Bakirhan li dijî îktîdara ekolojiyê qir dike banga rêxistinkirinê kir

BALIKESÎR - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku îktîdar ji bo qanûneke madenê ya nû ketiye nava hewldanan û wiha got: “Em xwe ji vê îktîdara Tirkiye anîne ber hilweşînê xelas bikin. Em xwe li dijî vê îktîdara ekolojiyê qir dike xwe birêxistin bikin.”

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Balikesîrê li Navenda Çandê ya Reha Yurdakul a navçeya Burhaniyeyê “Konferansa Ekolojiyê ya Balikesîrê” li dar dixe. Konferans, bi beşdariya Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan hat lidarxistin. Li gel Balikesîrê, ji bajarên derdorê jî gelek welatî tev li konferansê bûn. 
 
Konferans, bi pêşandana belgefîlma derhêner Hakan Tosun a têkildarî qirkirina ekolojiyê dest pê kir. Niha jî Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî.  Bakirhan, ji ewil Reşît Kîbar bi bîr anî ku di 3’yê îlonê de dema li Borçka ya Artvînê hewl dida daristanan biparêze hatibû kuştin. Bakirhan, got ku Kîbar ji ber xwedîderketina li ax, av, dar û zindiyan hate qetilkirin. Bakirhan, wiha domand: “Ên ew qetil kirin gelek biyanî nînin. Sermaye û şirîkên wan bûn. Ji bo bêhtir rantê bixwin, xwezayê talan bikin wisa kirin. Em ê Reşît ji bîr nekin.” 
 
TÊKOŞÎNA DEMOKRASÎ Û EKOLOJIYÊ
 
Bi domdarî Bakirhan got ku îktîdar û sermaye bi heman zîhniyetê tevdigerin û wiha got: “Bi awayekî herî hovane êrişî hemû kesên dixwazin pêşiya ranta wan bigirin dikin. Lê em ê soza xwe ya avakirina welatekî xwezaya wê pêşkeşî sermayeyê nayê kirin bi cih bînin.” Bakirhan, bal kişand ser Hevdîtinên Nan û Edaletê. Bakirhan got ku li gel têkoşîna demokrasiyê ya gelê kurd, têkoşîna dostên kurdan a li Ege, Balikesîr, Çiyayên Kazê û hwd. a li dijî qirkirina ekolojiyê pir girîng e. 
 
ŞÎRKETÊN MADENÊ KEYFXWEŞ IN
 
Bakirhan, diyar kir ku tevahiya gel di nava krîzê de ye, xwendekar birçî diçin dibistanê, kedkar di nava rewşekî giran de ne û wiha domand: “Tevî ku welêt di nava krîz û nebaşhaliyê de ye jî, şîrketên madenan gelek keyfxweş in. Ji ber ku îktîdar jî mîna wan difikire. Ji bo qirkirina ekolojiyê bi hêsantir bikin, bênavber komeqanûnan tînin Meclisê. Dema li hemberî wan muxalefeteke qels hebe, hemû derqanûntiyên xwe pir bi hêsantir dikin.” 
 
'QANÛN DI 22 SALAN DE 32 CARAN GUHERANDIN’ 
 
Di berdewamê de Bakirhan bi lêv kir ku AKP li ku derê çiyayekî yan jî rûbarekî, daristan û bendavekî bibîne, bi çavê talanê lê dinêre. Bakirhan, diyar kir ku îktîdarê di 22 salan de 32 caran qanûna daristanan guherandiye. Bakirhan, wiha pê de çû: “Em li dijî îktîdareke dijminatiyê li daristan, şînkatî, çem, çiya, kurdên berxwedêr û jinan dike re rû bi rû ne. Cara ewil e li vir dibêjim. Ji bo şîrketên madenê niha amadekariya pêşniyarqanûnekê dikin. Ji bo şîrketên madenê bi hêsantir rantê bixwin û xwezayê talan bikin, li pey qanûnên nû ne. Dixwazin tu astengiyên îdarî li pêşiya wan nemînin. Karê me zehmet e lê ji sedî 80’ê civaka Tirkiyeyê mîna me difkire. Tenê kêmasiyeke me heye ku ew jî rêxistinbûn e. Divê em bên ba hev û li dijî vê îktîdara ekolojiyê qir dike xwe birêxistin bikin.” 
 
'MEHMET CENGÎZ BIKIN WEZÎR’
 
Bakirhan, da zanîn ku raporên ÇED’ê bi awayekî bêperwa tên amadekirin û wiha bi dawî kir: “Tişta herî trajîkomîk jî ew e ku Serokê Meclisa Madenvaniyê yê TOBB’ê Îbrahîm Halîl Kirşan, lêgerînên madenê weke karekî sûdewer ê cemaweriyê dinirxîne. Dê sermaye rantê bixwe, texrîb bike lê ev dê ji bo cemaweriyê sûdewer be. Wê demê Mehmet Cengîz jî bikin wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê û astengiyên îdarî yên li pêşiya wî rakin. Em bi îktîdareke wiha re rû bi rû ne. 
 
EM XWE JI VÊ ÎKTÎDARÊ XELAS BIKIN
 
Li Balikesîrê 155 madenên şîrketê bi giştî 279 ruxsetên lêgerîn-bikaranîna madenê wergirtine. Hemû navçeyên Balikesîrê di heman rewşê d ene. Armanca ji vir rant e. Divê em xwe ji vê îktîdara Tirkiye anîne ber hilweşînê xelas bikin.”
 
 

Sernavên din

10/05/2025
15:08 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
14:00 Dayikên Şemiyê ku li aqûbeta Halîl û Kasim Aksoy pirsin: Bila Erdogan li ser soza xwe be
13:29 Li Şirnexê starta 15'ê Gulanê
13:03 Kesên ku di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
12:41 Konferansa 'Manifestoya Gîronayê': Berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî
11:19 Kevana Zêrîn: Hozan Mizgîn bi huner û têkoşîna xwe bû dengê gel
10:21 Li Amedê Înîsyatîfa Yekîtiyê hat avakirin
10:19 Rageşiya di navbera Pakistan-Hindistanê de zede bû: Balafirgeh hedef hatin girtin
09:23 Li Bestayê di bin çavdêriya leşkeran de qirkirina daristanê
09:07 Xizmên girtiyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2025'AN
09/05/2025
18:46 Meclisa Kirmanckî tê îlankirin
16:53 Leyla Zana: Erkên nû li ber me hemûyan hene
16:22 Tulay Hatîmogullari: Dema avakirina bingeheke demokratîk û zagonî hatiye
16:02 DEM Partiyê têkildarî ‘kongreyê’ daxuyanî da: Qonaxeke dîrokî ye
15:53 Pervîn Bûldan: Kongreyeke dîrokî ye, bi Ocalan re ‘ragihandineke teknîkî’ çêbûye
14:32 Li Amedê 7 xwendekar hatin binçavkirin
14:30 Gelek kes çûn serdana şîna Onder a li Semsûrê
13:10 Piştî dîlgirtina 31 salan hat warê xwe
13:05 Ji bo girtiyan bang kirin: Ji bo çareseriyê divê pêvajoya reformê bê destpêkirin
13:03 PKK’ê ragihand: Me kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist
12:26 Şaredariyê li dijî biryara redkirina navê ‘Orhan Dogan’ serî li dadgehê da
11:35 Berdevka DEM Partiyê: Hindik ma ye PKK ragihîne ku kongreya xwe li dar xistiye
11:28 Êrişên Hindistan û Pakistanê yên li dijî hev zêde dibin
11:27 Dema ku giliyê gardiyan kir, bû gumanbar
11:18 Ji bo Sirri Sureyya Onder li Semsûrê şîn hate danîn
11:08 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Der barê rojnamevan Kanbal de doz hat vekirin
10:25 Rêwîtiya koçeran dest pê kir
10:03 Welatiyên li bazara taxê: Çareserî banga Ocalan e
09:54 Hevdîtinên çareseriyê yên di meseleya Kurd de
09:53 Dîcle Anter: Sirri ji bo hevrûbûna bi rastiyan re têkoşiya
09:32 Çelîk ê piştî 31 salan hate berdan li warê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
09:26 Li girtîgehên Antalyayê 90 girtiyên nexweş hene: Girtiyan berdin
09:05 Dîmenên nû yên li Gabarê birîna daran derket holê
09:04 Li Şirnexê gel nikare ji xizmetên tenduristiyê sûd bigire
09:02 ‘Sererastkirina qanûnî ya ji bo mafê hêviyê gaveke bivênevê ye'
09:01 Xizmên girtiyan: Em hem li benda aştiyê hem jî li benda gotinên Abdullah Ocalan in
09:00 ROJEVA 9’Ê GULANA 2025’AN
08/05/2025
16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê
13:51 Di rêya nexweşxaneyê de êrişî girtiyan kirin
13:44 Cezayê hucreyê dan girtiyan
13:32 Erdogan: Pêvajoya li pêşiya me dê hêsan nebe
13:26 Li Amedê lansmana Fuara Hunerê ya ArtTîgrîsê hat dayin
12:39 Li cîhanê hevdîtinên aştiyê: Bi avêtina gavan çareserî pêk hat
12:37 Mafê tedawiyê yê Werîşe Mûradî tê astengkirin
12:31 Di doza rojnameger Guneş de dê ji emniyetê ‘agahî’ bên xwestin
12:25 Ji bo daxuyaniya têkildarî girtiyan banga tevlibûnê hat kirin
12:22 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:21 DEM Partiyê têkildarî îdiayên sûîqestê daxuyanî da
12:06 Danişîna doza girtiyê nexweş Karatay hate lidarxistin
11:58 Starta çalakiyên Serê Gulanê hate dayin
11:34 Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
11:29 Li dijî girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ greva birçîbûnê tê destpêkirin
11:24 Ji bo rojnameger Zeynep Kuray biryara beraetê hate dayin
11:20 Welatiyên li dijî GES'ê li ber xwe didin: Em naxwazin ji gundê xwe bar bikin
10:50 Êrişên DAIŞ’ê yên li Dêrazorê didomin
10:44 Dayika girtiyê nexweş Ayik: Ji bo aştiyê ji ewil divê girtiyên nexweş bên berdan
10:20 Xelkê Amedê ji zema bo veguhestinê hatiye kirin aciz e
09:53 Tevî agirbestê jî Tirkiyeyê 23 hezar û 369 caran êriş kir
09:52 'Ge rem bibin yek wê şanoya Kurdî bibe asoya gel'
09:28 'Em mecbûr in xwesteka herî mezin a Onder aştiyê pêk bînin'
09:28 ‘Divê hemû sazî ji bo bidawîkirina tundiyê bi berprisiyarî rabin'
09:22 Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje
09:10 Poşmantî qebûl nekir berdana wî 11 mehan hat taloqkirin
09:09 'Em ê alaya Onder a ji bo aştiyê di asta herî jor de bilind bikin'
09:00 ROJEVA 8’Ê GULANA 2025’AN
08:49 Dewleta tirk Amediye bombebaran kir
08:48 Hesaba X’ê ya Îmamoglû hate astengkirin
07/05/2025
16:49 Ji bo Onder mewlûd hatin dayin
16:24 Li Dêrsimê operasyona leşkerî hate destpêkirin
16:08 Onder li Meclisê hat bîranîn: Divê pêvajoya nîvco hiştî em temam bikin
15:30 ÎHD: Piştevaniya bi girtiyan re tiştekî însanî ye
14:46 Li Wanê starta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî hat dayin
14:33 Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun tehliye bû
14:18 Di doza Semra Guzelê de ji bo şahid biryara anîna bi darê zorê
13:58 Bahçelî li Meclisê çû serdana şîna Onder
13:42 Welatiyên li dijî GES'ê derketin kemçe dan sekinandin
13:18 Li Stenbolê bi pileya 3.4’ê erdhej çêbû
13:06 Li Almanyayê zanîngeha Kurd tê vekirin
12:38 Li Sûriyeyê di rojekê de 13 kes hatin qetilkirin
11:42 Rojnameger Dîren Yurtseverê beraet kir
10:57 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di meha Nîsanê de 34 jin hatin qetilkirin
10:44 Cezayê muebbeta girankirî dan kujerê Hîlal Karê
10:28 Şerê di navbera Hindistan û Pakistanê de giran dibe: Bi dehan kes hatin kuştin
10:02 Li Kerboranê rêyên 3 gundan bi hinceta 'ewlehiyê' hatin girtin
09:59 Cotkarên tûfiringiyan ji ber zêdebûna lêçûnan bi gilî û gazinc in
09:43 Temel: Em ê ji bo xeyala Komara Demokratîk a Onder bixebitin
09:34 Dayikên Aştiyê: Têkoşîna Onder dê bi ser keve
09:26 Ayla Akat Ata: Têkoşîna Onder wesiyete
09:25 Gundê Cixsê GES'ê naxwaze!
09:13 Ji bo berdana girtiyên nexweş dakevin qadan
09:13 Zeyneb Murad: Banga Abdullah Ocalan bû zemîna konferansê
09:00 ROJEVA 7’Ê GULANA 2025’AN
06/05/2025
16:33 Dadgeha Bilind di biryara xwe ya ‘hesta cinawirî tune ye’ de israr dike