DFG’ê ji bo danişînên rojnameger Muftuoglû û Gok bang kir

  • rojane
  • 13:21 20 Cotmeh 2024
  • |
img
AMED - DFG’ê ji bo danişînên rojnameger Dîcle Muftuoglû û Abdurrahman Gok banga tevlibûnê kir û wiha got: “Ya ku tê darizandin rojnamegerî ye. Em banga tevlibûna danişînan dikin.” 
 
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ji bo tevlibûna danişîna doza Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok a di 22’yê cotmehê de û ya Hevseroka DFG’ê û edîtora MA’yê Dîcle Muftuoglû ya di 24’ê cotmehê de banga tevlibûnê kir. DFG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand ser astengkirin, zext û dorpêça li ser rojnamegerên kurd. 
 
KÊLIYA KUŞTINA KEMAL KURKUT KIŞAND 
 
Daxuyaniya DFG’ê wiha ye: “ Li Tirkiyeyê zext û dorpêça bi darazê ya li dij rojnamegeran, bi taybet jî li dij rojnamegerên kurd bênavber didome. Rojnamegerên li kolanan ji ber şopandina nûçeyê rastî tundî û astengkirinan tên bi rêya dorpêça darêzê tê xwestin ku dengê wan ji binîve bê birin. Di nava her du hefteyên bê de danişîna du dozên rojnamegeran jî parçeyeke vê hewildanê ye. 
 
Rojnameger Abdurahman Gok 20 sale li qadê ye. Li gelek bajaran kêlî bi kêlî nûce şopand. Di serdema êrişên DAIŞ’ê de li Şengal û Kobanê di eniya pêş de hovîtiya dihat kirin şopand û parve kir. Ev rojnamegerê ku di Newroza sala 2017’an de bi wêneyên xwe destûr neda rastiya heqîqeta kêliya qetilkirina Kemal Korkut a bi guleya polîs bê veşartin, di 22’yê cotmehê de careke din dê derkeve hemberî dadger. Rojnameger Gok li Îranê jî agahiyên çalekî û serhiladana ‘Jin jiyan azadî’yê ji bo raya giştî ragihandibûn. 
 
Desthilatdariya faşîst rojnameger Gok ji ber wêneyên wî yên kêliya qetilkirina Kemal Korkut a bi guleya polîs kir hadef. Ji wê serdemê û şûn ve li dij wî binçavkirin, lêpirsînê û doz dest pê kirin. 5’emîn Dadgeha Giran a Amedê di 30’ê hezîrana 2022’yan de bi îdiaya ‘endamê rêxistinê’ û ‘propagandeya rêxistinê’ salek û 6 meh û 22 roj ceza lê birî. Di 25’ê nîsana 2023’yan de jî bi tawanbariyên îtirafkar Umît Akbiyik hat girtin û piştî 7 mehan bi şertê kontrola edlî hat berdan. Tê xwestin bi van tawanbarî û îdiayan xebatên pîşeyî yên rojnameger Gok bê krîmînalîzekirin.   
DANIŞÎNA BIRYARÊ YA ROJNAMEGER MUFTUOGLÛ YE
 
Hevseroka Komaleya me Dîcle Muftuoglû jî bi tawanbariyên îtirafkarên aşkera û nepen, di 29’ê nîsana 2023’yan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Enqereyê de, di 3’yê gulana 2023’yan di Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê de hate girtin û birin Girtîgeha Jinan a Sîncanê. Bi îdiayên ‘endamtiya rêxistinê’, ‘rêxistin ava kiriye û bi rêve biriye’ 10 mehan di girtîgehê de ma. 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê di danişîna 3’yemin de 15 sal ceza xwest û bi şertê kontrola edlî berda. Dadgehê, danişîna biryarê jî da 24’ê cotmehê. 
 
BANGA TEVLIBÛNA DANIŞÎNAN
 
Heke danişînên rornameger Abdurrahman Gok û Dîcle Muftuoglû bên şopandin, dê pir aşkera bê dîtin bê ka li bajarên kurdan derhiqûqtiyeke çawa tê kirin û rojnameger bi çi rengî hedef tên girtin. Tê xwestin ku Abdurrahman Gok û Dîcle Muftuoglû ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê û helwesta wan a çapameniya azad bên cezakirin. Di şexsê wan de rojnamegerî û azadiya çapameniyê hedef tê girtin. Em wek Komaleya Rojnamegerên a Dîcle Firatê, şahidên rojnamegeriya her du hevpîşeyên xwe yên rojnameger in. Ji bo hevkariya li dij vê bê hiqûqiyê, di serî de em bang li hemû rêxistinên çapaminiyê û raya giştî ya demokratîk dikin da ku beşdarî danişînê bibin. Em ji darazê re jî dibêjin; dev ji van dorpêçên xwe yên li ser çapemeniyê berdin. Çapameniya Azad bi van zextên we paşve gav naavêje. Divê hûn dev ji van danişînên xwe yên derhiqûqî berdin.”
 

Sernavên din

05/06/2025
12:50 5 şaredarên CHP'î ji peywirê hatin dûrxistin
12:09 Dîwana Kongreya 12'emîn a PKK'ê : Ji bo bicihatina biryaran pêwîstî bi siyaseta demokratîk û misogeriya qanûnî heye
10:47 Ji DEM Partiyê biryara '1950 civîn'
10:30 Ji DBP'ê têkildarî Qetlîama 5'ê Hezîranê daxuyanî
10:27 Li Çanakkaleyê bi pîleya 4.8 erdhej
09:07 31 sal in girtî ye ji ber ku negot 'ez bêalî me' serbestberdana wî 8 mehan hat taloqkirin
09:06 'Eger kiryar neyê cezakirin, wê sibe rê li ber mirinên mezintir veke'
09:05 Qeyrana aboriyê li mazata ajalan bandor kir: Dê aborî tenê bi aştiyê ve baş dibe
09:03 Roja Hawirdorê ya Cîhanê: Krîza avhewayê mezin dibe
09:02 ‘Ji ber ku hevjînê wê dadgêr e, qanûn nayê binpêkirin’
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2025'AN
04/06/2025
16:40 Li Licê û Pîran serdana goristanan
15:31 Li Îzmîrê greva karkeran bi dawî bû
15:04 Rapor: Binkirasên xizmên girtiyan jî kontrol dikin
14:38 Ji DEM Partiyê li hember dîmenên binçavkirinê bertek: Bêçareya siyasî
13:59 Li Wanê ji bo protestoya qeyûm ceza
13:55 Li Qoserê mirina jinekê ya bi guman
13:30 Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî kongreyê kirin
13:21 Li Îzmîrê grev di roja 7'emîn de ye
13:20 DFG: Di meha Gulanê 78 rojnameger hatin darizandin
12:50 Serxwebûnê xatir xwest: Ji bo destpêkeke nû…
12:44 Di teqîna 5'ê Hezîranê de birayî wî hatibû qetilkirin: Divê dewlet lêborînê bixwaze
11:54 Tevahiya perspektîfa ku Abdullah Ocalan ji kongreyê re şand
11:26 10' emîn Pakêta Darazê hate qebûlkirin: 8 xal hatin derxistin
11:18 Li Rihayê di du salan de li hemberî 6 hezar û 287 zarok û jinan 13 sûc hatin kirin
10:38 Girtiyê nexweş ê ku hat berdan Başaran: Di pakêta darazê de tiştên dihatin hêvîkirin tunebûn
10:32 Piştî kongreyê yekem lêkolîn: Piştgiriya ji bo biryara PKK'ê ji sedî 71.5 e
10:19 Ji OHD'ê têkildarî 'mafê hêviyê' plana çalakiyê ya 3 mehan
09:53 Andy Carl: Ji bo pêşveçûna pêvajoyê tevlêbûna rêberên siyasî şert e
09:39 Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger: Divê sosyalîst di pêvajoyê de perpirsiyariyê tevbigerin
09:22 Lêpirsîna ÎBB'ê: Şaredar jî di nav de 22 kes hatin girtin
09:07 Analîstê daneyan Stevenson: Teknolojiya sûnî di îstîsmara zarokan de xetereyeke nû ye
09:06 Piştî dekbaz nehatin dîtin tedbîr ji bo malên şîrketa firoşkarê krîpto hate dayîn
09:05 Halîde Turkoglû: Bila hemû jin di ronesansa Rojilata Navîn de cih bigrin
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2025'AN
07:40 Li Helebê ji bo azadiya Ocalan meş hat lidarxistin
07:39 Nameya ku Abdullah Ocalan ji bo kongreya PKK'ê şandibû hat weşandin
03/06/2025
15:26 Li Mêrdînê gel Şîrketa GES'ê ji gund qewirand
15:24 Zîhniyeta ku bi salan e neguheriye: Yên binçavkirî bi yek rêz derxistin pêşberî kamerayan
15:11 Ji bo statû û perwerdehiya Kurdî meşiyan Tirba Ehmedê Xanî
15:01 Karsazên hatin kuştin hatin bîranîn: Aştî rûbirûbûn e, darizandina kujeran e
14:14 Bahçelî: Eşkere ye ku rêyeke me ya din nîne
14:07 Di roja 6'emîn a grevê de bang li şaredariyê kirin
12:42 Tulay Hatîmogullari: Dema me zêde nîn e, pêwîstî bi paqijiya rê heye
12:39 Navên Durre Kaya û Muhsîn Melîk dê li Curnê Reş bên parastin
11:54 Li gorî TUÎK'ê di meha Gulanê de enflasyon ji sedî 35,41 e
11:45 Dadgehê, qedexeya li ser navê 'Mem û Zîn' rakir
11:36 Ji MKG'ê rapora meha Gulanê: 5 lêpirsîn, 6 doz, 1 girtin
11:23 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: Siyaseta demokratîk ji çekan xurttir e
10:27 Jinên Kurd li 4 parçeyên welêt ji bo azadî û mafên xwe têdikoşin
09:58 ENAG: Enflasyon di meha Gulanê de ji sedî 3,66 zêde bû
09:20 Di meha Gulanê de li Îranê 152 kes hatin darvekirin
09:13 Li Marmarîsê erdhej: Kesek mir
09:07 Bîra Dêrsimê hedef tê girtin
09:05 Juliana Gozen: Divê em bibin kirdeyên pêvajoyê
09:04 Li ODTU'yê Koma Lêkolînên Kurdî hat avakirin
09:02 'Pêkanîna mafê hêviyê berpirsyariyeke exlaqî û hiqûqî ye'
09:01 Li dijî 'qanûna qetlîamê' li ber xwe didin: Bila vekişin
09:01 Di êrîşa kîmyewî de keça xwe winda kir: Êş bi aştiyeke mayînde derbas dibin
09:00 'Divê destûra bingehîn a nû rengê jinê nîşan bide'
09:00 Hevjîna dadgêr bi yek tikandinê ve dora 8 mîlyon pere winda kir
09:00 Dîmenên nû li ser talana daran a li Gabarê: Bi sedan ton dar hatine jêkirin
09:00 ROJEVA 03'E HEZÎRANA 2025'AN
02/06/2025
16:50 Ciwanên ku pêşengên şoreşger bi bîr anîn hatin berdan
16:49 Prf. Alex Callinicos piştgirî da banga Ocalan
16:49 Mîhrîcana Boreka Kurd dê di 9'ê Hezîranê de were lidarxistin
14:48 10'emîn Pakêta Darazê dê sibê di Lijneya Giştî ya Meclisê de bê nîqaşkirin
14:38 Xwestin hevşaredarên ku ji peywîrê hatin dûrxistin bên berdan
13:35 Rojnameger Elîf Akgul tehliye bû
13:35 Li Rojhilat di mehekê de herî kêm 10 jin hatin qetilkirin
13:10 Partiya Şoreşger a Yekbûyî : Em li cem gelê Kurd cih digirn
11:51 Serokkomarê nû yê Polonyayê bû Newrockî yê mihafezekar
11:50 Tedawiya Zeynep Celaliyan tê astengkirin
11:48 Piştî hevdîtinê daxuyanî: Dê li meclîsê komîsyon bê avakirin
11:45 Muhsîn Melîk li ser gora xwe hat bibîranîn
11:45 Mînîbusa ku karkerên çandiniyê tê de bûn qulipî: 24 birîndar
11:29 Li Kolorado êrîşa molotofkokteylan: 8 birîndar
11:27 Hevdîtinên Rûsya-Ûkraynayê di bin êrîşan de destpê dikin
10:56 Li Wanê coşa Lîga 1’emîn
10:55 Kûrtûlmûş DEM Partî ziyaret kir
10:53 'Ji bo pêkanîna aştî û demokrasiyê divê em bibin yek'
10:10 ‘Di wextê derasayî de betlaneya meclisê mijarek bipirsgirêk e’
09:58 'Divê em hemû bi hev re aştiyeke adil û wekhev pêk bînin'
09:00 Qedexe ye lê ew hem cerdevan in, hem jî keya ne
09:00 Dr. Îsmet Konak: Şerê Rûsya û Ûkraynayê veguheriye girêka Gordîon
09:00 ROJEVA 2'Ê HEZÎRANA 2025'AN
01/06/2025
16:43 Gergerlîoglû: 10’emîn Paketa Darazê hêviyên gel şikandin
16:33 Temellî: Beriya çêkirina destûra bingehîn divê rê were paqijkirin
16:07 Li Hindistanê ji ber karesata musonê 32 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:23 Şandeya Koma Çep a PE’yê bi Îlham Ehmed re hevdîtin kir
15:16 Greva karkeran di roja 4’an de ye: Em ê dev jê bernedin
13:46 ‘Ji bo tu bûyerên din ên mîna ya Narînê çênebin em ê bixebitin’
13:27 Îsraîlê êrişî Xezeyê kir: Herî kêm 26 kes hatin qetilkirin
12:51 Tulay Hatîmogûllari ji îktîdarê re got: Bi gotinê sifir nabe zêr
11:46 Wezarata Dadê: Li girtîgehan 4 hezar û 291 zarok hene
11:20 Jinên tev li meşa li Amedê bûn: Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe
11:01 ‘Gava ewil a avadaniya jinê ya enternasyonal bi NADA’yê hate avêtin’
10:31 Xizmetên di 45 salan de li Curnê Reş nehatine kirin di salekê de hatin kirin
09:53 Eren Keskin: 10’emîn Pakêta Darazê ji bo çareseriyê hêvî nade
09:44 Xebatkarê şaredariyê ji ber tacîza li dijî zarok hate girtin