Endamê Meclisa Gel a Dêrazorê: Em li cem HSD’ê şer dikin

  • rojane
  • 11:40 12 Tebax 2024
  • |

ENQERE - Endamê Rêveberiya Meclisa Dêrazorê Şêx Fethî El-Îteş bal kişand ser êrişên Tirkiye, rejîma Îranê û hevkariya wan û anî ziman ku HSD’ê gel ji êrişên van hêzan diparêze û wiha got: “Em jî wek gel, hêzeke ku li cem HSD’ê disekinin û em ê mil bi mil şer bikin.”

Hêzên rejîma Sûriyeyê û koma çeteya Dîfa El Watanî ya girêdayî Îranê di 6’ê tebaxê de êrişî Dêrazora  ji hêla Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji DAIŞ’ê rizgar kiriye û piraniya wan ereb lê dimînin, êriş dan destpêkirin. Rêveberiya Xweser a girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bersiva tund da êrişên li dijî sivîlan hatiye lidarxistin û êriş berbelav kirin. Lê belê Dîfa El Watanî vê carê jî gundên Dêrazorê bombebaran kirin. Di êrişan de 6 ji wan zarok bi giştî 2 sivîl û 2 şervanên HSD’ê jiyana xwe ji dest dan. Li gel vê yekê êriş hatin berbelavkirin û 25 endamên çeteyan jî hatin kuştin.  
 
Meclisa Gel a Dêrazorê ya girêdayî Rêveberiya Xweser û gelê Dêrazorê daket kolanan, bertek nîşanî êrişan dan û piştgiriya xwe ya HSD’ê eşkere kirin. Medya nêzîkî AKP’ê jî îdia kir ku ereb êrişî Rêveberiya Xweser kirin. 
 
Me jî van îdiayan, û êrişan ji endamê Rêveberiya Meclisa Gel a Dêrazorê Şêx Fethî El-Îtêş pirsîn. 
 
‘TIRKIYE, ÎRAN Û REJÎM BI HEV RE NE’
 
El-Îtêş ê dema pevçûn çêbûne di herêmê de maye anî ziman ku êriş bi awayekî plankirî hatine pêkanîn. El-Îtêş da zanîn ku êriş bi hevkariya Tirkiye, Îran û rejîmê ve bi awayekî hevpar hatine kirin û bilêv kir ku armanca van êrişan jî aramiya Rêveberiya Xweser ava kiriye xerakirin û biryardariya belavkirin e. 
 
El-Îtêş da zanîn ku armancekî din a êrişan gel tirsandin e û wiha axivî: “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şervanên HSD’ê bi fedakariyekî mezin ji bo ewlehiya herêmê û biryardariyê dixebitin.” El Îtêş bal kişand ser pergala Rêveberiya Xweser û got: “Bû mînakekî serkeftî.”
 
‘EM LI  CEM HSD’Ê NE’
 
El-Îtêş bal kişand ser daxwaza hevdîtina bi reşîma Sûriyeyê ya Tirkiyeyê û wiha pê de çû: “Bi vî awayî dixwaze hikûmeta Şamê bikêşe cem xwe. Tirkiye dixwaze hemû hêzên li Sûriyeyê li hev bixe. Taybetî jî dixwaze çeteyan li cihê ku Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê disekine bi cih bike. Lewma em dibêjin ku di van êrişan de destê Tirkiyeyê heye. Em wek rûspî û mezinên eşîrên herêmê li cem HSD’ê ne.”
 
‘EM LI DOR HSDÊ BÛNE XELEK’
 
El-Îtêş bi bîr xist ku HSD’ê hemû gelên li herêmê dijîn diparêze û wiha domand: “Em tu mudaxileyên li dijî herêma me tên kirin qebûl nakin. Ji ber vê yekê em gelê li herêmê û eşîr li dora HSD’ê bûne xelek û em bi hev re axa xwe diparêzin. Em niha li vê derê ne, bi saya berxwedana HSD’ê nîşan daye êriş hatin berbelavkirin. Taybetî jî di berbelavkirina êrişan de gelê me li cem HSD’ê rolekî hêja girt. Em bi tu awayî êrişên Tirkiye û rejîma Sûriyeyê qebûl nakin.” 
 
El Îtêş bi ser nûçeyên têkildarî îdiaya “di navbera HSD’ê û eşîran de şer heye” sekinî û da zanîn ku tiştekî wisa nîn e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bi HSD’ê re bûne yek û em yekitîyek in. HSD ji yekitiya ermen, fileh, ereb û kurdan pêk tê, em bi hev re wek artêşekê li ber xwe didin. Tu gotinên di medyaya tirkan de cih digirin rast nîn in. Îro êrişî gundên Cîded, Egîdat, Dehla, Sebha û Dîbanê hatin kirin. Dixwazin eşîran li dijî HSD’ê sor bikin. Lê belê gelê me gelekî zana ye. Gelê me rastiya Hikûmeta Şamê û çeteyên Dîfaa El Watanî baş dizane. HSD bi ser sînor her tim amade ye û bi awayekî hestiyar ewlehiya herêmê pêk anî.”  
 
‘HSD’Ê RIYA HIŞBIRÊ QUT KIR’
 
El-Îtêş diyar kir ku HSD’ê riyên ku dixwestin hişbira têxin herêmê jî qut kir û bi bîr xist ku çeteyên ku van êrişan pêk anîne jî ev çeteyên hişbirê ne. El-Îtêş wiha pê de çû: “HSD’ê rê li ber anîna hişbirê ya herêma me birî. Lewma ewqas bi hêrs in. Ez dikarin taybejî jî wek dengê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dengê gelê Dêrazorê vê yekê bêjim, gel van binpêkirinan qebûl nake. HSD di kêliyê de êrişên Hikûmeta Şamê û DAIŞ’ê ferq dike û bersiva pêwîst dide, plansaziyên van hêzan yên sorkirina gelan vala derdixe. Di salvegera êrişên sala 2023’yan de careke din êriş kirin. Şikir ji şervanên leheng ên HSD’ê re, wekî her car vê carê jî van êrişan vala derxistin.” 
 
‘EM MIL BI MIL ŞER DIKIN’
 
El Îtêş di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Em wek gelê Dêrazorê û eşîrên wê li cem HSD’ê ne. Em li dijî van êrişan bi HSD’ê re, hêzeke ku mil bi mil şer dikin in. Ji ber HSD û Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêzeke tekane ya hemû gelên li herêmê diparêze ye. Ez bi ser navê gelê me û eşîrên li hêrêmê bang li rayedarên Rûsyayê yên li cem Hikûmeta Şamê disekinin dikim ku divê li dijî van êrişan û binpêkirinan helwesta xwe nîşan bidin û danekirinan bisepînin. HSD û gelê me mil bi mil li ber xwe dide. Wekî di medyayê de jî derket pêş, em dixwazin her tim pirsgirêkên navxweyî yên Sûriyeyê di nava xwe de çareser bikin. Em ê tenê bi vî awayî karibin Sûriyeyekî azad, demokratîk û ne navendî ava bikin.” 
 
MA/Mehmet Aslan
 
 
 
 

Sernavên din

13/03/2025
15:03 Bakirhan: Gelo hûn ê şert û mercên azad ên xebatê yên Ocalan kengî ava bikin?
14:12 Dayika Aştiyê Sakîne Arat dê sibe li Amedê bê definkirin
13:25 Sînorê birçîtiyê derket 22 hezaran û yê xizaniyê jî derket 79 hezaran
13:20 Wezareta Parastinê têkildarî ‘peymana Sûriyeyê’ daxuyanî da
13:19 SOHR: Di nava 24 saetan de 177 kes hatin qetilkirin
12:34 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:57 Newroza Xelfetiyê: Ev agir heta Kurd azad dibin dê her geş be
11:49 Dayika Aştiyê Sakîne Arat jiyana xwe ji dest da
10:55 Efrînî amadekariya vegera Çiyayê Kurd dikin
10:49 Kuçukbalaban: Divê bi pakêteke demokrasiya radîkal bersivê bidin banga dîrokî
10:09 Kesê weke ‘bijîşkê salê’ hatibû hilbijartin ji ‘sextekariyê’ hate girtin
09:41 Serokê ABF'ê Aslan: Li Sûriyeyê elewî tên qirkirin
09:40 Piştî qeyûm hate tayînkirin pere hate şandin
09:30 Li Botanê civînên gel: Di nav gel de biryardarî û hêviyeke mezin heye
09:19 Yamanê ku li Romayê 3 mehan bi Ocalan re ma: Rêbertî digoti 'dovê em xwe nû bikin'
09:06 Bav Acar ê ku du keçên wî jiyana xwe ji dest dane: Min êşa du zarokan kişand, bila kesên din nekişînin
09:05 ‘Em ji bo azadiyê agirê Newrozê vêxin û têkoşînê geş bikin'
09:04 Qeyûm ji bo fîlmî bi deh hezaran lîre veqetand lê fîlm li holê nîne!
09:04 Sal bi sal dirûşmên Newrozê
09:03 Serokê Baroya Sêrtê: Divê pêvajo bi hiqûqnasan re di nava ahengekê de be
09:00 Navên hunermendên dê beşdarî Newrozê bibin aşkera bûn
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2025'AN
12/03/2025
20:56 Balafirên şer gundekî Sirînê bombebaran kirin
20:53 Kesên di Komkujiya Gaziyê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
16:55 Tehliyeyên girtiyên 30 sal in di girtîgehê de hatin astengkirin
16:50 Danişîna doza Ayşegul A. hate taloqkirin
16:33 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi şandeya Partiya DEVA’yê re hevdîtin kir
16:32 Li gelek bajaran bi gel re civîn hatin lidarxistin
15:48 Di çalakiya nobetê de êrîşên li dijî Elewiyan hat şermezarkirin
15:22 Li Îranê 2 jinên tev li pîrozbahiya 8’ê Adarê bûn hatin binçavkirin
15:21 Ji bo Newroza li Êlihê banga tevlibûnê hat kirin
15:09 Siyasetmedar Ozlem Demîr piştî 9 salan hate berdan
14:46 Meclisa Jinan a DEM Partiyê çû serdana CHP’ê
14:41 Gazete Duvar tê girtin
14:38 Bertek nîşanî komkujiyên li dijî Elewiyan dan
14:29 Di Çemê Dîcleyê de mirina bi komî ya masiyan
14:27 Bakirhan: Divê serokkomar jî tevli pêvajoyê bibe
Arikan: Divê îktîdar samîmîbûna xwe nîşan bide
14:19 Rêveberiya Xweser: Peyman dê bingeha avakirina Sûriyeya Demokratîk ava bike
14:17 Ji bo Midûrê Berpirsyar ê Halk TV’yê Asker de biryara girtinê hat dayin
14:11 MHP’ê bersiv da bertekên ji ber gotina ‘rêberê avaker’: Divê êdî Tirkiye biguhere
13:52 Erdogan: Heke DEM Partî bixwaze ez ê pê re hevdîtinê bikim
13:13 Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê: Me peyman bi keyfxweşî pêşwazî kir
13:08 Aqûbeta Babaoglû yê 31 sal berê hatibû windakirin hate pirsîn
12:21 Agirê Newrozê yê ewil li Licê tê vêxistin
12:08 Ji bo Newroza 19’ê Adarê ya Wanê banga hate kirin
11:38 Xelfetî ji bo Newrozê amade ye: Em ê li banga dîrokî xwedî derkevin
11:33 Hevdîtina DEM Partî û TÎP'ê: Divê li ser zemîna qanûnî gav bên avêtin
11:27 Ji bo rêveberan biryara beraetê ji bo komeleyê jî biryara girtinê dan
11:10 Evîn Siwêd: Em ê ji bo pergala jinê li tevahiya Sûriyeyê bê cîbicîkirin bixebitin
10:55 Ligel rapora ‘helwesta baş’ înfaza wî hat şewitandin
10:47 Eren Keskîn: Beriya her tiştî divê girtiyên nexweş bên berdan
10:44 Îdianameya der barê rojnameger Oznur Deger: Bi nûçe û parvekirinên xwe tê sûcdarkirin
10:17 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
10:00 Abdullah Ocalan: Newroz dîroka jinûve xwe afirandinê ye
09:47 10 sal di ser qedexeyên Nisêbînê re derbas bûn: DNA hatin windakirin, cenaze nehatin dayîn
09:44 Li Haciya Kurdan coşa Newrozê
09:40 Foza Yûsif: Dê tu kes li derveyî çareseriyê neyê hiştin
09:34 Ûçar ê DEM Partiyî: Zemîna çareseriyê biryar 'mafê hêviyê' ye
09:07 Berdana girtiyê bi Alzheîmerê yê 32 sal in girtî ye 3 mehan hat taloqkirin
09:02 ‘Ji bo pêkanîna bangawaziyê berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî'
09:01 Ozturk: Gel peyama bidîmen a Ocalan dixwaze
09:00 ROJEVA 12’Ê ADARA 2025’AN
11/03/2025
16:59 Banga Newrozê li gelan kirin: Bila bibe wesîleya azadiyê
16:30 Bang li NY’ê kirin: Komkujiyên ser Elewiyan bidin sekinandin
16:08 Tulay Hatîmogûllari: Agirê Newrozê dê ji bo aştî û civaka demokratîk bê geşkirin
15:19 Şîna Pelda Dogrî bi girseyî hat ziyaretkirin
15:18 Li gelek bajaran civînên gel: Dem dema avakirina demokrasiyê ye
14:48 Îlham Ehmed: Armanca mutebeqetê pêşîlêgirtina qirkirina li herêmên beravê ye
14:34 Bakirhan: Metna mutebeqetê li gorî banga Ocalan e
13:55 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Em mizgîniya azadiyê mezin bikin
Bakirhan: Em stranên aştiyê bigihînin Îmraliyê
13:27 Koçyîgît: Peymana HSD’ê ji bo rawestandina qirkirina Elewiyan pir girîng e
13:10 Li Stenbolê Deklarasyona Newrozê: Newroz, îradeya gelan a jiyana bi hev re, azad û wekhev e
13:03 Ji bo 9 wekîlan fezleke şandin Meclisê
12:54 Strana Newroza îsal amade ye: Newroza Azadî
12:02 Di çapemeniya cîhanê de peymana HSD’ê û rêveberiya demkî ya Sûriyeyê
11:58 HSD’ê têkildarî Tişrîn û Qereqozaqê de daxuyanî da: Êriş zêde bûn
11:55 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:53 Dewletên Ereb piştgirî dan peymana di navbera HSD û Şamê de
11:43 Ferhad Şamî: Armanca me rawestandina şer e
11:36 Dayikên zarokên wan hatin qetilkirin: Niha dora dewletê ye
11:20 Deklarasyona Newroza 2025’an: Em xwedî li îradeya azadî û aştiyê derkevin
11:01 Bafil Talabanî: Em piştgiriyê didin peymana li Rojava
10:51 Salih Muslim hûrgiliyên peymanê vegot: Em ê bi hev re birêve bibin
10:14 Demîrel: ‘Mafê hêviyê’ yek ji hîmê bingehîn ê pêvajoyê ye
09:47 31 sal derbas bûn: Nazimek çû bila Nazimên din neçin
09:31 Li dijî 2 şaredariyên CHP’î operasyon: 32 kes hatin binçavkirin
09:27 Di hevdîtinan de kîjan daxwaz berbiçav dibin?
09:26 Dayikên Aştiyê yên Geverê: Divê Ocalan azad be
09:14 Peymana di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyeyê de tê çi wateyê?
09:06 Ji Meclisa DEM Partiyê rapora qeyûm: Hemû xebat hatin sekinandin
09:05 Saziyên zimanê Kurdî: Em ji bo zimanê xwe xwedî li bangawaziyê derdikevin
09:01 Gelê Newrozê
09:00 ROJEVA 11’Ê ADARA 2025’AN
06:59 HSD’ê bi rêveberiya demkî ya Sûriyeyê re peyman îmze kir
10/03/2025
16:55 Uçar: Hewceye sererasetkirinên qanûnî bên kirin
16:39 Foruma Aştiyê ya Îzmîrê: Divê Meclis bicive, komîsyonê ava bike
16:19 Ji ÎHD’ê rapora binpêkirinên li girtîgtehên Tîpa R’yê
15:11 Komkujiyên li dijî Elewiyan hatin protestokirin
15:02 CHP’ê piştgirî da çareseriyê: Em paketê amade dikin, divê sererastkirinên qanûnî bên kirin
14:52 Bayindir: Divê Meclis êdî gavan biavêje