ÎHD’ê Rapora Binpêkirina Mafan a 2023’yan eşkere kir: Tecrîd binpêkirina mafê mirovan e

  • rojane
  • 15:53 23 Tebax 2024
  • |
img
ENQERE - ÎHD di Rpoara Binpêkirinên Mafan a Sala 2023’yan de bal kişand ser tecrîdkirina Abdullah Ocalan û wiha hat gotin: “Tu palpiştek hiqûqî ya vê sepanê nîne. Bi vê sepanê girtiyan ji mafên wan bingehîn mehrûm dihêlin. Ev binpêkirina hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî ye.” 
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Rapora Binpêkirina Mafan a Sala 2023’yan eşkere kir. Ji bo eşkerekirina raporê li avahiya Navenda Giştî ya ÎHD’ê civîn hat lidarxistin û gelek parêzvanên mafên mirovan tev li bûn. 
 
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban raporê xwend. Kuçukbalaban diyar kir ku desthilatdariyê ji aboriyê bigire heta tenduristiya civakê her meseleyê kiriye pirsgirêka “ewlehiyê” û pirsgirêka kurd dibe sedema şer û pevçûnan. Kuçukbalaban da zanîn ku di encama polîtîkayên diqewimin de di sala 2023’yan de di gelek qadan de mafên mirovan hatine binpêkirin. 
 
Kuçukbalaban anî ziman ku di sala 2023’yan îşkence bûye yek ji pirsgirêkên bingehîn ên mafên mirovan û bal kişand ser erdhejên di 6’ê Sibata 2023’yan de li Mereşê qewimîn û got mafên mirovan hatine binpêkirin. 
 
DOZA KOBANÊ 
 
Kuçukbalaban bal kişand ser Doza Kobanê ya ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê jî di nav de hatin cezakirin û gelek siyasetmedar ji ber fikr û ramanên xwe û ji ber xebatên xwe yên siyasî hatine cezakirin û mafên wan hatine binpêkirin. 
 
NECEZAKIRIN 
 
Kuçukbalaban destnîşan kir ku cezanekirin bûye pirsgirêka herî bingehîn a daraza Tirkiyeyê û got: “Pirsgirêka necezakirinê didome. Darizandin bi salan dewam dikin. Faîl nayên darizandin. Faîl ango kujer tên beraetkirin. Dozên ku bi salan didomin, bi cezanekirinê û bi beraetê tên encamkirin. Faîlên ji dozên JÎTEM’ê tên darizandin, bêceza tên hiştin. Hemû dozên salên 90’î bêceza hatin hiştin.” 
 
HIQÛQ-DARAZ 
 
Kuçukbalaban diyar kir ku daraz li gorî biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) tevger nake û got: “Li Tirkiyeyê darbeya darazê pêk tê. Darbe li mafên mirovan tê kirin. Em li dijî darbeyan in.” 
 
REWŞA PÊNABERAN 
 
Kuçukbalaban bal kişand ser rewşa penaberan û wiha got: “Koçber ango penaber li Tirkiyeyê bi her cure cihêkarî, êriş, îstîsmar û kedxwariyê re rû bi rû dimînin. Rewşa penaberan rê li ber meseleyên civakî yên xeternak vedike. Her cure zextên li ser penaberan rê li ber tabloyek giran a binpêkirina mafên mirovan vedike.” 
 
BINPÊKIRINÊN MAFÊN JIYANÊ 
 
Kuçukbalaban, wiha got: “Binpêkirina mafê jiyanê di bilançoyên me yên salane yên mafên mirovan de wek mijarek girîng berdewam dike. Polîtîkayên ku tundiyê esas digirin, bicihneanîna dewletê ya peywîra xwe ya parastina mirovan, binpêkirinên ji ber xeta û îhmalan û gelek binpêkirinên din di bin vî navî de hatine destwergirtin.”
 
MESELEYA KURD 
 
Kuçukbalaban diyar kir ku pirsgirêka kurd yek ji astengiyên bingehîn ên li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye û wiha domand: “Neavêtina gavên hikûmetê yên ji bo çareseriya pirsgirêka aştiyane, demokratîk û adîl, pêşketinên li Rojhilata Navîn rê li ber binpêkirinên giran ên mafên mirovan, bi taybetî jî mafê jiyanê vedike. Yek ji sedemên herî bingehîn û berçav ên krîza aborî ya Tirkiyeyê lêçûnên leşkerî ne. Avabûneke bi vî rengî ya aboriyê dibe sedema gelek binpêkirina mafên civakî û aborî; beşeke mezin a nifûsê mehkûmî birçîbûn û xizaniyê dike
 
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ 
 
Kuçukbalaban bi bîr xist ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin, ji 25'ê Adara 2021'an û vir ve destûr nayê dayîn ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin û ev tişt got: “Bêparhiştina girtiyan a ji van mafên herî bingehîn û diyarnebûna aqûbeta wan bi vê pêkanîna ku bingeha xwe ya hiqûqî nîne, binpêkirina giran a hiqûqa neteweyî ye, di heman demê de hiqûqa navneteweyî ya mafên mirovan e.”
 
CPT 
 
Kuçukbalaban, bal kişand ser serdana Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceya li Ewropayê (CPT) ya di navbera 13-22’yê sibata 2024’an pêk hat û got: “CPT’yê di nava salan de zêdetirî 10 caran serdana Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê kir û yek jî hêmanên ku qala wan kir jî ew bû ku divê hevdîtina girtiyan a bi malbat û parêzerên re pêk were. 
 
ÎŞKENCE, MÛAMELEYA NEBAŞ, TEVGERA DERVEYÎ RÛMETÊ
 
Di sala 2023’yan de li gorî daneyên ku me weke ÎHD’ê tespîtkirin bi komî 5 hezar û 312 kes rastî mûameleya nebaş, îşkence, tevgerên biçûkxistin û derveyî rûmetê û cezayan hatine.”
 
GIRTÎGEHÊN ‘TÎPÊN BÎRÊ’ 
 
Kuçukbalaban, anî ziman ku ragirtina girtî û hikumxwaran a li girtîgehên “tîpa birê” yên ewlehiya bilind a di hucreyan de, tengbûna cihê hewadariyê, sînorkirina şertên cihê hewadariyê bi tena serê rêbazeke îşkence û mûameleya nebaş e. 
 
DAYIKÊN ŞEMIYÊ 
 
Kuçukbalaban ê îşaret bi çalakiya Dayikên Şemiyê kir, bi lêv kir ku pêkanînên astengkirin û binçavkirinê yên Dayikên Şemiyê yên her hefteyê mînaka herî şênber a îşkence û mûameleya xerab e. 
 
Kuçukbalaban piştre daneyên binpêkirinên mafên jiyanê yên Navenda Dokumantasyonê ya ÎHD’ê ya sala 2023’yan parve kir. Dane wiha ne: 
 
“* Ji ber guh nedana hişyariya hêzên ewlehiyê ya “bisekine”, binpêkirina rayeya bikaranîna çekê û êrişên ser çalakiyên civakî de 17 kes hatine kuştin 16 kes jî hatine birîndarkirin. 
 
* Kesek ji hêla cerdevanan ve hatiye kuştin, kesek jî birîndar bûye. 
 
* Li herêma sînor 43 kes hatin kuştin, 35 kes hatin birîndarkirin. 
 
* Di girtîgehan de 42 kes, di bin çavan de 6 kes jiyana xwe ji dest dan, 6 kes jî birîndar bûn. 
 
* Di êrişên faîlên wan nediyar de 7 kes jiyana xwe ji dest dan, kesek birîndar bû. 
 
* Di encama şaşî û xemsariyê 369 kes jiyana xwe ji dest dan, 108 hezar û 502 kes jî birîndar bûn. 53 hezar û 227 kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û 107 hezar û 213 kesên di erdehejê de birîndar bûne jî di nava van kesan de ne. Herwiha 58 kes ji ber lêhiyê jiyana xwe ji dest dan û 171 kes jî birîndar bûn. Bi qelîbîna wesayîtên leşkerî 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn. 
 
* Di xwekuştinên polîs û leşkeran/ xwekuştinên bi guman de 24 kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
* Di êrişên rêxistinên qedexe de 2 kes hatine kuştin, 4 kes jî birîndar bûne. 
 
* Endam, rêveberên partiyên siyasî, sendîka, rojnamevan, mamoste/endamê hîndekariyê/xwendekar, karker/xebatkarê tenduristiyê/karmend/biyanî û whd 7 kes di êrişan de jiyana xwe ji dest dan û 176 kes jî birîndar bûn. 
 
* Di pevçûnên çekdarî de 242 kes jiyana xwe ji dest dan, 58 kes jî birîndar bûn. 
 
* 285’ê wan jin, 39’ê wan zarok bi giştî 358 kes bi awayekî guman, 4’ê wan zarok, 2’yê wan jin, 6 kes bi awayek guman birîndar bûn. 
 
* Di bin navê binpêkirina mafê jiyanê yên jinan de 27 jin xwe kuştin, 7 jîn jî ji ber hewldana xwekuştinê birîndar bûn. Di bin navê tundî, tacîz û destdirêjiya di xwepêşandanên civakî de û bi tundiya di nava malan de 349 jin jiyana xwe ji dest dan. Me diyar kir ku 265 jin jî ji ber tacîz, destdirêjî, lêdanê, gef û bi darê zorê ragirtinê birîndar bûne. 
 
* Di binpêkirinên li dijî mafê jiyanê yên zarokan de 7 zarok di encama xwekuştinê de jiyana xwe jidest dan, 2 zarok jî ji ber hewldana xwekuştinê birîndar bûn. 51 zarok ji ber tundiya di nava malê, dibistanê, tundiya li qadên civakî û destdirêjiyê de jiyana xwe ji dest dan, 805 zarok jî birîndar bûn. 
 
* Bûyerên mirinên di girtîgehan de di sala 2023’yan de jî dom kirin. Li gorî serdanên li me hatine kirin, li gorî daneyên komîsyona me ya girtîgehan dane hev 42 kes di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan. Eşkere ye ku hejmra rasttirîn ji vê yekê gelek zêdetir e.” 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

25/03/2025
09:00 'Divê aqilê dewletê polîtîkaya xwe li ser bingeheke aştiyane bimeşîne'
09:00 Banga beşdariya li danişîna çeteya fuhûşê ya li Şirnexê
09:00 ROJEVA 25’Ê ADARA 2025’AN
24/03/2025
16:50 ÎHD’ê xwest der heqê Mansur Yavaş de doz were vekirin
16:38 Çalakiyên li Belucistanê didomin
16:35 Li Xezeyê di hefteyekê de 730 kes hatin qetilkirin
16:15 Li Cizîrê jinek hate qetilkirin
16:12 Tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemleyeke nû da destpêkirin
16:10 Ji Îmamoglû peyam: Rewşa me baş e
16:02 DFG'ê bîlançoya binpêkirinên di 5 rojên dawî de aşkera kir
15:39 Li Îran û Rojhilat 15 jin hatin qetilkirin
15:33 Berdevka DEM Partiyê: Divê Ocalan bikare bi her kesî re hevdîtinê bike
14:40 Di doza ‘Vegerandina li Jiyanê’ de ji bo 194 leşkeran ceza hat xwestin
14:34 Der heqê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:19 Gundê Sakiroyê hate bombebarankirin
14:13 10 parêzer di bin çavan de ne
14:02 Di 5 rojan de hezar û 133 kes hatin binçavkirin
12:59 DEM Partî û DBP dê biçin serdana Herêma Federe ya Kurdistanê
12:55 DYA û Rûsya ji bo agirbestê civiyan
12:36 Di du rojan de hezar û 45 êriş hatin kirin
12:35 DFG û MKG: Divê rojnamegeran demildest bên berdan
12:27 Ji Amedê ber bi Amarayê ve dê meş were lidarxistin
12:12 MYK’a DEM Partiyê civiya
12:10 Di doza Komkujiya Madenê ya Amasrayê de cezayên mîna xelatê hatin dayin
11:52 ‘Divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe’
10:52 Qeyûmê Wanê ‘Pirtûkxaneya Jinan’ veguherand keştiya protokolê
10:45 Yagiz ê HDP’î radestî Tirkiyeyê hate kirin
10:17 Walîtiyê giliyê Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê kir
10:09 Ji jinên Beluc ên hatine binçavkirin agahî nayên girtin
09:54 Protesto di tevahiya şevê de domiyan: Dîmenên tundiya polîsan derketin holê
09:42 ‘Gel xwedî li bangê derket û îktîdar nikare jinedîtî ve bê’
09:17 Hejmara şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin derket 13’an
09:00 ROJEVA 24’Ê ADARA 2025’AN
08:24 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
08:21 Li Stenbol û Îzmîrê serdegirtinên malan
08:20 Gelek rojnameger hatin binçavkirin
23/03/2025
17:38 Komeleya Ziman û Çandê ya Cûdî hate avakirin
17:37 Ozel: Têkoşîna hevpar dê bi heman biryardariyê bidome
Bakirhan: Pêdiviya Tirkiyeyê ne bi girtinan, bi demokrasiyê heye
17:20 Li Antalyayê Newroza 'azadiyê'
17:07 Tulay Hatîmogullari: Têkoşîn mafek e
16:59 Li Stenbolê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:55 Newroza biheybet a Stenbolê bi dawî bû
16:53 Sebahat Tûncel: Hêvî heye, ji bo aştiyê em bi xwe bawer in
16:52 Gulistan Sonuk: Li Stenbolê derbe hate kirin
16:47 Di pîrozbahiyên Newrozan de daxwaza hevpar: Ji Ocalan re azadî
16:34 Li Antalyayê Newroza azadiyê: Divê hikûmet gav biavêje
16:14 Ozel ji bo Newroza Stenbolê peyam şand: Rojên ku em govenda azadiyê bigerînin nêz in
15:58 14 baroyan bertek nîşanî Yavaş dan: Em şermezar dikin
15:58 Bayindir: Gelê Kurd wê azadiya Ocalan bibîne
15:54 Bakirhan: Banga birêz Ocalan şense û vî şensî bi kompasan pûç nekin
15:10 Ekrem Îmamoglû: Li qadên demokrasiyê dengê xwe bilind bikin
15:01 Uçar ji Yavaş re got: Em nahêlin kesek zimandirêjiyê li li nirxên gelê Kurd bike
14:42 Gultan Kişanak: Dora gavavêtinê ya Enqereyê ye
14:42 Hevberdevkê HDK’ê Kenanoglû: Em li dijî derbeya li dijî vîna gel in
13:50 Dengê Abdullah Ocalan li Yenîkapiyê olan da
13:46 DBP’ê bertek nîşanî girtinan da
13:41 Qada Yenîkapiyê bi tevlibûna sed hezaran kesan tije bûye
13:40 Ozel: Tekane sûcê wî têkbirina Erdogan bû lewma hate girtin
13:10 Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê: Em berxwedanê mezin bikin
12:56 Li Stenbolê pîrozbahiya bicoş a Newrozê dest pê kir
12:47 Ji Ekrem Îmamoglû peyama ewil: Hûn ê têk biçin!
12:28 Li 19 navendan Newroz hat pîrozkirin
12:20 Hevserokên Giştî yên DBP’ê: Em qebûl nakin
12:17 Li Edeneyê govenda Newrozê
11:29 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
11:18 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bertek nîşanî girtina Îmamoglû dan
10:50 Ji CHP'ê berteka ewil: Dê hesabê vê bidin
10:33 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 48 kes hatin girtin
10:27 Li CHP’ê dengdayîna serokkomariyê dest pê kir
10:05 Li Xezeyê di nava 24 saetan de herî kêm 32 Filistînî hatin qetilkirin
09:59 Gelê Stenbolê ber bi qada Newrozê ve diherike
09:34 Ekrem Îmamoglû hate girtin
09:22 Oya Yildirim: Divê em jiyaneke demokratîk ava bikin
09:01 Hevseroka MXDŞ'ê Cîhan Celo: Banga dîrokî ji bo me esas e
09:00 ROJEVA 23’YÊ ADARA 2025’AN
08:27 Îfadeya Îmamoglû ya li dadgeriyê temam bû
22/03/2025
16:51 Li Newroza li Qada Gundogdûyê peyama 'têkoşîna hevpar'
16:47 Ji bo girtiyên nexweş Odûncû û Sûlûkan banga berdanê
16:27 Li quntarên Amanosê Newroz: Em ê bi hev re siberoja demokratik ava bikin
16:19 Daxawaza 'azadî ji Ocalan re' mohra xwe li Newroza Kocaeliyê xist
16:08 Li Mêrsînê coşa Newrozê: Em ê civaka demokratîk ava bikin
15:21 Kesên di Newroza 1992’yan de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:57 Piştî 7 salan li Erzinganê pîrozbahiya Newrozê: Dem dema mezinkirina banga Ocalan e
14:50 Dayikên Şemiyê li kiryarên Hasan Ocak pirsîn
14:46 Xizmên windayan Kemal Kurkut bîbîr anîn
12:57 Di 3 rojan de 712 êriş
12:52 Hejmara kesên binçavkirî bû 343
12:48 Li Merîwanê 5 kes ji ber beşdarî Newrozê bûn hatin binçakvirin
12:26 Li Mêrsînê Newroza Azadiyê dest pê kir
12:07 Artêşa Iraqê ji Şengalê derket
11:57 Li 9 navendan pîrozbahiya Newrozê
11:37 Ji DEM Partiyê piştgirî ji bo Baroya Stenbolê: Biryar bêhiqûqî ye
11:28 Welatiyên ku beşdarî Newroza Amedê bûn: Divê Ocalan azad be
10:20 ‘Binçavkirina Îmamoglû 684 milyar zirar da aboriyê'
10:03 Vekolîneke marksîst: Bêmilkkirina Jinê
09:41 Ciwan di Newrozê de li benda peyama Abdullah Ocalan in
09:12 Êrişî konsolxaneya Stenbolê ya Iraqê hat kirin
09:09 Yerlikaya: 97 kes hatine binçavkirin
09:05 Endamên Komeleya Kurdistan a Fransayê: Azadiya Ocalan ji bo her kesî girîng e
09:02 HDK'ê Serokê Giştî yê CHP'ê Ozel vexwend Newrozê