Bakirhan ji Wanê bang kir: Van polîtîkayên xwe yên şer bi dawî bikin

img
WAN - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan bang li dewleta tirk kir ku êrişên xwe yên li dijî Rojava û Herêma Kurdistanê bi dawî bike û wiha got: “Em demildest van polîtîkayên şer bi dawî bikin. Bila Tirkiye bi hemû rengên xwe bi hev re bijîn.”
 
Di pêşengtiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) de bi dirûşma “Li dijî şer û dagirkeriyê aştî, li dijî tecrîdê em berxwedanê biqîrin” li Wanê mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê hate lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di mitîngê de axivî. 
 
‘ZALIM AŞTIYÊ NAXWAZ IN’  
 
Bakirhan, bi şandina silavan a ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hevalên wî re dest bi axaftina xwe kir. Bakirhan, anî ziman ku rojekê dê gel aştiyê bîne ser vê axê û wiha got: “Li cîhanê zalim aştiyê naxwazin, zalim ji aştiyê hez nakin. Erdnîgariya ku em lê dijîn hêj xwîn tê rijandin.  Şer heye, zarok tên kuştin, xaniyên mirovan bi serê wan de tên hilweşandin. Li Rojhilata Navîn her roj bi dehan cenaze tên rakirin. Ji bo ku çend dîktator bijîn. Heke em weke îro li Wanê bi awayekî xurt li djî şer, mêtîngerî û înkarê xwedî li aştiyê derkevin, bawer bikin em ê bikaribin kuştina zarok û ciwanan a li Xezayê asteng bikin. Em dikarin kuştina welatiyên sivîl ên kurd a li Silêmaniyê asteng bikin.”
 
QETILKIRINA HAKÎM LOQMAN 
 
Bakirhan, bal kişand ser qetilkirina Hakîm Lokman ê ji bajarê Duhokê yê Herêma Kurdistana Federe û wiha got: “Ji Duhokê 3 hemwelatiyên me yên kurd ji Stenbolê tên betlaneyê. Ji bo ku li Stenbolê li restoranekê xwarinê bixwin rûdinin û ji ber di nava xwe de kurdî diaxivin ji aliyê çeteyeke nijadperest a faşîst a li wir ve tên lînckirin. Bi kêran êriş dikin. 3 ciwanên kurd ji bo ku bi kurdî axivîn, êriş li wan tê kirin, kesek ji wan ji dilê xwe hate kêrkirin û hate qetilkirin. Du mirovên me jî niha li nexweşxaneyê têkoşîna jiyanê didin. Heke kesên dewletê bi rê ve dibin şer bixwazin û ji serê sibê heta êvarî dijminatiya kurdan bikin û bandora wê ya li restorana Stenbolê jî dibe komkujî. Xwedê bela xwe bide kesên bûne sedemê vê qetlîamê. Em ji Wanê bang li kesên bûne sedemê vê qetlîamê dikin; em kurd bi hezar salan e li ser vê axê dijîn. Me kurdan tu car îxanet li gelên ku li ser vê axê bi me re dijîn nekir. Dijminatî nekir. Lê mixabin di van 10 salên dawî de serdestên vî welatî li Tirkiyeyê bi zanebûn Kurdan dikin hedef. Dibin sedem ku kurd ji aliyê van faşîstan vê bên qetilkirin.”
 
‘JI BO KU FERASETA FAŞÎST BI DAWÎ BIBE EM DIBÊJIN AŞTÎ’ 
 
Bakirhan ê pirsa “Em çima dibêjin aştî” kir, ev tişt gotin: “Ji bo dawî li vê zîhniyeta nîjadperest, faşîst bê anîn em dibêjin aştî. Ji bo ku kurd li Stenbol, Amed û Dêrsim bi serbestî bi zimanê xwe biaxivin em dibêjin aştî. Em dibêjin aştî ji bo kurdên li Hewlêr û Silêmaniyê dijîn bikaribin bi xwe biryara pêşeroja xwe bidin. Em ji bo jiyana bi hev re ya bi xwişk û biratî ya ciwan, jin, kurd, ereb û gelên din ên li Rojava dijîn dibêjin aştî. Lê ev pergal û yên vî welatî bi rê ve dibin çi dibêjin, ji bo Herêma Kurdistanê dibêjin şer, li Rojava dibêjin ÎHA, SÎHA û bombe, dibêjin bila Kurdên li Stenbolê ji ber axaftina bi kurdî bên lînckirin. Ev desthilat bi ser dijminatiya kurdan û înkarê xwe dide jiyîn. Em ê ji ber wê bêjin aştî û gotina aştiyê bidomînin.”
 
‘EM Ê PÛÇ BIKIN’  
 
Bakirhan ê bertek nîşanî jêbirina nivîsa “Pêşî Peya” da, wiha got: “Ev dewlet, walîtî, qeymeqamtî, midûriyeta polîsan nerazan ji bo bi şev ligel çeteyan du peyvên kurdî jê bibin bi rojan hewl dan. Lanet be ji we re. Li dijî vê sîstema nîjadperest û redkar, yekane hêza me têkoşîna bi hev re û pûçkirina vê sîstema înkarê ye. Ev desthilat dixwaze civaeke yekreng biafirîne. Em ê li dijî vê desthilatê têbikoşin. Em bi pergaleke ku li dijî dawetên kurdane rûbirû ne. Li ku dera cîhanê dema mirov dawetê dikin ji pergalê destûrê digirin. Em pergaleke wiha re têdikoşin. Em dibêjin aştî ew dibêjin şer. Em bi israr û înat soza têkoşînê didin, heta ku zimanê me, nasnameya me, paşeroja me û zarok û ciwanên me di Tirkiyeyeke aştiyane, demokratîk û azad de bijîn.” 
 
 ‘DIVÊ MUXALEFET BERPIRSYARIYÊ BIGIRE’ 
 
Bakirhan ê bang li mûxalefetê jî kir, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Meseleya kurd ne meseleyeke ku weke siyasî were bikaranîn e, meseleyeke cidî ye. Meseleyeke ku demokrasî, azadî û pêşeroja Tirkiyeyê eleqe dike ye. Ji rêzê nêzî meseleya kurd nebin. Ez bang li mûxalefetê dikim ku ji bo meseleya kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin berpirsyartî û înîsiyatîfê bigirin. Bangeke min jî li rêxistinên sivîl ên civakî, mirovên demokrat, gelên Tirkiyeyê yên di dilê wan de mirovahî heye ye. Ji bo em vê pergala talan, zilm, zem, feqîr dike û tune dihesibîne demildest bişînin divê em bi awayekî xurttir bi hev re bin û têkoşîneke hevkar bimeşînin.”
 
‘ÊRIŞÊN XWE RAWESTÎNIN’  
 
Bakirhan, bang li desthilatê kir ku dest ji şer û kaosa li Herêma Kurdistana Federe berde û wiha berdewam kir: “Li Rojava wê pergala ku mirov weke mirovan lê dijîn bi SÎHA, ÎHA, top û tifingan nebin bersiv. Destê aştiyê yê dirêj dikin bigirin. Dest ji polîtîkayên şer, zimanê şer û pevçûnê yê nijadperest berdin. Werin ligel kurdan weke mirovan bi diyalog, muzakereyê rûnin ka çawa meseleya kurd tê çareserkirin. Bila Wan, Amed, Edene û Stenbol nîqaş bikin. Bila gel bi hev re biryarê bidin. Şer xizanî ye, Werin em demildest van polîtîkayên şer bi dawî bikin, bila Tirkiye bi hemû rengên xwe bi kurd, tirk, ereb, çerkez, elewî, sunî, suryanî û êzîdî bi baweriyên din weke xwişk û bira bi hev re bijîn. Em ji bo vê hene. Bila 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê di serî de ji we re, ji gelê kurd re, ji gelên Tirkiyeyê re hemû gelên li cîhanê di bin zilm û şer de tên qetilkirin aştî û xwişk û biratiyê bîne.”
 
Piştî axaftinan Bakirhan û hilbijartiyan, kevokên aştiyê hatin firandin. Mitîng bi derketina ser dikê ya Kasim Taşdogan bi dawî bû.  
 
 

Sernavên din

09/02/2025
16:50 Bayindir ji îktîdarê re got: Ocalan ji bo çareseriyê amadekariyê dike lê hûn?
16:29 Ozer êrişa polîsan vegot: Bi zanebûn hedef hatim girtin
15:09 PDK’ê bi ser Televîzyona KNN’ê de girt
14:59 Dewleta tirk êrişî gelek gundan kir: Zarokek hate qetilkirin
14:42 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran û zextan dan
14:16 Di mitînga Mêrsînê de banga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
14:11 Li Amedê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:04 Ji bo rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn mewlûd hate dayin
13:36 Li Dêrsimê îdiaya hewldana întîharê
13:23 Sûcên dewleta tirk ên ji destpêka 2025’an ve li Başûr hatine kirin
13:18 Bakirhan: Peyama Abdullah Ocalan dê li gorî ruhê Çanakkaleyê be
13:07 Ozer ê di êrişa polîsan de birîndar bûbû çavên xwe vekir
13:00 Waliyê Hewlêrê gev li mamosteyan xwar
11:58 Serokkomarê ewil ê Namîbyayê jiyana xwe ji dest da
11:57 Trump û Putîn li ser telefonê axivîn
11:41 Rojnameger Abdurrahîm Yeşîlagaç jiyana xwe ji dest da
11:04 Dewleta tirk di 2 mehan de 82 welatiyên sivîl qetil kir
10:43 Ji mitînga Amedê: Heta Ocalan azad nebe gel jî azad nabe
10:18 Dewleta tirk êrişî gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
10:13 Vanspor a êriş lê hatibû kirin bicoş hate pêşwazîkirin
10:12 3 rojnamegerên Bîrgunê hatin binçavkirin
10:12 Biryara bihincet a Sofya Alagaşê: Nûçe xebata rojnamegeriyê nîne!
09:45 Hejmara nû ya Kovara Jinê deket
09:43 Jin dê di 15’ê Sibatê de li Strazburgê ‘Azadiyê’ biqîrin
09:20 Li dijî komployê çirûska ewil a berxwedanê
09:02 Li hotêla agirkujiyê rapora neyînî dabû şewat derket, ji raya giştî hat veşartin
09:00 Xwediyê guleya girtî birîndar kirî nehat dîtin
09:00 ROJEVA 9’Ê SIBATA 2025’AN
08/02/2025
16:16 Mêrsînê ji bo mîtînga 'ji bo aştiyê azadî' amade ye
16:04 Li 3 bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî
15:32 Bakirhan: Bila Ocalan bi amediyan re hevdîtinê bike
15:03 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Di 15'ê Sibatê de 'mafê hêviyê' pêk bînin
14:41 Di mîtînga 'azadiyê' de posterê Abdullah Ocalan
14:37 Ne kiryarê Tekdag hat dîtin, ne jî aqûbeta Dîrîl hat zelalkirin
14:12 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Maksut Tepelî pirsîn
14:09 DFG û MKG: Wê pênûsên hevalên me li erdê nemînin
13:12 Di mîtînga Amedê de banga 'ji Ocalan re azadî'
12:59 Ji jinan beriya mîtîngê meşa ‘jin, jiyan, azadî’
11:05 Rojnamevan Alî Bariş Kûrt hat girtin
10:13 Rojnamevan Azîz Koyluoglû hat qetilkirin
09:33 'Divê astengiyên li ber perwerdehiya zimanê dayikê bên rakirin'
09:18 DEDAŞ'ê Turkiyeya ji 98 astengdar bê ceryan hişt
09:03 Li Şirnexê talan jî û rant jî aîdî serokê AKP'î ne: Di 2 salan de 933 milyon TL
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2025'AN
07/02/2025
17:30 Rojnameger Oznur Deger hat girtin
16:13 Keskîn Bayindir: Divê îktîdar nexşerêya xwe ya çareseriyê eşkere bike
15:12 Kesên di qedexeya Cizîrê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:52 Rêveberiya Girtîgeha Evînê ceza da 27 jinên girtî
13:47 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Nabe ku azadiya Ocalan were taloqkirin
12:43 Rojnameger Oznûr Deger dê sewqî edliyeyê bê kirin
11:49 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:38 Rojnamegeran ji bo biçin Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
11:30 Ji bo mitînga 8’ê Sibatê ya Amedê bang
11:06 Sekreterê Egîtîm Senê Guneş: Perwerdeya bi zimanê dayikê dê ji bo çareseriyê sûdewer be
11:03 Halîde Turkoglû: Divê hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re xwedî çarçoveyeke qanûnî bin
10:44 Qeyûmê Mêrdînê di 3 mehan de 301 xebatkar ji kar avêt
10:34 6 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Halîse Aksoy
10:25 Li Mêrdînê bi ser malan de hate girtin
10:24 Bernameya meha Sibatê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
10:22 Şaredariya Cizîrê Mexazaya Piştevaniyê ya Kezî vekir
10:11 Temenê wî mezin kirin û cezayê muebbeta girankirî lê birîn
09:49 Ercan Îpekçî: Bi girtina rojnamegeran re civak tê cezakirin
09:16 Serlêdana temyîzê ya ji bo Pexşan Ezîzî hate redkirin
09:05 Rojnamegera hat berdan: Naxwazin zexta li ser civakê bê bihîstin
09:04 Destpêka Şerê Cîhanê yê Sêyem
09:01 Girtiyê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
09:00 ROJEVA 7’Ê SIBATA 2025’AN
08:49 Li gelek bajarên Bakur îro dê berf bibare
08:19 Rojnameger Oznûr Deger hate binçavkirin
06/02/2025
20:09 Zarokê di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
20:05 Der barê hevserokên DEM Partî yên Esenyurtê biryara tehliyeyê
16:54 Li Dêrsimê bi gel re civîn hat lidarxistin
16:47 Danişîna doza Alkan hate taloqkirin
15:48 Li Samandagê bîranîna erdhejê: Em ê jibîr nekin û hesabê bipirsin
15:20 Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn: Îktîdarê IBAN da, Kizilayê kon firotin
14:40 Tuncer Bakirhan: Derfetên dewletê ji bo şer tên bikaranîn
13:11 Dadgeha Gelan a Rojava du roja duyemîn de didome
13:08 Dewleta tirk Şarbajêr bombebaran kir
13:05 Ji 44 welatan ji bo Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî bang
13:05 Rojnameger Wirya Hemê Kerîm jiyana xwe ji dest da
13:04 Rapora meha Çileyê ya MKG’ê: 9 rojnameger girtî ne
12:48 Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
12:40 ÎSÎG: Di Çileyê de 177 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:36 Komploya 15’ê Sibatê: Xeleka dawî ya şerê NATO'yî
12:02 Di doza rojnameger Melek Avciyê de dê mutalaa bê amadekirin
12:01 Di serdegirtina ‘ceyrana qaçax’ a DEDAŞ'ê de 3 kes hatin binçavkirin
12:00 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:59 Xelkê Wanê: Tenê Abdullah Ocalan dikare pirsgirêkê çareser bike
11:20 Di 8 salan de 621 Beluc li Îranê hatin darvekirin
11:16 Rêveberê HADEP’ê Dîlsîz jiyana xwe ji dest da
11:15 Keça xwe di ‘jêrzemînên wehşetê’ de winda kir: Em ê wan rojan ji bîr nekin
10:39 Ji bo mitînga ‘Ji bo aştiyê azadî’ bang kirin: Divê qad tije bibe
10:25 Sîmonnet a çûbû serdana Rojava: Nêrînên Ocalan hêviyê didin
10:12 Kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ didome: Dê gelek kes qezenc bikin
09:41 Qeyûmî zilamel tayînî midûriyeta jinan kir, jin jî şandin beşa paqijiyê!
09:38 Li gelek bajaran ji ber berfê navber dan perwerdeyê
09:11 Ji bo gelek bajarên Bakur hişyariya barînan hat kirin
09:10 Li Edeneyê ciwanek hate binçavkirin
09:09 Ciwan wê di 9'ê Sibatê de dest bi meşa 'azadiyê' bikin
09:07 Hevşaredara îxrackirî kamera danî odeya endamên meclisê