Aldar Xelîl: Divê gelê Başûr dengê xwe bide kesên bikarin nûnertiya wan bikin

  • rojane
  • 16:37 12 Cotmeh 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedar Aldar Xelîl anî ziman ku gelê başûrê Kurdistanê divê dengên xwe ji bo demokasiyê biavêjin sindoqan û got: “Em di wê baweriyê de ne ku wê gelê Başûr dengê xwe bide kesên bikarin nûnertiya rasteqîn bikin.”

Endamê Desteya Serokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl têkildarî hilbijartinên parlamentoyê yên başûrê Kurdistanê ku dê 20'ê Cotmehê pêk werin, ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re axivî. 
 
Aldar Xelîl got baweriya wî bi gelê başûrê Kurdistanê heye ku dengê xwe bide kesên ku bikarin nûnertiya wan bikin.
 
'DIVÊ HILBIJARTIN BI AWAYEK DEMOKRATÎK PÊK WERIN' 
 
Aldar Xelîl xwest hilbijartin bi awayekî demokratîk pêk werin û got: "Eger hilbijêr bi berjewendiyên teng ên kesayetî an partiyetî bi bandor bibin, hingî rê li ber demokrasiyê û pêkanîna encamên erênî yên ji bo berjewendiyên gel tê girtin."
 
Xelîl bal kişand ser van xalan: "Divê her hilbijêrek beriya ku dengê xwe bide, aliyên rasteqîn ên nûnertiya azadiyê dikin, nas bike. Divê nas bike kî nûnertiya çanda demokasiyê dike û kî nûnertiya welatparêziyê dike. Divê nas bike kî xizmetê pêşkêş dike û kî berjewendiyên xwe yên kesayetî yên partiyetî di ser berjewendiyên gel re digirin."
 
Xelîl îşaret pê kir ku gelê Başûrê Kurdistanê armanc û siyasetên hemû aliyan nas kirine û wiha domand: "Aliyê ku pêkanîna vîna gel asteng dikin, hin kes in ku ji 33 salan ve navendên biryarê, serokatî û hikumeta herêma Kurdistanê kontrol kirine û berjewendiyên xwe yên partiyetî û malbatî li ser hesabê gel dimeşînin."
 
Xelîl anî ziman ku ew di wê baweriyê de ye ku "Gelê Başûrê Kurdistanê dê di hilbijartinên bê de bi rêya nêrîna xwe guhertinê pêk bîne, li hemberî aliyên serdest bisekine û li ber êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bigire."
 
Xelîl da zanîn ku hilbijartinên Başûrê Kurdistanê karekî navxweyî ye û got: "Wek gelê Rojava em hêvî dikin ku li Başûr demokrasî û îradeya gelê Kurdistanê pêk werin.”
 
'DENGÊ XWE LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ BIKAR BÎNIN' 
 
Aldar Xelîl bi domdarî got: "Gelê Başûrê Kurdistanê di şoreşê de destek da me. Hinek aliyên siyasî yên li Başûr jî piştgirî û destek da me. Lê eniyeke dijber heye anku PDK'ê heya niha serketinên me qebûl nake û heya vê saetê jî hewl dide bi rêya ambargoya li ser herêmên me ferz dike, wêneya wê reş dike û destkeftiyên me têk bibe. Lê em di wê baweriyê de ku gelê Başûrê Kurdistanê wê dengê xwe bide kesên layîq ên ku dê nûnertiya wan bikin."
 
Xelîl xwest ku hilbijêr dengê xwe bidin YNK'ê û kesên ku piştgirî daye şoreşa Rojava û li ber dagirkeriyê disekinin û ji bo avakirina yekitiya neteweyî kar dikin. Xelîl hewldanên serokê berê yê YNK'ê Celal Talebanî yên ji yekitiya neteweyî re jî bi bîr xist. 

Sernavên din

29/03/2025
12:17 Ji ber govend gerandin der barê wan de lêpirsîna 'propagandayê' hat destpêkirin
11:51 DYA'yê USIAD'ê fesix kir
11:33 Wezîrê berê yê Îtalyayê: Ji bo pêvajo pêş bikeve, divê Ocalan azad be
10:32 Li Myanmarê hejmara miriyan hezarî derbas kir
10:27 Bi biryara lijneyê berdana wî cara 3'yan hat taloqkirin
10:10 'Polîs me wekî çalakgeran nîşan dan û wêneyên me kişandin: Ev komplo ye'
09:31 Dozger hat sirgûnkirin: 19 sal in lêpirsîn nehatiye destpêkirin
09:07 Kampanyaya Rêveberiya Xweser gihîşt bi hezaran kesî
09:04 'Qezenca me têra pêdiviyên me yên rojane nakin'
09:00 ROJEVA 29'Ê ADARA 2025'AN
28/03/2025
16:31 Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê derb û lêpirsîn
15:38 Roboskê di meha 159’an de ye: Em li pey hiqûqa winda ne
15:25 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bertek nîşanî tundiya polîsan da
15:23 ÎHD: Îşkence li binçavkiriyan hate kirin
14:52 Ji Baroya Amedê û OHD’ê rapora Newrozê
14:27 Malbat bi boneya cejnê çûn serdana goristanan
13:52 BYC: Rojnameger Khan tundî kişand lewma hat revandin
13:41 Hêzên Ked û Demokrasiyê ji bo mitînga li Maltepeyê bang kirin
13:35 CHP’ê ji bo betalkirina qanûna qeyûm serî li AYM’ê da
13:29 Xwendekar: Heta ku bêhiqûqtî bi dawî dibin dê boykot bidome
13:18 Qeyûm xebatkarên jin dişîne karên paqijiyê
12:03 Îranê bersiv da nameya Trump
11:30 Li Myanmarê bi pîleya 7.7 erdhej
11:27 Siyasetmedarên Awûstûryayî: Divê Tirkiye vê firsenda dîrokî ji dest nede
10:52 Rapora Îmraliyê ya 4 mehan: Serlêdana 'lezgîn' a li CPT'yê
09:50 4 rojên xwe yên di bin çavan de vegotin: Ji hêza ciwanan ditirsin
09:48 Li Mêrdînê der barê 26 kesan de doza 'şermezarkirina qayûm'
09:19 Li Stenbol û Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
09:18 Soyer: Têkoşîna aştî û demokrasiyê nayê parçekirin
09:17 Li Deşta Mûşê şahiya berfînan
09:03 ‘Li Sûriyeyê heya jin ne di nav de bin tu pergal nayê avakirin'
09:02 'Divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê'
09:00 Êdî gel nikare şekirên cejnê jî bikire
09:00 ROJEVA 28’Ê ADARA 2025’AN
08:56 Li Enqereyê 3 kes hatin girtin
08:46 Berxwedana li ODTU’yê di tevahiya şevê de domiya
27/03/2025
16:43 MEBYA-DER'ê li Cizîrê merasîma bîranînê li dar xist
16:28 Nûçegihanê BBC’yê ji Tirkiyeyê hate dersînorkirin
16:27 Konferansa Kurd a PE’yê: Abdullah Ocalan hêj jî li muxataban digere
16:16 Zextên ser rojnamegeran hatin protestokirin
15:13 Rojnameger Egîd Roj hat bibîranîn
14:30 Akademîsyen Levent Dolek hate girtin
14:23 Faîlê Nesîbe Elgunê hate girtin
14:23 Çalakiyên li Belucistanê didomin
14:22 Bakirhan: Çareseriya pirsgirêka Kurd mecbûriyet e
14:22 Bernameya Cejna Remezanê ya DEM Partiyê diyar bû
13:55 Li fakûlteya Alî Îsmaîl Korkmaz boykot dest pê kir
13:20 10 kesên li Îzmîrê hatin girtin li girtîgehê hatin derbkirin
13:19 Nehiştin rojnameger têkevin Zanîngeha Anadoluyê
12:20 Berdevkê Hamasê di êrişa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da
11:44 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê 2 serlêdanên cuda kirin
11:43 Rojnameger Yagiz Barût hate berdan
11:42 Hezar û 876 kes hatin binçavkirin û 260 kes hatin girtin
10:53 BAC: Ji rojnamegerê Beluc agahî nayên girtin
10:18 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
10:17 50 akademîsyen ji kar hatin dûrxistin
10:03 Di şewata hotêlê de hejmara miriyan derket 2’yan
09:48 Nicolas Walder: Divê Tirkiye jidil nêzî pêvajoyê bibe û gavên şênber biavêje
09:47 Welatiyên Kirşehîrê yên tev li Newrozê bûn: Em bi hêvî ne
09:20 7 rojnameger hatin berdan
09:09 Sariyildiz ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin: Hêviya me geş e
09:00 ROJEVA 27’Ê ADARA 2025’AN
08:30 Li Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
08:28 Di çalakiya ODTU’yê de gelek kes hatin binçavkirin
08:23 Li Uludagê şewat derket
26/03/2025
16:32 Hesabê X'ê yê 12 rêxistinên jinan hat astengkirin
16:11 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi Partiya Gelecekê re hevdîtin kir
16:05 Ji ciwanan ji bo 'Meşa Amarayê' bang
14:12 Ji ÎHD’ê nameya têkildarî 'qeyûm' ji Wezareta Karên Navxweyî re
12:27 Ji 337 nivîskar û akademîsyen banga 'tifaqa demokrasiyê'
10:46 Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
10:18 Li Îzmîr û Antalyayê 20 kes hatin girtin
09:58 Di êrişên Îsraîlê de li Xezeyê 8 kes hatin kuştin
09:03 'Pêkanîna aştiyê niha berpirsiyariya hikûmeta tirk e'
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2025'AN
25/03/2025
16:52 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
16:17 Jin li dijî fihûşê meşiyan: Em ê hesabê bipirsin
15:48 7 rojnameger hatin girtin
15:38 Ekolojîst û hiqûqnas çûn serdana gundiyên berxwedêr
15:37 Li Dêrsîmê çalakiya karkerên ku qeyûm ji kar derxistine
15:29 Sevtap Akdag a DEM Partiyî nehate berdan
15:28 Şandeya DEM Partî û DBP’ê ji bo ‘pêvajoyê’ çû serdana Goran
15:22 Boykota li zanîngehan didome
15:12 OHD: Divê biryara Baroyê were betalkirin û şaredar li karê xwe vegerin
15:02 Ji Tulay Hatîmogullari ji bo Îmrali bangewazî
14:36 Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe aşkera bû
13:35 Li Enqereyê gelek xwendekar hatin binçavkirin
12:52 Der heqê Egîtîm Senê de lêpirsîn hate destpêkirin
12:51 Tulay Hatîmogûllari: Ya ku divê qonaxa duyemîn derbas bike dewlet û îktîdar e
12:04 Ji bo îfadeyê bang li Şaredarê Beyoglûyê hat kirin
11:57 Dozger biryara xwe guherand: Rojnameger bi daxwaza girtinê sewq kir
10:48 Cerdevan darên li herêmên şer tên birîn difiroşin
10:30 Seroka EMEP’ê ya Eskîşehîrê hate binçavkirin
10:27 Xwendekarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:20 Di protestoya birîna daran de mudaxaleya leşkeran
10:14 Ji ber krîza aborî xelk meha Remezanê zehmet derbas dike
09:58 154 roj in têkildarî 'mafê hêviyê' tu gav neahatine avêtin
09:27 Protestoyên li Enqereyê duh bi şev jî domiyan
09:25 Stewrê xemla biharê li xwe kir
09:11 Hevserokê Meclisa Gel ê Mexmûrê: Divê ev firsenda sedsalî ji dest neçe