji bo naskirina Zenûbyayê divê mirov li siyaseta wê binêre. Navê Zenûbyayê di dîrokê de çima ewqas bibandor e? Ji ber ku jineke biaqil e û serî neditewand. Hem ji hêla leşkerî ve hem jî ji hêla siyasî ve navekî girîng e. Du artêşên wê hene. Yek ya siyasî yek ya leşkerî ye. Jineke wisa ye ku nediket bin hukmê tu kesî. Parastina li herêmê dikir pir girîng bû. Zenûbyayê hem jin hem ciwan hem jî civak diparast. Lewma Zenûbya di dîrokê de bû hêviya gelek jinan.” 
 
Dêrik, got ku ji bo têkoşîna Zenûbyayê bidomînin navê wê li kombûna xwe kirine û wiha domand: “Ji taktîkên şer heta siyasetê, Zenûbyayê mîraseke mezin ji neviyên xwe re hişt. Neviyên wê bi tecrûbeyên wê re şer kir û civak parast û di siyasetê de cih girt. Weke neviyên wê em hewl didin vê mîrasa wê zindî bihêlin. Em ê destûrê nedin ruhê Zenûbyayê tune bibe.” 
 
'XEYALA ZENÛBYAYÊ LI ROJAVA PÊK TÊ’ 
 
Bi domdarî Dêrik anî ziman ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zenûbya ji bo hemû jinan semboleke û wiha pê de çû: “Jinên li Rojava xeyalên Zenûbyayê pêk tînin. YPJ’ê têkoşîna Zenûbyayê li xwe girt. Jinên ji hemû neteweyan di nava YPJ’ê de cih digirin. Lewma DAIŞ’ê û çeteyên din ji ewil êrişî jinan û mîrasa wan kir. Li Reqa, Minbic û gelek deveran xelîfetî ragihand. Kombûna Jinan a Zenûbyayê jî li dijî vê zîhniyetê hate avakirin. Jin, li dijî van komkujiyan bi meclisa xwe re ji bo jinan û civakê dibin bêhnek.” 
 
Di berdewamê de Dêrik diyar kir ku ew bi xebat û têkoşîna xwe ji bo pirsgirêkên ciakê dibin çareserî. Dêrik, axaftina xwe wiha qedand: “Jin di her qadên civakê de tên zanekirin û ji bo pêşengtiyê bikin perwerde tên dayîn. Li Rojava ji ewil malên jinan û piştre jî meclis hatin avakirin. Niha li hemû bajaran koordînasyonên jinan û komîteyên wan hene. Jin di her qadê de xwe pêş dixin. Jin çiqas xwe nas bike ewqas azad dibe. Beriya şoreşê jinan nedikariyan xwe vebêjin û pirsgirêkên xwe bibêjin. Lê belê niha derdikevin qadan, xwe perwerde dikin û pêşengtiya civakê dikin. Jin li vir pir mezin têdikoşin û xizmetê ji gel re dikin. Jinên ji bakur û başûrê Kurdistanê, ji Ewropa û Amerîkayê hatin li dijî DAIŞ’ê şer kirin û li bajarê Zenûbyayê şehîd bûn. Lewma li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe em ê li dijî êrişên ser jinan bisekinin.” 
 
MA / Semra Turan 

Sernavên din

19/02/2025
14:09 ÎHD’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em bêdeng nabin, natirsin
13:51 Danişîna doza bîranîna 10’ê Cotmehê hate taloqkirin
13:50 Dewleta tirk gundên Til Temir û Sirînê bombebaran kir
13:46 Gundên Amediyeyê hatin bombebarankirin
13:19 DEM Partiyê li Enqereyê çalakî li dar xist: Dev ji zîhniyeta qeyûm berdin
13:16 DEM Partiyê li dijî qeyûman banga berpirsyartiyê li Kurtulmuş kir
12:24 Hevdîtinên DEM Partiyê yên li Awûstralyayê didomin
12:16 Qeyûmê Wanê konteynirên çopê kom kir û kir xurde
11:17 Ji ber yekitiya gelan HDK hedef tê girtin
11:05 Hevdîtinên şandeyê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê bi dawî bûn
10:56 Li girtiyên dema muayeneyê de kelemçe red kirin lêpirsîn vekirin
10:36 Menzione: Sûcê herî mezin ê Tirkiye li dijî Kurdan dike koçberkirina wan e
10:26 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesrûr Barzanî bi dawî bû
10:17 Nameya Reyhan Hacioglu ya hatiye reşkirin
09:42 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesrûr Barzanî dest pê kir
09:39 ‘Divê Kurdî bide zimanê perwerdeyê û xwedî statu be’
09:06 'Hejmara kesên fêm dikim lê nikarim biaxivim pir zêde ye'
09:05 Daxwazên Kurdan û dostên wan zelal in: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:03 Ekmen: Em ê ji bo veguherîna demokratîk tevkariyê bikin
09:00 ROJEVA 19’Ê SIBATA 2025’AN
18/02/2025
21:33 Di êrişên Tirkiyeyê de 18 xwendekar û mamoste hatin qetilkirin
21:03 Bertek nîşanî binçavkirin û girtinan dan: Hûn nikarin pêşî li têkoşîna gel bigirin
16:42 Konseya Bajar a Amedê xwest qanûna qeyûm bê betalkirin
16:35 YNK’ê piştî hevdîtinê daxuyanî da: Tekan rêya çareseriyê diyalog e
16:34 Li dijî serdegirtinan polîsan nobeta çand û hunerê
16:16 MKG’ê bertek nîşan da: Rojnamegerên binçavkirî berdin
16:14 Ji ber êrişên dewleta tirk ên li dijî rojnamegeran ji NY’ê re name şandin
16:14 Êrişa ser Newroz Uysal hate şermezarkirin
15:53 Şande çû serdana Rojnewsê
15:53 'Ma mafê bijartin û hilbijartinê yê gelê Wanê tune ye?’
15:30 Bakirhan: Banga Ocalan dê bibe ‘Nexşerêya’ pêvajoyê
15:22 Di protestoya qeyûm de îşkence: Polîsan mil û tiliyên wî şikandin
15:08 Li Wanê qeyûm hat protestokirin: Em ê destûrê nedin dagirkeriyê
14:18 Şandeya Îmraliyê: Dê hesreta Mam Celal azadî pêk bê
14:18 DBP’ê ji AKP’ê re got: Dev ji têkbirina hêviya aştiyê berdin
13:59 229 parêzerên îranî ji bo 3 girtiyên jin bang kirin
13:54 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga piştevaniyê kirin
13:34 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:33 Kemal Kiliç hat bibîranîn: Pênûsa wî dê li erdê nemîne
13:30 Li Wanê bîlançoya qeyûm: 400 binçavkirî, îşkence û girtin
13:27 Ji çar bajaran ber bi Bendava Tişrînê bi rê ketin
13:21 Ji ber îfadeyên îtîrafkar Akbiyik 6 sal ceza dan Rojda Çîftçî
13:08 Şandeya Îmraliyê çû serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed
12:47 Bakirhan: Îktîdara AKP’ê hewl idde hewldanên ji bo diyalogê sabote bike
12:20 Şandeya Îmraliyê li Silêmaniyê daxuyanî da: Hemû aktorên Kurd dê rolekî dîrokî bilîzin
11:53 Îdiaya di serdagirtina malê de îşkence
11:52 Salek û 3 meh cezayê hefsê dan rojnameger Bêrîtan Canozerê
11:39 Berteka li dijî binçavkirinan: Em ê serî netewînin
11:26 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bafil Talabanî bi dawî bû
11:15 DFG û DÎSK Basin-Îş’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan
10:47 HDK’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Em ê bêdeng nebin
10:41 Zanyara Siyasetê ya ji Rojhilat: Îran li ber hilweşînê ye
10:14 DEM Partî: Zîhniyeta li dijî muxalefeta civakî şer daye destpêkirin dê winda bike
10:10 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Bafil Talabanî dest pê kir
09:47 Li Behra Egeyê erdhejeke din çêbû
09:45 Di tevahiya şevê de li dijî qeyûm çalakî hatin lidarxistin
09:05 Li Botanê çanda dengbêjiyê
09:04 Meha pîroz a Elewiyan: Xizir
09:01 Berdevka TJA ya Şirnexê: Ji bo pêşketina pêvajoyê pêşî divê tecrîd bê rakirin
09:01 Ji şaredariya AKP'ê zexta 'endamtiya sendîkaya alîgir'
09:00 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2025'AN
08:52 Li dijî HDK û rojnamegeran operasyon: Herî kêm 52 kes hatin binçavkirin
08:51 Çawişekî pispor ê dihat gotin întîhar kiriye mir
17/02/2025
17:08 Li Wanê piştî daxuyaniyê meş hat lidarxistin
17:07 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Firsenda dîrokî Ocalan e
16:18 Saziyên zimên: Perwerdeya bi Kurdî xeta me ya sor a jêneger e
15:44 Kesên li Amedê hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
15:41 Serokê Giştî yê BÎRTEK-SEN’ê hate girtin
15:38 Hevşaredarê Tetwanê Erol hate binçavkirin
14:32 Nêçîrvan Barzanî: Firsendeke girîng û dîrokî ye
14:25 Zeydan: Hûn nikarin vîna gel xesp bikin
14:11 Lêkolîn: Daxwaza ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî ji sedî 97,8 e
14:08 Ji ber êrişan ceyrana 60 gundan tune ye
13:54 Nêçîrvan Barzanî li ser telefonê li Ahmet Turk geriya
13:41 Şandeya CHP’ê li Wanê ye: Em teslîm nebûn û dê nebin
13:36 Rojnameger Şehrîban Aslan beraet kir
12:13 22 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
12:07 Şandeya Îmraliyê: Hevdîtin ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn girîng in
12:05 Şebnem Korur Fîncanci: Ji ewil divê demokrasî û edalet bê cîbicîkirin
11:40 ‘Yên ku 32 sal berê Kemal kuştin îro Cîhan, Nazim, Azîz û Egît kuştin’
11:17 Şandeya Îmraliyê: Nêçîrvan Barzanî got ku dê ji bo pêşketina çareseriyê piştgiriyê bide
11:15 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Nêçîrvan Barzanî bi dawî bû
11:12 Der heqê Îmamoglû de îdianameya ‘pisporan’
10:55 Bîrdal: Ji bo biçin Îmraliyê em ê serlêdanê bikin
10:54 Hûrgiliyên hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Mesûd Barzanî
10:17 Fatma Bostan Unsal: Ji bo aştiyê firsendek çêbûye
10:06 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Nêçîrvan Barzanî dest pê kir
09:54 'Divê aştî ji însafa îktîdarê re neyê hiştin’
09:37 ‘Divê di navbera Îzmîr û Wanê de pirek bê avakirin’
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2025'AN
08:55 Xwebûn bi manşeta ‘Ziwan sereke bo’ derket
08:41 Ciwan li dijî komplo û qeyûman li qadan bûn
16/02/2025
16:45 Li dijî xespkirina vînê çalakî
15:22 Peyamên Abdullah Ocalan gihîştin Mesûd Barzanî
15:17 Li Sûriyeyê di 15 rojan de 9 jin hatine revandin
14:04 Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser: Li hemberî qetilkirina rojnamevanan bêdeng nemînin
12:44 Civîna şandeya Îmraliyê ya bi Barzanî re dawî bû
11:05 Karneya qeyûmên Wanê: Şaredarî hat talankirin, qase hat valakirin
10:33 Li Amedê Pirtûkxaneya Dengî ji nû ve çalak bû
09:33 Penabera ku ji bota noqbûyî xelas bû: Me didîtin, direqisîn