MÊRSÎN - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di çarçoveya kampanyaya “Nan û Edaletê” de li Mêrsînê hevdîtinên xwe domand. Bakirhan, got ku tevahiya pirsgirêkan dê bi şandina îktîdarê çareser bibin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di çarçoveya kampanyaya “Nan û Edaletê” de li Mêrsînê çû serdana karkerên febrîqeya paketkirinê ya li navçeya Akdenîzê. Bakirhan, ji ewil li gilî û gazincên karkeran guhdarî kir û diyar kir ku karker û kedkar her ku diçe xizantir dibin û sedema vê jî îktîdar e. Bakirhan, got ku ji bo çareseriya pirsgirêkan hewcehî bi têkoşînê heye û ev tişt anî ziman: “Çareseriya hemû pirsgirêkan, şandina îktîdarê ye.”
BALKIŞAND SER PIRSGIRÊKA KURD
Bakirhan, piştre jî derbasî Kompleksa Halê ya Tarsusê û li esnaf û karkeran guhdarî kir. Bakirhan, li vir jî anî ziman ku îktîdar gel xizantir dike û sermayedar jî roj bi roj dewlemendtir dibin. Bakirhan, got ku di bingeha hemû pirsgirêkan de neçareserkirina pirsgirêka kurd heye û diyar kir ku çareserî bi diyalog û aştiyê pêkan e.
KEDKAR NIKARIN DEBARA XWE BIKIN
Bakirhan û şandeya pê re ji ewil çûn serdana Şaredariya Akdenîzê û piştre jî bi kedkarên kafeyê re civiyan. Bakirhan, di serdanê de ev tişt anî ziman: “Teqawidan, di hilbijartinê de dersekî baş da îktîdar û muxalefetê. Em dixwazin teqawid hêza xwe bi kar bînin û bingeheke xurt a têkoşînê ava bikn. Em bi îktîdareke li gel şer û sermayedaran cih digire re rû bi rû ne. Lê divê mirov hêza 16 milyon teqawidan bi kar bîne.”
Bakirhan dê saet di 19.00’ê de jî li Taxa Şevket Sumer a Akdenîzê biçe serdana kedkar û karkeran.