COLEMÊRG - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Colemêrgê li dijî qezayên trafîkê xwestin Tunela Yenîkopruyê tavilê bê vekirin.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Colemêrgê têkildarî qezayên trafîkê, hezaz û ketina keviran a li ser rêyên di navbera bajaran û navçeyan de, daxuyanî da. Endamên platformê, li ber Tunela Yenîkopruyê li ser rêbejê daxuyanî dan.
Serokê Yekitiya Odeyên Esnaf û Zinaetkaran a Colemêrgê Muharrem Tekîn got ku ji ber venekirina Tunela Yenîkopruyê gelek qeza çêdibin û ev tişt anî ziman: “Ji ber hezazê û ketina keviran, zarokê 12 salî Ceyhun Kirbaş jiyana xwe ji dest da. Ev nêzî saleke vekirina tunelê tê paşdexistin lewma qezayên trafîkê çêdibin. Tevî bangên me jî tu tevdîr nehatin girtin. Ev jî xetereyê li ser jiyana gel çêdike. Em dixwazin tunel di demekî herî kêm de bê vekirin.”
Serokê Odeya Ajokar û Otomobîlvanan a Colemêrgê Abdî Arslan jî anî ziman ku ew naxwazin êdî li ser vê rêyê kesek jiyana xwe ji dest bide û banga vekirina tunelê kir. Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan jî xwest ku kêmasiyên tunelê tavilê bên temamkirin û tunel were vekirin. Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê Sîbel Çapraz jî daxwaza rêyên biewle kir.
Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.