Nivîskarên tehliye bûn: Ji bo pêşxistina ziman em ê bêhtir biafirînin

  • rojane
  • 10:57 20 Cotmeh 2024
  • |
img
ÊLIH - Nivîskar Mizgîn Ronak û Necmettîn Tural ku piştî 30 salên girtîgehê hatibûn bedan, diyar kirin ku ew ê ji bo pêşxistina ziman û wêjeya kurdî bêhtir biafirînin û wiha gotin: “Ziman, rêxistinbûn e, nasname ye, hebûn e, jiyan e.” 
 
Şaredariya Êlihê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arî (ARÎ-DER) û Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) li bajar Pêşangeha Pirtûkên Kurdî li dar xist. Nivîskarên kurd ên 30 salan di girtîgehê de man û piştre hatine berdan jî beşdarî pêşangehê bûn. 
 
Nivîskar Mizgîn Ronak ku di 10’ê tebaxa 2022’yan de hate berdan û di dema girtîgehê de pirtûkên "Dilavî", "Em Bûn Baran", "Gorçiya Ne Em", "Nobedarê Gulên Kobanê", "Rojhat" û "Sêv jî Me Dikujin" nivîsandî, anî ziman ku eleqeyeke baş ji bo pêşangehê heye. Ronak, destnîşan kir ku du roj berê hatiye bajêr û wiha got: “Em dikarin bibêjin ku bêhan kurdî ji bajar tê. Êlih, bajarekî kurdan e û ev yek nîşan da. Ya herî xweşik jî ew e ku ciwanên tev li pêşangehê bûn jê memnûn in. Ev yek ji bo me jî bû moral û motîvasyon. Hebûna pêşangehên wiha baş e. Divê berdewamiya wan bê. Ji bo berhem bigihijin ber destê gel, gavên girîng in.” Ronak, bal kişand ser eleqeya ji bo pirtûkên kurdî û wiha pê de çû: “Nêrîna ‘kurdî nayê xwendin’ li vir têk çû. Yên hatin dibêjin ‘ez bi xwendinê dikarin hîn bibim’ û pirtûkê distînin. Li vir gelek weşanxane hene û her tiştê ku xwîner dixwazin li vir heye.” 
 
‘EM Ê HÊJ BÊHTIR BIAFIRÎNIN’
 
Ronak, got ku di pêşxistina kurdî de çand û huner xwedî cihekî girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min li girtîgehê 7 pirtûk nivîsand. Pir girîng e ku ev pirtûk bigihijin ber destê gel. Daxwaza pirtûkên nû çêdibe. Em hewl didin jê re bibin bersiv. Dema em li girtîgehê wêneyên pêşangehan ji me re dihatin. Hatina vir mîna xayelekê bû. Weke hûn jî dizanin, heta xeyal pêk neyê mirov nizane ka tiştekî çawa ye. Par ez li Amedê tev li bûm. Îsal jî li vir im. Piraniya hevalên 30 sal girtî mayin bi xwîneran re hatin gel hev. Em tevek jî pir keyfxweş in. Ji bo pêşxistina wêjeya kurd em ê keda xwe bidomînin. Em dixwazin pêşketina ziman, çand û hunera kurdî, nivîskarên bi kurdî dinivîsin bên astekî wisa ku xîtabî cîhanê bikin. Ji bo vê jî em ê pir bixebitin. Em ê biafirînin.” 
 
'DIVÊ EM TÊKOŞÎNEKE WÊJEYÎ BIMEŞÎNIN’
 
Nivîskar Necmettîn Tural ku di 1973’yan de li Êlihê ji dayik bû û 30 salan girtî ma, di girtîgehê de pirtûkên "Wê Şevê", "Kolanên Birîndar" û "Malzaroka Jîndar" nivîsand. Tural, got ku cara ewil e beşdarî pêşangehekê dibe. Tural, wiha got: “Di şert û mercên girtîgehê de nivîsandina pirtûkan zehmet e. Lê belê tu şert û mercan nekarîn li pêşiya hilberandina berhemên kurdî bibin astengî. Di nava şertên zehmet de me karî 3 pirtûkan binivîsin. Ji bo pêşxistina ziman girîng e ku em berhemên bi kurdî hilberînin. Ziman, sedema hebûna gelekî ye. Heke ziman nebe, nasname jî tune ye. Wê demê dê guman ji hebûna te hebin. Lewma girîng e ku mirov xwedî li ziman derkeve. Ziman, rêxistinbûn e, nasname ye, hebûn û jiyan e.” 
 
‘DIVÊ EM JIYANÊ VEGUHERÎNIN KURDÎ
 
Tural, anî ziman ku divê çand û hunera kurdî hilberîneke di nav xwe de yekgirtî bike û wiha got: “Divê li her parçeyekê yekitî hebe û ji bo pêşxistina ziman em têbikoşin. Li kîjan parçeyê bi kîjan zaravayê were axaftnii, divê em ji bo pêşxistinê bi hev re têbikoşin. Divê em têkoşîneke wêjeyî bimeşînin. Divê em xwe bigihînin vî ruhî û di berhemên xwe de cih bidin. Her zarave, devok divê were pêşxistin û ji bo vê pêşî lê were vekirin.”
 
Tural, destnîşan kir ku eleqeya ji bo pêşangehê hêz daye wan û axaftina xwe wiha qedand: “Divê em ziman, çand, nasname û hunera xwe hînî zarokan bikin. Ji bo li malê, li kolan, tax û her derê girîngiya ziman derkeve holê hewceye em têbikoşin. Divê em her qada jiyanê veguherînin kurdî. Bi têkoşîneke li dora ziman teşe digire re dê berhemên wêjeyî hêj xurtir bibin.” 
 
MA / Fethî Balaman
 
 
 
 

Sernavên din

13/04/2025
09:00 ROJEVA 13’Ê NÎSANA 2025’AN
12/04/2025
16:37 Xwestin Akay û Aladag bên berdan
15:36 Cenazeyê nivîskar Îbrahîm Sungur hat veşartin
14:48 Xizmên windayan: Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rabirdûyê re hevrûbûyîn divê
13:17 Li Colemêrgê mirineke biguman
12:54 Ji Egîtîm Senê komxebata perwerdehiya bi zimanê dayikê
12:46 Tevî biryara agirbestê jî êriş didomin: 2 HPG'iyan jiyana xwe ji dest dan
12:38 Ji Weşanên Aramê 8 pirtûkên nû
09:31 Ji hiqûqnasan ji bo 'mafê hêviyê' amadekariya serlêdanê
09:07 Ji Weşanxaneya Aryenê du jê rêziman 4 pirtûkên nû
09:05 Êrişî abîdeya 10'ê Cotmehê kirin: Malbat dixwazin kiryar bên tespîtkirin
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2025'AN
11/04/2025
16:05 Rojnamegerên tên darizandin: Em ê parastina rûmeta rojnamegeriyê bidomînin
16:01 Jin li Mûglayê li ser aştiyê axivîn
15:54 Başboga û Akkurt piştî 32 salan hatin berdan
15:46 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn
15:44 Di doza rojnamegeran de dê mutalaa bê amadekirin
14:49 Ji bo 59 kesan biryara tehliyeyê hat dayin
14:46 Uveyş Ocalan hat bibîranîn: Em ê aştiyê bi civaka demokratîk tacîdar bikin
14:38 'Bila girtîgehên bi tîpa bîrê bên girtin’
13:29 Li Rojhilat 4 kes hatin binçavkirin
13:27 Di şewata mala prefabrîk de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
13:22 Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê got dê hilbijartin di dema xwe de bên kirin
13:20 Giliyê kesên piştgiriyê didin komkujiya Elewiyan hate kirin
13:08 Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê: Em şansekî rastîn didin dîplomasiyê
13:06 Ramazan Karataş piştî 32 salan hate berdan
12:29 Çawişê pispor ê ku Aydin qetil kirî hewldaye hevalê wî jî bikuje
12:21 Di nava sê rojan de 9 Beluc hatin darvekirin
10:41 Girtiyê nexweş Çam rakirin nexweşxaneyê
10:20 MYK’a DEM Partiyê civiya
09:53 14 caran gilî kir lê necezakirin weke tundî lê vegeriya
09:38 'Divê şert û mercên bangê demildest pêk bên'
09:37 Dê jin ji bo cîvakîbûna bangê xwe bi rêxistin bikin
09:27 Ji bo lîteratura hiqûqê ya bi Kurdî gaveke nû: DADSAZ hat avakirin
09:01 Qeyûm, ji bo serokê AKP'î ajovanek girt kar!
09:00 ROJEVA 11’Ê NÎSANA 2025’AN
08:55 Li Şirnexê têketina 11 herêman hate qedexekirin
10/04/2025
18:49 Ji Şandeya Îmraliyê têkildarî hevdîtina bi Erdogan re daxuyanî
16:35 Îdianameya der heqê Ahmet Saymadî de hate amadekirin
16:27 102 ciwan hatin berdan
16:21 Mutlu ku piştî 31 salan hate berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
16:05 Sirri Sureyya Onder: Hêviya me niha mezintir e
15:09 Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê û Erdogan de bi dawî bû
14:50 Kongreya Neteweyî ya Kurd dê hefteya pêş bê lidarxistin
14:44 Li Dihokê derdora gundekî hate bombebarankirin
14:03 DEM Partî têkildarî 'bangê' dest bi serdanên malan dike
13:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan dest pê kir
13:47 Şandeya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Erdogan re bi rê ket
13:46 Qayûm dest bi firotina mal û milken Şaredariya Akdenîzê kir
13:37 Levent Dolek jî di nav de 4 kes hatin berdan
13:25 Li Rihayê lêgerîna tazî li malbatên girtiyan hate ferzkirin
13:20 Xalê Aslan ê ji aliyê çawîşekî pispor ve hat qetilkirin axivî: Ev nayê qebûlkirin
13:13 Li Îranê 5 girtî hatin darvekirin
13:08 Komkujîya Gara Enqereyê di meha 114’an de ye
12:17 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê careke din serlêdan kirin
12:15 Rojnameger Vîda Rabbanî li Îranê hate berdan
12:03 Li Colemêrgê govek tebiqî: 25 karik û berx mirin
11:59 Li Sûdanê bûyerên destdirêjiyê yên li dijî jin û zarokan zêde dibin
11:58 Li ser rêya Colemêrg-Wanê qeza: 8 kes birîndar bûn
11:51 Piştî peymanê 7 hezar malbat vegeriyan Efrînê
11:43 Malbatên ku gundên wan hatin şewitandin û xizmên xwe winda kirin çareseriyê dixwazin
11:21 Uveyş Ocalan dê di sala 32’yemîn a wefata xwe de bê bibîranîn
11:02 Komîte wê li ser 'mafê hêviyê' bê agahdarkirin ku Tirkiyeyê gav neavêtiye
10:37 MPKE: Banga Ocalan erênî ye, binçavkirin û girtin cihê fikaran e
10:28 'Ji bo pêvajo jidil bimeşe divê girtiyên nexweş bên berdan’
09:56 Li Enqereyê di kana madenê de hezaz çêbû: 13 kes birîndar bûn
09:55 Pirtûka Abdullah Ocalan wergerandin zimanê Swêdî
09:52 Rojnameger Şoxan Mîrza: Tirkiye bi çekên giran êrişî herêmê dike
09:45 'Ger li dijî qeyûman deng bihata derxistin îro me li ser Îmamoglû nîqaş nedikirin'
09:30 Saadet Oklu ya ku du zarokên xwe winda kirine: Niha dora gavavêtinê ya dewletê ye
09:01 Li Amedê bertek li dijî tundiya li ser jinê: Çareserî xweparastin e
09:00 ROJEVA 10’Ê NÎSANA 2025’AN
08:58 Rojnameger Soykan û Agirel hatin binçavkirin
09/04/2025
22:25 Hîvzullah Mûtlû piştî 31 salan hat berdan
21:40 Çalakvanên Cenevreyê: Heya Abdullah Ocalan azad nebe wê têkoşîn bidome
20:05 Tê xwestin Shala Pirastah a ku sîxurtiyê qebûl nekir bê dersînorkirin
16:21 Dayika Denîz Poyrazê rakirin nexweşxaneyê
16:12 Di borsayê de 2 trîlyonên winda: DEM Partiyê xwest komîsyon bê avakirin
15:15 Abdulazîz Ok piştî 32 salan hate berdan
15:03 Di navbera Çîn-DYA’yê de şerê ‘bacê’
14:36 'Daxwazên xwendekarên girtî daxwazên me ne’
13:35 Şandeya Îmraliyê dê sibe bi Erdogan re hevdîtinê bike
13:09 Tevî agirbestê jî êriş didomin: Gazên kîmyewî û bombeyên fosforê hatin bikaranîn
12:43 Cezayê hefsê dan dayik û bavê Berkîn Elvan
12:40 Ji bo Firat Epozdemîr heta 15 salan ceza tê xwestin
12:39 Bi îdiaya ‘rojnameger nînî’ doz li rojnamegeran hate vekirin
12:28 Hêlîn Umît: Divê pêwîstiyên siyasî û hiqûqî yên pêvajoyê bên cîbicîkirin
11:58 Abdullah Ocalan: Hêviya min heye û dê vê pêvajoyê heta dawiyê bidomînim
09:39 Meteorolojiyê ji bo bajarên Bakur hişyarî kir
09:28 Cezayê qedexeya hevdîtinê dan girtiyên lêgerîna nava dev red kirin
09:07 Malbatên 5 endamên YBŞ'ê yên dîl hatine girtin hefteyeke di çalakiyê de ne
09:03 Di 3 mehên dawî de herî kêm 14 hezar û 478 kes hatine girtin
09:01 Birayê Ferhat Kurtay: Ger xwedî li bangê bê derketin wê dewlet mecbûr gavê bavêje
09:00 ROJEVA 9’Ê NÎSANA 2025’AN
08/04/2025
20:09 DEM Partiyê, Partiya Keskan a Almanyayê ezimand
19:48 Şandeya DEM Partiyê li Rûsyayê hevdîtinan pêk tîne
15:54 ÎHD’ê ji girtîgehan re daxwaznameya ‘pere’ şand
15:47 Girtiyên li Îranê: Darvekirin zêde bûne
14:54 Bakirhan: Şandeya me dê vê hefteyê bi Erdogan re hevdîtinê bike
14:05 Li Xezayê rojnamevanê ku birîndar bibû jiyana xwe ji dest da