‘Heke çareseriyeke jidil bê xwestin divê deriyên Îmraliyê bên vekirin’

  • rojane
  • 09:02 21 Cotmeh 2024
  • |
img

AMED - Hevberdevkê Karên Derve yê KON-MED’ê yê Almanyayê Zana Serhed anî ziman ku heta tecrîd bi dawî nebe ne pêkane pêvajoyeke aştiyê dest pê bike û wiha got: “Heke çareseriyeke jidil bê xwestin divê deriyên Îmraliyê bên vekirin û Rêber Apo bê azadkirin.”

Kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ku di 10’ê cotmeha 2023’yan de di asta navnetewî de starta wê hate dayîn kete sala duyemîn. Hevberdevkê Karên Derve yê Konfederasyona Civakên Kurdistanî (KON-MED) yê Almanyayê Zana Serhed ê kampanyaya ku gelê kurd û dostên wan bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û azadiya wî dane destpêkirin û polîtîkayên tecrîdê nirxand, bi bîr xist ku tecrîd 26 sal in bênavber didome. Serhed bi lêv kir ku ev pêvajo ne bi tenê tecrîda li dijî Ocalan e û wiha got: “Armanca bingehîn a vê polîtîkayê şikandina bandora ramanên Rêber Ocalan ên li ser gelê Kurd û dostên wan e. Desthilata AKP’ê û MHP’ê naxwaze Rêber Apo bi gelê kurd û dostên wan re têkiliyê deyne. Ji ber ku fikrên birêz Ocalan wekî gefeke ku dawî li polîtîkayên şer û krîzê yên vê hikûmetê bîne tê dîtin.”
 
KON-MED Almanya Dış İlişkiler Eşsözcüsü Zana Serhed
 
‘HETA KU TECRÎD BI DAWÎ NEBE KRÎZ NAYÊN ÇARESERKIRIN’ 
 
Serhed ê destnîşan kir ku tecrîd yekser bi polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê re têkildar e, destnîşan kir ku desthilata AKP’ê û MHP’ê bi polîtîkaya xwe ya şer hebûna xwe didomîne û wiha berdewam kir: “Tecrîd yek ji amûrên herî krîtîk ên domandina vî şerî ye. Heta ku tecrîd neyê kûrkirin nikarin vî şerî bidomînin. Çavkaniya krîzên aborî û siyasî yên îro li Tirkiyeyê rû didin, ev polîtîkayên şer in. Heta ku tecrîd bi dawî nebe, krîz nayên çareserkirin. Polîtîkayên şer ên Tirkiyeyê bi polîtîkaya wê ya talankirinê ya li ser civakê re bû yek. Tevî ku hemû nirxên civakê tên talankirin jî, weke parçeyek ji vê talanê polîtîkaya tecrîdê tê meşandin.”
 
ÇALAKIYÊN LI EWROPAYÊ BERDEWAM DIKIN 
 
Serhed, bal kişand ser pêvajoya çalakiyên gelê kurd ê li Ewropayê dijî û dostên wan ên zêdetirî salekê berdewam dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev têkoşîn ji bo belavbûna fikrên Rêber Apo krîtîk e. Di konferans, mîtîng û çalakiyên cuda yên li Ewropayê hatin lidarxistin de felsefeya Rêber Apo û polîtîkaya tecrîdê hatin nîqaşkirin. Dostên gelê Kurd roj bi roj zêde dibin. Sîstema konfederal a demokratîk, ku Rêber Apo beriya 30 salan anî ziman, weke modela herî guncaw a çareseriya krîzên li Rojhilata Navîn tê dîtin. Îro em dibînin ku ev felsefe gihîştiye girseyeke berfirehtir. Ev pêvajoya seferberiyê li Ewropayê bi gelek zimanên cuda tê meşandin. Fikrên Rêber Apo li hemû cîhanê belav dibin. Em bi zimanên ingilîzî, fransî, kurdî û tirkî çalakiyên cuda organîze dikin. Ramanên Rêber Apo weke pêşniyara çareseriyê li çar aliyê cîhanê xwedî lê tê derketin.” 
 
Serhed, diyar kir ku gelê kurd û dostên wan wê di 1 û 16’ê mijdarê de li gelemperiya Ewropayê bi ruhekî mezin ê seferberiyê dakevin qadan û berxwedana wan a li dijî polîtîkaya tecrîdê bê mezinkirin û destnîşan kir ku çalakiyên protestoyî wê girseyî bibin. Serhed, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di van dîrokan de wê li gelek bajarên Ewropayê ji bo azadiya birêz Ocalan mîtîngên girseyî, meş û çalakiyên cuda bên lidarxistin. Gelê kurd û dostên wan wê careke din nîşanî cîhanê bidin ku wê li hemberî vê polîtîkaya tecrîdê bêdeng nemînin. Di vê pêvajoyê de bi taybetî ji bo seferberiya raya giştî ya navneteweyî em ê çalakiyên xwe zêde bikin.”
 
‘MIFTEYA AŞTIYA ROJHILATA NAVÎN LI ÎMRALIYÊ YE’ 
 
Konseya Ewropayê ji bo biryara “binpêkirina mafê hêviyê” ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya têkildarî Ocalan salek wext da Tirkiyeyê. Serhed ê bertek nîşanî biryara Konseya Ewropayê da, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Biryarên bi heman rengî bi dehan salan hatin dayîn, bê encam man. Ji ber vê yekê em ê zorê bidin saziyên navnetewî ku gavên şênber biavêjin. Çalakiyên li Ewropayê tên kirin ne tenê li gorî gelê kurd di çarçoveya daxwazên hevpar ên gelên cîhanê de jî teşe digirin. Xelatgirên Nobelê yên di cîhanê de navdar ji bo azadiya Rêber Apo daxuyanî dan. Van daxuyaniyan bandoreke mezin li qada navneteweyî kir. Me bi hezaran name ji saziyên weke Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) re şandin û ji wan xwestin ku li dijî tecrîdê daxuyaniyekê bidin. Gelê kurd êdî ne gelê kurd ê berê ye. Bi Rêber Apo re em ketin pêvajoyeke nû ya hişmendî û rêxistinbûna siyasî. Bêyî ku tecrîd bi dawî bibe ne pêkan e ku li Rojhilata Navîn pêvajoyeke aştiyê dest pê bike. Heke çareseriyeke jidil tê xwestin, divê deriyên Îmraliyê bên vekirin û Rêber Apo azad bibe. Rêber Apo bi awayekî aşkere bi lêv kir ku dikare vê pirsgirêkê di hefteyekê de çareser bike. Mifteya aştî û aramiya Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye.”
 
MA / Delal Akyuz
 

Sernavên din

13/04/2025
09:00 ROJEVA 13’Ê NÎSANA 2025’AN
12/04/2025
16:37 Xwestin Akay û Aladag bên berdan
15:36 Cenazeyê nivîskar Îbrahîm Sungur hat veşartin
14:48 Xizmên windayan: Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rabirdûyê re hevrûbûyîn divê
13:17 Li Colemêrgê mirineke biguman
12:54 Ji Egîtîm Senê komxebata perwerdehiya bi zimanê dayikê
12:46 Tevî biryara agirbestê jî êriş didomin: 2 HPG'iyan jiyana xwe ji dest dan
12:38 Ji Weşanên Aramê 8 pirtûkên nû
09:31 Ji hiqûqnasan ji bo 'mafê hêviyê' amadekariya serlêdanê
09:07 Ji Weşanxaneya Aryenê du jê rêziman 4 pirtûkên nû
09:05 Êrişî abîdeya 10'ê Cotmehê kirin: Malbat dixwazin kiryar bên tespîtkirin
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2025'AN
11/04/2025
16:05 Rojnamegerên tên darizandin: Em ê parastina rûmeta rojnamegeriyê bidomînin
16:01 Jin li Mûglayê li ser aştiyê axivîn
15:54 Başboga û Akkurt piştî 32 salan hatin berdan
15:46 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hate bibîranîn
15:44 Di doza rojnamegeran de dê mutalaa bê amadekirin
14:49 Ji bo 59 kesan biryara tehliyeyê hat dayin
14:46 Uveyş Ocalan hat bibîranîn: Em ê aştiyê bi civaka demokratîk tacîdar bikin
14:38 'Bila girtîgehên bi tîpa bîrê bên girtin’
13:29 Li Rojhilat 4 kes hatin binçavkirin
13:27 Di şewata mala prefabrîk de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
13:22 Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê got dê hilbijartin di dema xwe de bên kirin
13:20 Giliyê kesên piştgiriyê didin komkujiya Elewiyan hate kirin
13:08 Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê: Em şansekî rastîn didin dîplomasiyê
13:06 Ramazan Karataş piştî 32 salan hate berdan
12:29 Çawişê pispor ê ku Aydin qetil kirî hewldaye hevalê wî jî bikuje
12:21 Di nava sê rojan de 9 Beluc hatin darvekirin
10:41 Girtiyê nexweş Çam rakirin nexweşxaneyê
10:20 MYK’a DEM Partiyê civiya
09:53 14 caran gilî kir lê necezakirin weke tundî lê vegeriya
09:38 'Divê şert û mercên bangê demildest pêk bên'
09:37 Dê jin ji bo cîvakîbûna bangê xwe bi rêxistin bikin
09:27 Ji bo lîteratura hiqûqê ya bi Kurdî gaveke nû: DADSAZ hat avakirin
09:01 Qeyûm, ji bo serokê AKP'î ajovanek girt kar!
09:00 ROJEVA 11’Ê NÎSANA 2025’AN
08:55 Li Şirnexê têketina 11 herêman hate qedexekirin
10/04/2025
18:49 Ji Şandeya Îmraliyê têkildarî hevdîtina bi Erdogan re daxuyanî
16:35 Îdianameya der heqê Ahmet Saymadî de hate amadekirin
16:27 102 ciwan hatin berdan
16:21 Mutlu ku piştî 31 salan hate berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
16:05 Sirri Sureyya Onder: Hêviya me niha mezintir e
15:09 Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê û Erdogan de bi dawî bû
14:50 Kongreya Neteweyî ya Kurd dê hefteya pêş bê lidarxistin
14:44 Li Dihokê derdora gundekî hate bombebarankirin
14:03 DEM Partî têkildarî 'bangê' dest bi serdanên malan dike
13:48 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan dest pê kir
13:47 Şandeya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Erdogan re bi rê ket
13:46 Qayûm dest bi firotina mal û milken Şaredariya Akdenîzê kir
13:37 Levent Dolek jî di nav de 4 kes hatin berdan
13:25 Li Rihayê lêgerîna tazî li malbatên girtiyan hate ferzkirin
13:20 Xalê Aslan ê ji aliyê çawîşekî pispor ve hat qetilkirin axivî: Ev nayê qebûlkirin
13:13 Li Îranê 5 girtî hatin darvekirin
13:08 Komkujîya Gara Enqereyê di meha 114’an de ye
12:17 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê careke din serlêdan kirin
12:15 Rojnameger Vîda Rabbanî li Îranê hate berdan
12:03 Li Colemêrgê govek tebiqî: 25 karik û berx mirin
11:59 Li Sûdanê bûyerên destdirêjiyê yên li dijî jin û zarokan zêde dibin
11:58 Li ser rêya Colemêrg-Wanê qeza: 8 kes birîndar bûn
11:51 Piştî peymanê 7 hezar malbat vegeriyan Efrînê
11:43 Malbatên ku gundên wan hatin şewitandin û xizmên xwe winda kirin çareseriyê dixwazin
11:21 Uveyş Ocalan dê di sala 32’yemîn a wefata xwe de bê bibîranîn
11:02 Komîte wê li ser 'mafê hêviyê' bê agahdarkirin ku Tirkiyeyê gav neavêtiye
10:37 MPKE: Banga Ocalan erênî ye, binçavkirin û girtin cihê fikaran e
10:28 'Ji bo pêvajo jidil bimeşe divê girtiyên nexweş bên berdan’
09:56 Li Enqereyê di kana madenê de hezaz çêbû: 13 kes birîndar bûn
09:55 Pirtûka Abdullah Ocalan wergerandin zimanê Swêdî
09:52 Rojnameger Şoxan Mîrza: Tirkiye bi çekên giran êrişî herêmê dike
09:45 'Ger li dijî qeyûman deng bihata derxistin îro me li ser Îmamoglû nîqaş nedikirin'
09:30 Saadet Oklu ya ku du zarokên xwe winda kirine: Niha dora gavavêtinê ya dewletê ye
09:01 Li Amedê bertek li dijî tundiya li ser jinê: Çareserî xweparastin e
09:00 ROJEVA 10’Ê NÎSANA 2025’AN
08:58 Rojnameger Soykan û Agirel hatin binçavkirin
09/04/2025
22:25 Hîvzullah Mûtlû piştî 31 salan hat berdan
21:40 Çalakvanên Cenevreyê: Heya Abdullah Ocalan azad nebe wê têkoşîn bidome
20:05 Tê xwestin Shala Pirastah a ku sîxurtiyê qebûl nekir bê dersînorkirin
16:21 Dayika Denîz Poyrazê rakirin nexweşxaneyê
16:12 Di borsayê de 2 trîlyonên winda: DEM Partiyê xwest komîsyon bê avakirin
15:15 Abdulazîz Ok piştî 32 salan hate berdan
15:03 Di navbera Çîn-DYA’yê de şerê ‘bacê’
14:36 'Daxwazên xwendekarên girtî daxwazên me ne’
13:35 Şandeya Îmraliyê dê sibe bi Erdogan re hevdîtinê bike
13:09 Tevî agirbestê jî êriş didomin: Gazên kîmyewî û bombeyên fosforê hatin bikaranîn
12:43 Cezayê hefsê dan dayik û bavê Berkîn Elvan
12:40 Ji bo Firat Epozdemîr heta 15 salan ceza tê xwestin
12:39 Bi îdiaya ‘rojnameger nînî’ doz li rojnamegeran hate vekirin
12:28 Hêlîn Umît: Divê pêwîstiyên siyasî û hiqûqî yên pêvajoyê bên cîbicîkirin
11:58 Abdullah Ocalan: Hêviya min heye û dê vê pêvajoyê heta dawiyê bidomînim
09:39 Meteorolojiyê ji bo bajarên Bakur hişyarî kir
09:28 Cezayê qedexeya hevdîtinê dan girtiyên lêgerîna nava dev red kirin
09:07 Malbatên 5 endamên YBŞ'ê yên dîl hatine girtin hefteyeke di çalakiyê de ne
09:03 Di 3 mehên dawî de herî kêm 14 hezar û 478 kes hatine girtin
09:01 Birayê Ferhat Kurtay: Ger xwedî li bangê bê derketin wê dewlet mecbûr gavê bavêje
09:00 ROJEVA 9’Ê NÎSANA 2025’AN
08/04/2025
20:09 DEM Partiyê, Partiya Keskan a Almanyayê ezimand
19:48 Şandeya DEM Partiyê li Rûsyayê hevdîtinan pêk tîne
15:54 ÎHD’ê ji girtîgehan re daxwaznameya ‘pere’ şand
15:47 Girtiyên li Îranê: Darvekirin zêde bûne
14:54 Bakirhan: Şandeya me dê vê hefteyê bi Erdogan re hevdîtinê bike
14:05 Li Xezayê rojnamevanê ku birîndar bibû jiyana xwe ji dest da