ENQERE - Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û koma AKP’ê de dest pên kir.
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, bi koma AKP’ê re hevdîtinê dike.
Şandeya DEM Partiyê li Meclisê ji hêla Serokwekîlê Giştî yê AKP’ê Efkan Ala, Serokwekîlê Koma Meclisê Abdullah Guler, Serokwekîlên Koma AKP’ê Ozlem Zengîn û Omer Çelîk ve hate pêşwazîkirin.