Li benda rizgarkirina keça xwe ya di destê DAIŞ'ê de ye

  • jin
  • 09:03 2 Tebax 2024
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Sual Seyfo Xelef ya ku esîr ket û di sala 2019'an de ji Qampa Holê hat rizgarkirin, niha li benda rizgarkirina keça xwe ya 12 salî ye. 
 
Di ser fermana 3'yê Tebaxa 2014'an re ya bi destê DAIŞ'ê li ser Şengalê pêkhatî 10 sal derbas bûn. Di fermanê de bi hezaran êzdî rastî qirkirinê hatin û gelek ji wan jî bi alikariya hêzên YJA-Star û HPG'ê hatin rizgarkirin. Êzdiyên ku ji aliyê hêzên PDK'ê û hikûmeta Iraqê ve terkî mirinê hatin kirin, gelek ji wan esîr ketin destê DAIŞ'ê û li bazaran hatin firotin. Gelek ji wan hê niha di destê DAIŞ'ê de ne û li benda alikariyê ne. 
 
Weke bi hezaran malbatên din Sual Seyfo Xelefê ya ji gundê Girzêrikê jî bi malbata xwe dixwaze xwe bigihînin çiyayên Şengalê. Lê belê DAIŞ ku qirkirina civakê kiribû armanc vê yekê texmîn kirîbû û li wir jî bi cih bûbû. Wekî gelek malbatan, malbata Sual Seyfo Xelefê jî ket destê DAIŞ'ê. DAIŞî bi darê zorê çarşafên reş li wan kirin û wan wekî xenîmeta xwe îlan kirin. Lê ya paşê hat serê kesên hatin revandin aqilê mirovan disekinîne. 
 
ESÎRKETIN
 
Sual Seyfo Xelef ku ew bi xwe jî ketiye destê DAIŞ'ê û hê niha jî keça wê di deste DAIŞ'ê de ye û li benda rizgarkirinê ye, behsa serpêhatiye xwe kir. Xelefê anî ziman ku ew ê wan rojan tu carî jibîr neke û wiha axivî: "Em roja fermanê çûn heta lofan.  DAIŞ'ê avêt pêşiya me û di lofan de em girtin. Me anîn nav bajarê Şengalê. Me hemû esîran kom kirin, jinên ciwan û zarokên keç ji me veqetandin. Em 2-3 rojan li Şengalê girtin. Piştî teyare li nezî me dan, me birin girtîgeha Baduşê. Li wir vê carê zarokên kur, jin û mêrên temenmezin ji me qut kirin û birin. Tenê em jin û hinek zarok mabûn li wê derê. Careke din teyareyan li me da û vê carê jî em birin Telaferê. Ez bi xwe jî li Mûsil, Hepîsxaneya Baduşê, Telafer mam."
 
'YÊ KU MISILMANTÎ QEBÛL BIKE EM Ê BIGIHÎNIN MALBATÊN WAN'
 
Sual Seyfo Xelefê anî ziman ku destpêkê wan birine gel jinên temenmezin yên ku beriya wê ji wan qut kirîbûn, lê vê carê zarokên keç ji wan qetandine. Sual Seyfo Xelefê wiha behsa wan kêliyan kir: “Li wir keçikên biçûk ji me qut kirin. 23-24 roj em li wê derê man. Li Tilafer ji me re gotin 'yên ku misilmantiyê qebûl bikin em ê wan bigihînin malbatên wan, malê bidin wan.' Yên ku gotin em misilmantiyê qebûl dikin û zarokên wan ji wan girtîbûn birin, gihandin malbatên wan. Malbatên ji hev qutkirî li malan dianîn gel hev car din. Me jî car din wekî malbat kom kirin. Em pênc mehên din li gundê Kesîrmehrebê man. Rojekê ber bi êvarê hatin û gotin 'kom bibin', yê me bibirana bajarê Mûsilê.”
 
ESARETA BER BI REQAYÊ VE
 
Xelefê anî ziman ku ji malbata wê 13 kes ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine desteserkirin û wiha domand: "Me li Mûsilê jî 25 rojan esîr girtin. Gotin 'yên ku dixwazin karekî bikin bila bêjin em ê wan bibin Tilaferê.' Me got ku 'em ê bên.' Em nêzî 50 nefer ji heman derdorê malbatan bûn. Me birin Tilaferê. Wê demê kal û pîr şandibûn Iraqê. Em li Tilaferê çar mehan man. Hinek kes temenmezin bûn, seqet bûn. Ew kom kirin û şandin Iraqê, wan firotin eqrebeyên me. Ji bo me jî gotin yê me jî bidin xwediyên me, lê dema karê me xilas dibe. Ji xwe ji malbata me 13 nefer esîr ketîbûn. Xesûya min li wir berdabûn, em 12 nefer di destên wan de mabûn. Rojekê dîsa me hemû esîran kom kirin. Dest û çavên mêran girêdan û ew birin. Piştî wê me wan cardin nedît. Dîsa ketin nav me û keçên ciwan û jinên xwedîzarok, zarokên kur ji me qut kirin û birin. Zarokên 8 heya 12 salî cuda kom kirin û birin. Me jin û zarokên hiştîbûn şeş rojan di medreseyekê de girtin û piştre me birin Sûrî. Zarokên ku ji me qut kiribûn dibirin perwerdeya xwe didan wan. Em li Sûrî 40 rojan bi hev re mabûn, piştre me hemû yek bi yek ji hev qut kirin. Em 12 ferdên malbatekê bûn. Wê çaxê min jî ji malbata min qut kirin. Em li Reqayê bûn dema me ji hev cuda kirin. Min birin Tedmûrê. Heya 2-3 carên din min birin Reqayê û vegerandin Tedmûrê. Piştre cardin demekê birin Reqayê, ji wir piştre min birin bajarê Hema, ji wir jî birin Meyadîn. Ji wir jî min birin Hecîn, birin Şehba, ji wir jî birin." 
 
JIN Û ZAROK JI HEV VEQETANDIN
 
Xelefê diyar kir ku ji ber ku hin jinên êzdî misilmantiyê qebûl nedikirin li ber çavên wan dihatin qetilkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Çeteyan her jinekê demekê li gel xwe dihiştin û piştre difirotin yekî din. Her wiha li her yekî me mal didan guhartin. Dema me girtin gotibûn heger hûn bibin misilman em ê we berdin. Lê tiştekî  wisa nîn bû. Gelek kesan ji bo xwe û zarokên xwe xilas bikin gotin ew misilmantiyê qebûl dikin, lê li gora gotina xwe neçûn. Pirsgirêk tenê kişandina dînê xwe nîn bû bawerim. Gelek ji wan dayîk, zarok, jinên ciwan heya niha jî winda ne. Em nizanin ka wana kuştine, yan niha li hepsa de ne. Em nizanin çi bi serê wan anîne. Ew jin û zilamên sala 2015'an ji me qut kirîbûn jî ti agahî me heya îro jî negirtiye. Hinek hatin xilaskirin, karîn bigihêjin Şengalê, hinek jî çûn derveyî welat lê ji wan gelek zêdetir destê çeteyan de jî mane. Heya îro jî tektûk tên rizgarkirin û dikarin vegerin.” 
 
JI QAMPA HOLÊ HAT RIZGARKIRIN
 
Xelefê da zanîn ku piştî demeke ew li Qampa Holê hatiye rizgarkirin û dibêje: "Sala 2019'an ez li bajarê Bahozê bûm. Derdora me hatibû girtin. Ew mala ku ez li gel wan dimam gotin ku em ê bi hev re biçin Qampa Holê, lê divê ez teqez nebêjim ku ez êzdî me. Gotin heger bêjim ez êzdî me yê min bifiroşin welatên derve û min tu demî nedin nasên min. Ez 25 rojan gel wê malbatê di Qampa Holê de mam. Hevaleke min hebû ku em li Bahoz bi hev re bûn, me hevdû naskir, kurekekî din jî li wir bû. Me wî jî naskir. Em bûbûn sê kes. Kurik çû ji asayişa hevalan re got ku em êzdî ne. Wê şevê saet 02:00’yê şêv bû ku Asayîşa Rojavayê hat li derdora çadir girt û me xilas kir. Wê demê endamên asayîşê ji me pirsîn ku çima me destpêkê negot em êzdî ne. Me jî got me newêriya bêjin. Me hişyar kiribûn ku em nebêjin. Me ji wan pirsî ku yê me bi kûderê ve bibin. Gotin yê me bibin gel xwediyên me. Heya saet 4:00 sibê me li avahiya îdarê de hiştin. Qeyda me girtin. Piştre trambêlek hat û me birin avahiya Mala Êzdiyan ya li Sûrî. Em 25 rojan li wir man. Piştre hûdûd vekirin û me anîn Iraq’ê gihandin xwedanên me.” 
 
KEÇA WÊ DESTÊ WAN DE MA 
 
Sual Seyfo Xelefê behsa keça xwe ya biçûk a ku hê nehatiye rizgarkirin ji destê DAIŞê û got ku her kêlî li wê difikire. Sual Seyfo Xelefê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Beriya fermana 2014'an rû dayî em mirtextir bûn. Piştre em esîr ketin û me gelek zor û zehmetî dît. Em bi xwe hatibin rizgarkirin jî car din tiştek zêde neguheriye. Ji ber ku esîrên me di destê wan de ne. Keça min di destê wan de ye. Keça min dû salî bû. Dema ez hatibûm rizgar kirin bûbû 7 salî. Ez her kêlî wê difikirim. Ez niha li vir jiyan bikim, kar û bar bikim, bixwim, vexwim jî feyda min jê nîne. Ev pênç sal e ez hatime lê ew maye û hêjan di destê wan de ye. Di vê rewşê de çi xweşiyê dikarim ji vê jiyanê bibînim? Li Şehba keça min ji min standin û me ji hev qut kirin, carna me hev û dû didît lê piştî min derbasî bajarê Bahozê kirin me êdî hev du nedît. Demekê wêneyên wê ji min re şandin, gotin em ê bînin ji te re, lê tu kesî wê heya niha neaniye. Niha temenê keça min bûye 12 salî.”
 
MA / Zeynep Durgut

Sernavên din

03/01/2025
15:54 Li gundên Minbicê pevçûnên dijwar hene
15:38 Nobeda li sînorê Qamişloyê: Ger hûn jidil bin hûn ê guh bidin vîna çareseriyê
14:54 KCDP’ê rapora 2024’an weşand: 394 jin hatin qetilkirin
13:45 Çalakvanên ser sînorê Kobanê: Her peyva Ocalan dê aştiyê ava bike
13:08 Dewleta tirk bi SÎHA’yan avahiya şaredariyê hedef girt
13:07 Tanrikulu yê CHP’î: Dê helwesta me ya ji bo diyalogê bidome
13:04 Bi hezar kes li ser sînorê Kobanê meşiyan: Dê berxwedana Rojava bi ser keve
12:00 Xelkê Kobanê ji bo HSD û YPJ’ê seferber bû
11:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:33 ENAG û TUÎK’ê daneyên enflasyona salane eşkere kirin
11:29 Kaya ê di protestoya qeyûm de hate girtin qala îşkenceyê kir
11:11 Wezîrên Fransa û Almanyayê li Şamê ne
10:46 Gel ji bo meşa ser sînor li Pirsûsê kom bû
10:45 Bernameya Şandeya Îmraliyê ya Meclisê diyar bû
10:28 Serokê Baroya Amedê: Ji bo çareseriyê em amade ne peywirê li xwe bigirin
09:47 Baroya Mêrdînê li dijî biryara qeyûm serî li dadgehê da
09:42 HDK û DEM Partiyê ji bo aştiya civakî zend û bend badan
09:41 Li Tunusê keştiyên penaberan noqî avê bûn: 27 kes mirin
09:26 Rojnamevan Şah: Dê şerê xetên bazirganî û enerjiyê berbelav bibin
09:25 Bavek û 2 jê nexweş 4 kur
09:06 Çi bû ji Rojîn Kabaîşê: Çima hevala wê naaxive?
09:03 'Ger hêviya ji bo aştiyê hebe divê ji bo mafê hêviyê gavên zelal bên avêtin'
09:01 Di têkoşîna azadiyê de 3 jin: Dê neyên jibîrkirin
09:00 ROJEVA 3’YÊ ÇILEYA 2025’AN
02/01/2025
21:26 HSD: Tirkiye tevî koma paramîlîter 'Huras El Din' êrişî Minbic û Bendava Tişrînê dike
21:20 Endamê Meclisa DEM Partiyê Rohat Guvercîn hate girtin
16:58 DAKAP çû serdana malbata Rojîn Kabaîşê: Divê berpirsyar bên darizandin
16:54 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin
16:47 HSD’ê banga diyalogê kir
16:44 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Bahçelî bi dawî bû
16:29 Rapora girtîgehan: Êrîş, kelepçekirin, lêgerîna tazî
15:48 Rojnameger Yalçin sewqî Girtîgeha Kirşehîrê hate kirin
15:47 Ji bo tevlibûna meşa li ser sînorê Kobanê bang hate kirin
15:33 Dayikên Aştiyê: Ji bo şer bi dawî bibe divê her kes berpirsyartiyê li xwe bigire
15:11 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Bahçelî dest pê kir
14:59 Li Zanîngeha Dîcleyê ji bo Rojîn Kabaîşê çalakî hat lidarxistin
14:45 Onder ji bo pirsa têkildarî hevdîtina bi Erdogan re got: Li ser tê axaftin
14:45 Navenda Parastina Mafên Rojnamegeran: Girtina produksiyonan biryareke siyasî ye
14:20 Weqfa Aştiyê: Ji bo Tirkiye ji prangayên xwe rizgar bibe firsendek çêbû
14:05 Bi hezaran kes ber bi sînorê Qamişloyê ve meşiyan: Banga Ocalan li muxalefetê kirin
13:36 Hevdîtina şandeya DEM Partiyê û Kurtulmuş dest pê kir
13:33 Muameleya xerab li girtiyê nexweş Aksaç hate kirin
13:27 HSD: SNHR sûcên dewleta tirk vedişêre
13:26 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar
12:38 Karnameya azadiya çapemeniyê ya Tirkiyeyê
12:17 Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:16 Qeyûmên Êlih û Dêrsimê karker ji kar derxistin
12:03 Çalakvanên ser sînorê Qamişloyê: Divê hevdîtin bidomin û dewlet gavan biavêje
11:31 Mêdêa derdikeve turneya Kurdistanê
11:20 'Divê Yekitiya Baroyan rola xwe bilîze û li dijî tecrîdê derkeve'
11:15 Şandeya Îmraliyê dê biçe serdana Bahçelî û Kurtulmuş
11:14 Kurkçu banga berpirsyartiyê li sosyalîstan kir
10:45 Ozgur Ozel: Ez ji bo pêvajoya nû dibêjim ‘erê’
10:07 Li Zaxoyê 2 wesayît bi SÎHA’yan hedef hatin girtin
10:03 Dayika Sêvê Demîr: Xeyalên keça min li Rojava dijîn
09:58 Ji bo meşa ber bi sînorê Kobanê ve banga tevlibûnê
09:08 Demîrel ê OHD'î: Mafê hêviyê wê bibe gava ewil a dilsoziyê
09:07 'Em ê bi hev re Rojavayê biparêzin'
09:03 Francesca Baruffaldi: Serbestberdana Abdullah Ocalan dê bibe gava ewil a demokratîkbûyînê
09:02 Xebatkara Şîrketa Gizingî Berbeyan Tewar Adil: Ev êriş li dijî azadiya jinê ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2025'AN
01/01/2025
17:22 'Gava şênber a pêvajoyê azadiya Ocalan e'
15:49 Li Tişrînê pevçûn, li Tebqayê bombebaran
15:17 Ji bo rojnamegerên îtalî ku li Îranê hat girtin bangewazî
14:46 Li ser sînorê Kobanê nobed didome
14:40 Taziyeya Baysoy bi girseyî hate ziyaretkirin
13:40 Li ser sînorê Kobanê nobed di roja 10’emîn de didome
13:25 Qeyûm 26 karkerên din jî ji kar derxist
13:19 Ji Hunergaha Welat klîbeke nû: Gujje Çemê Me
13:18 Li Qereqozaqê SÎHA’yeke Tirkiyeyê hat xistin
13:04 MKG’ê bertek nîşanî girtina Kompanya Gizîngê Berbeyan da
12:47 Li ser Ukraynayê sewqiyata gazê hat rawestandin
12:39 Buhayê abonetiya gaza xwezayî hat zêdekirin
12:38 Senatorê fransî: Modela Rojava ji bo avakirina Sûriyeyê referans e
11:45 Di sala nû de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan
10:50 Der barê ekolojîstan de lêpirsîn hat vekirin
10:49 Li Colemêrgê zext tevahiya salê dewam kirin
09:48 Piştgirî ji bo peyamên Ocalan: Em ê piştgiriyê bidin her gava bê avêtin
09:37 Serdana Girtîgeha Panosê kir: Li ser laşê girtiyan şopên îşkenceyê hebûn
09:19 Rojnameger Germiyanî: Di hikûmeta nû de PDK û YNK dê hebin
09:18 Tifaqa gundekî li hemberî cinawirekî: Gurê Manco
09:01 Nobeda li sînor: Ha Kobanê ha Pirsûs
09:00 Canpolat: Divê Abdullah Ocalan bi hemû derdoran re hevdîtinê bike
09:00 ROJEVA 1’Ê ÇILEYA 2025’AN
31/12/2024
16:43 Şerîfe Mihemedî rakirin nexweşxaneyê
16:38 Der heqê 16 parlamenteran de 26 fezleke pêşkeşî Meclisê hatin kirin
16:30 Budak ê tehliyeya wî 2 caran hatibû astengkirin hate berdan
15:21 Li Seravê Navenda Jiyanê ya Jinan hate vekirin
15:16 Di çalakiya ser sînor de piştgirî dan peyama Abdullah Ocalan
14:50 Qeyûmê Dêrsimê 9 kes ji kar derxist
14:45 ‘Divê her kes li dora peyama Ocalan bibe yek’
14:37 IFJ: Di 2024'an de 122 rojnameger hatin kuştin
14:32 Ji Weşanxaneya Aramê 17 pirtûk
14:21 Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Divê binpêkirinen li dijî rojnamegeran bên lêkolînkirin
13:26 Gundên Biradostê hatin bombebarankirin
13:13 Nobeta li ser sînorê Pirsûs-Kobanê di roja 9’an de didome
13:13 Pira Qereqozaqê û xaçerêya Sirînê tê bombebarankirin
12:33 Piştî 32 salên dîlgirtinê hat bajarê xwe
11:48 Baysoy ê jiyana wî bi têkoşînê derbas bû wefat kir
11:44 Biryarên Komîsyona OHAL’ê di tûrikê kîjan saziyê de ne?