Meşa ‘Azadiyê’ hate silavkirin: Her der Amed her der berxwedan

  • rojane
  • 16:38 13 Cotmeh 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên tevlibûna “Mitînga Azadiyê” ya Amedê hate astengkirin, daxuyanî daxuyanî hatin dayin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Tevî her tiştekî jî gelê me li dijî tecrîdê dimeşe. Em ê tecrîdê bi têkoşîneke hevpar ji holê rakin.” 
 
Li Amedê bi dirûşma “Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê tên gel hev” “Mitînga Azadiyê” hat lidarxistin. Li bajarên ku tevlibûna wan a mitîngê hate astengkirin, çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. 
 
ENQERE 
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê têkildarî astengkirinê li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Ji rêveberên partiyê Fahrettîn Durmaz diyar kir ku mitînga bi roja berê ji hêla emniyet û walîtiyan ve hatiye astengkirin û wiha got: “Otobûsên me yên ji vir û ji bajarên din bi rê ketin, bi saetan hatin sekinandin û mafê geştê yê welatiyan hate binpêkirin. Em vê helwesta dijminane ya li hemberî mitînga ‘azadiyê’ qebûl nakin.” 
 
‘DIVÊ DEWLET RÊYA AŞTIYÊ VEKE’
 
Bi domdarî Durmaz ev tişt anî ziman: “Kesên bi daxwaza azadî û aştiyê hatin gel hev hatin astengkirin. Gelo ev qala pêvajoyeke aştî û asayîbûnê ya çawa dikin? Em dizanin ku ev lîstikên qirêjî yên îktîdarê nû nînin. Ne xwedî wê hêzê ne ku bi gel bidin bawerkirin. Heqîqeta li Kurdistanê aştî ye. Navnîşana aştiyê jî Îmrali ye, muxatab Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Divê tecrîd tavilê bê rakirin. Tecrîd, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Tevî hemû astengkirinan jî gelê me li dijî tecrîd û asîmîlasyonê dimeşe. Kes nikare pêşî lê bigire. Em ê her tim bibêjin ‘na ji şer re, aştî a niha.’ Divê dewlet rêya aştiyê veke û rêya şer jî asteng bike.” 
 
Daxuyanî, bi dirûşma “Na ji tecrîdê er, aştî a niha” bi dawî bû. 
 
ÎZMÎR
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê jî li avahiya xwe daxuyanî da. Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcu Gul Çubuk, nûnerên saziyan û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Hevseroka Bajar Vezan Karabulut têkildarî astengkirinên li bajar agahî da. Karabulut, meşa “Azadiyê” ya li Amedê silav kir. 
 
Hevserokê Bajar Duzgun Kuçuk jî diyar kir ku bi komploya navneteweyî re aştî, edalet û daxwaza azadiyê hedef hatiye girtin. Kuçuk, wiha domand: “Divê ev yek baş bê zanîn ku; tu zext dê nekarin berxwedana rewa û demokratîk têk bibin. Dê ji vir û şûnde jî gelên me serî netewînin û polîtîkayên tecrîd û şer bêhtir teşhîr bikin. Dê têkoşîna me bidome. Dê têkoşîna gelên me û hêzên demokrasiyê derhiqûqtiya li Îmraliyê ji holê rake.” 
 
EDENE 
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê jî xwest li pêşiya avahiya xwe daxuyaniyê bide lê ji hêla polîsan ve hate astengkirin. Polîsên ku avahî dorpêç kirin, ketin û derketina avahî asteng kirin. Li ser vê yekê li avahiya partiyê daxuyanî hate dayin. Çalakvanên di avahiya partiyê de bi dirûşmên “Her der Amed her der berxwedan”, “Ji tecrîdê re na, aştî a niha”,  “Zext nikarin me bêzar bikin”, “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin xwarê û astengkirina polîsan şermezar kirin. Partiyiyan piştre jî di nava dorpêça polîsan de li derve daxuyanî dan. 
 
Hevserokê Bajar Seyfettîn Aydemîr got ku Walîtiya Amedê ji “hêza rêxistinkirî ya gel tirsiya” lewma mitîng qedexe kiriye. Aydemîr, wiha domand: “Li dijî tecrîdê xwedîderketina li azadiyê, xwedîderketina li aştî û azadiyê, li çareseriya demokratîk e. Tecrîda li birêz Ocalan tê ferzkirin, di her qadên jiyanê de bandorê li me dike. Pergala li Îmraliyê veguheriye tecrîdeke civakî û heta bi dawî nebe jî dê her tim li ser demokrasî û nirxên azadiyê gef hebin.” 
 
Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû. 
 
MÊRSÎN
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Akdenîzê jî li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Hevseroka Navçeyê Bedriye Kuş berxwedana li Amedê silav kir. Hevserokê Bajar Reşat Aşan jî bertek nîşanî astengkirinan da. 
 
Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. 
 
STENBOL 
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê li ber avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Kadikoyê daxuyanî da. Parlamenterê Stenbolê  Celal Firat, Hevserokê Bajêr Mûrat Kalmaz, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên navend û navçeyan û gelek welatî beşdar bûn. Hevserokê Bajêr Mûrat Kalmaz ê di daxuyaniya ku dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” , “Her der Amed, her der berxwedan” hate berzkirin de axivî, bi silavkirina bi hezaran welatiyên li Amedê hatin bahev dest bi gotinên xwe kir. Kalmaz ê bal kişand astengkirinê wiha got: “Tevî ewqas astengkirinan gelek hevalên me gihiştin Amedê.” Kalmaz ê ji bo çareseriyê îşaret bi Abdullah Ocalan kir, anî ziman ku bi salan e hewl tê dayîn ku Tirkiye bi zext, girtin û faşîzmê were birêvebirin. 
 
Kalmaz wiha domand: “Gelê kurd ji aliyê aştî û demokrasiyê ve helwesta xwe danî holê. Bi van rêbazên qedexeker, hûn ê biçin sergoyê dîrokê. We duh qala aştî û çareseriyê dikir lê îro mitînga çareseriyê qedexe dikin. Polîtîkayên tecrîdê bi dawî bikin. Me îro vîna li Amedê danîn holê dît. Em ji vir wê vînê silav dikin.” 
 
GELEK KES HATIN BINÇAVKIRIN 
 
Piştî axaftina Kalmaz polîsan êrişî girseyê kir. Girseyê bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Zext nikarin me têk bibin” bertek nîşanî êrişî dan. Di êrişê de gelek kes hatin binçavkirin.  
 
Navên hin kesên hatine binçavkirin wiha ne: “Hevserokê DEM Partiya Stenbolê Mûrat Kalmaz, endama Meclisa DEM Partiyê Selvî Kalir, Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyûrtê Rojda Yilmaz û Abdullah Arinan, Fînce Akman, Nûrten Varlik, Songul Şahîn, Mehmet Onal, Luftu Aktaş, Îrfan Kaya, Sînan Ozyolcû, Resîme Karabaş, Remzî Yildiz, Resûl Aslan, Raîf Guzel, Unal Yûsûfoglû, Besra Îşsever, Sûat Yildiz, Nîhat Bûzkûş, Îlhan Çelîk, Salîh Tûnali, Metîn Tîlkî, Mehmet Aydemîr, Selamî Karagoz û Cemîl Hanoglû.”
 
 

Sernavên din

29/03/2025
12:17 Ji ber govend gerandin der barê wan de lêpirsîna 'propagandayê' hat destpêkirin
11:51 DYA'yê USIAD'ê fesix kir
11:33 Wezîrê berê yê Îtalyayê: Ji bo pêvajo pêş bikeve, divê Ocalan azad be
10:32 Li Myanmarê hejmara miriyan hezarî derbas kir
10:27 Bi biryara lijneyê berdana wî cara 3'yan hat taloqkirin
10:10 'Polîs me wekî çalakgeran nîşan dan û wêneyên me kişandin: Ev komplo ye'
09:31 Dozger hat sirgûnkirin: 19 sal in lêpirsîn nehatiye destpêkirin
09:07 Kampanyaya Rêveberiya Xweser gihîşt bi hezaran kesî
09:04 'Qezenca me têra pêdiviyên me yên rojane nakin'
09:00 ROJEVA 29'Ê ADARA 2025'AN
28/03/2025
16:31 Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê derb û lêpirsîn
15:38 Roboskê di meha 159’an de ye: Em li pey hiqûqa winda ne
15:25 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bertek nîşanî tundiya polîsan da
15:23 ÎHD: Îşkence li binçavkiriyan hate kirin
14:52 Ji Baroya Amedê û OHD’ê rapora Newrozê
14:27 Malbat bi boneya cejnê çûn serdana goristanan
13:52 BYC: Rojnameger Khan tundî kişand lewma hat revandin
13:41 Hêzên Ked û Demokrasiyê ji bo mitînga li Maltepeyê bang kirin
13:35 CHP’ê ji bo betalkirina qanûna qeyûm serî li AYM’ê da
13:29 Xwendekar: Heta ku bêhiqûqtî bi dawî dibin dê boykot bidome
13:18 Qeyûm xebatkarên jin dişîne karên paqijiyê
12:03 Îranê bersiv da nameya Trump
11:30 Li Myanmarê bi pîleya 7.7 erdhej
11:27 Siyasetmedarên Awûstûryayî: Divê Tirkiye vê firsenda dîrokî ji dest nede
10:52 Rapora Îmraliyê ya 4 mehan: Serlêdana 'lezgîn' a li CPT'yê
09:50 4 rojên xwe yên di bin çavan de vegotin: Ji hêza ciwanan ditirsin
09:48 Li Mêrdînê der barê 26 kesan de doza 'şermezarkirina qayûm'
09:19 Li Stenbol û Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
09:18 Soyer: Têkoşîna aştî û demokrasiyê nayê parçekirin
09:17 Li Deşta Mûşê şahiya berfînan
09:03 ‘Li Sûriyeyê heya jin ne di nav de bin tu pergal nayê avakirin'
09:02 'Divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk bê'
09:00 Êdî gel nikare şekirên cejnê jî bikire
09:00 ROJEVA 28’Ê ADARA 2025’AN
08:56 Li Enqereyê 3 kes hatin girtin
08:46 Berxwedana li ODTU’yê di tevahiya şevê de domiya
27/03/2025
16:43 MEBYA-DER'ê li Cizîrê merasîma bîranînê li dar xist
16:28 Nûçegihanê BBC’yê ji Tirkiyeyê hate dersînorkirin
16:27 Konferansa Kurd a PE’yê: Abdullah Ocalan hêj jî li muxataban digere
16:16 Zextên ser rojnamegeran hatin protestokirin
15:13 Rojnameger Egîd Roj hat bibîranîn
14:30 Akademîsyen Levent Dolek hate girtin
14:23 Faîlê Nesîbe Elgunê hate girtin
14:23 Çalakiyên li Belucistanê didomin
14:22 Bakirhan: Çareseriya pirsgirêka Kurd mecbûriyet e
14:22 Bernameya Cejna Remezanê ya DEM Partiyê diyar bû
13:55 Li fakûlteya Alî Îsmaîl Korkmaz boykot dest pê kir
13:20 10 kesên li Îzmîrê hatin girtin li girtîgehê hatin derbkirin
13:19 Nehiştin rojnameger têkevin Zanîngeha Anadoluyê
12:20 Berdevkê Hamasê di êrişa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da
11:44 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê 2 serlêdanên cuda kirin
11:43 Rojnameger Yagiz Barût hate berdan
11:42 Hezar û 876 kes hatin binçavkirin û 260 kes hatin girtin
10:53 BAC: Ji rojnamegerê Beluc agahî nayên girtin
10:18 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
10:17 50 akademîsyen ji kar hatin dûrxistin
10:03 Di şewata hotêlê de hejmara miriyan derket 2’yan
09:48 Nicolas Walder: Divê Tirkiye jidil nêzî pêvajoyê bibe û gavên şênber biavêje
09:47 Welatiyên Kirşehîrê yên tev li Newrozê bûn: Em bi hêvî ne
09:20 7 rojnameger hatin berdan
09:09 Sariyildiz ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin: Hêviya me geş e
09:00 ROJEVA 27’Ê ADARA 2025’AN
08:30 Li Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
08:28 Di çalakiya ODTU’yê de gelek kes hatin binçavkirin
08:23 Li Uludagê şewat derket
26/03/2025
16:32 Hesabê X'ê yê 12 rêxistinên jinan hat astengkirin
16:11 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi Partiya Gelecekê re hevdîtin kir
16:05 Ji ciwanan ji bo 'Meşa Amarayê' bang
14:12 Ji ÎHD’ê nameya têkildarî 'qeyûm' ji Wezareta Karên Navxweyî re
12:27 Ji 337 nivîskar û akademîsyen banga 'tifaqa demokrasiyê'
10:46 Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
10:18 Li Îzmîr û Antalyayê 20 kes hatin girtin
09:58 Di êrişên Îsraîlê de li Xezeyê 8 kes hatin kuştin
09:03 'Pêkanîna aştiyê niha berpirsiyariya hikûmeta tirk e'
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2025'AN
25/03/2025
16:52 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
16:17 Jin li dijî fihûşê meşiyan: Em ê hesabê bipirsin
15:48 7 rojnameger hatin girtin
15:38 Ekolojîst û hiqûqnas çûn serdana gundiyên berxwedêr
15:37 Li Dêrsîmê çalakiya karkerên ku qeyûm ji kar derxistine
15:29 Sevtap Akdag a DEM Partiyî nehate berdan
15:28 Şandeya DEM Partî û DBP’ê ji bo ‘pêvajoyê’ çû serdana Goran
15:22 Boykota li zanîngehan didome
15:12 OHD: Divê biryara Baroyê were betalkirin û şaredar li karê xwe vegerin
15:02 Ji Tulay Hatîmogullari ji bo Îmrali bangewazî
14:36 Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe aşkera bû
13:35 Li Enqereyê gelek xwendekar hatin binçavkirin
12:52 Der heqê Egîtîm Senê de lêpirsîn hate destpêkirin
12:51 Tulay Hatîmogûllari: Ya ku divê qonaxa duyemîn derbas bike dewlet û îktîdar e
12:04 Ji bo îfadeyê bang li Şaredarê Beyoglûyê hat kirin
11:57 Dozger biryara xwe guherand: Rojnameger bi daxwaza girtinê sewq kir
10:48 Cerdevan darên li herêmên şer tên birîn difiroşin
10:30 Seroka EMEP’ê ya Eskîşehîrê hate binçavkirin
10:27 Xwendekarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:20 Di protestoya birîna daran de mudaxaleya leşkeran
10:14 Ji ber krîza aborî xelk meha Remezanê zehmet derbas dike
09:58 154 roj in têkildarî 'mafê hêviyê' tu gav neahatine avêtin
09:27 Protestoyên li Enqereyê duh bi şev jî domiyan
09:25 Stewrê xemla biharê li xwe kir
09:11 Hevserokê Meclisa Gel ê Mexmûrê: Divê ev firsenda sedsalî ji dest neçe