DEM Partî: Têkildarî hevşaredarê ku li Êlihê were hilbijartin pêvajo didome

img
ENQERE - Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a DEM Partiyê têkildarî Şaredariya Êlihê daxuyanî da û wiha got: “Em ê xeta xwe ya şaredariya civakî ku me ji Edîp Solmaz mîrat girt li Şaredariya Êlihê zindî bihêlin.”
 
Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî Şaredariya Êlihê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pêvajoya têkildarî hevşaredarê ku li Şaredariya Êlihê bê hilbijartin berdewam dike.  
 
Lijneyê di daxuyaniya xwe de pêvajoya di hilbijartinên herêmî de qewimî vegot û da zanîn ku lijneyên wan ên têkildar piştî hilbijartinê bi avaniyên xwe yên rêxistinkirî hatine bahev û têkildarî pêvajoya nû nîqaşên berfireh meşandine. Lijneyê wiha domand: “Têkildarî hevşaredarê nû bê hilbijartin nirxandinên berfireh hatin kirin û hin nav hatine pêşniyarkirin. Di van pêşniyarên hatin kirin de tu nav, ji pêşniyaran wêdetir derbas nebûne û ji aliyê organên berpirsyar ên partiya me ve tu kes nehatiye diyarkirin.
 
RÊGEZ Û PÎVANÊN ME JI ALIYÊ GELÊ ME VE TÊN ZANÎN  
 
Di hin organên çapemeniyê de li ser navê endamê Meclisa me ya Şaredariyê Ferah Solmaz hin axaftin cih girtin. Em dixwazin diyar bikin ku nayê qebûlkirin ku mijarên di nava partiyê de bi hin organên çapemeniyê re bên axaftin û nîqaşkirin. Ev yek ji çanda me ya partiyê dûr e. Rêgez û pîvanên partiya me ji aliyê herkesê ve tên zanîn. Rastiyeke ku pratîkên Ferah Solmaz ne li gorî rêgez û pîvanên me ne û di heman demê de ji aliyê civakê ve jî nayên qebûlkirin. 
 
MÎNA ROJA DESTPÊKÊ CIHÊ XWE DIPARÊZE
 
 Edîp Solmaz û malbata wî ji bo partiya me weke roja ewil cihê xwe diparêze. Lê kesekî ku pratîkên wî ji aliyê civakê ve nayên qebûlkirin, hewl dide malbata Solmaz û partiya me bîne hemberî hev. Ev hewldan pûç û vala ne. 
 
HEWLDANEKE LI DIJÎ REŞKIRINA PARTIYA ME YE
 
 Partiya me ji roja ewil ve li ser esasê modela hevşaredariyê bi israr û bi biryar e ku Şaredariya Êlihê bi rê ve bibe. Li dijî her cure êrîşên hêzên qirêj me dev ji vê helwesta xwe berneda û em ê dev jê bernedin. Dîsa em diyar dikin ku haya me ji hewldanên hin komên ku di vê pêvajoyê de gav avêtine heye da ku partiya me reş bike û bide nîqaşkirin.
 
PÊVAJO JI ALIYÊ PARTIYA ME VE BERDEWAM DIKE
 
Pêvajoya der barê hevşaredariyê ku dê di Şaredariya Êlihê de bê hilbijartin ji bo partiya me berdewam dike. Di çarçoveya pêşniyaran de komîteyên rayedar û pêwendîdar ên partiya me, ji bo bi hişekî hevpar bigihêjin biryara rast, di nava hewldanan de ne. Pîvana me ya sereke ew e ku kesê em ê weke hevşaredar destnîşan bikin li gorî rêgez û pîvanên partiya me ye û di civakê de xwedî avabûneke ku tê qebûlkirin.
 
PÊVAJO WÊ DI DEMEKE KURT DE BI ENCAM BIBE
 
 Partiya me wê vê pêvajoyê di demeke kurt de bi encam bike û di encama pêşniyarên avahiyên me yên rêxistinbûyî û nirxandina komîteyên me yên pêwendîdar de biryarekê bide. Em ê xeta xwe ya şaredariya civakî ku me ji Edîp Solmaz mîrat girt li Şaredariya Êlihê zindî bihêlin.”
 
 

Sernavên din

23/02/2025
12:55 ÎSÎG: Di 11 salan de 2 hezar û 664 ciwanên karker jiyana xwe ji dest dan
12:51 Bakirhan: Bi banga dîrokî ya Ocalan re dê nexşerê diyar bibe
10:56 Li Derayê goreke komî hate dîtin
10:28 Li Peruyê navenda kargehan tebiqî: 8 kes mirin, 80 jî birîndar bûn
10:19 Berdana zêdetirî 600 filistîniyan hate taloqkirin
10:02 Ji Meteorolojiyê hişyariya berfê û aşûtan
09:48 ‘Divê saziyên navneteweyî li dijî qetilkirina rojnamegeran bêdeng nemînin’
09:45 Dewleta tirk bi êrişên xwe zêdetirî 40 hezar kes bêav hişt
09:36 ‘Taktîka’ têkçûyî dîsa xistin meriyetê
09:16 Kovara Jinê bi manşeta ‘zimanê dayikê’ derket
09:03 33 sal in faîlên wî nehatine girtin: Ew jî mîna peyrewên xwe netirsiya
09:02 ‘Mevzûata’ wezîr li Îmraliyê naxebite
09:00 ROJEVA 23’YÊ SIBATA 2025’AN
08:50 Li Mêrdînê du malbat bi şer çûn: 3 kes mirin, 10 kes birîndar bûn
22/02/2025
16:38 Platforma jinan a Wanê: Em li hemberî qeyûm serî natewînin
15:37 32 sal in kiryarên wan nehatine dîtin
15:32 Li Amedê meşa ji bo statuya ziman: Em her derî bikin dibistan û zanîngehên kurdî
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn
13:48 Li dijî cezayê îdamê banga liv û tevgerê
13:26 Li Midyadê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn
12:34 'Operasyona li dijî HDK’ê li dijî jiyana azad û bihevre ye'
12:14 Ji Bakirhan ji bo Wezîr Tûnç bersiva 'peyama bidîmen'
12:00 QSD: Êrişên li ser Qereqozax û Tişrînê zêde bûn
11:32 Şandeya YNK û PDK’ê dê li Silêmaniyê bicivin
11:29 Rojnameger Abdurrahîm Kiliç jiyana xwe ji dest da
10:27 Berdana Mehmet Saît Yildirimê 30 sal in girtî ye 9 mehan hat taloqkirin
09:03 Wanî: Ji konteynerên çopê ditirsin
09:03 Unîformayê Sûriyeyê bû sedema girtinê!
09:01 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2025'AN
21/02/2025
16:27 Karê îfadedayinê yê binçavkiriyên HDK’î ya li dozgeriyê temam bû
16:24 Li Amedê dê konsera 21’ê Sibatê bê lidarxistin
15:30 Kedkarê gelek partiyan Şehmûs Yavûz hat oxirkirin
15:12 ‘Hîva’ hat pêşandan
14:40 Çalakiyên 21’ê Sibatê: Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û temînata qanûnî krin
14:19 Bayindir: Îradeya Ocalan a çareseriyê dê pêşî li polîtîkaya xitimandî veke
14:00 Îfadeyên HDK’iyan ên li dozgeriyê dest pê kirin
13:50 Ji bo Ahmet Ozer heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin
13:36 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
13:19 Têketina Qaxizmanê hate qedexekirin
13:02 Hunermendan bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:00 Koroya Jinan a Bajarê Mezin a Amedê hate avakirin
11:53 Rêya 19 gundên Şirnexê ji ber berfê hatin girtin
11:52 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
11:52 Kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatin binçavkirin birin edliyeyê
11:32 Kampanyaya 'Gotina me neqediyaye’ dê bi çalakiyên 8’ê Adarê bidome
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:01 Omer: Heke Tirkiye pirsgirêkên xwe çareser neke dê avantaja xwe ya welatê transît winda bike
10:10 ‘Divê mafê hêviyê bêyî şert û merc bê bicihanîn’
10:09 Navên kesên jiyana xwe ji dest dayin jî di lêpirsîna HDK’ê de hene
09:49 Li Serhedê rêya hezar û 409 gund û zozanan hatin girtin
09:18 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 ‘Ji bo çareseriyê misogerkirina qanûnî divê'
09:10 Ji ber tundiya polîsan çavên wî baş nabînin
09:09 Girtî Sayak: Behsa aştiyê dikin lê li girtîgehan zextan zêde dikin
09:08 Qedexeya çalakiyan a walîtiyê piştî 2 salan hat betalkirin!
09:01 Doz li protestoya qeyûm hat vekirin
09:00 ROJEVA 21’Ê SIBATA 2025'AN
20/02/2025
22:27 Polîs li dora Şaredariya Qaqizmanê kom bûn
21:31 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Qaqizmanê hat birîn
16:51 DEM Partî: Aştiya civakî bi aştiya zimanan pêkan e
16:22 Hesaba X’ê ya JINNEWS’ê hat astengkirin
15:38 15 saziyên çapemeniyê banga berdana rojnamegeran kirin
15:35 Ji Mîkaîl Aslan muzîkala ‘Dîdar’ê
14:44 Li Dêrsimê binçavkirin, qedexe û qeyûm hatin protestokirin
14:28 Nêrgiz Mihemedî ji bo 3 girtiyên jin bang kir
14:13 ‘Sedsal jî derbas bibin dê gelê me serî li ber we netewîne’
13:42 Şebnem Korur Fîncanci beraet kir
13:42 Danişîna doza qetilkirina Tevrîz Dorayê hat taloqkirin
13:16 HDK’ê banga piştevaniyê kir
13:10 Gef li nûçegihana NûJINHA’yê û çavkaniyên nûçeyan hatin xwarin
13:05 Temellî: 25 milyon Kurd hene lê li Meclisê silavdayina bi Kurdî jî qedexe ye
12:52 Parêzerê OHD’î Sarsilmaz hate berdan
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Bang li Komîteya Wezîran kirin: Ji bo azadiya Ocalan berpirsyartiyê bigirin
11:17 Deklarasyona TJA’yê ya 8’ê Adarê: Em li dijî qirkirina jinan serî hildin û berê xwe didin azadiyê
11:13 'Tişta ku gelekî dike gel ziman e, divê Kurdî bibe zimanê fermî’
11:10 'Daxwaza zimanê dayîkê gavek dûr e'
10:43 Li Wanê rêya 264 gundan hate girtin
10:42 Çavê Herêma Federe ya Kurdistanê li Îmraliyê ye
10:17 Dayika 92 salî 31 sal in li benda kurê xwe ye
09:49 Gundên wan 35 sal in qedexe ne: Em li benda bangawaziya Abdullah Ocalan in
09:48 Îdareya Taybet a Bajar germavên Basayê pêşkeşî şaredariyên AKP û BBP’ê kir
09:34 'Egîd Roj komkujî kir belge lewma hedef hate girtin’
09:13 Yagiz: Abdullah Ocalan xwedî perspektîfeke ku hevsengan biguherîne
09:12 Onder: Em ê peyaman ji Ocalan re ragihînin
09:06 Bi hinceta ku kanala Medya Haber TV’yê vekirine qehwexane mohr kirin
09:04 'Em ê tifaqa hevpar a gelan ava bikin'
09:01 ‘Divê xalên li ber zimanê kurdî asteng in bên guherandin'
09:00 ROJEVA 20’Ê SIBATA 2025’AN
08:42 Li Amedê berf bariya
08:41 Berxwedana ciwanan a li dijî qeyûm didome
19/02/2025
16:36 Rapora Wanê: Bi destê dewletê maf û azadî hatin binpêkirin
16:16 Nûçegihanê berê yê DÎHA’yê Oglagi hate girtin
15:37 Wezîrê Dadê: Heke ji bo Îmraliyê serlêdan bê kirin em ê destûrê bidin
15:08 Jinên Botanî bertek nîşanî tundiya polîsan dan
15:01 Konseya Ewropayê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
14:46 Qeyûmê Wanê cîgirê midûrê emniyetê tayînî serokatiya daîreyê kir
14:32 Ayşegul Dogan: Divê Gelên Tirkiyeyê peyama gelê Wanê baş fêm bike
14:16 DEM Partiyiyan ber bi Meclisê ve meş li dar xistin
14:16 Mesrûr Barzanî: Ji bo şer bi dawî bibe em amade ne piştgiriyê bidin