Bi ser qetilkirina Huseyîn Deniz re 32 sal derbas bûn: Kujerekî bavê min mamosteyê lîseya min bû

img

WAN - 32 sal di ser qetilkirina Rojnameger û Nivîskar Huseyîn Denîz re ku ji aliyê endamên Hîzbullahê ve hat qetilkirin, derbas bûn. Keça Huseyîn Denîz, Zozan Denîz, der barê kujerê bavê xwe de cara ewil  bîranînek xwe vegot: “Ji kujeran yek jê li lîseya ku min lê dixwend mamoste bû. Dema ku sûcdar em didît serê xwe dizîvirand, lê me dizanî ku ew sûcdar e. Her cara ku me ew kes didît, me bi kîn, nefret û bi jan li wî dinêrî.”

Di ser qetilkirina nûçegihan û nivîskarê Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyîn Denîz re 32 sal derbas bûn. Denîz ku biraziyê zanayê kurd Apê Mûsa (Mûsa Anter) bû, di 9'ê tebaxa 1992'yan de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê hat qetilkirin. Denîz, bi salan li Sêwereg û Nisêbînê mamostetî kir. Denîz ku di dema darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê de hat binçavkirin, 3 salan di Girtîgeha Amedê de ma. Xebatên Denîz ên li ser ziman û folklora kurdî ku di wan salan de dest pê kiribû, di salên pêş de jî berdewam kir. Di sala 1991’ê de pirtûkên wî yên bi navê “Gotinên Pêşiyên Kurdan” û pirtûka zarokan “Ji Nav Ajalan” hatin çapkirin. Denîz ku endamê Yekîtiya Nivîskarên Navneteweyî PEN’ê bû, beriya Rojnameya Ozgur Gundemê di gelek rojname û kovarên wekî Yeni Ulke, Cumhûriyet, 2000'e Dogrû û Welat gotarên wî hatin weşandin. Denîz ê ku di 31'ê gulana 1992'yan de dema ku Rojnameya Ozgur Gundemê dest bi weşanê kir bû nûçegihanê Serêkaniyê yê rojnameyê, li ser rûpela forûmê ya rojnameyê nivîs dinivîsand.
 
Denîz ê ku di 9'ê tebaxa 1992'yan de li kolaneke navçeya Serêkaniyê di encama êrîşa çekdarî de bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê. Denîz, rojek şûnde bi pêşengiya malbata wî de ji bo lênêrîneke baştir birin Amedê. Lê belê Denîz di 10'ê tebaxê de hêj negihişt Amedê jiyana xwe ji dest da. Piştî Denîz pirtûkên bi navê “Huseyîncan” bi kurdî û tirkî hatin çapkirin. Pirtûka ku di sala 2022’an de hat weşandin, heval û xizmên wî qala wî dikin.
 
NIVÎSA MÛSA ANTER
 
Di nivîseke Zanayê Kurd Mûsa Anter de ku piştî kuştina biraziyê xwe Huseyîn Denîz nivîsandibû wiha hatibû gotin: “Bi rastî Huseyînê me ji şehîdê Kerbelayê Huseyîn ne kêmtir e. Huseyîn, ez nikarim ji te re bibêjim 'tu mirî'. Mirina te ewqas li min giran e ku ger ez bêjim tu miriyî qey min tu kuştiyî. Lê xem neke lawê min, 'Ez xalê te me' heta ku ez sax bim, ez ê cihê te jî binivîsim. Na, heke ew min jî bikujin, ez ê bigihim te û ev gihîn dê bibe gihîna herî baş.”
 
'DI PÊVAJOYEKE GELEK ZEHMET DE TEKOŞÎN DAN'
 
Keça Huseyîn Denîz Zozan Denîz ku gava bavê xwe winda hat qetilkirin 8 mehî bû, bi gotinên nasên xwe bavê xwe nas kiriye. Zozan Denîz a ku bi çîrok û têkoşîna bavê xwe Huseyîn Denîz mezin bû wiha got: “Dema ku nasan behsa bavê min dikirin çavên wan dibiriqîn, min wisa fêm kir ku bavê min mirovekî baş e. Hogir û hevalên bavê min gelek piştgirî dan min. Ez bi bêrîkirina bavê xwe mezin bûm. Her ku me dibihîst ku bavê min çi têkoşer, berhemdar û mirovekî baş e, em bi rûmettir bûn. Bavê min û hevalên wî di demên herî dijwar de tekoşîn kirin. Her tim bi pênûs û nivîsên xwe hewl dan hilberînin. Bavê min jî li ser zimanê kurdî xebitî û salek beriya ku were qetilkirin pirtûka bi zaraveyên kurmancî û zazakî ya bi navê 'Gotinên Pêşiyên Kurdan' çap kir. Heke şehîd nebûya dê zêdetir xebat bikira.”
 
 
‘PERGALÊ WISA DIHESIBAND KU EW Ê BI KUŞTINA REWŞENBÎRAN TÊKOŞÎNÊ BIŞKÎNIN'
 
Denîz da zanîn ku ji bo têkoşîna bavê xwe û hevalên wî bidomîne û rêya wan bişopîne çi ji destê wê tê dike û diyar kir ku li gel zextên pergalê jî dê vê yekê bidomînin. Denîz anî ziman ku pêkanînên pergalê yên qetilkirina rewşenbîr û nivîskaran di salên dawî de bi girtîgeh û gefan dewam dikin. Denîz bi lêv kir ku civakê rewşenbîr û nivîskarên xwe ji bîr nekirin û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Di 15’ê Gulanê Roja Zimanê Dayikê ya Kurdî de Egîtîm-Sen û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê li ser navê bavê min pêşbirkek li dar xist. Em fikirîn ku ji ber zextan dê beşdarbûn kêm bibe, lê hem ji welat hem jî ji derveyê welat gelek kesan eleqeyeke mezin nîşan dan. Bi rastî, ez li benda girseyek wisa bi heybet nebûm. Bi wê heyecan û qelebalixa di salonê de ez gelek serbilind bûm. Dema ku me hesret, hezkirin û hurmeta di çavên mirovan de dît, me hêj bêtir birûmet hîs kir. Ez û birayên xwe her tim li ser xema 'Gelo em ê bikaribin bibin layiqê tekoşîna bavê xwe?' mezin bûn.”
 
Denîz anî ziman ku "cînayetên kiryar nediyar" destê qirêj û tarî yê wê pêvajoyê bûn û wiha got: “Me baş dizanibû ku kiryar kî ne. Pergal difikirî ku kurd bi qirkirinê dê bi dawî bibin, lê ti carî bi ser neketin û wê bi ser nekevin jî.”
 
YEK JI KUJERÊN BAWÊ WÊ DI LÎSEYA KU LÊ DIXWEND MAMOSTE BÛ
 
Denîz bîranîna xwe ya yekemîn a der barê kujerên bavê xwe de wiha vegot: “Yek ji qatilên bavê min ê bi navê Nîhat Beşkat li Lîseya Ceylanpinarê ku min lê dixwend mamostetî dikir. Dema ku sûcdar em didît serê xwe dizivirand, lê me zanî ku ew mirovekî sucdar e. Vî kesî ji ber zextên derûnî dibistan guhert. Her cara ku me ew kes didît, me bi kîn, nefret û bi jan lê dinêrî. Dû re, me bihîst ku wî ji me re peyamek şandiye ku haya wî ji tiştekî tune ye û bajar terikandiye. Helbet me rastî dizanibû. Rayedaran wê demê gotin ku wan (tetîkkêş) girtiye, lê di nava çend salan de wî jî beraat kirin. Jixwe ji ber borîna demê dosya hat girtin. Me rewş bir AÎHM’ê, lê dîsa jî me tu encam bi dest nexist û kiryar nehatin eşkerekirin. Li gel Nîhat Beşkat di nav kesên ku kiryar kirine de behsa kesê bi navê Halîl Gov jî dihat kirin, lê me Gov qet nedît. Ev her du nobedar bûn û yê ku gulebaran kir jî kesek ji derve hatibû. Dewletê bi her awayî ew parastin.”
 
40 ROJ PIŞTÎ DENÎZ MUSA ANTER JÎ KUŞTIN
 
Denîz diyar kir ku Mûsa Anter xalê bavê wî bû û anî ziman ku Anter ew kesê ku bavê wê mezin kiriye û perwerde kiriye ye. Denîz anî ziman ku bavê wî û Mûsa Anter gelekî ji hev hez dikirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mûsa Anter ji ber şehadeta bavê min gelekî xemgîn bû. 40 roj piştî ku bavê min hat qetilkirin, xalê min Mûsa jî şehîd ket. Her çiqasî gotin kiryar nediyar in jî me kiryar nas dikir. Kuştina van mirovên bedew, timî berhemdar travmayek mezin li ser me hişt. Lê vê yekê jî rêya me vekir, bav û xalê min ji me re bûn ronahî. Ez dayika du zarokan im û hewl didim her du zarokên xwe bi ziman û çanda xwe mezin bikim. Em hewl didin ku mîrateya wan biparêzin.”
 
'MIN ŞÎRANÎ DIRÊJÎ WÊNEYÊ BAVÊ XWE DIKIR’
 
Denîz bi domdarî wiha wiha got: “Dema ez biçûk bûm min şîranî dida wêneyê bavê xwe. Bavê min pir ji keçan hez dikir. Navê min bavê min û xalê min Mûsa Anter dan ser min. Her tim digot ‘Heke keçeke min çêbibe ez ê wê pir baş mezin bikim’. Lê mixabin pergalê ev yek li wî û li me pir dît. Min di jiyana xwe de di tu deman de nekarî peyva bav bi kar bînim. Tişta ku ez herî zêde jê bêpar hîs dikim hembêzkirin û axaftinên bav-keç in.”
 
'EM Ê DEV JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDIN'
 
Denîz bal kişand ser zehmetiyên di serdema ku bavê wî hate qetilkirin de û wiha dawî li axaftina xwe anî “Erka me ew e ku em ti carî dest ji têkoşînê bernedin. Zext bi awayekî sîstematîk dewam dikin. Mixabin ev rewş êdî bûye qedera gelê kurd. Di wê demê de, dihizirin ku bi komkujiyan wê kurdan biqedînin. Niha jî bi binçavkirin û girtinê hewl didin pêşî li ziman, reng, kinc û govendên me bigirin. Em ê ti carî dest ji têkoşîna çanda xwe bernedin û em ê her tim çanda xwe bidomînin. Em ê heta ji destê me bê ziman û çanda xwe biparêzin.”
 
MA / Bazîd Evren

Sernavên din

13/08/2024
09:00 ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2024'AN
08:48 Li sê bajaran gelek kes hatin binçavkirin
12/08/2024
23:32 Berxwedana li dijî qeyûm didome
22:52 Endamê Koma Aştiyê Aktaş jiyana xwe ji dest da wê li Meletiyê bê definkirin
21:36 Rêveberiya Xweser ji bo piştgiriyê şandeyek şand Dêrazorê
18:59 Şaredariya Amedê dê ji bo kurdî termînolojiya hevpar çêke
16:54 Alîgirên Amedsporê yên binçavkirî hatin berdan
16:52 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Dawî li tecrîdê bînin
15:36 Li Silopiyayê teqîn çêbû
15:16 Meclis dê ji bo Can Atalay bicive
15:10 Li Dêrazorê di êrişa hêzên Şamê de 14 kes birîndar bûn
15:08 Platforma Jinan a Enqereyê: Dê têkoşîna me ya ji bo mafên xwe bidome
14:42 Sirri Sakik: Alî Budak xiyanetê li gelê Avkevirê kir
14:33 Hevserokên TEV-DEM’ê yên nû diyar bûn
14:09 Rêxistinên gelek bajar û navçeyan ji TÎP’ê îstîfa kirin
13:05 Wezîr Tunç ji bo girtiyên nexweş got: Di destê me de dane tune ne!
12:50 TJA: Divê hemû jin û dinya piştevaniya êzidiyan bike
12:25 Hêzên Îranê kolberek din kuştin
12:14 Rejîma Îranê cezayê hepsê da 2 rojnamegeran
11:50 Kesên di serdegirtina dawetê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:40 Endamê Meclisa Gel a Dêrazorê: Em li cem HSD’ê şer dikin
10:52 TUÎK: Hejmara bêkaran derket 3 milyon û 305 hezar kesan
10:48 Li Nîjerê ji ber şiliyê hejmara miriyan derket 94 kesî
10:22 Di êrişên Dêrazorê de 2 sivîl birîndar bûn û xesar gihîşt gelek malan
10:14 Cîgirê serokkomarê Îranê Zerîf îstîfa kir
09:09 Cotkarên petêx û zebeş: Heke wiha bidome em ê dev ji cotkariyê berdin
09:09 TÎHEK’ê serlêdana der heqê Soylu de red kir
09:08 Berxwedana Hesandînê didome: Ji xwe re xeyalan çênekin, ev hêj destpêk e
09:07 Nehiştin parêzerê li dijî lêgerînê derketî bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bike
09:02 Li Girtîgeha Şirnexê axaftina bi kurdî hat qedexekirin!
09:01 Meteorolojiyê ji bo Serhed û Behra Reş banga hişyariyê kir
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2024'AN
08:43 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘24 saet bû 40 sal’ derket
11/08/2024
23:59 Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Depê bi coş dawî bû
23:59 Belgefîlma ‘Li Kurdistanê mij û şev’ hate nîşandan
23:42 Li Çiyayê Pîremegrûnê şewat derket
23:36 ‘Gef û biçûkxistina li dijî êzdiyan divê were astengkirin’
23:17 Amedspor ji deplasmanê bi yek puanê ve vegeriya
22:58 Zaroka ketiye golê jiyana xwe ji dest da
21:55 Tevgera Azadî: Îradeya gelê Kerkûkê bi ser ket
20:24 Serdana birîndarên Dêrazorê hate kirin
20:11 Beriya maç were lîstin ‘amedspariyên biforma’ hatin binçavkirin
19:54 ‘Divê em xwedî li çand û ziman derkevin’
19:12 Bakirhan: Heke aştî nebe ne nan ne jî edalet dibe
19:09 Ji KCD'ê hişyariya PDK'ê: Em ê destûr nedin hûn êzidiyan qurbanî berjewendiyên xwe bikin
18:51 Ji Foza Yûsifê banga diyalogê: Çareserî di destê sûriyeyiyan de ye
18:33 Li herêma hatiye bombebarankirin şewat derket
18:21 Ji Îmamoglû hişyariya Çewligê: Erdheja bi pileya 7 û jortira wê tê payîn
17:29 Nexweşê nav cihan dema hate binçavkirin krîza dil derbas kir
17:15 Meclis dê bi awarte bicive
15:54 Rêveberiya Xweser: Hikûmeta Şamê rastiyan berevajî dike
15:40 Dewleta tirk gundên Amediyeyê bombebaran kir
15:37 Xizmên girtiyan tecrîda li Îmraliyê protesto kirin
14:52 Berdevkê YNK’ê Pîre têkildarî Kerkûkê daxuyanî da
14:13 Li pêşiya mala Bayrak a hatiye qetilkirin bang kirin: Em bêçare nînin
13:43 Li Manîsayê qeza: 4 kes mirin
13:43 Amedsporê formayên sezona nû da nasîn
12:45 Gundên Minbicê hatin bombebarankirin
12:29 Di nava 11 salan de 407 karkerên xurekan jiyana xwe ji dest dan
11:58 Turk Telekomê ji bo înternetê zem kir
11:00 Şewata li Salihliyê didome
10:28 DEM Partî: Xetereya komkujiyeke nû li ser êzidiyan heye
10:26 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:16 Pasûrî li Hasandînê li ber xwe didin
10:16 Li Stenbolê bi ser dawetê de hate girtin
10:15 Roj bi roj 10 mehên kampanyaya ‘azadiyê’
09:53 Tiliya kê di êrişên li Dêrazorê de heye?
09:27 ARÎ-DER li dijî otoasîmlasyonê têdikoşe
09:25 Ger emeliyat nebe dibe ku gurçika wî xera bibe
09:00 ROJEVA 11’Ê TEBAXA 2024’AN
08:50 Li Depê konsereke bicoş: Tu hêz nikarin vê têkoşînê têk bibin
08:32 Waliyê Kerkûkê diyar bû
10/08/2024
23:20 Êrişî gundên Minbicê hat kirin
21:38 Li Stenbolê berxwedana li dijî qeyûm di roja 58'an de ye
21:31 Li Dêrazorê li dijî DAIŞ'ê operasyon
20:15 Li Stenbolê hevdîtina jinan: Em tecrîd û koletiyê red dikin
20:11 Sebahat Tuncel: Mesele ne hilbijartin e, hûn ê çi hilbijêrin
16:18 Hizba Wifaqî Nîştimanî: Sererastkirina Yasaya Kesî li dijî jin û zarokên Iraqê ye
16:08 Ji bo girtiyê nexweş Karataş banga berdanê hate kirin
16:07 Salgin ê piştî 30 salan hat berdan: Em ê bigihîjin armancên xwe
15:45 MEBYA-DER bi malbatan re civiya: Divê rojeva me tecrîd be
15:35 Xwestin Çelebî ya rewşa wê giran dibe were berdan
15:15 Çalakiya Rûniştina F: Jiyana girtiyê nexweş Aydik di talûkeyê de ye
15:03 1’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Depê dest pê kir
14:19 Xizmên Windayan xwestin faîlên Komkujiya Dîgorê werin cezakirin
14:18 Li dijî projeya madena Hesendînê: Em ê zozanên xwe nedin tu kesî
13:19 Dayikên Şemiyê xwestin kujerên rojnamevan Ferhat Tepe bên cezakirin
12:07 DEM Partî: Alî Budak wê xiyanetkar û tirsonek bê bibîranîn
11:37 Hevşaredarê Qoserê lêborîna xwe xwest û wezîfeya xwe dewr kir
11:35 Dema axaftina bi kurdî li wan qedexe kirin, dest ji kar berdan
11:05 Bakirhan: Êlihê wek bajarekî pîlot dikin hedefa xwe
10:44 Yolerî: Divê qanûna înfazê were guhertin
10:41 Rojnameger Mûtlû: Li Dêrazorê pevçûna kurd û ereban nîn e, rejîm êrişî ereban dike
10:14 Hiqûqnasa firansî Garrigos: Tecrîd sûc e û divê Ocalan êdî azad bibe
10:10 Êrişên hêzên hikumeta Şamê li dijî Dêrazorê didomin
10:05 Asayîşa Êzîdxanê: Ji bo êzidiyan cihê herî bi ewle Şengal e
09:50 Welatiyên Farqînê: Ji ber şer aboriya me tengav dibe
09:49 Îsraîlê komkujiyeke din pêk anî: Herî kêm 100 kes hatin kuştin
09:05 Berdana girtiyê 30 sal in tê ragirtin, 3 meh hate taloqkirin
09:01 Colemêrgî: Ji vê gavê şûn ve divê êdî kurd zimanê xwe pîroztir bibînin