‘Şermezarkirina rojnamegeran têr nake, divê helwest were nîşandan’

  • rojane
  • 09:39 28 Tebax 2024
  • |
img
STENBOL - Rojnamegerên li Stenbolê destnîşan kirin ku Tirkiye ji bo sûcên xwe yên şer dernekevin holê, rojnamegeran qetil dike û anîn ziman ku divê di asta herî jor de bertek werin nîşandan. 
 
Tirkiye di 23’yê tebaxê de li navçeya Seyidsadik a Silêmaniyeya Herêma Kurdistanê ya Federe de êrişek li dar xist. Di êrişê de rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dan û berpirsê şîrketa Chatr Production a Medyayê Rêbîn Bekîr (30) jî di nav de 6 rojnameger jî birîndar bûn. 
 
Rojnamegerên li Stenbolê bertek nîşanî êrişên li dijî xebatkarên Çapemeniya Azad tên lidarxistin dan. 
 
‘DIVÊ BERTEK BÊN XURTKIRIN’
 
Nûçegihanê Rojnameya Patîkayê Yadîgar Aygun destnîşan kir ku ji demên berê bi bi îro ve her serdemê rojnameger bûne hedefe desthilatdaran û dan zanîn ku Tirkiye ji bo polîtîkayên xwe yên li Silêmaniyeyê dide meşandin, rojnameger qetil kirine û wiha axivî: “Ji bo sûcên Tirkiyeyê yên şer dernekevin holê, rojnameger tên qetilkirin. Bi zanebûn rojnamegerên jin tên qetilkirin ji ber tevgerekî jinan a ku her diçe berbelavtir dibe heye û dixwazin vê yekê asteng bikin. Ji ber rojnamegerê jin pirsgirêkên jin, zarok û komên astengdar ji çavê jinê tîne rojevê.” 
 
Aygun diyar kir ku ji bo pêşî li êrişan were girtin, divê bertek werin xurtkirin. 
 
ÊRIŞ LI DIJÎ TÊKOŞÎNA JINÊ YE
 
Nûçegihana Bîanetê Rûken Tûncel da zanîn ku di pêvajoyên şer de hedefgirtina rojnamegerên jin ne ji rêzê ye û ev tişt gotin: “Di pêvajoya şeran de yek ji mijarên herî girîng, bêdengkirina rojanemegeran e. Li her dera cîhanê di pêvajoya şeran de tim wisa bûye. Talîban dema dest danî ser rêveberiya Efxanîstanê, di serî de rojnamegerên jin hedef girt. Dîsa DAIŞ ewil jinan û rojnamegeran hedef girt. Îsraîl sala ewil a şerê par li Lubnanê 2 rojnamegerên weşana zindî dikirin, hedef girt. Nûçegihanê kanala televîzyonê Farah Omer û kameravan Rabih el-Me’marî  di vê êrişê de jiyana xwe ji dest dan. Cezayên giran li 2 rojnamegerên Îranê kuştina Jîna Emînî kirine nûçe, hatin birîn. Dîsa Nagîhan Akarser a bi ser rojnamegeriya kurd kedekî mezin daye, beriya 2 salan li pêşiya mala xwe ya li Silêmaniyeyê hate qetilkirin.” 
 
Tûncel bi bîr xist ku di pêvajoya têkoşîna jinan xurt dibe de hedefgirtina rojnamegerên jin belasebep nîn e û wiha got: “Em nikarin hedefgirtina hempîşeyên xwe Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ji van tiştan cudatir bigirin dest.” 
 
‘ŞERMEZARKIRIN TÊR NAKE’
 
Tûncel bilêv kir ku bi qetilkirina rojnamegeran, dixwazin peyamê bidin civakê û wiha got: “Peyam bi vî awayî ye, ‘Şer dê giran bibe, lê hûn ê nebînin, nebîhîsin û serê xwe bizivirînin. Ev peyam heya astekê bersiva xwe dîtiye ku du rojnamegerên jin jiyana hatin kuştin lê belê çapemeniya muxalîf  di kirina nûçe ya vê mijarê de jî paş de ma. Dema mijar dibe rojnamegerên kurd divê bêyî gotina ‘Lê, lewma’ di asta herî jor de bertek were nîşandan, were şermezarkirin.” 
 
BANGA ‘XWEDÎDERKETINA XURT’
 
Rojnameger Hayrî Tûnç jî bi bîr xist ku ji bo êrişên li dijî Herêma Kurdistana Federe neyên dîtin, hatiye lidarxistin. Tûnç bilêv kir ku heke li dijî êrişa rojnamegerên kurd bêdeng were sekinandin dê hemû rojnameger werin hedefgirtin. Tûnç li dijî êrişan banga helwest nîşandanê kir û wiha got: “Divê rêxistinên pîşeyî dengekî bilindtir derxin, ji ber rojnamegerên kurd tên qetilkirin, girtin û rastî êrişê tên bêdeng nemînin. Heke îro li dijî van êrişan bêdeng were sekinîn. Dê sibê hemû rojnamegerên muxalîf hedef werin girtin û tên hedefgirtin jî. Ne tenê rêxistinên pîşeyî an jî partiyên siyasî, divê gel jî xwedî li rojnamegeran derkeve, divê xwedî li mirovên rastiyê ji wan re radigihînin derkevin. Xwediderktina xurt dê pêşî li êrişan bigire.”  
 

Sernavên din

29/03/2025
12:23 Li Îzmîrê li fabrîkeyekê teqîn: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
12:17 Ji ber govend gerandin der barê wan de lêpirsîna 'propagandayê' hat destpêkirin
11:51 DYA'yê USIAD'ê fesix kir
11:33 Wezîrê berê yê Îtalyayê: Ji bo pêvajo pêş bikeve, divê Ocalan azad be
10:32 Li Myanmarê hejmara miriyan hezarî derbas kir
10:27 Bi biryara lijneyê berdana wî cara 3'yan hat taloqkirin
10:10 'Polîs me wekî çalakgeran nîşan dan û wêneyên me kişandin: Ev komplo ye'
09:31 Dozger hat sirgûnkirin: 19 sal in lêpirsîn nehatiye destpêkirin
09:07 Kampanyaya Rêveberiya Xweser gihîşt bi hezaran kesî
09:04 'Qezenca me têra pêdiviyên me yên rojane nakin'
09:00 ROJEVA 29'Ê ADARA 2025'AN
28/03/2025
16:31 Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê derb û lêpirsîn
15:38 Roboskê di meha 159’an de ye: Em li pey hiqûqa winda ne
15:25 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bertek nîşanî tundiya polîsan da
15:23 ÎHD: Îşkence li binçavkiriyan hate kirin
14:52 Ji Baroya Amedê û OHD’ê rapora Newrozê
14:27 Malbat bi boneya cejnê çûn serdana goristanan
13:52 BYC: Rojnameger Khan tundî kişand lewma hat revandin
13:41 Hêzên Ked û Demokrasiyê ji bo mitînga li Maltepeyê bang kirin
13:35 CHP’ê ji bo betalkirina qanûna qeyûm serî li AYM’ê da
13:29 Xwendekar: Heta ku bêhiqûqtî bi dawî dibin dê boykot bidome
13:18 Qeyûm xebatkarên jin dişîne karên paqijiyê
12:03 Îranê bersiv da nameya Trump
11:30 Li Myanmarê bi pîleya 7.7 erdhej
11:27 Siyasetmedarên Awûstûryayî: Divê Tirkiye vê firsenda dîrokî ji dest nede
10:52 Rapora Îmraliyê ya 4 mehan: Serlêdana 'lezgîn' a li CPT'yê
09:50 4 rojên xwe yên di bin çavan de vegotin: Ji hêza ciwanan ditirsin
09:48 Li Mêrdînê der barê 26 kesan de doza 'şermezarkirina qayûm'
09:19 Li Stenbol û Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
09:18 Soyer: Têkoşîna aştî û demokrasiyê nayê parçekirin
09:17 Li Deşta Mûşê şahiya berfînan
09:03 ‘Li Sûriyeyê heya jin ne di nav de bin tu pergal nayê avakirin'
09:02 'Divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê'
09:00 Êdî gel nikare şekirên cejnê jî bikire
09:00 ROJEVA 28’Ê ADARA 2025’AN
08:56 Li Enqereyê 3 kes hatin girtin
08:46 Berxwedana li ODTU’yê di tevahiya şevê de domiya
27/03/2025
16:43 MEBYA-DER'ê li Cizîrê merasîma bîranînê li dar xist
16:28 Nûçegihanê BBC’yê ji Tirkiyeyê hate dersînorkirin
16:27 Konferansa Kurd a PE’yê: Abdullah Ocalan hêj jî li muxataban digere
16:16 Zextên ser rojnamegeran hatin protestokirin
15:13 Rojnameger Egîd Roj hat bibîranîn
14:30 Akademîsyen Levent Dolek hate girtin
14:23 Faîlê Nesîbe Elgunê hate girtin
14:23 Çalakiyên li Belucistanê didomin
14:22 Bakirhan: Çareseriya pirsgirêka Kurd mecbûriyet e
14:22 Bernameya Cejna Remezanê ya DEM Partiyê diyar bû
13:55 Li fakûlteya Alî Îsmaîl Korkmaz boykot dest pê kir
13:20 10 kesên li Îzmîrê hatin girtin li girtîgehê hatin derbkirin
13:19 Nehiştin rojnameger têkevin Zanîngeha Anadoluyê
12:20 Berdevkê Hamasê di êrişa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da
11:44 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê 2 serlêdanên cuda kirin
11:43 Rojnameger Yagiz Barût hate berdan
11:42 Hezar û 876 kes hatin binçavkirin û 260 kes hatin girtin
10:53 BAC: Ji rojnamegerê Beluc agahî nayên girtin
10:18 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
10:17 50 akademîsyen ji kar hatin dûrxistin
10:03 Di şewata hotêlê de hejmara miriyan derket 2’yan
09:48 Nicolas Walder: Divê Tirkiye jidil nêzî pêvajoyê bibe û gavên şênber biavêje
09:47 Welatiyên Kirşehîrê yên tev li Newrozê bûn: Em bi hêvî ne
09:20 7 rojnameger hatin berdan
09:09 Sariyildiz ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin: Hêviya me geş e
09:00 ROJEVA 27’Ê ADARA 2025’AN
08:30 Li Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
08:28 Di çalakiya ODTU’yê de gelek kes hatin binçavkirin
08:23 Li Uludagê şewat derket
26/03/2025
16:32 Hesabê X'ê yê 12 rêxistinên jinan hat astengkirin
16:11 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi Partiya Gelecekê re hevdîtin kir
16:05 Ji ciwanan ji bo 'Meşa Amarayê' bang
14:12 Ji ÎHD’ê nameya têkildarî 'qeyûm' ji Wezareta Karên Navxweyî re
12:27 Ji 337 nivîskar û akademîsyen banga 'tifaqa demokrasiyê'
10:46 Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
10:18 Li Îzmîr û Antalyayê 20 kes hatin girtin
09:58 Di êrişên Îsraîlê de li Xezeyê 8 kes hatin kuştin
09:03 'Pêkanîna aştiyê niha berpirsiyariya hikûmeta tirk e'
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2025'AN
25/03/2025
16:52 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
16:17 Jin li dijî fihûşê meşiyan: Em ê hesabê bipirsin
15:48 7 rojnameger hatin girtin
15:38 Ekolojîst û hiqûqnas çûn serdana gundiyên berxwedêr
15:37 Li Dêrsîmê çalakiya karkerên ku qeyûm ji kar derxistine
15:29 Sevtap Akdag a DEM Partiyî nehate berdan
15:28 Şandeya DEM Partî û DBP’ê ji bo ‘pêvajoyê’ çû serdana Goran
15:22 Boykota li zanîngehan didome
15:12 OHD: Divê biryara Baroyê were betalkirin û şaredar li karê xwe vegerin
15:02 Ji Tulay Hatîmogullari ji bo Îmrali bangewazî
14:36 Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe aşkera bû
13:35 Li Enqereyê gelek xwendekar hatin binçavkirin
12:52 Der heqê Egîtîm Senê de lêpirsîn hate destpêkirin
12:51 Tulay Hatîmogûllari: Ya ku divê qonaxa duyemîn derbas bike dewlet û îktîdar e
12:04 Ji bo îfadeyê bang li Şaredarê Beyoglûyê hat kirin
11:57 Dozger biryara xwe guherand: Rojnameger bi daxwaza girtinê sewq kir
10:48 Cerdevan darên li herêmên şer tên birîn difiroşin
10:30 Seroka EMEP’ê ya Eskîşehîrê hate binçavkirin
10:27 Xwendekarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:20 Di protestoya birîna daran de mudaxaleya leşkeran
10:14 Ji ber krîza aborî xelk meha Remezanê zehmet derbas dike
09:58 154 roj in têkildarî 'mafê hêviyê' tu gav neahatine avêtin
09:27 Protestoyên li Enqereyê duh bi şev jî domiyan
09:25 Stewrê xemla biharê li xwe kir