Li Gabarê talana xwezayê didome: Darek nehiştin ku di bin siya wê de rûnin

img
ŞIRNEX - Li Gabarê di bin navê lêgerîna neftê de talana xwezayê didome. Welatiyên ku di sala 1990’î de bi darê zorê ji gund hatine derxistin û niha jî nikarin biçin bax û baxçeyên xwe gotin: “Li Şirnexê darek nehiştin ku di bin siya wê de rûnin.”
 
Li Şirnexê bi salan e talana xwezayê didome. Birîna daran a ku bi hinceta “ewlehiyê” li herêmên Besta, Cûdî û Gabar ên Şirnexê tê kirin, gihişt bejahiya navçeyên Qileban û Elkê jî. Birîna daran a ku li herêma Qeşûra ya navçeya Qilêbanê dest pê kir, ber bi Geliyê Bêtkarê ve belav bû. Her wiha ji ber neftê li Gabarê bi hezaran dar hatin birîn. Li herêmê birîna daran didome û ji ber neftê û madenan xwezaya Şirnexê tê wêrankirin. Welatiyên ku darên wan li Gabarê hatin birîn, bertek nîşanî talankirina xwezayê dan û xwestin ku birîna daran bi dawî bibe.  
 
‘DARÊN ME YÊN KU MABÛN JÎ BIRÎN’
 
Ji welatiyên ku darên wî li Gabarê hatin birîn Ahmet Emîn Tûnç diyar kir ku piştî gundê Meydîn ê giredayî Şirnexê di sala 1992’yan de hat şewitandin, ew neçar manê koçberî Cizîrê bibin û got ku darên wan ên ku li Gabarê mabûn jî hatinê birin. Tunç axaftina xwe wiha domand: “Em gelek caran li dijî wan derketin ku darên me nebirin. Ji ber neftê darên me yên li wir hatine birîn. Em naxwazin darên me bên birîn. Çiya, daristan û darên me hemû tune kirin. Li dijî vê divê bertekek mezin derkeve ku pêşî li birîna daran bê girtin. Êdî darek nehiştin ku di bin siya wê de rûnin. Birîna daran bandorê li ser avhewayê jî dike. Di van salên dawî de ji ber birîna daran demsal û germahiya li vir jî li gor salan guheriye. Ev yek bandora birîna daran e.”
 
‘BI DESTÊ CERDEVANAN DAR TÊN BIRÎN’
 
Welatiya bi navê Medîne Aksoy jî piştî gundê wan Meydîn hatiye şewitandin koçî Cizîrê kiriye. Aksoyê jî bi lêv kir ku darên wan bi destê cerdevanan tên birin û ev tişt gotin: “Gundê me gelekî xweş bû. Darên fêkî, zevî, rez û daristanên me hebûn. Pir demên xweş bûn. Piştî em koçberî vir bûn perîşan bûn. Gundê me hat qedexekirin. Me nikarîbû herin gundê xwe. Niha jî darên me tên birîn. Darên me ji aliyê cerdevanan ve tên birîn. Em naxwazin dar û daristanên me winda bibin. Berê pir xweş bû, niha tiştek nemaye. Em dixwazin darên me neyên birîn. Wan bi tonan û bi hezaran darên me birîn.”  
 
'DARÊN SED SALÎ HATIN BIRÎN'
 
Berîvan Kûtlû, anî ziman ku darên Çiyayê Pîra yê gundê Navyana Şêxan a Şirnexê di sala 2023’yan de bi temamî hatine tune kirin û wiha got: “Ew qadeke daristanî ya mezin bû. Lê wan ew der wek cihekî taybet diyar kirin û ji Besta heta Pîrê dar birîn. Darên me jî li wê herêmê bûn. Darên sed salî hatin birîn. Darên ku gundiyan ew qas qedir û qîmet dida wan ku nedikarîn jê bikin, ji nişka ve tune kirin. Ev talan e. Navekî wê yê din tune ye. Li dijî vê jî kampanyayên îmzeyan hatin destpêkirin û kesên darên wan hatinê birîn bertek nîşan dan. Lê bi hinceta ‘Ewlehiyê’ dar hatin birîn. Lê armanc tunekirina xwezaya Kurdistanê ye. Cihên ku berê daristan bûn û xwezayê xwe nû dikir, niha bûne çol. Dema em em di wan deran re derbas dibin û dibînin ku bûne çol gelekî xemgîn dibin.”
 
‘DIVÊ GAVÊN ŞÊNBER BÊN AVETIN’
 
Kûtlû, destnîşan kir ku divê li dijî talankirina xwezaya Şirnexê gavên şênber bên avêtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li dijî vê pergala ku xwezayê dikuje divê gavên şênber bên avêtin. Heke bertekên ku heta niha hatine dayîn bes bûna, dê encamek bihata bidestxistin. Lewma banga me ev e; Werin em berpirsiyariya xwe bi cih bînin. Li dijî vê qirkirinê em hem li Kurdistanê, hem li Tirkiyeyê û hem jî li derveyî welat dengê xwe bilind bikin. Divê hemû ekolojîst li dijî vê yekê heta ku em encamekê bigirin gavan biavêjin. Lê belê ji ber dengek baş tune ye bi salan e qirkirina daran didome. Heke pêwîst be em hemû bi hev re biçin û li wir konê xwe vekin da ku li Kurdistanê rûxandina dar û xwezayê raweste.”
 
MA / Mahmût Altintaş 

Sernavên din

23/02/2025
12:55 ÎSÎG: Di 11 salan de 2 hezar û 664 ciwanên karker jiyana xwe ji dest dan
12:51 Bakirhan: Bi banga dîrokî ya Ocalan re dê nexşerê diyar bibe
10:56 Li Derayê goreke komî hate dîtin
10:28 Li Peruyê navenda kargehan tebiqî: 8 kes mirin, 80 jî birîndar bûn
10:19 Berdana zêdetirî 600 filistîniyan hate taloqkirin
10:02 Ji Meteorolojiyê hişyariya berfê û aşûtan
09:48 ‘Divê saziyên navneteweyî li dijî qetilkirina rojnamegeran bêdeng nemînin’
09:45 Dewleta tirk bi êrişên xwe zêdetirî 40 hezar kes bêav hişt
09:36 ‘Taktîka’ têkçûyî dîsa xistin meriyetê
09:16 Kovara Jinê bi manşeta ‘zimanê dayikê’ derket
09:03 33 sal in faîlên wî nehatine girtin: Ew jî mîna peyrewên xwe netirsiya
09:02 ‘Mevzûata’ wezîr li Îmraliyê naxebite
09:00 ROJEVA 23’YÊ SIBATA 2025’AN
08:50 Li Mêrdînê du malbat bi şer çûn: 3 kes mirin, 10 kes birîndar bûn
22/02/2025
16:38 Platforma jinan a Wanê: Em li hemberî qeyûm serî natewînin
15:37 32 sal in kiryarên wan nehatine dîtin
15:32 Li Amedê meşa ji bo statuya ziman: Em her derî bikin dibistan û zanîngehên kurdî
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn
13:48 Li dijî cezayê îdamê banga liv û tevgerê
13:26 Li Midyadê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn
12:34 'Operasyona li dijî HDK’ê li dijî jiyana azad û bihevre ye'
12:14 Ji Bakirhan ji bo Wezîr Tûnç bersiva 'peyama bidîmen'
12:00 QSD: Êrişên li ser Qereqozax û Tişrînê zêde bûn
11:32 Şandeya YNK û PDK’ê dê li Silêmaniyê bicivin
11:29 Rojnameger Abdurrahîm Kiliç jiyana xwe ji dest da
10:27 Berdana Mehmet Saît Yildirimê 30 sal in girtî ye 9 mehan hat taloqkirin
09:03 Wanî: Ji konteynerên çopê ditirsin
09:03 Unîformayê Sûriyeyê bû sedema girtinê!
09:01 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2025'AN
21/02/2025
16:27 Karê îfadedayinê yê binçavkiriyên HDK’î ya li dozgeriyê temam bû
16:24 Li Amedê dê konsera 21’ê Sibatê bê lidarxistin
15:30 Kedkarê gelek partiyan Şehmûs Yavûz hat oxirkirin
15:12 ‘Hîva’ hat pêşandan
14:40 Çalakiyên 21’ê Sibatê: Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û temînata qanûnî krin
14:19 Bayindir: Îradeya Ocalan a çareseriyê dê pêşî li polîtîkaya xitimandî veke
14:00 Îfadeyên HDK’iyan ên li dozgeriyê dest pê kirin
13:50 Ji bo Ahmet Ozer heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin
13:36 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
13:19 Têketina Qaxizmanê hate qedexekirin
13:02 Hunermendan bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:00 Koroya Jinan a Bajarê Mezin a Amedê hate avakirin
11:53 Rêya 19 gundên Şirnexê ji ber berfê hatin girtin
11:52 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
11:52 Kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatin binçavkirin birin edliyeyê
11:32 Kampanyaya 'Gotina me neqediyaye’ dê bi çalakiyên 8’ê Adarê bidome
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:01 Omer: Heke Tirkiye pirsgirêkên xwe çareser neke dê avantaja xwe ya welatê transît winda bike
10:10 ‘Divê mafê hêviyê bêyî şert û merc bê bicihanîn’
10:09 Navên kesên jiyana xwe ji dest dayin jî di lêpirsîna HDK’ê de hene
09:49 Li Serhedê rêya hezar û 409 gund û zozanan hatin girtin
09:18 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 ‘Ji bo çareseriyê misogerkirina qanûnî divê'
09:10 Ji ber tundiya polîsan çavên wî baş nabînin
09:09 Girtî Sayak: Behsa aştiyê dikin lê li girtîgehan zextan zêde dikin
09:08 Qedexeya çalakiyan a walîtiyê piştî 2 salan hat betalkirin!
09:01 Doz li protestoya qeyûm hat vekirin
09:00 ROJEVA 21’Ê SIBATA 2025'AN
20/02/2025
22:27 Polîs li dora Şaredariya Qaqizmanê kom bûn
21:31 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Qaqizmanê hat birîn
16:51 DEM Partî: Aştiya civakî bi aştiya zimanan pêkan e
16:22 Hesaba X’ê ya JINNEWS’ê hat astengkirin
15:38 15 saziyên çapemeniyê banga berdana rojnamegeran kirin
15:35 Ji Mîkaîl Aslan muzîkala ‘Dîdar’ê
14:44 Li Dêrsimê binçavkirin, qedexe û qeyûm hatin protestokirin
14:28 Nêrgiz Mihemedî ji bo 3 girtiyên jin bang kir
14:13 ‘Sedsal jî derbas bibin dê gelê me serî li ber we netewîne’
13:42 Şebnem Korur Fîncanci beraet kir
13:42 Danişîna doza qetilkirina Tevrîz Dorayê hat taloqkirin
13:16 HDK’ê banga piştevaniyê kir
13:10 Gef li nûçegihana NûJINHA’yê û çavkaniyên nûçeyan hatin xwarin
13:05 Temellî: 25 milyon Kurd hene lê li Meclisê silavdayina bi Kurdî jî qedexe ye
12:52 Parêzerê OHD’î Sarsilmaz hate berdan
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Bang li Komîteya Wezîran kirin: Ji bo azadiya Ocalan berpirsyartiyê bigirin
11:17 Deklarasyona TJA’yê ya 8’ê Adarê: Em li dijî qirkirina jinan serî hildin û berê xwe didin azadiyê
11:13 'Tişta ku gelekî dike gel ziman e, divê Kurdî bibe zimanê fermî’
11:10 'Daxwaza zimanê dayîkê gavek dûr e'
10:43 Li Wanê rêya 264 gundan hate girtin
10:42 Çavê Herêma Federe ya Kurdistanê li Îmraliyê ye
10:17 Dayika 92 salî 31 sal in li benda kurê xwe ye
09:49 Gundên wan 35 sal in qedexe ne: Em li benda bangawaziya Abdullah Ocalan in
09:48 Îdareya Taybet a Bajar germavên Basayê pêşkeşî şaredariyên AKP û BBP’ê kir
09:34 'Egîd Roj komkujî kir belge lewma hedef hate girtin’
09:13 Yagiz: Abdullah Ocalan xwedî perspektîfeke ku hevsengan biguherîne
09:12 Onder: Em ê peyaman ji Ocalan re ragihînin
09:06 Bi hinceta ku kanala Medya Haber TV’yê vekirine qehwexane mohr kirin
09:04 'Em ê tifaqa hevpar a gelan ava bikin'
09:01 ‘Divê xalên li ber zimanê kurdî asteng in bên guherandin'
09:00 ROJEVA 20’Ê SIBATA 2025’AN
08:42 Li Amedê berf bariya
08:41 Berxwedana ciwanan a li dijî qeyûm didome
19/02/2025
16:36 Rapora Wanê: Bi destê dewletê maf û azadî hatin binpêkirin
16:16 Nûçegihanê berê yê DÎHA’yê Oglagi hate girtin
15:37 Wezîrê Dadê: Heke ji bo Îmraliyê serlêdan bê kirin em ê destûrê bidin
15:08 Jinên Botanî bertek nîşanî tundiya polîsan dan
15:01 Konseya Ewropayê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
14:46 Qeyûmê Wanê cîgirê midûrê emniyetê tayînî serokatiya daîreyê kir
14:32 Ayşegul Dogan: Divê Gelên Tirkiyeyê peyama gelê Wanê baş fêm bike
14:16 DEM Partiyiyan ber bi Meclisê ve meş li dar xistin
14:16 Mesrûr Barzanî: Ji bo şer bi dawî bibe em amade ne piştgiriyê bidin