ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît got ku ji bo pêvajo pêş bikeve divê dewlet gavan biavêje û got: “Daxwaza me ya sereke, azadiya fîzîkî ya Ocalan e.”
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li Meclisê têkildarî geşedanên di rojevê de axivî. Gulistan Kiliç Koçyîgît, ji ewil qala rewşa tenduristiyê ya endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder kir û bal kişand ser daxuyaniyên bijîşkan. Gulistan Kiliç Koçyîgît, ji bo Onder şîfaya xêrê xwest.
Bi domdarî Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser erdhejên li Stenbolê, xetereyên li ser bajar anî ziman û xwest ku tavilê tevdîr bên girtin.
Di berdewamê de Gulistan Kiliç Koçyîgît qala krîza aborî ya li Tirkiyeyê kir û got ku welatiyên bi kêmtirîn mûçeyê debara xwe dikin, ji ber ku zem nehatiye kirin li hemberî enflasyonê di rewşeke nebaş de ne. Gulistan Kiliç Koçyîgît, da zanîn ku TUÎK, daneyên enflasyonê yên spekûlatîf parve dike û ji îktîdarê re got: “Dev ji parastina sermayeyê berdin, dev ji xebata ji bo sermayeyê berdin û guh bidin milyonan xizanan.”
‘EM QEBÛL NAKIN TAKSÎM LI KARKERAN WERE GIRTIN’
Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku ew ê 1’ê Gulanê pîroz bikin û bertek nîşanî qedexekirina Taksîmê ya ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê da. Gulistan Kiliç Koçyîgît , got: “Em qebûl nakin Taksîml i Karkeran were girtin.”
KONFERANSA YÊKRÊZIYA KURDÎ
Bi domdarî Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser Konferansa Yêkrêzî û Yekhelwestiya Kurdî ya Rojava û got ku ew hêvî dikin konferans bibe wesîleya avakirina pergaleke wekhevîparêz, piranîparêz û adilane ya Sûriyeyê. Gulistan Kiliç Koçyîgît, got ku dê yekitiya neteweyî ya Kurdan ji bo demokratîkbûna hemû welatên Rojhilata Navîn xwedî bandoreke mezin be.
PIRSA KONGREYÊ
Li ser pirsa rojnamegerekî ya têkildarî daxuyaniya PKK’ê ya der heqê “kongreyê” de jî Gulistan Kiliç Koçyîgît wiha got: “Rewşekî ku em şîrove bikin tune ye. Dibêjin ku di mijara îradeya civandina kongreyê de pirsgirêk nîne lê divê hinek merc cîbicî bibin. Qala mercên xebatê yên azad ên birêz Ocalan û tevlibûna birêz Ocalan a kongreyê dikin. Em nikarin li ser navê wan tiştekî bibêjin. Gotin ku tenê birêz Ocalan dikare kongreyê bicivîne û biryarê bide. Ji bo kongre bicive divê mekanîzma bilez û bez pêk bên. Her kes daxwaza komkirina kongreyê dike lê cîbicîkirina pêwîstiyên vê berpirsyartiya hikûmetê ye. Ev, diyalogeke di navbera birêz Ocalan, PKK û peywirdaran de ye. Daxwaza me ew e bendewariyên me bên cîbicîkirin da ku kongre bikare bicive.”
MERCÊN JIYAN Û XEBATÊ YÊN OCALAN
Ji bo pirsa têkildarî gavên şênber jî Gulistan Kiliç Koçyîgît wiha got: “Ya yekemîn, divê tecrîda li Îmraliyê bilezûbez were rakirin. Ji bilî şandeyê kesek nikare biçe Îmraliyê. Rojnameger nikarin biçin. Me ji Wezareta Dadê re jî got ku divê rewşenbîr, nivîskar û rojnameger jî bikarin biçin. Divê şert û mercên xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin ku bikare xwe bigihîne agahî û belgeyan. Divê sererastkirinên ku xebata wî hêsan dikin bilezûbez bên kirin. Divê derfet bê dayin ku bi kesên dixwaze re hevdîtinê bike. Ev daxwazên me yên sereke ne. Heta mercên tenduristî û azadiyê neyên afirandin mimkin nîne em encamekê bi dest bixin. Daxwaza me ya sereke jî azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan e. Em vê bi aşkerayî dibêjin. Bi mewzûata heyî jî ev tiştên min rêz kirin dikarin bên cîbicîknirin. Dema me ev bicih anîn jî dê gelek mijarên din ên em li ser nîqaşê bikin derkevin holê. Divê em li ser TMK, TCK û hemû mewzûatên qanûnî biaxivin. Divê hemû sepanên cihêkar ji holê bên rakirin. Wê demê divê em li ser ‘mafê hêviyê’ biaxivin. Divê em li ser azadiya birêz Ocalan û mafê hêviyê biaxivin.”