Ji bo ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan bang: Prosedura binpêkirinê bidin destpêkirin

  • rojane
  • 11:02 23 Îlon 2024
  • |

ENQERE  - Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan a DEM Partiyê ji bo “mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir û xwest prosedura binpêkirinê bide destpêkirin. 

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di 17-19’ê îlonê de civîna xwe li dar xist û binpêkirina “mafê hêviyê” yê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir rojeva xwe. Komîteyê xwest ku tevdîrên pêwîst bêyî dereng bê xistin divê bên girtin. Komîteyê hişyarî da Tirkiyeyê heke ku gavan neavêje dê di civîna xwe ya îlona 2025’an de biryara navberê amade bike. 
 
Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Ozturk Turkdogan û endama Komîsyonê Nuray Ozdogan li navenda giştî ya partiya xwe têkildarî “mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan civîna çapemeniyê li dar xistin. 
 
Turkdogan biryara DEMM’yê bi bîr xist Âu got: “Divê rewşa her girtiyî di ber çavan de derbas bikin û haya wî ji mafê wan ê berdanê hebe. Ev mafê rûmetê yê mirov e. Mafek wisa Peyman Mafên Mirovan a Ewrapoyê û feraseta dadehê ji bo vê derfet dide nasîn. Em ji bo vê dibêjin mafê hêviyê. Hûn nikarin heta mirinê tu kesekî di hepsê de bihêlin. Li Tirkiyeyê gelek mirovên di vê rewşê de hene. Li gorî texmînên me hejmar bi ser 4 hezarî re ye. Hikûmet israr dike ku viya eşkere neke. Ez hêvîdarim di demek nêzîk de hejmara rasteqîn eşkere bike û bê dîtin ku rewş çiqas xeternak e.” 
 
BERTEK NÎŞANÎ KOMÎTEYÊ DA 
 
Turkdogan da zanîn ku dema mijar dibe Abdullah Ocalan, Komîte giran tevdigere û got: “Komîte Tirkiyeyê hişyar dike. Divê Tirkiyeyê di meha îlona 2021’an de planek çalakiyê pêşkêşî Komîteyê bikira. Sê sal bi ser re derbas bûn. Tirkiye li gorî tu pêşniyaran tevnegeriya. Tevî vê yekê jî cezayê muebeda girankirî jî nehat rakirin. ‘Mafê hêviyê’ nehat nasîn. Ev ne bes e bi ser re tecrîda girankirî jî zêde dijwartir kirin. Ne pêkan e ku ev bê qebûlkirin.”
 
'PROSEDURA BINPÊKIRINÊ PÊK BÎNE’ 
 
Turkdogan anî ziman ku Komîte bi sedemên siyasî tevger dike û got: “Tenê ne dozên di vê grûbê de, di gele kdozên grûbên din jî rewş ev e. Ev rewş bi hezaran mirov eleqedar dike. Tirkiye ji bo ku di vî warî de gavan neavêje israr dike. Biryara ku îsal Kometeyê da li gorî biryara sala 2021’an hin bêtir xurttir e. Qet nebe gotiye heke Tirkiye wezîfeya xwe pêk neyîne dê biryara navberê amade bike. Em dixwazin ji vir bang li Komîteyê bikin; Binêhirin peymana mafên mirovan a Ewropay3e pir vekirî ye. Heke welatek ku biryarên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê bi israr bicih neyîne û bi xwesteka xwe li gorî wê tevnagere, hûn neçarin ku prosedura binpêkirinê bidin destpêkirin. Yanî heke Tirkiye di demek kin de mafê hêviyê nas neke û tişta pêwîst bicih neyîne, ji Komîteyê daxwaza me ew ew e ku pêvajoya prosedurê bide destpêkirin.” 
 
BANGÎ MECLISÊ KIR 
 
Turkdogan bang li Meclisa Tirkiyeyê jî kir û got: “Li dijî birêz Ocalan hikmek û biryarên taybet di dewrê de ne. Hûn nikarin qanûnek taybet li gorî kesekî çêkin. Em dixwazin qanûnên cihêkar ji holê bên rakirin û heke ev qanûn bên rakirin wê hem cihêkarî were rakirin û hem jî wê ‘mafê hêviyê’ bê nasîn. Divê demildest Tirkiye dest ji vê pirsgirêka ku her diçe mezin dibe, berde. Neçar e ku qanûna înfazê ya DEMM’yê sererast bike. Di vê mijarê de partiya me gelek caran teklîfên qanûnê daye Meclisê. Divê teqez cezakirina mubeda girankirî bê rakirin. Teklîfa me jî ew e ku qanûn bê sererastkirinê. Divê ev yek demildest li ber çavan bên girtin û tişta hewceyî çi be bê kirin.” 
 
BANGA ME LI DESTHILATA SIYASÎ YE
 
Helbet banga me li desthilata siyasî ye. Em dixwazin vê bînin bîra desthilata siyasî; rejîma muebeda girankirî nayê qebûlkirin. Ji ber ku cezayê mirinê yê hatiye dirêjkirin nayê qebûlkirin. Pişt re hate paşguhkirin û hejmarê ji 4 hezarî derbas kir. Li gorî pêşniyarên Komîteya Wezîran tevbigerin û demildest hewcehiya mafê hêviyê bi cih bînin. 
 
REWŞEKE KU TECRÎD DERBAS KIRIYE YE…
 
Divê mirov vê bîne bîra desthilata siyasî. Di kesayeta birêz Ocalan mafê hêviyê nayê naskirin û weke rewşeke ku înfazê eleqedar dike tecrîd xistine dewrê. Heta rewşeke ku ji tecrîdê wêdetir e. Em ji vê re dibêjin agahînegirtina mûtleq. 42 meh derbas bûn. Bi rastî jî nayê qebûlkirin ku girtiyek nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Em dixwazin destnîşan bikin ku desthilata siyasî demildest agahînegirtina mûtleq rake û bikeve nava pratîkeke ku birêz Ocalan ji mafên xwe yên qanûnî sûdê bigire. 
 
RÊYA AŞTIYÊ JI RAKIRINA TECRÎDÊ RE DERBAS DIBE
 
Herî dawî em vê bêjin; Pozîsyona birêz Ocalan weke ku pêvajoyên aştiyê yên berê jî tê fêmkirin pozîsyoneke diyarker e. Pratîka wî ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a demokratîk û aştiyane daniye holê nîşan dide ku aştîxwaz e. Pêdiviya Tirkiyeyê bi aştiyê heye. Pêdivî bi pêvajoyeke aştiyê ya nû heye. Rêya vê jî ji rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan re derbas dibe. 
 
BANGA LI RAYAGIŞTÎ YA DEMOKRATÎK 
 
Em ji vir jî bang li raya giştî ya demokratîk a Tirkiyeyê dikin. Dema birêz Ocalan bû mijara gotûbehsê tiştekê bibêjin. Tecrîdê qebûl nekin. Serokekî din ê siyasî di girtîgehê de bûya berdin 42 meh tenê mehekê destûr nehatibûya dayîn ku bi kesê re hevdîtinê bike niha we qiyamet rakiribû. Raya giştî ya demokratîk a Tirkiyeyê; 42 meh in destûr nayê dayîn ku birêz Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike, qet nebe di vê mijarê de gotinekê bêjin.”
 
NE TENÊ DAXWAZA PARTIYA ME YE
 
Endama Komîsyonê Nûray Ozdogan a di civînê de mafê axaftinê girtin jî wiha got: “Daxwaza têkildarî birêz Ocalan û bi hezaran girtiyan ne tenê daxwaza partiya me ye. Partiya me daxwaza beşeke gel a berfireh ji we re radigihîne. Bang li rayedarên ku divê di vê mijarê de bi berpirsyarî rabin dike. Îro dema ku hûn li tu derê hiqûqa edaletê pêk neînin, hiqûqê li gorî xwe bi cih bînin, hemû mekanîzmayên dewletekê dirizin. Em ji bo vê jî gotina xwe dibêjin. Em bi berpirsyartiya partiya siyasî tevdigerin û em saziyên dewletê desthilatê vedixwînin ku li dijî gel bi berpirsyariyê rabin. 
 
EV YEK DIVÊTIYEK E
 
Ev berpirsyartiyek, divêtiyek e. Divê biryara DMME’yê jî were pêkanîn û daxwaza gelan a di vê mijarê de li ber çavan neyê girtin. Ji bo pêvajoyeke demokratîk ev divêtiyek e. Ev ne daxwazeke li gorî rewşa we ye. Ji ber vê yekê divê li dijî vê hemû gelên Tirkiyeyê deng derxînin. Ev pirsgirêk û meseleya hemû gelên Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê em ê bi dengekî bilindtir bînin ziman. Heke ji bo hemû gelên Tirkiyeyê deriyekî aştiyê bê vekirin divê ewilî tecrîd ji holê bê rakirin. Em di vê mijarê de herkesê vedixwînin ku berpirsyartiyê bigirin ser xwe.”
 
 

Sernavên din

03/05/2025
21:45 Ji Mesrûr Barzanî û Qubad Talabanî ji bo Onder peyama sersaxiyê
21:27 Ji Mesûd Barzanî ji bo Onder peyama sersaxiyê
21:22 Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Sirri Sureyya Onder peyama sersaxiyê
21:17 Ji bo Onder şîn hat danîn
16:38 Sirri Sureyya Onder jiyana xwe ji dest da
16:35 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşên 'azadî ji Ocalan re'
16:10 Ji TJA'yê 'Diyalogên Jiyana Azad'
15:58 Li Amedê panela 'Di avakirina aştiyê de jin'
15:52 Piştî 30 salan serbet hat berdan: Hêviya me serketina pêvajoyê ye
15:02 Şandeya KNK’ê serdana Rêveberiya Xweser kir
14:27 Xizmên windayan li sê bajaran doza edaletê kirin
13:53 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Yaman û Gul pirsîn
13:25 Înîsiyatîfa Gelo Haya Te Jê Heye: Hûn nikarin me bêdeng bikin!
13:16 Rapora meha Nîsanê ya DFG’ê: rapora binpêkirina mafan a meha Nîsanê eşkere kir
12:28 MKG: Em ê nehêlin ku rastî di tariyê de winda bibe
11:05 Starta Cejna 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayîn: Em her derê bikin dibistan û zanîngeheke kurdî, bikin kurdîgehek
10:18 Berdevka YPJ'ê: Konferans ji bo pêkanîna banga Ocalan gava yekem e
09:55 31 sal in li aqûbeta bavê xwe dipirse: Aştî bi hevrûbûnê pêkan e
09:03 Şaredarê AKP'î yê berê otêla ku bi piştgiriya dewletê çêkiribû bi 90 milyonî firot dewletê
09:01 'Heya wekheviya zayendî pêk neyê edaleta avhewayê ne pêkan e'
09:00 ROJEVA 3'YÊ GULANA 2025'AN
02/05/2025
16:39 Helbestvan Fadil Ozturk hate definkirin
16:17 Atolyeya 'sûretên bedenê yên di dem û mekan de'
15:47 Serdanên ji bo taziyeya Pelîn Yilmaz dewam dikin
15:12 Ji binçavkiriyên Taksîmê 372 kes hatin berdan
14:39 Piştî doza Narîn Guranê daxuyanî hat dayin
14:28 Baroya Stenbolê çû serdana Girtîgeha Marmarayê
14:14 Li Erxeniyê 1’emîn Rojên Pirtûkan dest pê kir
13:50 Lubnanê hişyarî da Hamasê
13:50 Dewleta tirk di 3 rojan de hezar û 84 caran êriş kir
13:48 Welatiyên li dijî îstîmlaqkirinê derketin hatin binçavkirin
13:46 Rapora Girtîgeha Tokatê: Divê wezaret li dijî binpêkirinan peywira xwe bîne cih
13:05 Danişîna doza Narîn Guranê hate taloqkirin
13:04 Di mehekê de li Rojhilat 12 jin hatin qetilkirin
13:03 Komxebata di Pirsgirêka Kurd de Xwebêçekkirin: Divê mercên Abdullah Ocalan bên başkirin
12:17 Fîlozof Betto piştgirî da banga Abdullah Ocalan
11:46 Ekrem Îmamoglû zêdetirî 200 gilî kirin
11:05 Kedkarên tev li 1’ê Gulana Amedê bûn: Heke şer bi dawî bibe dê aborî baş bibe
10:41 Îsraîlê li Şamê dora qesra serokatiyê bombebaran kir
10:30 Îndeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê: Tirkiye di kategoriya ‘Pir xeternak’ de ye
10:23 Danişîna 3’yan a doza Narîn Guranê dest pê kir
09:48 Li Dêrsimê 4 kes hatin binçavkirin
09:21 Ji Meteorolojiyê hişyariya barînan
09:20 'Tirkiye mecbûr e li gorî biryara mafê hêviyê tevbigere'
09:13 Doza cîgirê midûr ê dest avêtibû xwendekaran hat xerakirin
09:03 Heta li Sûriyeyê rewşa Kurdan zelal nebe îstiqrar ne pêkan e
09:01 ROJEVA 2’YÊ GULANA 2025’AN
01/05/2025
16:45 'Dê têkoşîna yekbûyî bi ser keve’
16:34 Mitînga 1’ê Gulanê ya Stenbolê bi dawî bû
16:29 Bakirhan peyama Ocalan ragihand: Kapîtalîzm hêviya me di dize
16:21 Di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de daxwaza ji bo sosyalîzmê
15:54 Li Tandoganê 1’ê Gulanê: Heke hiqûq nebe kolan hene
15:44 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Civaka demokratîk bi têkoşîna karkeran pêkan e
15:38 Li Egeyê bi deh hezaran kes daketin qadên 1’ê Gulanê
15:21 Di rojekê de li Îranê herî kêm 12 kes hatin darvekirin
15:19 Rejîma Îranê mamosteya Kurd ji kar derxist
15:15 Manîfestoya sendîkayan: Heke em bibin yek, wekhevî û azadî pêkan e
14:53 Kanal 8: Em agahiyan ji nûçegihanên xwe yên li Şamê nagirin
14:46 34 partî û rêxistinan banga ‘şerê li Şamê bidin sekinandin’ kirin
14:38 SOHR: Di Nîsanê de 137 kes hatin qetilkirin
14:16 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bêyî kedkaran civaka demokratîk ava nabe
13:37 Li Wanê 1’ê Gulanê: Em ê ji bo ked, demokrasî û aştiyê têbikoşin
13:27 Mitînga 1’ê Gulanê ya li Kadikoyê dest pê kir
13:25 Li Qada Stasyonê 1’ê Gulanê: Em wekhevî û aştiyê dixwazin
13:17 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê
13:12 Li Şengalê 1’ê Gulanê: Ked, azadî ye
13:11 Rojnameger Berekat: Êrişên li dijî Durziyan plankirî ne
12:11 Tulay Hatîmogûllari: Kedkar dê piştgiriyê bidin çareseriya pirsgirêka Kurd
12:10 Li Stenbolê zêdetirî 200 kes hatin binçavkirin
11:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo 1’ê Gulana Zurihê re name şandin
11:38 Bi sed hezaran kes li qadên 1’ê Gulanê ne
11:10 Helbestvan Fadil Ozturk wefat kir
11:01 Li Mecîdiyekoyê berxwedana 1’ê Gulanê!
10:59 Rojnameger Ozdal hate definkirin
10:42 Li Kurdistanê di bin navê projeya enerjiyê de biryarên ‘îstîmlaqkirina bi lez'
10:37 Karker û kedkar ji niha ve li Kadikoyê kom dibin
10:23 Ji DEM Partiyê peyama 1’ê Gulanê
10:03 1’ê Gulanê: DÎSK’ê tacegul danî Qada Taksîmê
09:46 Rêxistinên ekolojiyê: Weke gava ewil divê dewlet destê xwe ji xwezaya me vekêşe
09:19 'Kesên serdana Onder dikin dixwazin gav bên avêtin'
09:17 Karkerên febrîqeyê yên di 1'ê Gulanê de jî dixebitin: Mecbûriyet her tiştî bi mirov dide kirin!
09:11 Eren Keskîn: Pêkanîna mafê hêviyê ne lutfek e, peywireke Tirkiyeyê ye
09:10 Ji Enternasyonala Perwerdehiyê bo Egîtîm Senê piştgirî
09:09 Doza Sûna Pek: Dadgeha Bilind xwest ceza bê kêmkirin
09:00 ROJEVA 1’Ê GULANA 2025’AN
08:57 Li Wanê otobûsa rêwiyan wergeriya: 28 kes birîndar bûn
08:56 Rojnameger Umît Ozdal jiyana xwe ji dest da
30/04/2025
16:38 Bakirhan bi ciwanan re civiya: Ji bo avakirina civaka demokratîk divê em têbikoşin
16:12 Li Girtîgeha Aksarayê tehliyeya bi dehan girtiyan hate astengkirin
15:51 Tulay Hatîmogûllari çû serdana karkerên tekstîlê
15:17 DEM Partiyê bersiv da Tunç: Karê xwe bikin
14:47 Ji Wezîrê Enformasyonê yê Pakistanê: Dê Hindistan êriş bike
14:39 Banga tevlibûna qadên 1'ê Gulanê hate kirin
14:24 Doza Kazanhan: Polîsê bersûc ê firarî piştî her danişînê li edliyeyê geriyaye
13:35 Şîna Pelîn Yilmazê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:22 Xelkê Mexmûrê li dijî ambargoyê meşiya
13:17 Di doza qetilkirina Cîhan Can de dê mutalaa bê amadekirin
13:02 Ji bo Onder stran hat çêkirin
13:00 Bernameya 1’ê Gulanê ya Stenbolê diyar bû
11:46 Ji TJK-E’yê çalakiyên ‘Diyalogên bi jiyana azad re’