Ji ber pîrozbahiya Kobanê der heqê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin

  • rojane
  • 10:10 31 Tîrmeh 2024
  • |
img
ÎZMÎR - Parêzerê OHD’î Mehmet Selahattîn Tîmûr got ku li girtîgehên Herêma Egeyê binpêkirinên têkildarî xwegihandina tenduristiyê, lêgerîna tazî û muameleya xerab tên kirin û wiha got: “Derheqê girtiyên ku salvegera serkeftina Kobanê pîrozkirin de lêpirsîna disiplînê hate destpêkirin.” 
 
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) têkildarî binpêkirinên li girtîgehên Herêma Egeyê ku roj bi roj zêde dibin, bi girtiyên siyasî re hevdîtin kirin. Komîsyonê, hefteyek berê hevdîtinên xwe temam kir û tespît kir ku mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin û binpêkirinên weke lêgerîna tazî, muameleya xerab û tundiyê tên kirin. 
 
Sekreterê Şaxa OHD’a Îzmîrê û endamê Komîsyona Girtîgehan Mehmet Selahattîn Tîmûr têkildarî serdanên xwe ji ajansa me re axivî. 
 
'GIRTIYAN PIŞTÎ 2-3 MEHAN DIBIN REVÎRÊ’ 
 
Tîmûr, da zanîn ku di nava 3 mehên dawî de bi taybet jî li dijî girtiyên siyasî binpêkirina mafê tenduristiyê zêde bûye. Tîmûr, diyar kir ku girtiyan nabin revîrê yan jî pir dereng dibin. Tîmûr, wiha domand: “Bi taybet jî li girtîgehên Îzmîrê girtî piştî 2-3 mehan dibin nexweşxaneyê. Sewqên wan ên ji bo nexweşxaneyan jî wisa tên vehêlandin. Gelek caran girtiyên randevuya wan hene jî nabin. Ev rewş bi taybet jî dike ku teşhîsa nexweşiyan dereng were kirin û di tedawiyê de pirsgirêk derkevin.” 
 
'HINCETA NEBIRINA REVÎRÊ WEKE HEJMAR KÊM A XEBATKARAN TÊ NÎŞANDAN’ 
 
Bi domdarî Tîmûr got ku serlêdanên girtiyan ên têkildarî nebirina revîr û nexweşxaneyan jî ji hêla rêveberiya girtîgehê ve wiha tê bersivandin: “Tiştekî ku em bikarin bikin tune ye, ji dozgeriyê bipirsin.” Tîmûr, wiha pê de çû: “Me bi dozgeriyê re hevdîtin kir û hejmara kêm a cendirme û xebatkaran weke hincet nîşan da. Mafê tenduristiyê ne mafekî wisa ye ku ji bo wê hincet bên nîşandan. Yekser girêdayî mafê jiyanê ye. Mixabin ew maf îro ji bo girtiyên siyasî tune ye. Bi van hincetan xetereyê li ser mafê jiyanê yê girtiyan çêdikin. Lewma nexweşiyên gelek girtiyan pêş dikevin û zêde dibin. Girtiyên nexweş jî jiyana xwe ji dest didin.” 
 
'TU BINGEHA HINCETAN TUNE YE’
 
Tîmûr, destnîşan kir ku tu bingeheke hincetên tên nîşandan tune ye û wiha pê de çû: “Jixwe revîr di hundirê girtîgehê de ye. Nikarin bibêjin hejmara xebatkaran kêm e. Ev hincet nayê qebûlkirin. Mecbûr in her roj bijîşkan bînin revîran lê gelek caran tune ne. Girtî nikarin li revîrê xwe bigihînin bijîşkan. Wisa bifikire ku girtî çûn revîrê û sewqa wan ji bo nexweşxaneyê derket. Îcar jî muayeneya destkelemçekirî lê tê ferzkirin. Girtiyên vê red dikin jî mafê wan ê tedawiyê tê astengkirin.” 
 
'HEFTEYÊ 2-3 CARAN LÊGERÎNÊ DIKIN’
 
Parêzer Tîmûr diyar kir ku di demên dawî de her hefteyê 2-3 caran li qawîşan lêgerîn tên kirin û ev agahî parve kir: “Di van lêgerînan de qawîş tên talankirin. Girtî neçar dimînin ku piştî lêgerînê qawîşên xwe paqij bikin. Di dema paqijiyê de çekpas û firçeyên biqasî 40 santîman didin girtiyan. Gelek girtî nexweşiya hestiyan dijîn. Sedema wê jî ev çekpas û firçeyên 40 santîm in. Ji ber ku destikê wan kin e, girtî ji neçarî xwe pir diçemînin û wisa hereket bikin. Ew jî rê li ber nexweşiyên wiha vedike. Di gelek girtiyan de fitqên stû û piştê derketine.” 
 
LI GIRTIYÊN TÊN SEWQKIRIN LÊGERÎNA TAZÎ TÊ FERZKIRIN
 
Di dirêjiya axaftina xwe de Tîmûr da zanîn gelek girtî li girtîgehên Egeyê bêyî daxwaza axwe hatine sewqkirin û ev tişt anî ziman: “Di dema hewa pir zêde germ de girtî nikarin di wesayîta rîngê de bêhn bistînin. Di van wesayîtan de dişînin Burdur, Samsun û cihên din ên dûr. Piraniya van girtiyan nexweşên dil û tansiyonê ne. Ev jî bandoreke neyînî li ser tenduristiya wan dike. Her wiha girtiyên tên sewqkirin, lêgerîna tazî lê tê ferzkirin û tên îşkencekirin. Ji muwekîlên me Gokhan Ozan bêyî daxwaza xwe ji Girtîgeha Odemîşê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê hate kirin. Li wir lêgerîna tazî lê hate ferzkirin û ji ber ku red kir, gardiyanan îşkence lê kirin. Ji ber ku li dijî îşkenceyê li ber xwe daye, derheqê wî de lêpirsîna disiplînê hate destpêkirin.” 
 
DERHEQÊ PÎROZBAHIYA KOBANÊ DE LÊPIRSÎNA DISIPLÎNÊ HAT VEKIRIN 
 
Tîmûr, got ku bi hinceta ku girtiyên li Girtîgeha Jinan a Şakran a Îzmîrê bi boneya salvegera serkeftina Kobanê pîrozbahî li dar xistine, derheê wan de lêpirsîna disiplînê hatiye destpêkirin. Tîmûr, wiha pê de çû: “Di pîrozbahiyê de girtiyan stran gotine. Rêveberiya girtîgehê jî derheqê tevahiya girtiyên siyasî de lêpirsîna disiplînê daye destpêkirin. Tu bingeheke hiqûqî yê vê lêpirsînê nîne. Armanc ew e ku tehliyeya gelek girtiyên jin ku nêz bûye, taloq bikin. Heke cezayekî disiplînê were dayin em ê îtîraz bikin. Ji ber ku pîrozkirina rizgarkirina Kobanê sûc nîne.” 
 
Tîmûr, tiştên li girtîgehan diqewimin weke “cezakirina cara duyemîn” nirxand û wiha bi dawî kir: “Biryarên darazê derbas dikin. Bi vê yekê re mafê jiyanê yê girtiyan binpê dikin. Jiyana girtiyan vediguherînin ezyet û îşkenceyê. Em raporan amade dikin û dê ji saziyên navneteweyî re bişînin. Em ê têkildarî binpêkirinên dawî serî li rêveberiyên girtîhan, dozgerên înfazê bidin. Heke bêencam bimînin jî em ê serî li saziyên navneteweyî bidin.” 
 
MA / Semra Turan
 

Sernavên din

23/02/2025
12:55 ÎSÎG: Di 11 salan de 2 hezar û 664 ciwanên karker jiyana xwe ji dest dan
12:51 Bakirhan: Bi banga dîrokî ya Ocalan re dê nexşerê diyar bibe
10:56 Li Derayê goreke komî hate dîtin
10:28 Li Peruyê navenda kargehan tebiqî: 8 kes mirin, 80 jî birîndar bûn
10:19 Berdana zêdetirî 600 filistîniyan hate taloqkirin
10:02 Ji Meteorolojiyê hişyariya berfê û aşûtan
09:48 ‘Divê saziyên navneteweyî li dijî qetilkirina rojnamegeran bêdeng nemînin’
09:45 Dewleta tirk bi êrişên xwe zêdetirî 40 hezar kes bêav hişt
09:36 ‘Taktîka’ têkçûyî dîsa xistin meriyetê
09:16 Kovara Jinê bi manşeta ‘zimanê dayikê’ derket
09:03 33 sal in faîlên wî nehatine girtin: Ew jî mîna peyrewên xwe netirsiya
09:02 ‘Mevzûata’ wezîr li Îmraliyê naxebite
09:00 ROJEVA 23’YÊ SIBATA 2025’AN
08:50 Li Mêrdînê du malbat bi şer çûn: 3 kes mirin, 10 kes birîndar bûn
22/02/2025
16:38 Platforma jinan a Wanê: Em li hemberî qeyûm serî natewînin
15:37 32 sal in kiryarên wan nehatine dîtin
15:32 Li Amedê meşa ji bo statuya ziman: Em her derî bikin dibistan û zanîngehên kurdî
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn
13:48 Li dijî cezayê îdamê banga liv û tevgerê
13:26 Li Midyadê starta çalakiyên 8'ê Adarê hat dayîn
12:34 'Operasyona li dijî HDK’ê li dijî jiyana azad û bihevre ye'
12:14 Ji Bakirhan ji bo Wezîr Tûnç bersiva 'peyama bidîmen'
12:00 QSD: Êrişên li ser Qereqozax û Tişrînê zêde bûn
11:32 Şandeya YNK û PDK’ê dê li Silêmaniyê bicivin
11:29 Rojnameger Abdurrahîm Kiliç jiyana xwe ji dest da
10:27 Berdana Mehmet Saît Yildirimê 30 sal in girtî ye 9 mehan hat taloqkirin
09:03 Wanî: Ji konteynerên çopê ditirsin
09:03 Unîformayê Sûriyeyê bû sedema girtinê!
09:01 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2025'AN
21/02/2025
16:27 Karê îfadedayinê yê binçavkiriyên HDK’î ya li dozgeriyê temam bû
16:24 Li Amedê dê konsera 21’ê Sibatê bê lidarxistin
15:30 Kedkarê gelek partiyan Şehmûs Yavûz hat oxirkirin
15:12 ‘Hîva’ hat pêşandan
14:40 Çalakiyên 21’ê Sibatê: Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û temînata qanûnî krin
14:19 Bayindir: Îradeya Ocalan a çareseriyê dê pêşî li polîtîkaya xitimandî veke
14:00 Îfadeyên HDK’iyan ên li dozgeriyê dest pê kirin
13:50 Ji bo Ahmet Ozer heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin
13:36 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
13:19 Têketina Qaxizmanê hate qedexekirin
13:02 Hunermendan bertek nîşanî binçavkirinan dan
12:00 Koroya Jinan a Bajarê Mezin a Amedê hate avakirin
11:53 Rêya 19 gundên Şirnexê ji ber berfê hatin girtin
11:52 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
11:52 Kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatin binçavkirin birin edliyeyê
11:32 Kampanyaya 'Gotina me neqediyaye’ dê bi çalakiyên 8’ê Adarê bidome
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:01 Omer: Heke Tirkiye pirsgirêkên xwe çareser neke dê avantaja xwe ya welatê transît winda bike
10:10 ‘Divê mafê hêviyê bêyî şert û merc bê bicihanîn’
10:09 Navên kesên jiyana xwe ji dest dayin jî di lêpirsîna HDK’ê de hene
09:49 Li Serhedê rêya hezar û 409 gund û zozanan hatin girtin
09:18 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 ‘Ji bo çareseriyê misogerkirina qanûnî divê'
09:10 Ji ber tundiya polîsan çavên wî baş nabînin
09:09 Girtî Sayak: Behsa aştiyê dikin lê li girtîgehan zextan zêde dikin
09:08 Qedexeya çalakiyan a walîtiyê piştî 2 salan hat betalkirin!
09:01 Doz li protestoya qeyûm hat vekirin
09:00 ROJEVA 21’Ê SIBATA 2025'AN
20/02/2025
22:27 Polîs li dora Şaredariya Qaqizmanê kom bûn
21:31 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Qaqizmanê hat birîn
16:51 DEM Partî: Aştiya civakî bi aştiya zimanan pêkan e
16:22 Hesaba X’ê ya JINNEWS’ê hat astengkirin
15:38 15 saziyên çapemeniyê banga berdana rojnamegeran kirin
15:35 Ji Mîkaîl Aslan muzîkala ‘Dîdar’ê
14:44 Li Dêrsimê binçavkirin, qedexe û qeyûm hatin protestokirin
14:28 Nêrgiz Mihemedî ji bo 3 girtiyên jin bang kir
14:13 ‘Sedsal jî derbas bibin dê gelê me serî li ber we netewîne’
13:42 Şebnem Korur Fîncanci beraet kir
13:42 Danişîna doza qetilkirina Tevrîz Dorayê hat taloqkirin
13:16 HDK’ê banga piştevaniyê kir
13:10 Gef li nûçegihana NûJINHA’yê û çavkaniyên nûçeyan hatin xwarin
13:05 Temellî: 25 milyon Kurd hene lê li Meclisê silavdayina bi Kurdî jî qedexe ye
12:52 Parêzerê OHD’î Sarsilmaz hate berdan
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:32 Bang li Komîteya Wezîran kirin: Ji bo azadiya Ocalan berpirsyartiyê bigirin
11:17 Deklarasyona TJA’yê ya 8’ê Adarê: Em li dijî qirkirina jinan serî hildin û berê xwe didin azadiyê
11:13 'Tişta ku gelekî dike gel ziman e, divê Kurdî bibe zimanê fermî’
11:10 'Daxwaza zimanê dayîkê gavek dûr e'
10:43 Li Wanê rêya 264 gundan hate girtin
10:42 Çavê Herêma Federe ya Kurdistanê li Îmraliyê ye
10:17 Dayika 92 salî 31 sal in li benda kurê xwe ye
09:49 Gundên wan 35 sal in qedexe ne: Em li benda bangawaziya Abdullah Ocalan in
09:48 Îdareya Taybet a Bajar germavên Basayê pêşkeşî şaredariyên AKP û BBP’ê kir
09:34 'Egîd Roj komkujî kir belge lewma hedef hate girtin’
09:13 Yagiz: Abdullah Ocalan xwedî perspektîfeke ku hevsengan biguherîne
09:12 Onder: Em ê peyaman ji Ocalan re ragihînin
09:06 Bi hinceta ku kanala Medya Haber TV’yê vekirine qehwexane mohr kirin
09:04 'Em ê tifaqa hevpar a gelan ava bikin'
09:01 ‘Divê xalên li ber zimanê kurdî asteng in bên guherandin'
09:00 ROJEVA 20’Ê SIBATA 2025’AN
08:42 Li Amedê berf bariya
08:41 Berxwedana ciwanan a li dijî qeyûm didome
19/02/2025
16:36 Rapora Wanê: Bi destê dewletê maf û azadî hatin binpêkirin
16:16 Nûçegihanê berê yê DÎHA’yê Oglagi hate girtin
15:37 Wezîrê Dadê: Heke ji bo Îmraliyê serlêdan bê kirin em ê destûrê bidin
15:08 Jinên Botanî bertek nîşanî tundiya polîsan dan
15:01 Konseya Ewropayê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
14:46 Qeyûmê Wanê cîgirê midûrê emniyetê tayînî serokatiya daîreyê kir
14:32 Ayşegul Dogan: Divê Gelên Tirkiyeyê peyama gelê Wanê baş fêm bike
14:16 DEM Partiyiyan ber bi Meclisê ve meş li dar xistin
14:16 Mesrûr Barzanî: Ji bo şer bi dawî bibe em amade ne piştgiriyê bidin