Du telgrafên nû: Enqere naxwaze dibistanên kurdî bên vekirin!

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Têkildarî Kurdistana Sor du telgrafên nû hatin bidestxistin. Li gorî telgrafan, rêveberiya Mûstafa Kemal statûya kurdên li Azerbaycanê nîqaş dike û naxwaze dibistanên bi kurdî bên vekirin. 
 
Xebatên dîroknas Dr. Îsmet Konak ên têkildarî Kurdistana Sor (1923-1930) berdewam in. Konak, du belgeyên nû yên fikarên rêveberiya kemalîst ên têkildarî muxtariyeta kurdan bi dest xist. Di belgeyên Wezareta Karên Derve ya salên 1925 û 1926’an de eşkere dibe ku rêveberiya demê bi eşkereyî dijberiya mafên kurdan dike. 
 
2 TELGRAFÊN NÛ
 
Konak, têkildarî belgeyan wiha dibêje: “Her ku belge derdikevin holê, rûyê ‘sûcdaran’ jî bêhtir teşhîr dibe. Dijminatiya wan a li hemberî kurdan bêhtir eşkere dibe. Çendek meh berê me di Arşîva Wezareta Karên Derve de belgeyeke bi dîroka 1919’an peyda kir û di wir de eşkere bû ku rêveberiya Enqereyê kurdên Sovyetê jinêzve dişopîne û bi ruhekî parayonak nêz dibe. Me di lêkolîna xwe ya di Arşîva Wezareta Karên Derve de du vesîqayên nû peyda kirin. Ya yekemîn; telgrafa di 17’ê mijdara 1925’an de Wezareta Karên Derve ji Konsolosxaneya Moskovê, Konsolosxaneya Bakuyê û Konsolosxaneya Erîvanê re şandiye ku li ser ‘nepen’ hatiye nivîsandin. Ev ‘nepeniya’ li ser telgrafê di gulana 2023’yan de hate rakirin. Dema em perdeya mehremiyetê ya Enqereyê radikin, dibînin ku di pişt de dijminatiya li hemberî kurdan heye. 
 
KOMARA KURD
 
Yek ji Wezareta Karên Derve li ser disekinî jî statûya ‘45 gundên kurdan’ ên li Qerebaxê bû. Li gorî îxbara Komîseriya Sînor a Rojhilat, rêveberiya Sovyetê ‘Komareke Kurd’ ava kiribû. Rêveberiya Enqereyê jî li dijî vê avadaniyê hem pir bi fikar nêz dibû hem jî helwestekî ‘biçûkxistinê’ pêş dixist. Ketibû nava hîsteriyeke weke ‘Kurdên derveyî sînorê me çawa komarê ava dikin an jî statûyê bi dest dixin.’ Gelo heman tişt ji bo tirkên Qibrisê yan jî tirkên Gagavuzyayê jî difikirîn? Li gorî wan 145 hezar tirkên li Qibrisê xwedî wî mafî ne ku bi avakirina komarê pêşeroja xwe diyar bikin lê kurd ‘Eşqiya, serhildêr û terorîst in.’ Dema Gagavuzyayê di sala 1994’an de li Molodovayê xweserî bi dest xistin, hejmara wan bi qasî 100 hezar bû. Ev tirk ji mafê self-determinasyonê sûd digirin lê kurd ‘dabeşkar, xayin û hov in!’ 
 
FOBIYA LI DIJÎ KURDÎ
 
Yek ji xalên di telgrafa Wezareta Karên Derve de derdikeve pêş jî têkildarî ‘Vekirina dibistanên bişevborîn ên kurdî’ ne. Gihiştina mamosteyên kurdî ya li van dibistanan û heke çêbibe, çûyîna wan a Tirkiyeyê û perwerdekirina kurdên li Tirkiyeyê ji bo xwe weke ‘pirsgirêka man û nemanê’ dîtin. Tirsa wan a li hemberî kurdî, ruhê rejîma şoven werpêçiya bû. Lê hewcehî bi tirsê nîne ji ber ku çawa tirkî ji bo wan girîng be, kurdî jî ji bo kurdan girîng e û bedela wê çi bibe jî kurd dê zimanê xwe ji bindestiyê rizgar bikin. 
 
LI DIBISTANÊN KURDAN ZIMANÊ TIRKÎ
 
Çendek meh piştre Konsolosxaneya Bakuyê agahiyeke ku Wezareta Karên Derve ‘keyfxweş dike’ şand. Di telgrafa 23’yê çileya 1926’an de avadaniya hiqûqî ya ji bo kurdan hatiye avakirin weke ‘bajarok’ hat pênasekirin û gotin ku ‘Komara Kurd nîne.’ Lê tişta ku herî zêde bi xweşiya rêveberiya Enqereyê çûyî jî ev bû; ‘tenê dibistanên seretayî û navîn in û zimanê perwerdeyê bi tirkî ye.’ Di vê mijarê de hewceye polîtîkaya Azerbaycanê ya têkildarî Kurdistana Sor jî bên vekolandin. 
 
DAXWAZA ÎLYASOV A KURDÎ
 
Ji rêveberên Desteya Perwerdeya Neteweyî ya Kurdistana Sor Museyîb Îlyasov –malbata wî bi eslê xwe ji Amedê ye - û hevalên wî di sala 1924’an de alfabeyek amade kirin. Ev alfabeye pêşkeşî Komîseriya Gel a Perwerdeyê ya Azerbaycanê kirin. Lê encamek bi dest nexistin. Li vir nakokiyek heye ji ber ku li rexekî ji bo kurdan avadaniyeke otonom ava dikin li hêla din ji bo perwerdeya bi kurdî destûr nayê dayin. Arkeolog Y.G. Pçelîna yê sovyet ku di sala 1924’an de Kurdistana Sor jinêzve şopand, dibêje ku ji nîvî zêdetirî kurdan bi kurmancî diaxivin. Pçelîna di sala 1932’yan de dîsa diçe herêmê û dibêje ku hejmara kesên bi kurmancî diaxivin gelek kêm bûye. 
 
POLÎTÎKAYA TIRKKIRINÊ
 
Her wiha di havîna 1929’an de Zanistê Rojhilat Prof. V.A. Gurko-Kryajîn dibêje ku li herêmê polîtîkayeke bi zanebûn a ‘tirkkirinê’ tê meşandin. Her çend ku rêveberiya Bakuyê xwe weke ‘sosyalîst’ nîşan bide jî, sepanên neteweperest xistine meriyetê. Ji bo derxistina rastiya ji hêla serdestan ve bi pisporî hatiye veşartin derxin holê, em jî dê her ji wan bi guman bin. 
 
Belgeyên orjînal ên arşîvê û transkrîpsiyona wan li jêr e:
 
Wezareta Karên Derve
 
Ji Konsolosxaneya Moskovê re 
Ji Sefîrê Bakuyê re 
Ji Sefîrê Erîwanê re
 
(Nepen e)
 
Tê gotin ku Hikûmeta Sovyetê ya Rûs li derdora Qerebax a Azerbaycanê ji bo 45 gundên kurdan Komara Kurd ava kiriye. Dê rêveberiya wê ya navxweyî bi zimanê kurdî û di têkiliyên karên derve de jî zimanê tirkî yê Azerbaycanê bi kar bînin. Her wiha 250 mamosteyên wan hene. Tê gotin ku li Qerebaxê her wiha dibistanên bişevborînê hatine vekirin, xwendina wê 5 salan didome û mîna li her dibistaneke Bolşevîkan li vê dibistanê jî siyaset tê şopandin, qismekî mamosteyên wan ermen in û dê hinek mamosteyên li vir tên gihandin bişînin aliyê me. Komîseriya Sînor a Rojhilat bal kişandiye ser van agahiyan û ji hêla Wezareta Karên Hundir ve hatiye şandin. Em rica dikin ku di vê mijarê de agahiyên berfireh ji me re bên şandin. 
 
17.11.1321 (1925)
 
Sefîrtiya Bakuyê
 
Ji Konsolosxaneya Moskovê re
                                                
Ji Wezareta Karên Derve bersiva ji bo nivîsên bi dîroka 10’ê Kanûna 1341’ê û 4’ê Çileya 1341’ê ye. Ji bo Kurdên li derdora Qerebaxê, li hinek gundan jê re qeza hatiye çêkirin. Navê vê qeza ye (kurdî) ne Komara Kurdî ye. Heta muxtariyeta wê jî hatiye veguhestin. Dibistanê li vê bajarokê yên seretayî û navîn in. Zimanê wê bi tirkî ye. Tu ferqa wê ji dibistanên li bajarokên din nîne. Lewma jî tu nîşaneyên ku kesên li vir hatine gihandin bişînin Tirkiyeyê nînin. 
 
23.01.1926
 

Sernavên din

16/02/2025
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2025'AN
15/02/2025
17:41 Bi deh hezaran kes li Strasbourgê ne: Em têkoşîn azadiyê mezin bikin
17:37 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî 15’ê Sibatê meşiyan
17:19 Komplo bi pêşengtiya jinan hate protestokirin
16:53 Di îdianameya Hacioglu de bername sûc hatin hesibandin
16:38 Komploya 15’ê Sibatê li her derê hat protestokirin: Em ê roj reş bikin roja azadiyê
16:08 Li Amedê bi hezaran kes meşiyan: Divê 15’ê Sibatê di şexsê Ocalan de bibe roja azadiyê
16:01 Xwestin girtiyên nexweş Îvrendî û Nebîoglû bên berdan
15:51 Xizmên windakiriyan: Divê navek li pêvajoyê bê kirin
15:28 Ozel bertek nîşanî qeyûm da: Em ê hesabê vê bipirsin
15:10 Meşa mezin a Strasbourgê dest pê kir
15:01 Rojnameger Rabîa Onver hate berdan
14:50 Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun hate binçavkirin
14:48 Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Çareserî bi azadiya fîzîkî pêkan e
14:38 Şandeya Îmraliyê çû Herêma Federal a Kurdistanê
14:00 Birayê Ridvan Karakoç: Hezar sal jî derbas bibin em ê hesabê bipirsin
13:56 Gelê Wanê li dijî qeyûm li kolanan e
13:33 Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm mezin dibin: Şaredarî yên gel in
12:57 GGC: Bila bêhiqûqî bi dawî bibe
12:34 Tulay Hatîmogûllari: Gelo armanca we astengkirina pêvajoyê ye?
Bakirhan: Em ê biçin Wanê û têbikoşin
12:28 DBP: Li dijî darbekaran dê berxwedana me bidome
12:21 MSD: Divê Kongreya Diyalogê ya Niştimanî jinûve were avakirin
12:07 Gelê Kurd û dostên wan ji bo ‘Azadiya Ocalan’ li Strasbourgê ne
11:45 CHP’ê bertek nîşanî qeyûm da: Helwesta hevpar girîng e
11:27 Îmamoglû bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da
11:26 DÎSK Basin-Îş: Em ê êrîşên li dijî rojnamegeran ji rêzê nebînin
11:12 Li Wanê zêdetirî 100 kes hatin binçavkirin
11:09 DFG û MKG: Rojnamegeran serbest berdin
11:09 Kuçukbalaban: Dikarin salvegera komployê veguherînin firsenda çareseriyê
10:51 Protestoyên komployê: Ji Ocalan re azadî
10:24 Kahtali Miçê jiyana xwe ji dest da
10:23 Xwe bi paradîgmaya Abdullah Ocalan birêxistin kirin
09:56 DBP: Divê Abdullah Ocalan tavilê azad bibe
09:36 Zeydan: Dê derbekar winda bikin
09:36 Dema qeyûm derbasî şaredariyê dibû gel got ‘Diz heye’
09:35 DEM Partî: Em ê li dijî zîhniyeta qeyûm bisekinin
09:27 Stratejiya hilbijartinê wekî sedema girtinê hat nîşandan
09:10 Dê bendava DSÎ'yê dîrokê jî tune bike!
09:07 ‘Li dijî tundiya mêr xeta xweparastinê divê'
09:04 Dê doza Mîraçê ku bi wesayîta zirxî hat qetilkirin jinûve bê lidarxistin
09:02 ‘Rojnamegerên sûcên şer teşhîr dikin tên hedefgirtin’
09:00 ROJEVA 15’Ê SIBATA 2025’AN
07:56 Qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kirin
07:51 Pankarta deynên qeyûm rakirin: Li pêşiya avahiya şaredariyê protestoya ‘diz hene’
07:48 Abdullah Zeydan teblîgat îmze nekir
07:45 Ser şaredariyê de girtin: Rojnameger hatin binçavkirin
07:43 Polîsan ser şaredariya Wanê de girtin
06:01 Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê ji piştve kelepçekirî hat binçavkirin
14/02/2025
16:41 Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê çû serdana DEM Partiyê
16:36 Komeleya Birca Belek rêveberiya xwe ya nû hilbijart
16:31 Dayikên Aştiyê yên Wanê: Berxwedan jiyan e, qeyûm talan e!
15:28 Talabanî: Cihgirtina Kurdan a di avakirina Sûriyeya nû de dê bi xwe re îstîqrarê bîne
14:35 Xelkê Sêrt û Rihayê piştgirî dan berxwedana Wanê
14:27 Girtiyên nexweş ên li Antalyayê ev saleke sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
14:20 Polîsan bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê de girtin
13:37 Parêzerê Îtalî: Azadiya Abdullah Ocalan dê pêvajoyê bi ser bixîne
13:26 Polîsan kablo birîn û li ser dep alaya tirkan xêz kirin
13:14 Dayik li ber xwe didin: Em ê tu caran serî netewînin
12:39 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:50 Di êrişa dewleta tirk de jinek hate qetilkirin
11:38 Hevşaredar Hatun li qada çalakiyê bang kir: Ji xeletiya xwe vegerin
11:15 Ji DEM Partiyê 4 xalên çareseriyê
11:13 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin
10:45 Polîsan bi ser Mala Hunerê ya Jîn Artê de girtin
10:25 Xelkê Wanê: Me duh rê neda wan û dê îro jî nedin
09:47 Li Wanê ji ber berfê rêya 235 gund û mezrayan hatin girtin
09:46 'Di çarçoveya mafê aştiyê de divê Ocalan azad bibe'
09:45 Şoreşgerê Ereb Alkanoglû: Di warê muzakereyê de divê şert û merc bên xurtkirin
09:35 Li Akdenîzê serdema qeyûm: Mobîng, gef û qirkirina karkeran
09:35 ‘Gel ji felsefeya Abdullah Ocalan hêzê digirin’
09:11 KON-MED: Em di 15'ê Sibatê de biherikin mitînga Strasbourgê
09:09 Behsa nasîna xwe ya bi Ocalan re kir: Girêdana min a bi têkoşînê re zêde bû
09:04 Di 13 saliya xwe de bavê xwe nas kir, 17 sal in li benda berdana wî ye
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2025'AN
08:48 Nobet di roja 4’an de didome: Gelê Wanê dê dîsa bi ser keve
08:35 Guh nadin berf û zivistanê nobet digrin
07:21 Cemîl Bayik: Nameya Rêber Apo gihîşte me
13/02/2025
16:30 Bertek nîşanî qedexekirina bîranîna Şêx Seîd da: Kurd ev 100 sal in li ser pêya ne
16:20 Nobeta li Wanê: Guh bidin gotinên Ocalan û ji vîna gel re rêzdar bin
16:07 Cezayê li Zeydan hatiye birîn hat protestokirin
15:54 Pervîn Buldan çû serdana Demîrtaş û Mizrakli
15:42 Nasnameyên 32 welatiyên li Şengalê hatin qetilkirin bi salan piştre hatin eşkerekirin
15:17 Binarê Qendîlê hate bombebarankirin
15:16 Serokkomariya Iraqê ‘Qanûna statuya rewşa kesî’ erê kir
15:09 Di doza Sûrê de 11 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Atalay
14:07 Zengîn a AKP’î ji bo ‘vasî’ li Gergerlîoglû bê tayînkirin serî li dadgehê da
13:03 Komek rewşenbîrên misliman: Divê meclis berpirsyariyê bigire ser xwe
12:39 Nobeta li Wanê didome: Beriya şahiyê gel bicoş e
12:27 Li Xarpêtê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
12:19 Walîtiyê Amedê bîranîna Şêx Seîd qedexe kir!
12:14 Hêlîn Umît: Naveroka bangê dê di rojên pêş de zelal bibe
11:51 Binçavkiriyên li Stenbolê sewqî edliyeyê hatin kirin
11:32 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:31 Li Wanê peyama ‘Em berê bi ser ketin, dê dîsa bi ser kevin’
11:31 Zeydan: Wan bi sekna xwe bûye hêvî û serfiraziya her kesî
11:01 Mehmet Ocalan: Çareserî dê ji bo her kesî baş be
10:28 Erdemîrcî: Divê bi ruhê 26 sal berê li pêvajoyê xwedî derkevin
10:25 Gelê Wanê: Em ê şaredariya xwe nedin wan
10:04 Li 3 bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:01 KCK: Yên bang kirin bila şert û mercan çêbikin