Rapora MKG'ê: Tundiya li ser rojnamevanên jin didome

  • jin
  • 14:25 5 Cotmeh 2024
  • |
img

AMED - Di rapora binpêkirina mafên rojnamevanên jin a meha îlonê ya MKG'ê de hat diyarkirin ku di meha îlonê de jî gefxwarin û tundiya li ser rojnamevanên jin dewam kir û niha 7 jinên rojnameger girtî ne. 

 
Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora binpêkirina mafên rojnamevanên jin a meha îlonê eşkere kir. Li gor raporê rojnamevanên jin ji ber nûçeyên ku çêkirine û parvekirinên li ser medyaya dîjîtal gef li wan hatine xwarin, bi ser mala wan de hatine girtin û darizandina rojnamevanên jin di meha îlonê de jî dewam kiriye. 
 
Dewamiya rapora binpêkirina mafên rojnamevanên jin a meha îlonê ya MKG'ê wiha ye:
 
'ŞERÊ TAYBET GUR DIBE, ZEXTÊN LI SER ROJNAMEVANÊN JIN ZÊDE DIBE' 
 
"Zext û gefxwarina li dijî azadiya çapemeniyê her roj zêde dibin û di kûrbûna xizanî, polîtîkayên şer de rola van zextan zêde ye. Dîsa yên herî zêde dibin hedef jin in. Jinên rojnameger ji ber nûçeyên xwe her tim bi zexta darazê rû bi rû dimînin. Her wiha li qadê jî bi astengiyên leşker, polîs û çeteyan rû bi rû dimînin. 
 
Binpêkirina mafên di meha îlonê de nîşanî me dide ku zextên sîstematîk ên li dijî jinên rojnameger, gefxwarina li azadiya çapemeniyê çiqasî cidî ne. 
 
Nûçegîhana JINNEWS'ê Rabîa Onver ji ber nûçeya fuhuş û hişbirê ya li Colemêrgê çêkir bû hedef. Ev mînakek herî balkêş a binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha îlonê bû. Rabîa Onver ji ber ku faliyetên fuhuş û hişbirê yên çeteyan derxist holê polîsan bi ser mala wê de girtin. Vê nûçeyê tiştên ku her kes dizanin lê cesaret nakin bibêjin bi raya giştî re parve kir. Bi vê nûçeyê Rabîa bi awayekî kêfî bû hedef. Ev yek jî pîvana zextên sîstematîk nîşan dide. 
 
Li gel vêya rojnameger Melev Avci, Ahmet Kanbal û Medîne Mamedoglu ji ber nûçeyên çêkirine derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin. Ji ber nûçeyên şewatê û parvekirinên medyaya dîjîtal ji bo îfadeyê bangî Medîneyê hat kirin. Jinên rojnameger pîşeya xwe îcra dikin lê belê li gel vê yekê jî bi zextan rû bi rû dimînin. Ev jî ji bo azadiya çapemeniyê gefxwarineke cidî ye. 
 
GEFXWARIN ROJNAMEVANÊN JIN DIDOME 
 
Rojnamevanên jin ne tenê di pêvajoyên edlî de di heman demê de li qadê jî bi tundiya gotinê, bi tundiya derûnî û fîzîkî ya polîsan rû bi rû dimînin. Nûçegîhana TV100 Canan Altintaş, ji ber cenazeyê Narîn Guran kir nûçe êrişa fîzîkî lê hat kirin her wiha gef lê hat xwarin. Vê bûyerê zehmetiya xebatê ya li qadan a jinên rojnameger dîsa raxist pêş çavan. 
 
Mînakek dinê jî ev e, nûçegîhana Rojnameya Yekîtiya Têkoşînê Lutfiye Burcu Kara li Îzmîrê bi serdegirtina mala xwe ya serê sibehê hat binçavkirin. Ev bûyer radeya zextên li ser jinên rojnameger a sîstematîk nîşan dide. 
 
Nivîskara Rojnameya Karar, Elîf Çakir ji ber tespîta nasnameya şaş hat binçavkirin û piştre hat berdan. Ev bûyer nîşan dide ku jin ne tenê li qadan di pêvajoyên edlî de jî bi sepanên kêfî rû bi rû dimînin. 
 
PEYWÎRA ROJNAMEVANAN DERXISTINA RASTIYAN E 
 
Peywira eslî ya rojnamegeran ew e ku rastiyan derxin holê. Lê belê di serdema hukumeta AKP'ê de me dît ku daraz azadiya çapemeniyê tune dihesibîne û rojnamegeran dike hedef. Ev jî peywira rojnamegeran dijwar dike. Jinên rojnameger bi qasî qadan li ser platformên dîjîtal jî her tim bi sansur, gefxwarin û zextan rû bi rû dimînin. 
 
Tevî hemû zextan rojnameger biryara xwe ya nivîsandina rastiyan didomînin. Her çiqas zextên îktidarê û daraza bi wê girêdayî zêde dibin jî cehda derxistina holê ya heqîqetê ya rojnamegeran hîn bi hêz dibe. Biryardariya jinên rojnameger û xebatkarên çapemeniya azad di vê berxwedanê de dibe jêderka îlhamê. Bi taybet sekna wêrek a Nagîhan Akarsel û Gurbetelî Ersoz rê nîşanî têkoşîna jinên rojnameger dide. Em bi vê munasebetê Nagîhan Akarsel û Gurbetelî Ersoz jî bi rêzdarî bi bîr tînin. 
 
Binpêkirina li dijî ewlehî û mafê jiyanê ya rojnamevanan
 
Rojnamegerên êriş li wan hatine kirin  2
Rojnamegerên bi ser mala wan de hat girtin 2
Rojnamegerên hatin binçavkirin 2
Rojnamegerên ji bo îfadeyê bang li wan hat kirin 2
Rojnamegerên derbarê wan de biryara girtinê hatiye dayin  2
Rojnamegerên hatin girtin  1
Rojnamegerên mûameleya ne baş li wan hat kirin 4
Rojnamegerên gef li wan hat xwarin  1
Rojnamegerên şopandina wan a nûçeyan hat astengkirin 2
 
Binpêkirina azadiya ramanê ya rojnamevanan
 
Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin 2
Rojnamegerên derbarê wan de doz hat vekirin 1
Cezayê pere yên hatine birîn 14.160
Rojnamegerên darizandina wan dewam dikin (Hejmara dosyayan): 6 (Hejmara kesan):  9
Hejmara rojnamegerên girtî (Ji 4'ê Çileya 2023'yan heta niha) 7
 
Astengkirina mecrayên înternet-medyaya dîjîtal 
 
Sîteyên hatine girtin  5
Nûçeyên hatine astengkirin 699
Naveroka Medyaya Dîjîtal a hatiye astengkirin 409
 
Lîsteya jinên rojnameger ên girtî 
 
1. Lutfiye Burcu Kara – Rojnameya Yekîtiya Têkoşînê
2. Elif Ersoy – Berpirsiyara Karê Nivîsê ya Kovara Yuruyuşê 
3. Hatice Duman – Mudura Karê Nivîsê û Xwediyê Rojnameya Atilimê
4. Ozlem Seyhan – Rojnameger
5. Tulay Canpolat – Nûçegîhana Rojnameya Sabahê ya Enqereyê 
6. Selamet Turan – Rojnameger 
7. Ozden Kinik – Xebatkara TRT'ê"
 

Sernavên din

22/03/2025
09:00 ROJEVA 22'YÊ ADARA 2025'AN
21/03/2025
19:43 Rêveberiya Baroya Stenbolê ji peywirê hat girtin
17:00 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin
17:00 Newroza Amedê bi banga ‘Azadiyê’ bi dawî bû
16:41 Karayilan: Ji bo kongre bicive divê êriş bisekinin
16:35 Ji bo Newroza Îzmîrê bangewazî
16:28 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bila kesek hesabên şaş neke, divê Ocalan azad bibe
15:48 Enqere ji bo Newrozê amade ye
15:44 Bakirhan: Siyaseta şaş nagihîne cihê rast
15:43 îfadeya Îmamoglû ya li emniyetê dest pê kir
15:20 Cezayê hefsa malê dan Îsmaîl Saymaz
15:00 Nêçîrvan Barzanî: Em ji bo aştiyê amade ne
14:57 Peyama Talabanî ya ji bo Newrozê: Em aştiyeke mayinde pêk bînin
14:57 Ji Ozgur Ozel peyama Newrozê: Em ê hemwelatiya wekhev bi hev re ava bikin
14:56 Zekiya Alkan li ser gora xwe hate bibîranîn
14:44 Posterê mezin ê Abdullah Ocalan li qada Newrozê ye
14:38 Di Newroza Amedê de protokolê govenda azadiyê gerand
14:35 Sebahat Tuncel: Em dixwazin Ocalan azad bibînin
14:28 Peyama Newrozê ya Barzanî: Hêvîdar im ku Ocalan serbest bê berdan
14:22 Kemal Kûrkût li ser gora xwe hate bîranîn
14:00 Kamaç: Divê li hemberî banga Ocalan gav bên avêtin
13:55 Girtiyên siyasî ji bo Newroza Amedê peyam şandin
13:54 MKG’ê Nûjiyan Erhan bi bîr anî
13:44 Sed hezaran kesan li dengê Abdullah Ocalan guhdarî kir
13:38 ‘Trena Aştiyê’ gihişt Amedê
13:24 Qada Newrozê ya Amedê tije bûye: Daxwaza azadiya Ocalan kirin
13:09 Siyasetmedarên tev li Newroza Amedê bûn: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
12:32 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:32 Li Amedê agirê Newrozê hate pêxistin
12:17 Ji Ekrem Îmamoglû peyama Newrozê
12:13 Cihê Newroza Eskîşehîrê guherî
12:05 Newroza Azadiyê dest pê kir: Bi deh hezaran kes li benda têketina qadê ne
11:51 Her çar aliyên Amedê bûye Newroz!
11:46 Hejmara kesên ji lêpirsîna ÎBB’ê hatin binçavkirin derket 88’an
11:38 Li Amedê Newroza azadiyê
11:22 Kemal Kurkut li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
11:20 Posterên Abdullah Ocalan li qada Newrozê ne
11:07 Şandeya Rêveberiya Xweser bi rayedarên Parlamentoya Danîmarkayê re civiya
10:51 Ji 2 xwişkên rejîma Îranê revandine tu agahî nayên girtin
10:50 Bi hinceta ‘kreşê’ li Îmamoglû lêpirsîna hate vekirin
10:40 Wêneyê banga dîrokî li qada Newroza Amedê hat daliqandin
10:34 Herikîna ber bi qada Newroza Azadiyê ve dest pê kir
10:16 Bi kelecana Newrozê zû bi rê ketin
09:19 Rojnameger Saymaz sewqî edliyeyê hate kirin
09:15 Li Stenbolê xeta metroyê ji rêveberiya şaredariyê hat standin
09:11 Ji bo Newroza Stenbolê armanc milyonek kes in
09:01 Li Konyayê kelecana Newrozê: Em peyama demokratîkbûyîna welêt bidin
09:00 Banga ji bo Newroza Edeneyê
09:00 Baskin Oran: Ji bo çareseriyê pêdivî bi demokrasiyê heye
09:00 ROJEVA 21’Ê ADARA 2025’AN
08:43 Hevşaredar Sefa ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin tehliye bû
20/03/2025
23:14 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Newrozê pîroz kir
22:50 Amed ji bo Newrozê amade ye: Em li benda hemû amediyan e
22:10 Rojbûna Rojîn Kabaîş: Bila sûcdar bên dîtin
16:55 DEM Partî çû serdana ÎBB’ê: Em ji bo aştiyê piştevaniyê didin
16:39 Pervîn Buldan: Kurd dixwazin li ser xaka xwe azad bijîn
16:15 Gelên Mêrdînê bi hev re Newroza xwe pîroz kirin
16:01 Bayindir: Bila ev Newroz bibe wesîleya azadiya Abdullah Ocalan
15:57 Di Newroza Dêrsimê de banga têkoşîna hevpar
15:42 Li gelek bajaran coşa Newrozê: Ji bo banga Abdullah Ocalan piştgirî
15:37 Newroza Cizîrê: Banga Ocalan rêyeke nû vekir
15:14 Bakirhan bang li îktîdarê kir: Gavan biavêjin
15:12 Li Geverê bi deh hezaran kes Newroz pîroz kirin
14:47 Alî Kenanoglu: Em baweriya xwe bi feraseta darbekar naynin, em bi hêza xwe bawer in
14:39 Qers bi agirê Newrozê germ bû
14:35 Newroza Êlihê: Bêyî azadiya Ocalan encamek jê dernakeve
14:09 Li Bazîdê Newroza biheybet: Bila îktîdar gavê baivêje
13:49 Waliyê Silêmaniyê li Amedê serdana DEM Partî û şaredariyê kir
13:22 Ji Enqereyê ber bi Amedê ve 'Trena Aştiyê'
13:20 Dewleta tirk di 5 rojan de hezar û 145 caran êriş kir
13:11 Di Newroza Êlihê de posterê Ocalan hate hilgirtin
12:57 Ji gelek welatan bi sedan mêvan dê beşdarî Newroza Amedê bibin
12:46 Li bajarê Abdullah Ocalan Newroz dest pê kir
12:33 Daxwaza bila roja Newrozê bibe betlaneya fermî
12:09 Li Geverê qada Newrozê bi coşa gel germ dibe
12:03 Li Êlihê bi hezaran kes diherikin qada Newrozê
11:58 Di doza Ozgur Gundemê de ji 3 rojnamegeran re ceza hat birîn
11:56 Newroza Cizîrê bi coşeke mezin dest pê kir
11:47 Îmamoglû jî di nav de karûbarên îfadegirtinê yên 87 kesan dest pê kirin
11:42 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:16 Li 14 navendan Newroz tê pîrozkirin
10:15 Rojnameger Sever: Li Sûriyeyê hevrikiya Îsraîl-Tirkiyeyê dest pê kir
09:30 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barîna berf û şilopeyê hat kirin
09:22 Ber bi Newrozê ve banga 'Kemal ji bîr nekin'
09:03 Banga ji bo beşdariya li Newroza Enqereyê
09:02 'Biha tenê bi berteka gel dikarin kêm bibin'
09:02 Ciwan: Em berxwedanê bi agirê Newrozê re bikin yek
09:00 ROJEVA 20’Ê ADARA 2025’AN
19/03/2025
23:56 Li gelek navendan coşa Newrozê: Bila azadiya Ocalan pêk bê
17:12 Têbiniyên Newroza Wanê
17:12 Newroza bi heybet ya Wanê bi dawî bû
16:19 Polîsan êrişî protestoya CHP’iyan kir: 5 kes hatin binçavkirin
16:18 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêdiviya welat bi civaka demokratîk heye
16:12 Rojnamevan Volkan Eryîgît li ser gora xwe hat bîranîn
15:29 Mûş bi agirê Newrozê germ bû: Baweriya me bi Ocalan heye
15:29 Serokên Baroyan dê li Stenbolê civîna awarte li dar bixin
15:11 'Divê em vê pêvajoyê bi têkoşîna xwe tacîdar bikin’
14:50 Li sînorê Kobanê agirê Newrozê hat pêxistin: Ocalan ji bo aştiyê gav avêt
14:46 Bayindir: Em dixwazin Ocalan bi awayekî fîzîkî di nav gel de bibînin
14:38 Îmamoglû peyam şand: Dê gelê me bersivê bide