ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2024'AN

img
* OHD’ê li dijî birîna daran a li Herêma Botanê serî li Wezareta Çandinî û Daristanan da. Midûriyeta Daristanan a Rihayê bersiv da serlêdanê û birîna daran red kir. Midûriyetê îdia kir ku “Dar li gorî mewzûatê" tên birîn û hewl da qirkirinê rewa bike.
 
* Bi milyonan zarok dê nekarin di sala nû ya perwerde û fêrkirinê de bi zimanê dayikê perwerde bibin. Hevserokê Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Senê ya Amedê Faruk Ercan wiha got: “Perwerdeya bi zimanê dayikê mafê jiyanê ye.” 
 
* Makbûle Ozer a 82 salî ku demek berê tehliye bû, diyar kir ku li girtîgehê du caran ji ranzayê ketiye xwarê û wiha got: “Hevalên min ên li qawîşê li min dinihêrtin. Divê cihê kesên 70-80 salî ne girtîgeh be.”
 
* Welatiyên ku êdî nema dikarin pêdiviyên xwe yên sereke jî pêşwazî bikin, diyar kirin ku bi pêşhilbijartinê û guherandina îktîdarê re aborî jî dê baş bibe. 
 
*  Sûka Tarî ya navçeya Cizîrê ku xwedî dîrokeke kevnar e ji ber krîza aborî vikûvala ye. Dikandarên sûkê diyar kirin ku ji ber krîza aborî êdî welatî nikarin dan û standinê bikin û ji ber vê yeke ew jî nikarin debara xwe bikin û hatine wê astê ku dê dikanên xwe bigirin. 
 
* Arîfa Fatîmayê diyar kir ku li Afganîstanê hewl tê dayîn ku nasnameya jinê bê tunekirin û got: "Berxwedana jinên kurd a gerdûnî, rêya me hemûyan ronî kir. Ez difikirim ku em ê bi têkoşîneke hevpar destkeftiyên xwe ji nû ve bi dest bixin."
 
* Girtiya 30 salî Nedîme Yaklav ku berdana wê 5 caran ji aliyê Lijneyên Îdare û Çavdêriyê ve hatiye taloqkirin, lijneyan wekî "pençşêra burokratşk a saziya edaletê" pênase kir û got: "Gava tu kurd bî û polîtîk bî, tu ne baş î. Peyam pir eşkere ye; xwe înkar bike, tune bike." 
 
* Karkera çandiniyê Medîne Akyuz a 18 salî ku ji bo perwerdehiya xwe bidomîne û alîkariya malbata xwe bike dixebite, got: "Xerabûna pergalê, van zehmetiyan li me ferz dike. Lê divê em qebûl nekin." 
 
* Suboxone ku ji bo dermankirina kesên maddeyên hişbir bi kar tînin bi kêr tê û bi reçeteya sor tê firotin, kêm tê peydakirin. N.P. diyar kir ku pêvajoya dermakirinê ya birayê wî didome got ku "Birayê min an wê derman bi kar bîne an jî tiryakê" û xwest derman bê peydakirin. 
 
*Danişîna doza rojnameger Mehmet Guleş ku bi îdiaya “Rêzepropagandaya rêxistinê” tê darizandin dê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.20)
 
*Doza parêzer Burhan Arta ku ji ber îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatibû vekirin dê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.25)
 
* Danişîna doza rojnameger Osman Akin û Veysî Sarisozen ku bi îdiaya “Rêzepropagandaya rêxistinê” tên darizandin dê li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê bê lidarxistin. (10.10)
 
* Şaxa OHD’a Stenbolê ji bo tehliyekirina girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday ê li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê tê ragirtin û hemû girtiyên nexweş, dê li avahiya xwe ya li Beyoglû ya Stenbolê daxuyaniyê bide. (13:00)
 
*Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Meclisê dê îro jî bidome. (13.00-17.00)
 
* Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê dê xebatên xwe li Navenda Çandê ya Dîcle Firatê eşkere bike. (16.00)  ZINDÎ

Sernavên din

13/02/2025
09:47 HDK biisrar e ku aştiyê civakî bike
09:33 Tehliyeya Kandemîr bi hinceta ‘greva birçîbûnê’ taloq kirin
09:09 'Kî çi stratejiyê ava dike bila bike, lê mecbûr e HSD'ê bibîne'
09:09 Rojnameger Germiyanî: Li dijî qetilkirina rojnamegeran pêdivî bi helwesteke navneteweyî heye
09:07 Di bin banê NÇM'ê de ‘Koma Vejîn’ hat avakirin
09:02 Her sal di 15'ê Sibatê de rojî digire: Wê komploger winda bikin
09:00 ROJEVA 13’Ê SIBATA 2025’AN
08:41 Gel ev 3 roj e li pêşiya şaredariyê li ber xwe dide
12/02/2025
16:47 Malbata Rojwelat Kizmaz: Bila berpirsyar hesabê bidin
16:39 Dadgeha Bilind cezayê ‘endamtiyê’ yê Ayşe Gokkkan betal kir
16:14 Ma Music çû serdana Navenda Giştî ya DEM Partiyê
16:09 Amedsporê banga îstîfayê li Midûriyeta Ciwan û Sporê kir
15:41 Di çalakiya li Akdenîzê de bertek nîşanî cezayê li Zeydan hatiye birîn dan
15:32 IFJ’ê bertek nîşanî fesxkirina Sendîkaya Rojnamegeran a Sûriyeyê da
15:20 Dewleta tirk Binarê Qendîlê bombebaran kir
14:15 Ji bo Koyluoglû mewlûd hat dayin: Dê peyrewên wî têkoşîna heqîqetê bidomînin
14:07 Îdianameya Îmamoglû hate qebûlkirin
13:57 Cezayê hefsa malê yê rojnameger Akyuz hate rakirin
13:46 Rojnameger Samî Yilmaz hate binçavkirin
13:43 Ji bo mitînga Strasbourgê bang hate kirin
13:34 Dozgeriya li dijî biryara betalkirina di doza Sûrê de derketî ceza xwest
13:17 Li Wanê çalakiya girseyî: Em ê îradeya gel biparêzin
13:10 DBP dê li Amedê kongreyê li dar bixe
12:58 Li Salîhliyê 18 kes hatin binçavkirin
12:26 Cezayê li Zeydan hatiye birîn hat protestokirin
12:16 AYM’ê ji bo cezayê dabûn rojnameger Yelda Çîçek biryara binpêkirinê da
12:00 MYK’a DBP’ê: Em ê li dijî êrişên ser HDK’ê têbikoşin
11:53 Polîsê Kazanhan qetil kirî ev saleke nehatiye girtin
11:42 Wêneyên 2 rojnamegerên jin ên hatin qetilkirin hatin şewitandin
11:21 Wesayîta karkeran qeza kir: 10 kes birîndar bûn
11:20 Li dijî girtina rojnameger Oznûr Degerê îtîraz hate kirin
11:14 Berxwedana ji Şêx Seîd heta Abdullah Ocalan didome: Bêyî azadiyê çareserî nabe
10:18 Endama PM’a DEM Partiyê Pakîze Sînemîllîoglû hate binçavkirin
10:18 Amed bi berfê xemilî
09:16 Ji PKK’ê daxuyaniyeke girîng
09:11 Karapinarê nexweşîna pençeşêrê pê re heye: Ez mafekî dermankirinê yê birûmet dixwazim
09:10 Margaret Owen: Heya Ocalan azad nebe em ê nikaribin li ser aştiyê biaxivin
09:06 Farisogûllari: Ger AKP pêvajoyê bixitimîne ya winda bike wê Tirkiye be
09:02 'Ji bo azadiya Abdullah Ocalan, em amade ne bitêkoşin'
09:01 Kaganarslan: Ji bo civakîkirina çareseriyê gavên pratîk divê
09:00 ROJEVA 12’Ê SIBATA 2025’AN
08:34 Li Wanê dê daxuyaniya girseyî were dayin
08:31 Hevşaredar Neslihan Şedal: Em ê rê nedin xespkirinê
08:31 Berxwedan li taxan belav bû
08:30 Xelkê Wanê heta serê sibehê li pêşiya şaredariyê bû
11/02/2025
23:59 Tevî sar û seqemê jî bi hezaran kes li ber şaredariyê ne
16:24 Li dijî hewldana tayînkirina qeyûm li Wanê kon hate vegirtin
16:19 Li pêşiya Girtîgeha Evînê çalakî: Darvekirinan bidin sekinandin
16:18 Gundê Kobanê tê bombebarankirin
16:12 Neslîhan Şedal: Gelê hûn îradeya wê tune dihesibînin dê çawa pê re aştiyê bikin?
16:04 Di 12 salan de 742 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
15:52 HDK’ê ji dozgeriyêr e got: Ne hedê tu kesî ye kongreya me tawanbar bike
15:33 Ozer ê di êrişa polîsan de birîndar bûbû ji nexweşxaneyê derket
15:32 Şîna Koyluoglû hate ziyaretkirin: Dê têkoşîna me de her dem bijîn
15:13 Tulay Hatîmogûllari: Dibe ku banga Ocalan bi 15’ê Sibatê re negihije
14:11 Xelkê Wanê: Em ê careke din mezin li ber xwe bidin
12:44 Tulay Hatîmogûllari ji îktîdarê re got: Plana we ya çareseriyê çi ye?
12:29 Aktar: Biryara ji berê ve hatibû dayin xwendin
Karaman: Mesele talankirina Şaredariya Wanê ye
11:52 Di doza rojnamegeran de dê aqûbeta dosyayên cuda were pirsîn
11:33 Di doza Safîturk de daxwaza jinûve darizandinê
11:31 Li Rihayê kesek hate binçavkirin
11:30 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:30 Necla Demîr: Dixwazin çapemeniyê veguherînin amûra propagandayê ya dewletê
10:43 Parêzerê Aktar: Biryareke siyasî ye û ji bo tayînkirina qeyûm hat dayin
10:29 Li pêşiya şaredariyê protesto: Em ê rê nedin xespkar û dizan!
10:12 Abdullah Zeydan: Tu hukmê vê biryarê tune ye
10:05 Xelkê Wanê diherike ber avahiya şaredariyê
10:04 3 sal û 9 meh cezayê hefsê dan Zeydan
09:52 Abdullah Ocalan dê bangekî çawa bike: Ji Şandeya Îmraliyê Onder ji MA’yê re vegot
09:28 Çîrokên çalakvanên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’
09:09 Zhiyan Yaseen: Iraq bi qanûna rewşa kesane re îstîsmara zarokan rewa dike
09:08 Jinan ji bo 'Sala Malbatê' got: Ka berpirsiyariya bav?
09:07 Tîma Futbolê ya Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê: Armanc Lîga 2'yemîn e
09:05 Berdana girtî Tekîn ji ber cezayên disiplînê hat astengkirin
09:04 26 sal in di protestoyên komployê de cih digire: Min xwe bi wî nas kir
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2025'AN
08:40 Li Stenbolê li dijî şaredariyên CHP’î operasyon: 10 kes hatin binçavkirin
10/02/2025
15:46 Li Rihayê 2 kes hatin girtin
15:27 Ji bo rojnameger Azîz Koyluoglû şîn hate danîn
15:11 ‘Ji bo çareseriyê divê Meclis destê xwe deyne bin kevir’
14:43 Di dema muayeneyê de kelemçekirina destan li girtiyan ferz kirin
14:05 Ji jinan meşa ‘azadiyê’: Gelek kes hatin binçavkirin
14:04 Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê banga ‘muzakereyan’ kir
13:20 Di meha 112’emîn a Komkujiya Gara Enqereyê de daxwaza edaletê
13:12 AYM’ê ji bo desteserkirina nameya ji Abdullah Ocalan re hatiye şandin biryara ‘binpêkirinê’ da
13:11 Şandeya Îmraliyê dê biçe serdana Herêma Federe ya Kurdistanê
12:21 Rojnameger Necla Demîr ji ber rojevên jinan tê sûcdarkirin
11:49 Şertê kontrola edlî ya rojnamegeran hate rakirin
11:28 Li Şirnexê ketin û derketina li 11 herêman hate qedexekirin
10:43 Danişîna 3 rojnamegeran dest pê kir
10:40 Bêrîtan Zagros: Tolê ji Çapemeniya Azad dihilînin
10:36 ‘Em polîtîkayên jinan wek kirdeya jiyanê nabînin red dikin’
09:46 Xwebûn bi manşeta ‘Çav û guh li Ocalan in’ derket
09:03 Rojnameger Denîz: Li dijî êrişên ser Bendava Tişrînê berxwedaneke mezin heye
09:03 Li dijî Komploya Navneteweyî çalakiyên azadiyê
09:00 ROJEVA 10’Ê SIBATA 2025’AN
09/02/2025
17:49 Tulay Hatîmogûllari: Em ê bi hev re welatekî demokratîk ava bikin
17:17 TJA'yê banga xwedîderketina li Şoreşa Rojava kir
17:12 ‘Ji bo çareseriyê divê em tevgera muzakereyan a civakî bidin destpêkirin’
16:53 Pirtûka Fîgen Yuksekdagê li Rihayê hate îmzekirin