Komplo di sala 26'emîn de ye. Dixwazin Peymana Edeneyê berfireh bikin

RIHA - Salih Muslim pêvajoya komploya li dijî Abdullah Ocalan ê ku li Sûriyeyê ew nas kiriye mirxand û got ku tê xwestin ku Peymana Edeneyê ya ku di sala 1998'an de li dijî destkeftiyên kurdan hat îmzekirin, bê berfirehkirin. 

 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku beriya derbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'î bi demeke nêz çû Sûriyeyê, li vir bi komploya hêzên navneteweyî re rû bi rû ma. Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji ber zextên hêzên global ên bi pêşengiya DYA’yê neçar ma ji Sûriyeyê derkeve. Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de anîn Tirkiyeyê û li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tcerîdê de hat girtin. 
 
Li Sûriyeyê ku komploya li dijî Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di sala 2011’an de şerê navxweyî dest pê kir. Bi destpêkirina şerê navxweyî re kurdan û dostên wan li herêmên bakur dest bi avakirina avahiyeke xweser kirin. Fikirên ku Ocalan bûne çavkaniya jiyana nû ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Kurd û dostên wan li dijî DAIŞ a ku hemû mirovahiyê tehdîd dike, li herêmên ku lê rêxistinbûyî bi ser ketin.
 
Hevserokê berê yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ku yek ji wan kesên ku Ocalan di salên 1982-1983'yan de li Sûriyê pêwendî pê re danî, li ser hatina Ocalan a ji bo Sûriyeyê, pêwendiyên wî, pêvajoya komploya navdewletî û bandora wî axivî.
 
ATMOSFERA SIYASÎ YA BERIYA KOMPLOYÊ
 
Muslim bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn ên beriya komploya navneteweyî û wiha got: "Divê em binêrin çima komplo hat destpêkirin. Di destpêka salên 1990'î de şerê Iraq û Îranê bi dawî bû û Iraqê êrişî Quweytê kir. Wê demê DYA'yê, li dijî Seddam koalîsyoneke navneteweyî ava kir. Piştî sala 1992'yan, hêzên iraqî ji Quweytê hatin derxistin, fermandarê hêzên koalîsyonê yên bi pêşengiya DYA'yê, got, 'Niha me projeyeke nû ya Rojhilata Navîn daye destpêkirin.' Wekî Projeya Rojhilata Navîn a Mezin (BOP) hat binavkirin. Wê demê hindek nexşerê derketin holê. Hin welatên wekî Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îran dihatin parçekirin. Ev tişt wê demê hatin gengeşekirin. Piştî 30 salan em lê mêze dikin, derxistina Iraqê ya ji Quweytê starta planekê bû. Ji bo ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn, destpêka planekê bû. Hêzên hegemonîk ji bo li Rojhilata Navîn sîstemekê li gorî berjewendiyên xwe ava bikin gav avêtin. Di van gavan de ew ê çi û çawa bikin û çawa bigihêjin armancên xwe, li ser hin planan gengeşe kirin. Bi îslama siyasî biryar dan ku li Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe netew-dewletan bi rê ve bibin. Wan biryar da ku dîktatorên li dijî vê yekê ji holê rakin. Di vî warî de gav avêtin û hewl dan hemû astengiyên li pêşiya xwe rakin. Seddam, Qedafî, Esad... Diviyabû serokên Yemen û Misirê ji holê rabûna. Vê yekê pirsgirêkên nû bi xwe re anî. Wan Tirkiye û Birayên Misilman ji bo çareserkirina van pirsgirêkan wekî piyon û wekî cîbicîkarê planên xwe bi kar anîn."
 
‘KURDAN HESABÊN WAN SEROBINO KIR'
 
Muslim diyar kir ku kurd bi Abdullah Ocalan re li Rojhilata Navîn bûne aktoreke girîng û got: "Tirkiyeyê got 'dijminatiya min bi kurdan re heye' ûpiyonbûnê qebûl kir û xwest rewşê ber bi xwe ve biguherîne. Kurd, li Rojhilata Navîn aktoreke girîng in. Ev aktor her roj lı dor Abdullah Ocalan lı hev kom dıbün. Piştî sala 1984'an ve ku dest bi têkoşîna çekdarî kir, her çû mezin bû ev tevger. Her kesî daxilî nava hesab kiribûn, lê tevgera kurd a ku her roj mezin dibûn ji bîr kiribûn. Kurdan hesabê wan serobino kir. Ketin nava hin lêgerînan û gotin ew ê çawa ji vê tevgerê rizgar bibin. Ji bo hem ji tevgerê hem jî ji rêberê wê xelas bibin, tevgeriyan. Ji ber ku dizanibûn wê nikaribin 40 milyon kurdî bikujin, rabûn rêberê wan hedef girtin  û xwestin tevgereke kurd a li gor pîvan û berjewendiyên xwe çêbikin." 
 
‘JI BO PARASTINA SÛRIYEYÊ DERKET'
 
Muslim bi bîr xist ku Celal Talebanî û Mesûd Barzanî di sala 1998'an de li Washingtonê bi armanca avakirina tevgerên alternatîf hatine cem hev û diyar kir ku ev hewldan encam negirtiye. Muslim destnîşan kir ku nikaribûne bikin ku kurd dest ji Abdullah Ocalan berdin. Muslim anî ziman ku pişt re tunekirina Abdullah Ocalan ketiye meriyetê û wiha got: "Hêzên çekdar ên Tirkiyeyê li ser sînorê Sûriyeyê kom bûn û dest bi ggefxwarinê kirin li Sûriyeyê. Di sala 1995'an de Serokê DYA'yê hat Sûriyeyê û 5 saetan bi Hafiz Esad re hevdîtin kir. Sedema vê yekê jî ew bû ku birêz Ocalan li Sûriyeyê bû, ji gelek cihan zext li Sûriyê kirin, ji bo ku birêz Ocalan ji Sûriyê derkeve: Gef mezin bûn. Birêz Ocalan jî got, 'Ji bo parastina Sûriyeyê derketiye.' Ger birêz Ocalan derneketa belkî tiştên ku îro li Sûriyeyê qewimîn, di sala 1998an de biqewimiyana." 
 
KOMPLO: STARTA ŞERÊ CÎHANÊ YÊ 3'YEMÎN E
 
Muslim anî ziman ku Abdullah Ocalan komploya li dijî xwe wekî destpêka Şerê Cîhanê yê Sêyemîn pênase kiriye û destnîşan kir ku tiştên îro diqewimin tespîta wê demê hatiye kirin piştrast dike. Muslim got: "26 sal di ser komployê re derbas bûn û em vê yekê bi zelalî dibînin. Di sala 1998'an de dest bi pevçûnên ku jê re digotin 'Bihara Ereban' kirin ku Tûnis, Lîbya, Misir, Sûriye û Yemenê hilweşandin. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn di 9'ê Cotmeha 1998'an de hat destpêkirin û niha bi awayekî herî hovane didome. Di Şerê Cîhanê yê Yekem de împaratorî hatin rûxandin û li şûna wan netew-dewlet hatin avakirin. Di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de jî pergala cîhana nû hat avakirin. Êdî enî zelal dibin. Serê eniyekê Îsraîl e. Serê eniyekê jî Îran e. Wê di dawiya Şerê Cîhanê yê Sêyem de çi bibe û wê çi qasî bidome em nizanin. Lê em tiştekî dizanin; hêzek ancax dikare birêxistinbûyînê xwe ji vê aloziyê xelas bike. Ger rêxistinbûyîna te xurt be, tu yê jê derkevî. Niha em jî ji bo parastina xwe xw ebirêxistin dikin. Em xweparastina xwe li gor vê dikin. Gava pergaleke nû ava bibe, em jî dixwazin bi paradîgmaya xwe hebin." 
 
'DIXWAZIN PEYMANA EDENEYÊ BERFIREH BIKIN'
 
Muslim diyar kir ku xala hevpar a Tirkiye û Sûriyeyê li ser dijminatiya kurdan e û got ku her du dewlet tenê li ser esasê dijberiya destkeftiyên kurdan hatine cem hev. Muslim got: "Dijminê hevpar ê her duyan kurd bûn. Dema mijar dibe mafên kurdan, du dijminên dîrokî dikarin li ser heman axê werin cem hev. Polîtîkaya 'kurd dayika xwe nebîne.' Rûsya jî ji bo berjewendiyên xwe dixwaze Sûriye û Tirkiyeyê bîne cem hev. Dikana cihêzan a Rûsyayê heye û ji bo wan cihêzan bifiroşe dixwaze bi zorê Tirkiye û Sûriyê bi hev re bizewicîne. Ev zewaca bi darê zorê wê nedome. Sirf ji bo firotina cihêzan hûn nikarin du aliyên dijber bînin cem hev. Ger hûn bi zorê bînin cem hev jî wê nediome. Piştî komployê bi 8 rojan Peymana Edeneyê (di 20'ê Cotmeha 1998'an de li dijî destkeftiyên kurdan di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de hat îmzekirin) hat îmzekirin. Niha dixwazin vê peymanê berfireh bikin. Peymana Edeneyê belgeya teslîmiyetê ye, kes berfirehkirina vê belgeya teslîmiyetê qebûl nake. Ger rejîm qebûl bike, wê gelên Sûriyeyê qebûl nekin. Em bawer nakin siberojeke vê hatina cem hev hebe. Em bawer nakin ku wê Rûsya cihêzên xwe bifiroşe." 
 
'ÎŞKENCEYÊ NIKARIBÛ BIRÊZ OCALAN BIDE JIBÎRKIRIN'
 
Muslim bal kişand ser bandora ku Abdullah Ocalan li Sûriyeyê hiştiye û got: "Di nava gelê Rojavayê de bû. Îro her kesê ku pêşengiya Şoreşa Rojavayê dike û siyasetê dike xwendekarên birêz Ocalan in. Ji wî fêrî siyasetê bûne. Yek ji wan ez im. Birêz Ocalan gel veguherand hêzekê. Gava dîl hati girtin jî gel ew bi tenê nehişt. Parêznameyên wî bi tena serê xwe dibistanek in. Tenê ne ji bo me, ji bo gelên cîhanê firsendek e. 43 meh in tu agahî jê nayê girtin, lê pêşengiya gelan dike. Li Îmraliyê berxwedaneke bêhempa heye. Îşkenceyê nikaribûû birêz Ocalan bide jibîrkirin û wê nikaribe jî." 
 
Muslim destnîşan kir ku gelê kurd bi berxwedana xwe nehiştiye komplo bigihê armanca xwe. 
 
Muslim bal kişand ku 43 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha dewam kir: "Ji ber ku birêz Ocalan bi gotinekê dikare aştiyê û bi gotineke jî dikare şer bide destpêkirin, astengî dan ber axaftina wî. 43 meh in tu agahî tune. Ev biryar ne tenê ne ya Tirkiyeyê, biryara hêzên navneteweyî ye. Serkeftina birêz Ocalan serketina hemû gelan e. Rastiyek heye; berxwedan çi qas mezin bibe wê kesên dixwazin komployê bidomînin jî bitengijin. Lewma divê gel heya dawiyê xwedî li rêberê xwe derkeve." 
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

08/10/2024
12:43 Besê Hozat bersiv da Bahçelî: Keremke Îmrali li wir e!
12:39 Hatîmogûllari: Em ji bo muzakere û guftûgoyê amade ne
11:16 Li Mêrdînê bi ser malan de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin
10:53 Tundiya zilam: Lêdan, gef û êrişa zayendî
10:26 Ji AYM’ê biryara ‘binpêkirina mafê jiyanê’
10:12 Li Manîsayê winda bû, li Ûşakê cenazeyê wê hate dîtin
10:05 Erdogan got ‘armanc Tirkiye ye’: Meclis bi rojeva Îsraîlê dicive
09:51 Birayên ji hêla polîsan ve hatin derbkirin: Me tenê destûra lêgerînê xwest
09:46 Doza ku faîlê wê polîs e 8 sal in tê dirêjkirin
09:39 Ayhan ê bi Ocalan re rêwîtî kiribû: Ji bo mirovan bû hêvî
09:11 Girti Aslan: Girtiyên pîr û nexweş di hucreyên yek kesî de tên ragirtin
09:11 Konca: Abdullah Ocalan yekem rêber e ku banga şoreşa jinê kiriye
09:10 Rojnamevan Balekanî: Hilbijartina li Kurdistana Federe wê bandorê li tevahiya herêmê bike
09:08 Banga ji bo ‘Mitînga Azadiyê’: Divê jin di refên pêş de cih bigirin
09:06 Bavê Rojîn Kabaîş: Bila îdiaya wesayîta spî bê lêkolînkirin
09:04 Hevalê wî yê qawîşê mirina Kuday dît lê dozgeriyê nedît!
09:02 Li Şirnexê amadekariyên ‘Mitînga Azadiyê’: Gelê Botanê dê bi herike Amedê
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2024'AN
07/10/2024
20:17 Jin di têkoşînê de bi israr in: Em ji bo edalet û azadiyê li her derî ne
19:16 Hunermend Helîmê Omerî û Azad Bedran hatin binçavkirin
19:00 Banga ji bo Mîtînga azadiyê: Divê Amed ji bo aştiyê misyona xwe bilîze
18:41 11 roj in tu agahî ji Kabaîşê nayê girtin
15:39 Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê de’ ji bo girtiyên nexweş bang
15:22 Komxebeta Tenduristiyê ya Girtîgehan: Girtiyên hatin berdan serpêhatiyên xwe vegotin
14:48 DFG’ê bang kir ku ‘Pêşî li qetilkirina rojnamevanan bê girtin’
14:26 Xwendekaran qetilkirina jinan protesto kirin
14:25 Rêveberên DEM Partiyê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:04 Pitika bi navê Sila ku êrişa zayendî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
13:55 KESK dê li dijî polîtîkayên aboriyê yên hikumetê dakeve qadan
13:02 Massimo D’Alema: Clînton li min geriya, got ‘Ocalan bidin Tirkiyeyê’
12:34 Bernameya ‘mitînga azadiyê’ diyar bû
12:29 Li Îzmîrê êrişî jinekê hate kirin: Bi giranî birîndar bû
11:42 Temellî: Li Tirkiyeyê şer tê gurkirin
10:56 Xebata madenê ya li Pîrejmanê zirarê dide xwezayê
10:38 MKG: Em ê xwedî li rojnamevaniya kurdî derkevin
10:30 Li Korta Kasorê nerazîbûna li dijî madenê: Em axa xwe nadin we
09:01 Sê meh piştî girtina bavê xwe hat dinê: 32 sal in bêhiqûqiya li ser bavê min didome
09:01 Li Wanê dema firotina guhîjan e
09:01 Banga ji bo ‘Mitînga Azadiyê’: Divê bi sedhezaran kes ji bo çareseriyê li Amedê bin
09:00 Emekçî: Rehenda hiqûqî ya komployê ji demboriyê re dihêlin
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2024'AN
08:39 Xwebûn bi manşeta 'Komplo ne rojek e, pêvajoyek e' derket
06/10/2024
21:44 Hunermendan qetilkirina jinan şermezar kir
21:23 Can: 26 sal in li Îmraliyê sansûrek bêmînak heye
21:00 Îsraîlê êrişî Sûriyeyê kir
20:52 Li Îranî seferên balafiran hatin betalkirin
18:39 TJA: Divê em ji bo ewlehiya xwe werin cem hev
17:33 ‘DAIŞ ket yên xwedî lê derketin jî wê bikevin'
17:10 Li Korta Kasorê nerazîbûna dijî madenê: 60 gund bi tinekirina avê re rû bi rû mane
16:16 Li navçeyên Amedê seferberiya ji bo 'Mitînga Azadiyê'
15:26 Li Amedê bertek nîşanî kuştina jinan dan
15:07 Ji Bakirhan daxuyaniya Destûra Bingehîn: Em ji muzakereyê re jî ji têkoşînê re jî hene
13:45 Çîçek: Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan gefê li tenduristiya civakê dixwe
13:15 'Kobanê rûmeta me ye'
13:04 Konferansa Perwerdehiyê ya DEM Partiyê: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî maf e
11:30 Çeteleya tundiyê ya meha îlonê: 30 jin û zarokek hatin qetilkirin
11:09 Stêrka Çapemeniya Azad: Gurbetellî Ersoz
10:10 Rojnamevan 8 meh in di hepsa 'malê' de ne: Lêpirsîn bi derengî tê xistin
09:51 Karamûs: Tecrîd pirsgirêka hemû Kurdistanê ye
09:12 Di şerekî herêmî yê gengaz de çi li benda kurdan û Kurdistanê ye?
09:01 Siyasetmedarên jin: Em di 13'ê Cotmehê de li dijî komployê biherikin Amedê
09:01 Tekîn ê ku 5 xizmên wî hatine girtin: Ya hatiye kirin zilm e
09:01 Piştî 40 salan vegeriya welatê xwe
09:00 Di pêvajoya komployê de girtîgeh: Çemberek ji agir çêbû
09:00 Li gel metirsiya mirinê li revîrê tê sekinandin: Bila were berdan
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2024'AN
08:14 Îsraîlê êrişî Beyrûtê kir: Hejmara miriyan derket hezar û 181’an
05/10/2024
22:59 Jin daketin qadan: Em ê hesab bipirsin
19:54 Li Îzmîrê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê hat vekirin
19:39 Li Stenbolê çalakiya 'Deng bide azadiyê':Wê komploger winda bikin
16:45 Li Sûrê çawişê pispor jina pê re zewicîbû qetil kir
16:28 Malbatên ji Lubnanê koç kirine li Serêkaniyê hatin bicihkirin
15:55 Ji Şaredariya Wanê xizmeta pirzimanî
15:25 Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin
15:10 Li sê bajaran banga hevpar: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:05 TTB’ê li Agiriyê nûnertî vekir
14:43 ‘Em ê ji bo azadiya zimanan di mitînga 13’ê cotmehê de bin’
14:25 Rapora MKG'ê: Tundiya li ser rojnamevanên jin didome
14:19 Xizmên windayan: Her du destên me dê li stûyê we ve bin
14:09 Aqûbeta Tekîn ê 29 sal berê hatiye windakirin hate pirsîn
12:56 Wezîrê Karên Derve yê Îranê serdana Şamê kir
12:46 Cenazeyên jinan ji ATK’ê hatin girtin
11:38 Dermankirina Nergîs Muhammedî tê astengkirin
11:21 Rojnamegera girtî ê nexweş ev 28 roj in girtina dermanan red dike
11:05 Civata li ser ‘Sansur û otosansur’ê: Mudaxile li filman tê kirin
10:58 Kabaîş ev 9 roj in winda ye: Lêgerîn li golê tên kirin
10:18 Komplo di sala 26'emîn de ye. Dixwazin Peymana Edeneyê berfireh bikin
10:00 Bi daxwaza ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ xebat û çalakiyên nû
09:10 Dayikên Aştiyê: Em ji bo aştiyeke birûmet di azadiyê de israr dikin
09:09 Li zozanên Elkê amadekariyên zivistanê
09:08 Kevneşopiyeke hatiye jibîrkirin: Tahtî
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2024'AN
08:13 Şaredariya Wanê 'Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînê' vedike
04/10/2024
19:46 Akarsel li gelek bajaran hat bibîranîn: Pêşengiya milyonan kir
19:39 Hevserokên HDP'î nehatin berdan
17:02 Ji ber piştevaniya bi Ozgur Gundemê re ceza li Ustunê birîn
16:43 Li Elkê şewat derket
16:23 Bayindir: Em ê xwedî li wesyeta Kûday derkevin
15:55 Akarsel li ser gora xwe hate bibîranîn: Em ê têkoşînê mezin bikin
15:26 Demîrhan ê Kar qetil kir piştî 3 mehan hate girtin