Platforma Saziyên Demokratîk: Em di 13’ê cotmehê de ji bo ‘azadiyê’ li Amedê kom dibin

  • rojane
  • 11:17 12 Îlon 2024
  • |

AMED - Platforma Saziyên Demokratîk diyar kir ku qonaxeke nû li kampanyaya “Ji bo Abdullah Ocalan azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” zêde kirine û dê di 13’ê cotmehê de li Amedê mitîngeke mezin li dar bixin. 

Kampanyaya navneteweyî ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin didome. Li hêla din ji bo 26’emîn salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Abdullah Ocalan nêz bû. Di serî de li Kurdistan û Tirkiyeyê, li seranserî cîhanê dê bi boneya salvegera komployê çalakî û xwepêşandan bê lidarxistin. 
 
Platforma Saziyên Demokratîk li Cemiyeta Rojnamegerên Başûrrojhilat (GGC) daxuyaniye da. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn. Platformê da zanîn ku di kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” re dest bi qonaxeke nû dikin. Li gorî daxuyaniya platformê ya bi serenavê “Em li dijî komployê li ber xwe didin! Em ji bo azadiyê li Amedê kom dibin!”, dê fînala çalakî û xwepêşandanên ku dê heta 13’ê cotmehê bidomin, li Amedê be. Di 13’ê cotmehê de dê li Amedê mitîngeke mezin bê lidarxistin. 
 
Daxuyanî bi zimanên kurdî û tirkî hate xwendin. Kurdiya daxuyaniyê ji hunermend Ferhat Ertaş û ya tirkî jî ji hêla endama PM’a DBP’ê Elîf Turan ve hate xwendin. 
 
Metna daxuyaniyê wiha ye: 
 
"Di ser derbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an re 44 sal derbas bûn. Derbeya 12’ê Îlonê bi binpêkirina mafê jiyanê û pêkanînên dijmirovahî cihê xwe di nava rûpelên tarî yên dîrokê de girt.  Derbeya 12’ê Îlonê li Tirkiyeyê bîrdoziya fermî, têkiliyên dewlet û civak û dewlet-demokrasiyê bi awayekî kûr veguherand pergaleke yekperest (monîst), mandelekirin û pişafin zeximtir kir. Makezagona 1982’yan ku berhema derbeyê bû û guhertnên makezagonê yên pişt wê, sêwirîna siyasî û civakî ya derbekaran jî xurtir kir. 
 
Di salvegera derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de hewl tê dayîn ku cudahiyan kirasê netewe û baweriya li ser bingeha monîzmê (yekperestyê) li xwe bikin, demokrasiya herêmî bi avabûna dewleta zêde navendîparêz tê mandelekirin, qada siyaseta demokratk bi xapandin û mijarên faşîst re tê jehrîkirin. Her cureyên zilma li ser jinê bi bîrdoziya serdest a mêrane tê meşandin, baweriya bi kapîtalîzm û sermayeyê tê meşandin. Anku pêkhatina siyasî ya 12’ê Îlonê pişt çil û çar salan hê jî wekî xewnereşkekê bi ser gelên Tirkiye û Kurdistanê de hatiye dabûn.
 
RÊYA AVAKIRINA JIYANEKE NÛ BI TÊKOŞÎNA HEVPAR PÊKAN E
 
Dixwazin hemû cureyên têkoşîna mafên demokratîk, bi taybet jî çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd ku nerazîbûnên li hemberî dewletê nîşan dide civak, xweza û jiyanê diparêze, pûç bikin. Faşîzma AKP - MHP’ê ku mîrateya 12’ê Îlonê ye, qadên xwe yên desthilatdariyê berfireh dike û êrişên berfireh ên ku civakê bê henase dihêle, bi pêş dixe. Êrişên leşkerî yên ku xitimandina pirsgirêka kurd kûrtir dike û ji sînor derdixe, tunekirina daxwazên demokrasiyê bi amûrên zordariyê, çewisandina qada sivîl bi hemû cureyên bêhiqûqî yên, êrişên sîstematk û îdeolojîk ên li dijî jinan, ji destxistna paşeroja ciwanan, bêhiqûqiyê. Û di dabeşkirina paşerojê de ku digihêje astên tirsnak û hewldana derbaskirina barê qeyrana aborî ji bo kedkar û xizanan bûye sedema pirsgirêkên herî mezin ên Tirkiyeyê. Li Tirkiyeyê hema bibêje her kes, yên ku daxwaza naskirina nasnameya xwe dikin, ên dixwazin xwezayê biparêzin, ên ji ku ji bo fikra paşerojê têdikoşin û hwd. hemû di bin zexta rejîmê de heman çarenûsê dijîn. 
 
Em ên ku êrişên piralî yên faşîzma AKP û MHP’ê rû bi rû dimînin, bi nasname, bawerî, jiyan, xwezaya xwe re çarenûseke hevpar parve dikin. Li hemberderketina vê çarenûsa hevpar a ku ji aliyê desthilatdaran ve hatiye xêzkirin, bi avakirina jiyanek û berfirehkirina têkoşîna hevpar pêkan dibe.
 
FAŞÎZMA AKP-MHP'Ê WINDA KIR
 
Stratejiya bêhnê li civakê diçikîne û rûxandina komên muxalîf ku bi tecrîda mutleq û nebûna ragihandinê ya ji aliyê birêz Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, ji sala 2015’an û vir ve ji bilî tundî, mirin, birçîbûn û bêîstqrariyê tu tişt nedaye gelên Tirkiyeyê. Pirsgirêka kurd a ku bi tecrîda mutleq ketiye nava xirecirekê, li Tirkiyeyê bûye sedema qeyranên piralî. Li aliyê din, bi polîtîkaya tecrîda mutleq û nebûna ragihandinê, hewl tê dayîn ku qirûşên demokrasiyê jî ji holê rabe, xizaniya kûr li beşên mezin ên civakî belav bibe û qada lêgerîna hemû mafan li ber gel were girtin.
 
Êdî stratejiya tifaqa AKP û MHP’ê ya ku civak bêhenase hiştibû û hilweşandina muxalefeta civakî lezgîn kiribû, ji ber berxwedana xurt a gelan, bîr û baweriyan, têkoşîna jinan û beşên cuda yên civakî nema dikare xwe li ser piyan bigire. Tevî hiqûq û darazê, dezgeheke mezin a çapemeniyê û her cure çavkaniyên aborî di destê wê de ye jî, her ku diçe tifaqa AKP û MHP’ê têk diçe.
 
LI DIJÎ ŞER Û TECRÎDÊ JI BO AŞTÎ Û AZADIYÊ ÇALAKIYAN LI DAR DIXIN
 
Em di wê baweriyê de ne ku bi serketina pêngava ‘Ji birêz Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk’ de, em dikarin derbeya herî xurt ji bo berfirehkirina têkoşîna hevpar a gel û bindestan li dijî vê bloka desthilatdar a qirêj pêk bînin. Ji ber ku em dizanin ku tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê xwe ji înkarkirina rastya gelê kurd û krîmînalîzekirina îtirazên Tevgera Kurd a siyasî bi taybet birêz Ocalan pêk tîne de, di asta pêş de dê deriyên avakirina jiyaneke demokratîk veke. Ji ber ku tecrîda mutleq û rewşa agahînegirtina mutleq a li ser birêz Ocalan hatiye ferzkirin, wekî stratejiyeke rêveberiyê ya rejîma heyî, êdî ne tenê li Kurdistanê lê li her derê belav bûye. Tirkiye bi kûrkirina pirsgirêka kurd re ku turnûsola demokrasî û aştiyê ye, girêkek siyasî çêkir. Ji bo çareserkirina vê girêka siyasî ya bi demokrasî û aştiyê ve girêdayî, bêyî çareserkirina vê girêka siyasî ne pêkan e ku em ji gelek qeyranan rizgar bibin. Bi gotina ‘li dijî şer aştî, li dijî tecrîdê azadî’ em hemû dikarin reçeteya rizgarkirina Tirkiyeyê ji qeyranên piralî derxin û binivîsin.
 
Lewma em di salvegera derbeya faşîst de careke din diyar dikin ku windakirina tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê tê wateya windakirina rejîma 12’ê Îlonê. Tê wateya vekirina deriyên nîzama demokratk bi xilasbûna mekanîk a derbeyê. Ji bo avakirina jiyana demokratîk dîsa di destê gel û baweriyên bindest de geş bibe. Li ser karektera çarenûsî ya têkoşîna li dijî rejîma Îmraliyê, em dibêjin, ‘Em bi hev re tecrîdê bişkînin û ber bi azadiyê ve bimeşin.’
 
MEŞA ME YA AZADIYÊ BER BI SERKEFTINÊ VE DIÇE 
 
Kampanyaya navneteweyî ya ‘Ji birêz Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk’ di meha cotmehê de wê sala xwe ya yekemîn temam bike. Ev têkoşîna ku ji aliyê rewşenbîr, nivîskar, hunermend, ekolojîst, siyasetmedar û hiqûqnasên cîhanê ve hatiye destpêkirin, bi piştgiriya rewşenbîrên tirk ên li Stenbolê li hemû cîhanê bi taybet li Kurdistanê belav bûye. Meşa Azadiyê ya Gemlîkê ku di 18’ê mijdarê de pêk hat, tevî hemû astengiyan gihişt armanca xwe û ji Gemlîkê peyama israra azadiyê ji hemû cîhanê re hat dayîn. Înîsiyatf û serlêdanên hunermend û parêzeran tecrîd hîn zêdetir eşkere kiriye; di navbera 1 û 15’ê Sibatê de li bajarên bakurê Kurdistanê bi meşaleya ‘Meşa Azadiyê’ hatin ronîkirin, di 8’ê adarê û 21’ê adarê de israra azadiyê ya ku bi milyonan şahidî jê re kirin gihişt lûtkeyê. Berxwedana girtiyan a li dijî tecrîdê ku di her kêliya kampanyayê de bi fedekariyên mezin beşdarî kampanyayê bûn, bi çalakiyên pêşiya girtîgehan a ‘Deng bidin azadiyê’, bi çalakiya ‘Dawî li tecrîdê bînin’ ên li pêşiya avahiyên AKP’ê û bi çalakiya ‘Edaletê bi cih bînin’ a li pêşiya Wezareta Dadê, di tevahiya havînê de bi pêşengiya jin û ciwanan li sedan tax, kolan û gundan ‘Xwendinên azadiyê’ hatin lidarxistin û hê jî tên lidarxistin.
 
EM DEST BI KAMPANYAYEKE NÛ DIKIN 
 
Ji îro pêve em di pêngava ‘Ji birêz Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk’ dest bi qonaxeke nû dikin. Meşa me ya azadiyê ya ku li ser tekoşîna gelê kurd a bi navê ‘Hebûna xwe biparêze, azadiya xwe misoger bike’ disekine, wê bi dirûşma ‘Em li hemberî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê kom dibin!’ bê lidarxistn. Ji 12’ê îlonê heta 13’ê cotmehê dê bidome. Di vê çarçoveyê de em hemû hêzên demokrasiyê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê vedixwînin hemleya Meşa Azadiyê ya ku ji bo têkbirina komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê û komplogerên wê, şikandina pergala Îmraliyê û çareseriya demokratk a ji bo çareseriya demokratk dest pê kiriye. Kampanya dê heta 13’ê cotmehê bidome. Werin em mil bi mil ji bo pêşeroja xwe ya demokratîk û azadiya xwe têbikoşin. Bi vê bawerî, îrade û hêza xwe em hemû hêzên demokratîk, şoreşger ên herêmê û mûxalefeta civakî vedixwînin hemleya xwe ya ku me bi dirûşma ‘Em li hember komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê kom dibin’ dane destpêkirin. Bi Mitînga Mezin re em ê di 13’ê Cotmehê de li Amedê pêk bînin. Di 26’emîn salvegera komploya navneteweyî de em ê têkoşîna çareserî û azadiyê bigihînin her derê û cihê ku jiyan lê diherike. Bi Kampanyaya xwe ya ku mehekê dom dike, em ê careke din li dijî ferzkirina koletiyê ya komployan biqîrin û bibêjin ‘Bêyî azadiyê tu carî nabe!’ Bila serkefin soza me be; Derbekar, komploger û yên di tecrîdê de israr dikin wê winda bikin, azadî dê bi serkeve!”
 

Sernavên din

19/04/2025
16:16 Bi girseyî beşdarî şîna Ûçûkan û Dala bûn
16:10 Rewşa girtiyê nexweş Çam di xetereyê de ye
15:27 Li Êlihê hevdîtina jinan: Wê ‘Jin, jiyan, azadî’ bi ser bikeve
15:08 Rejîma Îranê 5 sal cezayê girtîgehê li mamostaya zimanê kurdî birî
14:33 Li aqûbeta Yedîgolê ku 44 sal berê hat windakirin hat pirsin
14:20 Xizmên windayan: Bila rastî derkevin holê, kiryar bên darizandin
13:13 Di operasyona li Kampa Holê de 16 DAÎŞ’î hatin girtin
12:35 Li Îtalyayê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:44 Mirina biguman a Rojîn Kabaîşê: Parêzer dê hevdîtinê bi dozger re bikin
09:30 Îhaleya li dijî mewzûatê ya qeyûm hat betalkirin
09:09 Rêwîtiya koçeran a ber bi Qerejdaxê dest pê kir
09:04 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan 640 roj in di çalakiyê de ne: Divê pergala Îmraliyê bê hilweşandin
09:02 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2025'AN
18/04/2025
18:59 Girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê
16:26 Ayşegul Dogan: Xetere didome, lê em bi hêvî ne
16:17 Civînên cotkaran ên li Agiriyê dewam dikin
16:04 Ji girtiyên Doza Kobanê peyam ji bo Onder: Dilê me bi te re ye
16:02 Rêxistinên hiqûqê girtina Kozagaçli protesto kirin
15:53 Li dijî binçavkirinên li Belucistanê çalakiya rûniştinê hat destpêkirin
15:48 Li Wanê di êrişa çekdarî de kesek hate kuştin
15:42 Doza bi daxwaza betalkirina biryara tayînkirina qeyûm hat lidarxistin
14:38 Sendîka û rêxistinên pîşeyî: Di 1’ê Gulanê de em li Kadikoyê ne
14:12 Tevî agirbestê jî êrişên Tirkiyeyê didomin
14:07 Hikûmeta Alman firotina balafiran şer a ji Tirkiyeyê re veto kir
13:26 Bi ser gundên Belucan de hat girtin: Kesek hat kuştin, 18 kes hatin binçavkirin
13:22 Li Kampa Holê operasyona ewlehiyê hate destpêkirin
13:06 Îdama Heydaranlu hate taloqkirin lê nehiştin bi malbatê re hevdîtinê bike
12:58 Doza Reşît Kîbar ji ber eywan biçûk bû hate taloqkirin
11:52 Di doza çalakiyên Saraçhaneyê de dosyayên rojnamegeran hatin cudakirin
11:47 Girtiyê nexweş Çam: Ger wiha bidome ez ê nekarim sax ji vir derkevim
11:10 Çawişê pispor ê hat tehliyekirin gef li malbatê xwar
10:50 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:28 HDK dê ‘Hevdîtinên Civaka Demokratîk’ li dar bixe
10:25 Alî Onder: Kekê min bi destê keça xwe girt
10:08 Nexweşxaneyê ji bo Onder got: Rewşa wî neguheriye, metirsiya jiyanî didome
09:50 Rewşa girtiyên nexweş birayên hev Nebîoglû nebaş e: Nikarin di girtîgehê de bimînin
09:49 Platforma Têkoşîna Li Dijî Tiryakê tê avakirin
09:03 Ayşe Mînaz a TJA'yî: Jinên kurd dibin hedefa hemû mekanîzmayan
09:02 Li Şirnexê semînera 'bibe îtirafkar': Dê malbat gilî bikin
09:00 Ji AYM'ê ji bo 'cezayê protestoya Efrînê' biryara binpêkirinê
09:00 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2025’AN
17/04/2025
16:26 Selçûk Kozagaçli hate girtin
16:07 Rejîma Îranê li 7 jinên hunermend stran qedexe kir
16:03 Bakirhan: Hêvîdarim ev piştevanî bi xwedîderketina li têkoşîna aştiyê bidome
15:53 Dayikên Aştiyê çûn serdana Onder
15:28 Şîna Akçîn hate ziyaretkirin
15:19 Babacan: Onder rûyê aştiyê yê siyasetê ye
14:53 Cezayê hefsê li Hevşaredara Cizîrê Guler Tunç hate birîn
14:48 ‘Gelo nêrîna Diyanetê ya di mijara astengkirina mafê şînê de çi ye?'
14:36 Selçûk Kozagaçli hate binçavkirin
14:32 Malbata Heydaranlu li dijî biryara îdamê dest bi çalakiyê kir
14:31 Di doza Ekîncî de daxwaza ji bo girtina polîsên bersûc hate redkirin
13:41 Jinên Elewî bertek nîşanî komujiyên li Sûriyeyê dan
13:20 Girtiyê nexweş Çam krîza dil derbas kir
13:13 KCK’ê ji bo Onder daxuyanî da
12:54 Cevdet Yilmaz çû serdana Onder: Dê pêvajo bidome
12:16 Bijîşkên Onder: Erênî bersivê dide tedawiyê, xetere hêj didome
12:15 Ceren Onder Kandemîr: Rewşa bavê min her diçe baştir dibe
12:03 Midûrî gef li girtiyan xwar: Ka bila pêvajo biqede em dizanin dê çi bi serê we bînin
11:45 Dr. Sarria: Divê qanûnî naskirina Kurdî bibe rojev
11:42 Daxuyaniya Nexweşxaneyê: Onder erênî bersivê dide tedawiyê
11:34 Di doza Kobanê de 11 meh in biryar bihincet nehatiye aşkerakirin!
10:57 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
10:41 Li Sûdanê herî kêm 8 hezar kes winda bûn
10:38 Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi wezaretê re dê hefteya pêş zelal bibe
10:38 Parêzer Beştaş: Tevî mafê hêviyê divê mafên din jî bikevin meriyetê
10:01 'Mafên girtiyan ya tenduristî û xwarinê tê astengkirin ev li dijî mafên mirovan e'
10:00 Senator Sommaruga: Gava ewil a jidilbûnê azadiya Ocalan e
09:55 Di lêpirsîna Şaredariya Beşîktaşê de ji bo 12 kesan biryara binçavkirinê
09:35 Rêveberiya Xweser û Şam dê bi rojeva Efrînê bicivin
09:34 Jean-Christophe Sellin: Divê Abdullah Ocalan di çareseriyê de xwedî rolekî çalak be
09:06 Dayikên girtiyan: Êdî gavên berbiçav û fermî lazim in
09:05 Hevserokê TUHAY-DER'ê Ûyar: Divê girtiyên nexweş bên berdan
09:02 Ekîn Yeter: Helwesta CPT'yê polîtîk e
09:01 Dîmen îdiaya 'tu ne rojnamvenî' pûç kir
09:00 ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2025’AN
16/04/2025
16:50 Peyama Fîgen Yuksekdag a ji bo Sirri Sureyya Onder
16:10 Cîgira Şaredarê Beykozê Fîdan Gul hate girtin
16:08 Li Midyad û Hezexê Çarşema Sor hate pîrozkirin
15:41 Doza hevşaredar Amak hate taloqkirin
15:37 Peyamên rewşenbîr û hunermendan ên ji bo Onder
15:22 Kizil Partî hate avakirin
15:16 Lijneya Giştî ya Meclisê 2 roj navber da xebatên xwe
15:15 Hevserokên Giştî dê têkildarî Onder daxuyaniyê bidin
14:42 Ji DBP’ê seferberiya pêvajo û rêxistinbûnê
14:10 Ji bo rojnameger Welat Ekîn biryara tehliye û beraetê
13:52 Serokwezîrê Iraqê li Silêmaniyeyê ye
13:48 Akkurt ê piştî 32 salan hate berdan bi girseyî hate pêşwazîkirin
13:40 Der heqê rojnameger Ren de doz hate vekirin
13:34 Serokê CHP'ê yê Stenbolê çû serdana Onder
13:25 Rojnamevan Hassouna û malbata wê di êrîşa Îsraîlê de hatin kuştin
13:18 Li Iraqê bahoza tozê: Bi hezaran kes rakirin nexweşxaneyê
13:18 SOHR: Li Sûriyeyê 13 kes hatin kuştin
12:23 KNK’ê Çarşema Sor pîroz kir
12:14 Nameyên girityan ji Abdullah Ocalan re nivîsandine nayên şandin
12:01 Bijîşkên Onder: Metirsiya ser jiyana Onder didome
11:49 Dr. Fernaz Attia ya Misrî: Hewldana aştiyê ya Ocalan dê bandorê li hemû herêmê bike
11:39 Peyama Demîrtaş a ji bo Onder: Dilê me bi te re ye
11:18 Îbrahîm Kalin çû serdana Onder
11:17 Kolber ê li sînor winda bûbû, xwe gihand malbata xwe