NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hesekê ji bo piştevaniya bi HSD’ê re bi hezaran kes meşiyan. Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl di meşê de wiha got: “Ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk divê em bi hev re bixebitin.”
Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Li dijî êrişan, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û YPJ jî berxwedaneke mezin raber dike.
Li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevlibûna hezaran kesan meş hat lidarxistin û welatiyan bi gotina “HSD hêza me ye” piştgirî dan. Meş, ji Çerxerêya Sînalko ya Taxa Til Hecerê dest pê kir. Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Ermen û kesayetên civakî û siyasî tev li meşê bûn.
Şêniyan alên HSD’ê, yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ala serxwebûnê ya Sûriyeyê hildan û dirûşmên “Yekitiya pêkhateyan misogeriya aramiyê ye”, “Na ji dagirkeriyê re”, "HSD hêza me ye", "Bijî biratiya gelan", "Bijî yekitiya gelê Kurd" û "Bijî berxwedana Rojava" berz kirin.
BANGA YEKITIYÊ
Li Çerxerêya Îtfaiye ya li Til Hecerê meş veguherî mitîngê. Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl li wir axivî û got: "Piştî hilweşîna rejîma Baasê, pêvajoyeke nû dest pê kir. Di vê pêvajoyê de divê em bi hev re kar bikin û Sûriyeya demokratîk ava bikin.”
Xelîl destnîşan kir ku HSD ne tenê hêzeke leşkerî ye lê hêzeke civakî ya hemû pêkhateyan e û vîna gelên herêmê temsîl dike. Her wiha Xelîl got herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêkanîna pergala demokratîk û biratiya gelan de, model e û bi saya têkoşîna gelan û bi pêşengiya jinan ev destkeftî hatiye bidestxistin.
PEYAMA HEVGIRTINÊ
Di dawiya meşê de girseyê berxwedana HSD’ê silav kir, êrişên dewleta tirk şermezar kirin û piştgiriya xwe ji bo projeya Rêveberiya Xweser û yekitiya pêkhateyan anî ziman.