Bayindir: Heta ku birêz Ocalan nebe aktorê sereke tu pêvajo ne jidil in

WAN - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di kongreya partiya xwe ya rêxistina Wanê de axivî û got: “Di tu pêvajoyek ku birêz Ocalan wek aktorê sereke neyê dîtin, ew pêvajo ne jidil û ne rast e.” 

 
Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê 7’emîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. Kongre li eywanek dawetê ya li bajêr pêk hat. Eywan tije bû û welatî bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdar bûn. Li eywanê pankartên bi nivîsên “Me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî bi ser bikevin”, “Em ê li dijî tecrîdê berxwedana xwe xurt bikin! Girtîgehan azad bikin! Tecrîdê bişkînin”, “Ji 1925’an heta 1999’an me serî netewand û em ê netewînin” hatin daliqandin. 
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, parlamenterên DEM Partiyê yên Wanê, Hevşaredarên Wanê, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û nûnerên rêxistinên sivîl û bi sedan welatî beşdarî kongreyê bûn. 
 
Ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe dest dane rêz hat girtin û sirûda “Çerxa Şoreşê” hat xwendin. Dirûşma “Bîjî Serok Apo” hat berzkirin. 
 
Hevserokê DBP’a Wanê Harûn Okay axaftina destpêkê kir û got: “Wanê li Kurdistanê dîrok nivîsand. Wan dilê Kurdistanê ye. Wê dilê Wanê her tim ji bo Kurdistanê lê bide. Em bang li her kurdekî dikin ku xwedî li mala xwe û li partiya xwe derkeve.” 
 
‘NIKARIN SERÊ GELÊ KURD BITEWÎNIN’ 
 
Piştre jî Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir derket ser kursî û bi silavkirina beşdaran dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Her cara ku ez têm Wanê ez bi kelecan û şanaz dibim. Partiya me DBP xwedî li axa xwe, li ziman, nasname û çanda xwe derdikeve. Lewma em ê bi DBP’ê biçin serkeftinê. Her roj li dijî me û nirxên me êriş tên kirin lê ji çar parçeyên Kurdistanê heta Ewropayê û çar aliyê cîhanê têkoşîn û berxwedana kurdan hêjayî pîrozkirinê ye. Nikaribûn serê gelê kurd bitewînin û wê qet nikaribin bitewînin.” 
 
AZADIYA OCALAN 
 
Bayindir anî ziman ku li herêmê şerekî micid diqewime û wiha axivî: “Desthilatdaran û netew-dewletan li çar aliyê me şer dane destpêkirin. Gelê kurd sed sal in li dijî zaliman li ber xwe dide. Lê berxwedana gelê kurd berxwedana mirovî û rûmetê ye. Lewma em li dijî bêrûmetiyê têdikoşin û bedelan didin. Gelê kurd sigortaya mirovahiyê ye. Têkoşîna me têkoşîna mirovahiyê û mafan e. Em ê teqez bigihînin serkeftinê. Heta em bigihîjin serkeftinek bi rûmet wê berxwedana me bidome. Wê gelê me vê têkoşîna bigihîne serkeftinê. Serkeftina gelê kurd nêzîk e. Berxwedana gelê kurd li çar parçeyên Kurdistanê wek stêrkek geş dibiriqe. Wê ev têkoşîn bi azadiya rêberê Abdullah Ocalan bi encam bibe.” 
 
‘MUXATAB BIRÊZ OCALAN E’ 
 
Keskîn bal kişand ser armanca têkoşîna kurdan û got: “Îro hemû dinya behsa kurdan dike. Têkoşîna gelê kurd heta ku Kurditsana azad ava bibe, wê bidome. Ji 1’ê cotmehê ve tiştek danîne pêşiya xwe. Behsa ‘silavdayînê’ û ‘pêvajoyek nû’ dikin. Dixwazin hişmendiya xwe serdest bikin. Sekn û xeta gelê kurd pirr zelal e. Heta ku azadiya hebûna gelê kurd, azadiya ziman, mafên wan, perwrdehiya wan, destûra bingehîn a demokratîk û statûya Kurdistanê pêk were dê têkoşîn bidome. Heke em berê xwe nedin Îmraliyê lê gelo em ê berê xwe bidin ku? Têkoşîna azadiya gelê kurd bi birêz Ocalan dest pê kir û wê bi wî bi ser bikeve. Heta ku birêz Ocalan nebe aktorekî sereke tu pêvajo nejidil in û ne rast in. Heke niyeta wan micid be wa birêz Ocalan li Îmraliyê ye û muxatab jî ew e.” 
 
Bayindir da zanîn ku ji bo destûra bingehîn a demokratîk û statûya Kurdistanê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin û got: “Me got û em dibêjin; muxatabê çareserkirina demokratîk a pirsgirêka kurd birêz Abdullah Ocalan e. Bêyî birêz Ocalan çareserî ne pêkan e.” 
 
HILBIJARTINA LI BAŞÛR KURDISTANÊ 
 
Bayindir bal kişand ser hilbijartina giştî ya li başûrê Kurdistanê û ev bang kir: “Em bang li gelê başûrê Kurdistanê dikin ku biçin dengê xwe li dijî dagirkeriya Kurdistanê û qetilkirina welatparêzên kurd dengê xwe bidin.” 
 
RÊVEBERIYA NÛ 
 
Piştî axaftina Bayindir raporên xebat û maliyê hatin xwendin. Piştre rêveberiya nû ya DBP’a Wanê hat diyarkirin. Gonul Ûzûnay û Demal Demîr ji bo Hevserokatiya DBP’a Wanê hatin bijartin. 
 
Kongre bi lêdana çepikan, berzkirina dûrşm û tîliliyan bi dawî bû. 

Sernavên din

08/04/2025
14:01 Li Wanê mirina bi guman a jinekê
14:00 Jinan lêgerîna tazî ya wezîr înkar dike vegotin
13:28 Rewşa girtiyê nexweş Akay ji Wezareta Dadê hate pirsîn
13:13 Di Adarê de herî kêm 145 karker di cînayetên kar de mirin
12:42 Bakirhan: Divê ‘Mafê hêviyê’ bikeve rojevê
11:35 Ji bo xwendekarên girtî daxwaza ‘qedexeya siyasî’
11:05 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:58 Îdianameya Rahîme Karvarê: Bazirganiya fihûş û tiryakê ne hêjayî nûçeyê ne
10:38 Şahid got ku bersûc nas nake!
10:33 Wezaret bi hinceta 'belgeyên winda' biryara bultena sor bi cih nayne
09:57 Qeyûm gelek zarok ji kreşê avêt
09:48 Ciwanên HDK’î: Ji bo bang civakî bibe em ê pêşengtiyê bikin
09:28 Nêrgiz Mihemedî ji bo Werîşê Mûradî bang kir
09:00 ROJEVA 8’Ê NÎSANA 2025’AN
07/04/2025
22:22 Dê Şandeya Îmralî ya DEM Partiyê û Erdogan vê hefteyê hevdîtinê bikin
20:31 Malikî: Eger hilbijartin neyê kirin wê Iraq hilweşe
20:14 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:03 Jinan rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kirin
19:55 Li Iraqê bi sedan zarokî ji ber mayînan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn
16:36 Li Mêrdînê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:34 Li Qoserê bang li dewletê kirin: Gavên pratîk biavêjin
15:33 Halîde Turkoglu: Em ê pêvajoyê ji însafa hikûmetê re nehêlin
15:21 OHD’ê ji bo girtiyê nexweş Akay banga berdanê kir
14:50 Şîna Binevş Altay bi girseyî hate ziyaretkirin
14:33 Artêşa Îsraîlê konê rojnamegeran bombebaran kir
14:29 Baroya Amedê: Dê têkoşîna me ya ji bo mafê parastinê bidome
13:41 Iraq: Milîsên ku Îran piştgiriyê dide ji çekberdanê re amade ne
13:21 Daxuyaniya wezîr a têkildarî 'lêgerîna tazî': Li welatê me tiştek wisa nîn e
13:05 Êrişên ser Xezeyê didomin: 44 kes hatin qetilkirin
12:58 Îmamoglû ji bo Polat bertek nîşan da: Sedema vê nefretê çi ye?
12:53 Boykota li YTU’yê didome
12:26 Xwebûn bi manşeta ‘Encama bangê serkeftin e’ derket
12:05 Hinceta ‘Cezayê weazî’: Armanca wan belavkirina îdeolojiya rêxistinê bû
11:32 Sezaî Temellî ji îktîdarê re got: Cidî bin û gavan biavêjin
11:30 Daxwaza jinûvedarizandinê ya Pexşan Ezîzî cara duyemîn hate redkirin
10:47 Şara tê Tirkiyeyê
10:47 Mahîr Polat sewqî ATK’ê hate kirin
10:46 Ji girtiyê krîza dil derbas kirî re gotin ‘tansiyona te rabûye’ û şandin qawîşê
10:08 Kariane Westrheim: Pêşemerca pêvajoyê azadiya Abdullah Ocalan e
09:08 Norçîn bi rengên biharê xemilî
09:02 Birayê Mahsum Korkmaz: Em aştiyeke birûmet dixwazin
09:01 Girtiyê 31 salan: Bang li girtîgehê bi dil û can hat qebûlkirin
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2025'AN
06/04/2025
16:38 Li Şirnexê çalakiya Adarokê hat lidarxistin
16:34 Ji bo Bulent Aydin şîn hate danîn
16:26 Çalakiya 4’ê Nîsanê: Aştiya Tirkiyeyê hemû Rojhilata Navîn eleqedar dike
15:30 Ozgur Ozel dîsa bû serokê CHP’ê
14:45 Bîlançoya erdhejên Myanmarê her ku diçe girantir dibe
14:33 DEM Partiyê têkildarî ‘Rojnamegerên Hatine Kuştin’ daxuyanî da
14:21 Wezaretê li dijî biryara ku ‘polîsên talanker’ diparêze serî li îstînafê da
13:48 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
13:44 Polîsên rejîma Îranê îşkence li nivîskara jin kirin
13:21 Şerîfe Mihemedî ev 3 meh in nikare bi girtiyên din re danûstandinan bike
12:53 Ozel: Êdî rewatiya Erdogan nîne
12:20 Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin: Di 5 salan de 15 rojnameger hatin qetilkirin
12:09 Siyasetmedar Adams: Banga Ocalan ji bo avakirina civaka demokratîk firsend e
11:13 ‘Em dixwazin êdî 4’ê Nîsanê tevî Ocalan pîroz bikin’
10:29 Tulay Hatîmogûllari: Tecrîda li Îmraliyê didome
10:09 JINNEWS: Di Adarê de 24 jin hatin qetilkirin
10:04 Hejmara 110’emîn a kovara Jinê derket
09:58 Dayika 2 zarokên xwe winda kirî: Aştî bi guftûgoyê pêkan e
09:38 Çîftçî yê 84 salî îcar rêwiyê Amarayê bû
09:22 Cara ewil MA parve dike: Di bin dêrê de bi sedan kilox û hestî hatin dîtin
09:00 ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2025’AN
05/04/2025
16:04 Hêzên Asayîşê ewlehiya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dewr girtin
15:55 Meşa Roja Parêzeran: Em li pîşeya xwe û hiqûqê xwedî derdikevin
15:34 Ji bo girtiyên nexweş Erdem, Kocaturk û Fîlîz banga serbestberdanê
14:50 Rojnameger Metîn Alataş li ser gora xwe hate bibîranîn
14:00 Dayikên Şemiyê bang li Erdogan kir: Berpirsyariya xwe bîne cih
13:58 Xizmên windayan: Ji bo aştiya civakî divê paşeroj bê rûhevkirin
13:11 Ciwanên enternasyonal ên meşiyan Amarayê: Ocalan rê li ber me vedike
12:50 Dozgeriyê îdîanameya Umît Ozdag amade kir
12:48 Maşîna karkeran li hev qelibî: 20 kes birîndar bû
12:42 Li Stenbolê mij
12:34 Li Xezayê êrîşa Îsraîlê: 11 Filistînî hatin kuştin
12:31 Rapora meha Adarê ya MKG'ê: Herî kêm 54 binpêkirinên mafan
12:01 Li Îzmîrê jinek hat kuştin
12:00 Kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' wê li Romayê bê nîqaşkirin
10:23 Wezaret: Li Stenbolê 455 kîlo tiryak hate desteserkirin
10:21 Şahînoz: Maliyeta 'Bûyera 19 'ê Adarê' wê mîna krîza sala 2001'ê be
09:49 Rojnameger Oznur Deger qala girtîgeha ku lê dimîne kir: Navenda zexta psîkolojîk
09:05 Pîrozbahiyên 4 'ê Nîsanê: Eger Ocalan azad bibe, civak jî wê azad bibe
09:03 Li Herêma Federal a Kurdistanê 6 meh in hikûmet nehatiye avakirin
09:00 ROJEVA 5 'Ê NÎSANA 2025
04/04/2025
19:20 Di rojbûna Abdullah Ocalan de dar hatin çandin
16:59 Li Wanê pîrozbahiya 4'ê Nîsanê
15:51 Rojbûna Abdullah Ocalan li mala ku lê çêbû hat pîrozkirin
15:35 Ji bo Taş ê ku jiyana xwe ji dest da mewlûd hat dayîn
12:37 Li Egeyê bota koçberan noq bû: 9 kes mirin
12:21 Bi deh hezaran kes ber bi Amarayê ve meşiyan: Divê dewlet gav bavêje
11:47 Sozdar Avesta: Bi gotinê nabe, pratîk divê
10:49 Festîvala 4'ê Nîsanê di roja 2'yemîn de didome
10:07 Kurd Archive dê arşîva 30 salan a televîzyonên kurdî biweşîne
09:42 ‘Rojnamevan ji ber rastiya li qadê radigihînin dibin hedef'
09:13 Dozger xwest ji ber strana 'Şervano' ceza lê bê birîn
09:06 Ji bo 32 bajaran hişyariya baranê
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2025'AN
03/04/2025
16:55 HDK'ê bertek nîşanî binçavkirinên ji ber ‘boykotê’ da
15:26 Rêxistina Efûyê: Divê hesab ji kiryarên komkujiyên li dijî elewiyan bê pirsîn
15:11 Li Xelfetiyê Festîvala 4'ê Nîsanê