Banga ji bo mîtînga 13'ê Cotmehê: Daxwaza ji bo azadiya Ocalan mafê me yê herî rewa ye

  • rojane
  • 09:04 22 Îlon 2024
  • |
img

STENBOL - Endamê NÇM'ê Engîn Cengîz diyar kir ku Abdullah Ocalan hêviya gelan e û ji bo mîtînga 13'ê Cotmehê wiha bang kir: "Daxwaza ji bo azadiya Ocalan mafê me yê herî mafdar û rewa ye."

Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê ye, 42 mehin tu agahî nayê girtin. Li gel vê kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk" ku di 10'ê Cotmeha 2023'yan de dest pê kir, ber bi qonxeke nû ve çû. Di vê çarçoveyê de Platforma Saziyên Demokratîk ku di 12’ê Îlonê de li Stenbol û Amedê daxuyaniyek da, diyar kir ku ew ê di 13’ê Cotmehê de li Amedê bi dirûşmeya “Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê dicivin" mîtîngeke mezin li dar bixe.
 
Li bajarên Tirkiye û Kurdistanê amadekariyên mîtîngê tên kirin. Ji Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ku di Platforma Saziyên Demokratîk de cih digire Engîn Cengîz banga tevlîbûna mîtîngê kir.
 
Cengîz diyar kir ku bandora Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li ser civakê tê zanîn û got ku pêvajoya diyalogê ya di navbera salên 2013-15'an de bi Ocalan re pêş ket, li Tirkiye û Rojhilata Navîn ji bo gelan qada azadiyê vekiriye. Cengîz, da zanîn ku ew bi girîngiya mîtîngê dizanin û dê xebatên xwe yên di vî warî de bimeşînin û got: “Axir em saziyeke çanda kurdî ne. Ev hem ji bo gelê me hem jî ji bo karê me girîng e. Em ê bi her awayî piştgiriyê bidin da ku tevlibûna li vê mîtîngê zêde bibe." 
 
JIYANA HEVPAR
 
Cengîz da xuyakirin ku şerê ku ji Rojhilata Navîn belav bûye roj bi roj zextên li ser gelan zêde dike û got ku li cihê ku qetlîamên jinan, zextên li ser zarokan tên kirin û rûxandina ekolojîk zêde dibe parastina azadiya kesekî wekî Ocalan daxwaza herî mafdar û rewa ye. Cengîz diyar kir ku Ocalan bi fikrên xwe jıyana hevpar a gelan dide der û ji ber vê bal kişand ser li her qadê parastina vê fikrê. 
 
‘EM DIXWAZIN DI NAVA ME DE BE'
 
Cengîz bilêv kir ku li Tirkiyeyê dema mijar dibe mîtîng tişta ku ewil tê hişê mirov hilbijartin e û got ku feraseta demokratîkbûyîn tenê bi sindoqan pêkan e feraseteke xapîner e. Cengîz anî ziman ku civak organîzmayeke zindî ye û hevdîtinên ji hilbijartinê heta hilbijartinê 5 salan carekê tên kirin têr nakin û got: “Axirê civak mîna darekê ye, mîna xwezayê ye. Niha, wekî nimûne, nifşeke bi rastî difikire ku jiyan wisa ye û dê her tim wiha be. Li hemberî vê yekê divê em wekî hemû civak diyar bikin ku ev ne wisa ye û ji şert û mercên aborî heta civakî, çandî û sosyopolîtîk em di bin zext û zordariyeke mezin de ne. Û me ev yek pir zelal dît û em dizanin. Birêz Ocalan bi fikir û nêzîkatiyên xwe hem ji bo gelên li Tirkiyeyê û hem jî ji bo gelên li Rojhilata Navînê bûye hêviyeke mezin û ronahî. Em ê bi awayekî herî xurt diyar bikin ku em dixwazin di mîtîngê de wî di nava xwe de bibînin."
 
BANGA JI BO MÎTÎNGÊ
 
Cengîz destnîşan kir ku pirsgirêka kurd pirsgirêkeke dîrokî ya bi sedsalan e û bang li hemû pêkhateyên bindest kir ku beşdarî mîtîngê bibin. Cengîz di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di navbera gelê kurd û dewletê de, di navbera civaka elewî û dewletê de, di navbera demokrat, sosyalîstan û her kesên xwe wekî parçeyeke xwezayê dibînin û hîs dikin ku tên eciqandin û rastî talan û qirkirinê tên de pirsgirêk heye. Li gorî min divê her mirovekî xwedî wijdan, olî, exlaqî û xwedî hişmendiya civakî piştgiriyê bide vê mîtîngê. Têkiliya birêz Ocalan a bi civakê re û azadiya ku ji tevahiya civakê re anî, me hemûyan dît. Tiştên ku em behsa wan dikin û yên ku em dibêjin, ne tiştên nisbî ne. Ji bo jiyaneke adil û wekhev ez hemû gelê me vedixwînim mîtînga ku wê di 13'ê Cotmehê de li Amedê bê lidarxistin."

Sernavên din

30/04/2025
10:45 Wezareta Dadê ji bo girtiyê nexweş Çam îşaret bi dozgeriyê kir
10:44 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
09:49 Li Mûglayê li pey hev erdhej çêbûn
09:46 Li Îzmîr û Stenbolê serdegirtinên malan
09:45 Çukurova ji 1’ê Gulanê re amade ye
09:32 HDK dê ji bo banga Abdullah Ocalan 'kursiyên gel' çêbike
09:31 Li gorî TEM'ê her ala yên PKK/KCK'ê ne!
09:30 Jin pêşengtiya seferberiya ‘bangê’ dikin
09:13 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 18 kes hatin girtin
09:12 ‘Em ê 1'ê Gulanê bi ruhê pêvajoyê pîroz bikin'
09:11 Îdareya Taybet a Bajêr ji AKP'ê re dixebite!
09:11 Li Şirnexê mamosteyekî dest avêt 4 zarokan
09:00 ROJEVA 30’Ê NÎSANA 2025’AN
29/04/2025
16:31 Ji ber stranên Kurdî 10 meh cezayê hefsê dan siyasetmedaran
16:28 Serokkomarê Iraqê qanûna bajarbûna Helebceyê îmze kir
16:16 Şandeya DBP û DEM Partiyê çû serdana MSD’ê
16:10 Rêveberiya Xweser 1’ê Gulanê wek roja betlaneyê ragihand
15:54 Di doza zaroka Êzidî de der heqê parêzeran de serlêdana sûc hate kirin
15:43 ‘Ji bo serkeftina pêvajoyê divê lez bidin hewldanan’
15:31 Baroya Îzmîrê: Li ser jiyana Aslan û Zîncîr xetereyeke cidî heye
15:17 Çelebî piştî 31 salan hate bajarê xwe
14:37 Di doza SES’ê de biryar nehat dayin
14:29 Kesên di 1’ê Gulanê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:14 TJA: Jiyana demokratîk dê bi keda jinê bê avakirin
13:47 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Sepana qeyûman bi dawî bikin
13:41 GABB’ê civîna xwe ya asayî ya salane li dar xist
13:32 Doza Komkujiya Pirsûsê: Piştî 10 salan dê dîmenan ji pisporan re bişînin
13:04 Danişîna doza revandina zaroka Êzidî dest pê kir
12:56 Di doza teqîna Pasûrê de biryara guhdarîkirina şahidan hate dayin
12:45 Tulay Hatîmogûllari: Em bang li îktîdarê dikin ku îradeyeke pênber raber bike
12:44 Tevî agirbestê jî êrişên dewleta tirk didomin
12:18 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:17 Pelîn Yilmaz jiyana xwe ji dest da
11:37 Li gorî TUÎK’ê bêkarî kêm bûye
11:34 Kuçukbalaban: Divê dewlet nexşerêya xwe aşkera bike
10:17 ‘Em ê bi dirûşma civaka demokratîk li qadên 1’ê Gulanê bin’
09:43 Jinên ciwan dê di 1’ê Gulanê de têkoşîna wekheviyê mezin bikin
09:23 Li Bestayê di bin kontrola leşkeran û bi destê cerdevanan dar tên birîn
09:11 Çîçeka nadîde ya biharê: Guldexwîn
09:03 'Divê dewlet û Kurd peymanê îmze bikin'
09:02 Seroka AKDAM'ê: Heya tundiya li ser jinê bi dawî nebe wê têkoşîna me bidome
09:01 Parêzerê girtiyê ku krîzê li dilê wî xist: Divê demildest bê berdan
09:00 ROJEVA 29’Ê NÎSANA 2025’AN
08:42 Serdegirtinên beriya 1’ê Gulanê: 92 kes hatin binçavkirin
28/04/2025
16:22 Li gelek bajaran ji bo 1’ê Gulanê bang hate kirin
16:09 ‘Faîlên Roboskê ev 160 meh in nehatine darizandin’
15:52 Iraqê Şara vexwend Lûtkeya Ereban
15:50 Di 12 salan de herî kêm 764 zarok di cînayetên kar de hatin qetilkirin
15:34 Li Stenbolê erdhejeke din çêbû
15:29 2 sal cezayê hefsê dan Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê
15:25 Li Îranê 2 kolber birîndar bûn
15:25 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Daxwaza me ya sereke azadiya fîzîkî ya Ocalan e
15:07 Kesên li Kazanci Yokuşu hatin qetilkirin hatin bîranîn
14:57 Xwendekara piştgirî da Pexşan Ezîzî hate girtin
13:19 Piştî sewqê lêgerîna tazî û lêdan
13:08 Rewşa Onder krîtîk e: Refleksên wî yên mejî kêm bûne
12:34 ÎHD: 335 jê rewşa wan giran bi giştî herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş hene
12:11 Rêxistinên civaka sivîl û baro: Ji bo 'mafê hêviyê' divê qanûn tavilê bên guhertin
11:20 'Di konferansê de derket holê ku hewcedarî bi peymana jinan heye'
11:01 YNK û PDK ji bo hikûmeta nû dê cara 12’emîn bicivin
10:50 Ji nexweşxaneyê daxuyanî: Metirsiya li ser jiyana Onder didome
10:42 ‘Tirkiye ne di wê pozîsyonê de ye ku bikare dengê xwe ji têkiliyên li Qibrisê re bike’
09:56 Xwebûn bi manşeta ‘Dawiya kedxwariyê nêz e’ derket
09:32 Li Kutahyayê bi pileya 3.9’ê erdhej çêbû
09:19 Geneviève Garrigos: Modela Rojava ji bo pêşeroja Sûriyeyê girîng e
09:04 Ji PKK’ê daxuyaniya têkildarî ‘kongreyê’
09:04 Li Samsunê hezaz: 2 jê zarok 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:02 Delegeyên Konferansa Yekrêziya Kurd: Niha dema Kongreya Neteweyî ya Kurd e
09:02 'Di pêvajoyên biryardayinê de divê jin xwedî gotin bin’
09:02 DEM Partî: Bi coşa Newrozê ber bi 1’ê Gulanê ve
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2025'AN
27/04/2025
16:52 Girtiya siyasî ji ber ber bêdengiya li dijî darvekirinan dest bi greva birçîbûnê kir
15:52 'Di dosyaya Rojîn Kabaîşê de bila lêpirsîneke serbixwe bê destpêkirin’
15:39 Bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ meş hat lidarxistin
15:38 Şandeya DBP û DEM Partiyê çû serdana Reqayê
15:23 Ji bo Tanju Kaya şîn hate danîn
15:18 Rêveberiya nû ya MATUHAYDER’ê diyar bû: Divê tecrîd bê rakirin
15:13 Li Humsê gora komî hate dîtin
14:37 Meral Daniş Beştaş: Mijara herî girîng, mercên xebatê yên azad ên Ocalan in
13:57 Bîlançoya teqîna li bendergeha Îranê giran dibe
13:47 Rejîma Îranê cenazeyê Heydaranlu radestî malbata wî nake
13:26 Civîna navberê ya Komxebata Stargehên Jinan bi dawî bû
12:51 Vaye belgeya dîrokî ya di Konferansa Yekrêziya Kurdî de hate erêkirin
12:50 Dewleta tirk di sê rojan de hezar û 164 caran êriş kir
12:30 Li Cizîrê civîna jinan a rêveberiyên herêmî hat lidarxistin
12:22 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê Ocalan azad bibe
12:13 Li Kanadayê wesayîtekê da ser welatiyên tev li mihrîcanê bûn
12:12 Kenanoglû: Rola Sirri Sureyya Onder a di civakîkirina aştiyê de mezin e
11:21 ‘Konferansa Yekitiya Kurdî li ser banga Abdullah Ocalan civiya’
10:57 Jin di têkoşîna li dijî tiryakê de bibiryar in
10:35 Li Amedê dê pêvajo ji milyonek kesan re bê vegotin
10:27 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:09 Li Girtîgeha Tokatê ev 7 meh in tedawiya girtiyan tê astengkirin
09:44 Rojnameger Tar: Cihê Qibrisê girîng e lê Kurd jî xwedî pozîsyoneke ewqas girîng in
09:05 Di şer de ji malbata xwe 19 kes winda kir: Bila dewlet gavan biavêje
09:00 ROJEVA 27’Ê NÎSANA 2025’AN
26/04/2025
19:56 Xelatên İbrahim Ehmed dan Şervan Kobanê, Amedspor, Mezlûm Ebdî û Zara Mihemedî
17:49 Li Qahîreyê panela 'Doza Ermeniyan di ramanên Ocalan de'
17:30 Dermankirina Onder di roja 11'an de ye: Xetere didome
17:23 Zarokê 9 salî gava erd diajot bi giranî birîndar bû