Li pêşiya girtîgehê çalakiya ‘azadiyê’: Guftûgo û muzakere welêt parçe nakin

STENBOL - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan di çalakiya “Deng bide azadiyê” ya li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de xwestin tecrîd were rakirin û gotin: “Guftûgo û muzakere welat parçe nakin.”  

 
Xizmên girtiyan û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li çalakiya îro bûn. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo şikandina tecrîdê û aştiya civakî deng bide azadiyê” hate hilgirtin. Her wiha beşdaran pêşmalkên “Meşa azadiyê” li xwe kirin. Beşdaran gelek caran dirûşmên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. 
 
HATÎMOGÛLLARI: DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE 
 
Hatîmogûllari di çalakiyê de bal kişand ser zextên li girtîgehan û wiha got: “Tiştên îro li girtîgehan diqewimin, mîna kiriyarên serdema cuntaya 1980’ê ne. Heman sepan li girtîgehan di meriyetê de ne. Li cihekê tecrîda Îmraliyê lê didome em dibînin bê ka kli pêşiya çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk û aştiyane astengiyeke çiqas mezin e. Divê tecrîda li Îmraliyê tavilê bê rakirin. Di serî de girtiyên nexweş, divê muameleya xerab û dermirovî ya li dijî hemû girtiyan tavilê bi dawî bibe. Girtiyên nexweş di mercên herî giran de tên ragirtin. Serlêdanên ji bo ATK’ê her tim bi demê re tên vehêlandin.”
 
‘ÎŞKENCEYA DI NAVA ÎŞKENCEYÊ DE DIKIN’ 
 
Bi domdarî Hatîmogûllari girtîgehên bi tîpên F, L û S’yê rexne kir û wiha pê de çû: “Li van girtîgehên behsa xeberê, îşkence di nava îşkenceyê de tê kirin û tecrîd di nava tecrîdê tê ferzkrin. Tu eleqeya vê pergalê bi mafên mirovan re nîne. Em li vir bang li rayedaran dikin; van pirsgirêkan bi dawî bikin û rewşa girtiyên nexweş careke din ber çavan re derbas bikin.”
 
Di berdewamê de Hatîmogûllari bal kişand ser taloqkirina tehliyeya girtiyan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hewceye ev binpêkirinên giran ên li girtîgehan tavilê bên bidawîkirin. Ji bo vê jî malbat her roja yekşemê dengê xwe bilind dikin. Em jî dengê xwe li dengê wan zêde dikin û dibêjin ku li dijî van binpêkirinên giran ên mafên mirovan û ji bo parastina azadiyê em bi malbatên xwe re ne. Em ê piştevaniyê mezintir bikin. Em ê teqez bi ser kevin û wan caxên hesin û wan dîwarên sar bi hev re parçe bikin.” 
 
BAKIRHAN: KESÊN GOVEND GERANDIN DI GIRTÎGEHÊ DE NE 
 
Bakirhan, jî ev tişt anî ziman: “Heke hûn bixwazin bê ka li welatekî azadî û demokrasî heye yan na, wê demê li girtîgehan binêrin. Axaftina bi kurdî û govenda kurdî weke sûc tê dîtin. Îro li Tirkiyeyê milet ji ber ku govend gerandine di girtîgehê de ne. Ji ber ku fikrên xwe gotine hatine girtin. Ji ber ku li pey heq û hiqûqê ketine niha girtî ne. Yên xwedî li îradeya xwe derketin niha girtî ne. Girtîgehên Tirkiyeyê nîşan didin ku demokrasî tune ye.” 
 
Bi domdarî Bakirhan pirsên “Gelo ma hûn qet bêzar nebûn, ma hûn newestiyan?” kir û wiha axivî: “We ev welat wêran kir, we aboriya wê tune kir. Li her çar aliyên cîhanê dibêjin li Tirkiyeyê azadî û demokrasî tune ye. Lê hûn heman tiştan dîsa dikin. Heta ku hûn biavêjin zindanan dê aboriya we her di vî halî de be û ya wêrane be. Hûn dê xweşiyê bi xwe nebin. Lîreyê we bû xwelî. Kesek nabêje Tirkiye welatekî demokratîk e.” 
 
'GUFTÛGO WELÊT PARÇE NAKE’
 
Bakirhan, daxuyand ku pirsgirêka sereke ya welêt pirsgirêka kurd e û mezintirîn aktorê çareseriyê jî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Bakirhan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Abdullah Ocalan dibêje ‘werin em pirsgirêka kurd bi rêya guftûgo û muzakereyan çareser bikin.’ Hûn çima çareser nakin? Guftûgo û muzakere vî welatî parçe naknki. Feraseta ku kurdan, muxalîfan diavêje zindanan û îşkence dike dê Tirkiyeyê dabeş bike. Çareserkirina pirsgirêka kurd a bi muxatabên wê re dê zirarê nede vî welatî. Lê ev sepanên we zirar didin. Çima? Kurd dibêjin ‘di hiqûqê de cotstandartî heye.’ Lewma jî em dibêjin dev ji vî aqilî berdin, dev ji vê wehşet, îşkence, nîjadperestî û faşîzmê berdin û tavilê girtiyên nexweş, girtiyên siyasî yên we bi awayekî derhiqûqî girtin û girtiyên înfaza xwe temam kirin berdin.” 
 
Bakirhan, axaftina xwe wiha qedand: “Vekirina deriyên girtîgehan dê bike ku zemîna nîqaşên li ser demokrasî û azadiyê çêbibe. Tê wateya nîqaşkirina meseleya kurd. Tecrîdê rakin û mîna di sala 2015’an de, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd dîsa maseya guftûgo û muzakereyê ava bikin. Bi muxataban re rûnin. Werin em mîna mirovan nîqaş bikin.” 
 
Piştî axaftinan, çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.
 
 

Sernavên din

03/03/2025
10:47 TJA’yê bernameya 8’ê Adarê aşkera kir
10:36 'Kampanya ji bo azadiya Abdullah Ocalan wê bi gavên nû bidome'
10:35 Aytaç: Banga Ocalan xwedî wê potansiyelê ye ku hevsengiyên li Rojhilata Navîn biguherîne
10:03 Endamê Şandeya Aqilmendan Ozgen: Divê derbasî pêvajoya muzakereyan bibin
09:44 ‘Em ê ji Banga Aştî û Civaka Demokratîk re bibin bersiv’
09:43 Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê: Divê meclis berpirsyartiyê li xwe bigire
09:00 ROJEVA 3’YÊ ADARA 2025’AN
02/03/2025
17:00 Çalakiyên 8’ê Adarê: Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin
16:32 Agirê ewil ê Newrozê li gundê Abdullah Ocalan hate hilkirin
15:17 ‘Em ê xwedî li banga Abdullah Ocalan derkevin'
14:52 Bi hinceta ‘li cem hev rûniştine’ ceza dan girtiyên di heman qawîşê de
14:42 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet gavên şênber biavêje
14:16 NPG’ê têkildarî ‘agirbestê’ daxuyanî da: Ji bo hemû hêzên me derbasdar e
14:10 Seroka Meclisa DTSO’yê: Em ê di pêvajoya nû de her berpirsyartiyê li xwe bigirin
14:06 Hunermendan got: Pêvajoya nû herî zêde erkê dixe ser milê rewşenbîr û hunermandan
13:51 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê ya Navneteweyî di Mijdarê de tê lidarxistin
12:27 Tevî agirbestê jî êrişên dewleta Tirk didomin
12:23 HSD: Êrişên çeteyan hatin têkbirin
12:22 Li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê krîza randevuyê: Gelek nexweş jiyana xwe ji dest didin
11:06 Jin dê pêşengtiya guherîn û veguherînê bikin
10:44 ‘Banga dîrokî ji bo çareseriya demokratîk firsendek e’
10:42 Danişîna parêzvanê walî ku destdirêjî li zarokekê kiribû sibê ye
10:32 Tuncer Bakirhan: Muxatabekê banga dîrokî jî Meclis e
10:04 DEM Partî dê bi rojeva ‘banga dîrokî’ li 100 navendan bi gel re bicive
09:52 'Ji bo çareseriyê êdî dora dewletê ye’
09:45 Kovara Jinê bi manşeta ‘Jin li ser aştiyê diaxivin’ derket
09:39 Ayla Akat Ata: Pêvajo li hemû pêkhateyan ferz dike ku bi awayekî kolektîf tevbigerin
09:38 Hevseroka KNK'ê: Banga Ocalan formula çareseriyê ye
09:03 ‘Divê ji bo mafê hêviyê di qanûnan de guhertin bên kirin’
09:00 ROJEVA 2’YÊ ADARA 2025’AN
01/03/2025
16:06 Ji xizmên windayan piştgirî ji bo banga Abdullah Ocalan
15:25 Foza Yûsif: Pêngava Rêber Apo dê bandorê li herêmê bike
14:36 Di çapemeniya cîhanê de daxuyaniya PKK’ê ya agirbestê
14:26 Onder: Hefteya pêş wê gelek tişt zelal bibin
14:18 Li aqûbeta Cuneyt Aydinlar pirsîn
12:36 OHD: Ji bo 'mafê hêviyê' divê sererastkirinên qanûnî bên kirin
12:32 ANHA 12 salî ye
10:30 Serokê Baroya Amedê Guleç: Divê destûra bingehîn a nû bê rojevê
09:54 Teqawid çareseriylê dixwazin: Ne ji bo şer, ji bo teqawidan budçe
09:11 Huda Kaya: Divê gavên şênber bên avêtin
09:07 'Divê mafên siyasî û çandî yên kurdan bên naskirin'
09:01 ROJEVA 1'Ê ADARA 2025'AN
08:23 PKK'ê agirbest îlan kir: Em tevli banga Rêber Apo dibin
28/02/2025
18:18 Ji DEM Partiyê mesaiya 'banga dîrokî'
18:10 Ji Jînoelojiyê banga hevdîtina xwendinê
16:49 Hesabên X’ê yên JINNEWS û Xwebûnê hatin astengkirin
16:48 ‘Em îdiaya xwe ya jiyana azad mezin dikin’
16:27 'Heta edalet neyê aştî çênabe’
16:03 Rapora girtîgehên Anatoliyaya Navîn: 408 bûyerên îşkenceyê hatin tespîtkirin
15:31 Li Sûrê Navenda Piştgiriyê ya Jinê hat vekirin
15:01 Ji bo hunermend Gencay Morkoç biryara tehliyeyê
14:26 Ozel bang li Erdogan kir: Zelal û wêrek be
14:08 ‘Bila êriş bên sekinandin û makezagoneke nû bê çêkirin’
13:48 ‘Banga Serok erênî bû û em ji Serokê xwe bawerin'
13:17 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:16 Rêxistiya Efûyê ya Navneteweyî ji bo Şerîfe Mihemedî bang kir
13:05 Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê: Divê tavilê berpirsyartiyê li xwe bigirin
13:03 Serokwezîrê Îtalyayê yê berê D’Alema: Banga Ocalan bangekî wêrek e
13:03 Îmamoglû: Em bangê binirx dibînin, berpirsyartî tenê li ser milê aliyekî nîne
13:02 Serokê EMEP’ê: Divê gavên ku qada maf û azadiya fireh dikin bên avêtin
12:10 Kekê xwe piştî 4 salan di wêneyê dîrokî de dît: Divê êdî azad bibin
11:57 Oluç: Gavên ku divê dewlet û îktîdar biavêje hene
11:37 Rejîma Îranê di 8 salan de herî kêm 56 zarokên Beluc qetil kir
11:32 Banga dîrokî ya Abdullah Ocalan manşeta rojnameyan bû
11:12 Dayikên Aştiyê: Em ji rêberê xwe bawerin
10:41 Rojnameger Çalişlar: Heke bang baş were nirxandin dê pêşiya Tirkiyeyê vebe
10:36 33 salan di girtîgehê de ma: Ev bang ne dawî ye, destpêkeke
09:56 Kêliyê dîrokî: Abdullah Ocalan şande çawa pêşwazî kir, çi qewimî?
09:03 Keda nayê xuyakirin: Kedkarên nava malê
09:02 Li Şirnexê şerê taybet: Bersiva wezaretê ya ji bo parastina 'leşkeran' riziya!
09:00 ROJEVA 28’Ê SIBATA 2025’AN
08:47 Mesrûr Barzanî: Em piştgiriyê didin hewldanên aştiyane
07:36 Qesra Spî: Banga Ocalan gaveke girîng e
27/02/2025
23:59 Sekreterê Giştî yê NY'ê Guterres: Banga Ocalan ji bo çareseriyê bû çirûskek hêviyê
21:54 Berxwedêrên Tişrînê peyama dîrokî ya Ocalan guhdar kirin
20:53 Ji êzdiyan piştgirî ji bo banga dîrokî
18:07 Dema li banga dîrokî guhdarî dikirin hêsir barandin
18:04 Li gel wêneyên Abdullah Ocalan li bangê guhdarî kirin
17:56 Li Qada Bajar a Wanê bi deh hezaran kesan li banga dîrokî guhdarî kir
16:58 Ji Abdullah Ocalan banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’: Ji bo berdana çekan divê aliyê siyaseta demokratîk û hiqûqî bê naskirin
16:48 Wêneyê banga dîrokî
16:31 Bi hezaran kes li Qada Şêx Seîd in: Bijî berxwedana Îmraliyê
15:49 Li Qada Şêx Seîd kelecana ji bo banga dîrokî: Me nekarî şeva din rakevin
15:47 Şandeya Îmraliyê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hat pêşwazîkirin
15:34 Kesên ku dê banga dîrokî bixwînin diyar bûn
15:31 Banga dîrokî dê bi wêne be
15:27 Li Amedê gel diherike Qada Şêx Seîd
15:12 Herî kêm 300 rojnameger dê banga dîrokî bişopînin
15:10 Di çalakiyên 8’ê Adarê de gel vexwendin banga dîrokî
14:18 Hevdîtina li Îmraliyê bi dawî bû
14:06 Bi hezaran kes ber bi Amedê ve diherikin
13:59 Rêveberiya Baroya Amedê ji doza ‘Qirkirina Ermenan’ beraet kir
13:37 Li 7 navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ekranên mezin hatin danîn
13:17 SOHR: Di nava 24 saetan de herî kêm 5 kes hatin kuştin
13:03 Xelkê Botanê ji bo banga dîrokî ber bi Amedê ve bi rê ket
12:31 Amed xwe ji bo banga dîrokî amade dike
12:30 Qada Bajar a Wanê ji bo banga dîrokî amade ye
11:58 Cihê ku dê banga dîrokî lê were kirin diyar bû
11:56 HSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
11:54 Parlamentoya Îranê pêşniyarqanûna ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê red kir