Jinên êzîdî banga ‘bila ji berpirsên komkujiyê hesab bê pirsin’ kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên êzîdî di salvegera Komkujiya Şengalê de xwestin ku ji berpirsyarên qirkirinê hesab were pirsîn. 
 
Bi boneya 10’emîn salvegera Komkujiya Şengalê ya 3’yê Tebaxa 2014’an, li gelek bajaran daxuyanî hatin dayin, çalakî hatin lidarxistin û kesên jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn. 
 
Yekitiya Jinên Êzidî ya Helebê têkildarî mijarê daxuyanî da. Daxuyanî bi amadebûna bi dehan endamên Yekitiya Jinên Êzidî ya Helebê û endamên Kongra Star li ber Komîngeha Şehîd Seqir û Ferhad a li Taxa Eşrefiyeyê hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku komkujiya 10 sal berê li Şengalê hatiye kirin, komkujiya herî hovane ya sedsala 21’emîn bû.
 
Bi domdarî hat diyarkirin ku DAIŞ’iyan komkujî pêk anîn, jin revandin, li bazaran kirîn û firotin û tecawiz lê kirin. Daxuyanî wiha dom kir: “Ev sûcên ku xaleke reş li eniya mirovahiyê ye şopeke xirab li dirûniya jinan hiştiye. Fedakariyên YPG, YPJ, gerîlayên HPG û YJA-Starê li pêşiya komkujiyên zêdetir girtin û zemîna avakirina YBŞ û YJŞ’ê ava kir. Weke jinên êzîdî em dixwazin ku ji bo berpirsên komkujiya li Şengalê lêpirsîneke navneteweyî were vekirin û hesap jê were pirsîn.” 
 
Çalakî bi dirûşma “Bijî berxwedana Şengalê” bi dawî bû. 
 
SEROKKOMAR REŞÎD: DIVÊ SÛCDAR BÊN CEZAKIRIN
 
Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd jî têkildarî Komkujiya Şengalê daxuyaniyek da. Letîf Reşîd got ku divê hewldanên ji bo eşkerekirina çarenûsa êzidyên hatine revandin werin lezkirin û ev tişt anî ziman: “Divê sucdarên jenosîdê werin dadgehkirin û cezayê xwe bistînin. Pêwîste ji bo vegera koçberên Şengalê, ewlekarî, aramî û dabînkirina hemû pêdawîstiyên jiyanî Şengalê, karên cidî bên kirin.”
 
PEYAMA SUDANΠ
 
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî jî têkildarî komkujiyê li ser hesaba xwe ya fermî ya X’ê peyamek parve kir. Sûdanî di peyama xwe de wiha got: “Hikûmeta me ji bo parastina mafên hemû kesên ku ji terorê zirar dîtine xebatên xwe didomîne. Em jî rêzikên xwe yên qanûnî diparêzin da ku parastina adil ji mexdûran re misoger bikin û ji nû ve avakirina deveran berdewam bikin. Ji bo êzidiyên ku neçar mane koç bikin û vegerin warên xwe xebatên me didomin. Hêzên me yên ewlehiyê ji bo tunekirina bermayên terorîstan xebatên xwe didomînin.”
 
KOMÎTEYA JI BO CÎBICÎKIRINA ‘QANÛNA ÊZIDIYAN’ HAT AVAKIRIN 
 
Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwekîlê Parlamentoya Iraqê Muhsîn Mendelavî jî got ku ji bo cîbicîkirina “Qanûna Êzidiyan” komîteyeke tayber avakirine û wiha got: “Qanûna Êzidiyan ne tenê ji bo êzidiyan, tevahiya tirkm, xiristiyan û şebekan digire nav xwe. 
 
JIYAN SEKINÎ
 
Di serî de li Şengalê, li gelek bajarên Iraqê û Herêma Federe ya Kurdistanê gel derket kolanan û ji bo qurbaniyên komkujiyê deqeyek rêz girt. 
 

Sernavên din

07/08/2024
13:36 Hevserokê HDP’î yê navçeyê hate berdan
13:22 HPG’ê têkildarî Zapê daxuyanî da
13:08 Leşkerekî binefser li Zapê hat kuştin
13:02 Li Behra Spî erdhej
12:28 Şewata li Dêrsimê hate vemirandin
12:08 Kiliçdaroglû û Babacan ji bo sersaxiyê çûn serdana Bakirhan
12:01 Tecrîdkirina Ocalan di rojeva parlamentoya Awistralyayê de ye
11:51 Weliyê ku Tirkiyeyê radestî komên paramîlîter kiribû, bi fîdyeyê hate berdan
11:33 Li Serêkaniyê pankartên Ocalan hatin daliqandin
11:32 Îdiaya TUÎK’ê: Yek ji saziya herî şefaf a cîhanê em in!
11:05 MKG: Rojnamegerên jin di dorpêça darazê de ne
10:33 Serokê hikûmetê yê demkî yê Bangladeşê diyar bû
10:33 Nehiştin girtî Sert bi malbata xwe re wêneyeke komî bikişîne
09:47 Hêzên bi ser Şamê ve êrişî Dêrazorê kirin: 2 kes hatin kuştin
09:46 Jineolojî di hejmara nû de li ser ‘Başûr’ disekine
09:44 Hevserokê Giştî yê OHD'ê Çakmak: Sedema êrişan neçareserkirina meseleya kurd e
09:43 PADÊ bang li dadgeha Iraqê kir: Biryarê di ber çavan re derbas bikin
09:27 Hevserokê SYKP’ê Tîtîz: Sedema esasî ya krîza aborî şer e
09:26 Di ezmûnê de bi ser ketin, walîtiyê pêşî li wan girt
09:24 Demîrel: Êrişên li ser çanda kurdî rengvedana tecrîdê ye
09:23 Li Zapê şerekî dijwar diqewime
09:05 Ji bo 7 bajaran hişyariya barîna zêde hate kirin
09:05 Ji ber netevdîrgirtinê qeza çêdibin: Ji dêvla hûn bela xwe di kurdî bidin tevdîrê bigirin
09:04 ‘Aram Tîgran dê her tim di dilê kurdan de bijî’
09:03 Bêrîvan Şaxo: Li deverên dagirkirî tirkî li xelkê tê ferzkirin
09:00 Dayika ev sê sal in li cenazeyê keça xwe digere: Qet nebe bila gora wê hebe
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2024'AN
06/08/2024
21:12 Li Osmaniyeyê kesek ji ber govendê hat girtin
20:15 Rojnamevan Ren hat berdan
16:51 Li Efrînê îşkence li 2 zarokan hate kirin
16:03 Muxalefetê ji bo qedexekirina Instagramê banga civîna awarte kir
15:15 Dayikên Aştiyê banga mezinkirina daxwaza aştiyê kirin
15:14 Rapora girtîgehên Egeyê: Muameleya xerab û tundî li girtiyan tê kirin
14:57 SES: Ji ber ku tevdîr nayên girtin em dimirin
14:22 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Katz ji bo Erdogan got ‘Dîktator’
14:01 Li Şirnexê Konferansa Jinan hat lidarxistin
13:34 9 baregehên nû hatin çêkirin, 184 malbatan malên xwe terikandin
13:25 Ji bo pirsa xizmeta bi kurdî bersiva ‘dewleta tirk dabeş nabe’ da
13:24 Girtiyê kurd li Îranê hat bidarvekirin
12:42 Ji bo betalkirina biryara BTK’ê ya li ser Instagramê doz hat vekirin
12:29 Rêveberiyên Xwecihî ya DEM Partiyê encamnameya komxebeta xwe eşkere kir
11:52 ÎSÎG: Di meha tîrmehê de 144 karker mirin
11:41 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kir
10:18 Çeteleya tundiyê ya tîrmehê: 21 jin û 4 zarok hatin qetilkirin
09:51 Anket: Dengê AKP’ê daket ji sedî 26’ê
09:50 Dadgeha Iraqê biryar da ku Tevgera Azadî û PADÊ bên girtin
09:42 Demîr bang li muxalefetê kir: Em li dijî polîtîkayên şer bibin yek
09:40 Dr. Gossner: Divê Ocalan were berdan û daxilî çareseriya siyasî bê kirin
09:31 Li Agiriyê sewalkar yek bi yek îflas dikin
09:15 Hem hilberîner hem cotkar zehmetiyê dikişînin
09:09 Ji ber ku bi kurdî axivî hevdîtin hat bidawîkirin
09:08 Di kampanya ‘azadiyê’ de wê bikin ku NY bikeve tevgerê
09:07 'Em bi berbelavkirina kurdî bersivê bidin êrişan'
09:07 Mûtlû: Wê têkoşîna ji bo hevserokatiyê netew-dewletê bihejîne
09:02 Newroz Uysal: Di hevdîtinên me de daxwaza lezgîn a yekitiya neteweyî hat kirin
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2024'AN
08:44 Li Osmaniyeyê serdegirtinên ‘govendê’: 5 kes hatin binçavkirin
08:34 Bacên gumrikê hatin zêdekirin
05/08/2024
23:32 Li Êlihê Şevbuhêrka Dengbêjan
22:17 Li Stenbol û Îzmîrê nobeda li dijî qeyûm: Wê gelê kurd bi ser bikeve
17:53 Ên li Herekolê jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
16:58 Di çalakiya 'Deng bide azadiyê' de gazî kirin: Dawî li tecrîdê bînin
15:50 729 hezar penaberên Sûriyeyî winda ne!
15:35 Di şewata li Şankûşê de rezên gundiyan jî şewitî
15:12 Cenazeyên gerîlayan radestî malbatên wan hatin kirin
15:08 Hatimogûllari: Bila biryarên DMME’yê bên sepandin
Bakirhan: Divê Can Atalay demildest bê tehliyekirin
15:03 Werîşe Muradî dadgehê protesto kir û beşdarî danişînê nebû
15:02 Li Cizîrê ji ber germahiyê kolan vala man
14:41 Serokwezîra Bangladeşê welat terikand
14:20 Ji ber bobelata ceyranê giliyê Serokê Şaredariya Îzmîrê hat kirin
14:20 Bangawaziya hevpar: Divê biryara Can Atalay were pêkanîn
13:54 Zilamê ku Pinar Bayrakê kuştibû hate girtin
12:58 Jinek li Mêrsînê hate kuştin
12:24 Li Îngîltereyê kabîne li dijî êrişên nijadperest bi lezgînî dicive
12:04 Di çalakiyên protestoyê yên li Bangladeşê de 300 kes mirin
11:22 Li navçeya Şankûşê agir bi dar û deviyan ketiye
10:36 Li Elkê 3 gund du meh in di bin dorpêça leşkerî de ne
10:34 Îdiaya TUÎK’ê: Enflasyona salane daket ji sedî 61’an
09:52 ENAG: Di meha tîrmehê de enflasyon ji sedî 5,91 zêde bûye
09:29 Tedawiya girtiya siyasî ya nexweş tê astengkirin
09:11 Dayika girtiyî ya li dij tecrîdê têdikoşe: Em jiyanekî wekhev dixwazin
09:04 ‘Qedexekirina kurdî tê wateya qedexekirina hebûna kurdan’
09:01 Nivîskar Yurtsever: Tirkiye dixwaze cihên hatine valakirin dagir bike
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2024'AN
08:33 Xwebûn bi manşeta ‘Govend azadî ye’ derçû
04/08/2024
22:37 Jîn Artê konsera Kasim Taşdogan li dar xist
22:14 Di tûrnûvaya futbolê de bal kişandin ser zimanê zikmakî
20:17 Îsraîlê dîsa êrişî dibistanan kir: 30 kes mirin
19:59 Komkujiya Şengalê hate şermezarkirin: Em berxwedana jinan silav dikin
17:41 Prof Ekîncî yê gotibû ‘Pêşî Kurdî’ vexwendin îfadeyê
17:09 Hevserokên TUHAYDER’ê hatin berdan
16:33 Li Xeta Jinê hevdîtina jinan
16:00 Li Qersê du malbat bi şer ketin: 4 kes birîndar bûn
15:37 Li Mêrdînê karkerekî di cînayeta kar de jiyana xwe ji dest da
14:34 Li pêşiya girtîgehê çalakiya ‘azadiyê’: Guftûgo û muzakere welêt parçe nakin
14:05 Damezirînerê SADAT’ê Tanriverdî mir
13:54 Uçar: Azadiya Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê pir girîng e
13:50 DEM Partî çû serdana girtiyên Doza Geziyê
12:46 Komên paramîlîter li Efrînê 4 welatî revandin
12:37 Li dijî tecrîdê çalakiyên rûniştinê tên destpêkirin