Şêniyên Wanê: Şer were sekinandin dê krîza aborî jî çareser bibe

  • rojane
  • 09:15 30 Cotmeh 2024
  • |
WAN - Welatiyên Wanê têkildarî bandora polîtîkayên şer a li krîza aborî axivîn û diyar kirin ku heta budçeya şer ji bo aboriyê neyê veqetandin û xerckirin dê ev krîz bidome. 
 
Polîtîkayên aboriyê yên desthilatdariya AKP-MHP’ê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gel xistiye nav rewşekî bêzar û zehmet. Hatiye wê astê ku gel nikare debara xwe bike û ji polîtîkayên aboriyê aciz in. 
 
Li bajarê Wanê ku li gorî îstatîstîkên herî dawî bajarê herî xizan e, gel nikare jiyana xwe ya rojane bidomîne û xelk li dijî vê yekê bi bertek e. Welatiyên ku ji ajansa me re axivîn sedema vê xizaniyê anîn ziman û destnîşan kirin ku polîtîkayên şer bi dawî bibin, dê aboriya welat jî rehet bibe. 
 
‘ÇARESERÎ DI ŞER DE NÎN E’
 
Fadil Bariştiran anî ziman ku ev demeke dirêj e li Tirkiyê rewşa aboriyê xerab e. Bariştiran da zanîn ku bingeha krîza aboriyê ew ku şerê li dijî kurdan tê meşandin e û got ku çareseriya yekemîn rawestandina şer e. Bariştiran diyar kir ku ji bo çareseriyê divê aloziyên heyî ji holê rabin û wiha got: “Li aliyekî dibêjin bila birêz Ocalan biaxive, li aliyekî jî êrişî Başûr û Rojava dikin. Çareserî bi şer nabe. Em aştiyeke bi rûmet dixwazin. Ew aştî jî bêguman dê bi destê birêz Ocalan bê pêkanîn.”
 
‘ABORIYA TIRKIYEYÊ DI DESTÊ ÇETEYAN DE YE’
 
Mehmet Çalçinar jî anî ziman ku divê ku krîza aboriyê zêdetir nebe û xwest ev krîz bê çareserkirin. Çalçinar diyar kir ku hemû welatî bêkar in û ji ber krîza aboriyê nikarin nanekî bibin mala xwe. Çalçinar wiha got: “Hemû aboriya Tirkiyeyê di destên çeteyan de ye. Heya ku ev yek neyê çareserkirin em nikarin bibêjin aştî dê pêk were û krîza aborî bi dawî bibe.” 
 
‘BOMBEBARANKIRIN KUŞTINÊ Û FEQÎRIYÊ TÎNE’ 
 
Servet Aydin jî diyar kir ku ji ber krîza aboriyê ew nikarin debara xwe bikin û wiha got: “Êdî rewş weke demên berê nîn e û xerabtir dibe. Ji ber wê rewşa aboriyê gelek kes întîhar dikin. Sedema vê krîza aboriyê şerê heyî ye. Di dema pêvajoya aştiyê de rewşa aboriyê pir baş bû. Niha jî şerekî dijwar heye û her roj mirov tên kuştin. Vaye dîsa rojavayê Kurdistanê bombebaran dikin û gelek mirov û bi taybetî jî zarok tên kuştin. Ev budçeya ji bo şer tê veqetandin, bila ji bo debara gel bê xerckirin. Gotinên Bahçelî û Erdogan ên li ser aştiyê jî ne ji dil in.” 
 
‘DAXUYANIYÊN LI SER ABORIYÊ NE RAST IN’ 
 
Eset Eren bi bîr xist ku ji ber aboriyê jiyana wan roj bi roj dijwar dibe û hatiye wê rewşê ku êdî ew nikarin debara xwe bikin. Eren bi lêv kir ku her roj her tişt biha dibe û tiştên îro bi deh lîreyî sibê zêdetir dibe. Eren da zanîn ku daxuyaniyên desthilatdariyê yên li ser aboriyê ne rast in û tişta heyî û daxuyaniyên tên dayîn berovajî hev in. 
 
‘BILA ÊDÎ AŞTÎ BÊ’
 
Naîme Guneş jî axivî û wiha got: “Debara me li ser sewalkariyê ye. Em dîsa debara xwe dikin, lê mixabin ji ber krîza aboriyê jiyan pir dijwar bûye. Kesên di kirê rûdinên hene û ji ber krîza aboriyê nikarin debara xwe bikin. Em dixwazên ev pirsgirêk çareser bibin. Bila êdî aştî bê.”
 

Sernavên din

23/04/2025
12:01 Ji bo berdana girtiyê nexweş Çam serlêdan hate kirin
12:00 Pezê xwe firot û ji bo rêwiyan mêvanxane ava kir
10:58 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:57 Li Şaredariya Şirnexê nelirêtî û bêusûliyên AKP’iyan
10:36 'Nûçeyên der barê vekişînê de manîpulasyon in'
10:24 Daxwaza Elewiyan: Hemwelatiya wekhev, azadiya baweriyan û aştî
09:48 ‘Tirkiye ji bo zarokan veguheriye dojehê’
09:02 Kurekî wê jiyana xwe ji dest da, yek jî di nava PKK'ê de ye: Aştiyeke yekalî nabe
09:01 Ji jinan berteka bo sezeryanê: Bila rêzikname bê betalkirin
09:01 'Divê tayinên dibistana projeyê zelal bin û bên kontrolkirin'
09:00 ROJEVA 23’YÊ NÎSANA 2025’AN
22/04/2025
16:39 Ji bo Gulsun Tan sersaxî
16:31 Qaymeqam navê 'Parka Aştiyê ya Orhan Dogan' red kir
16:27 Tedawiya Onder di roja 7'emîn de ye: Serdanên Baroyê û derdorên cuda
15:56 Fuara Çandinî û Sewalkariyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:46 Bakirhan: Bila êdî geşedanên girîng û nû çêbibin
15:36 Rojnameger Rabîa Onver îfade da
15:35 Doza Yenî Yaşamê hat taloqkirin
14:51 Ozge Ozbek li Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin
14:36 Li Amedê bernameya Roja Rojnamegerên Kurd
14:28 Li gelek bajaran starta 'Aştî û Civaka Demokratîk'
14:14 Hevşaredar Şedal û Zeydan beraet kirin
14:06 Qedexeya derketina derveyê welat a rojnameger Gok dîsa nehat rakirin
13:52 10'emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê dike
13:11 DEM Partiyê têkildarî Roja Rojnamevanên Kurd daxuyanî da
13:03 Ji bo tayînkirina qeyûmê li şaredariya Şîşliyê betal bibe doz vekirin
13:03 Girtiyê nexweş Çam ku krîza dil derbas kir dîsa şandin girtîgehê
13:02 Cenazeyê Çelîk piştî 6 salan dan malbatê
12:45 Bakirhan peyama Ocalan ragihand: Divê geşedanên ku pêvajoyê bileztir bikin hebin
12:24 Di doza Nîmet Tanrikûlû de taloqkirina 'yek kirina' dozê
12:18 Girtî Uysal: Em birin hucreya yek kesî
12:13 Li Tişrînê alî nêzî lihevkirinê ne
11:48 Li Wanê mirina bi guman a jinekê
11:46 Dixwazin kana madenê mezintir bikin
11:45 Mazlûm Ebdî: Konferansa Neteweyî wê di 26 'ê Nîsanê de were lidarxistin
11:33 Li Balikesirê mirina bi guman a jinekê
11:33 Ji parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan
11:24 Roja Rojnamegerên Kurd: Em mîrateya berxwedana 127 salan in
11:22 Li Hesandinê jiyan di xetereyê de ye
10:59 Welatî ji bo çareseriyê îşaret bi parlamentoyê dikin
10:49 Erdogmûş: Divê têkoşîna aştî û demokrasiye tenê li ser milê Kurdan nemîne
10:40 Ji ber ‘boykotê’ şanoger bi lînçê re rûbirû man
10:19 6 xizmên xwe di pevçûnê de winda kir: Ger dewlet samîmî be divê gav bavêje
09:51 Berwarî: Eger pirsgirêka komên çekdar neyê çareserkirin dê Iraq zirarê bibîne
09:48 Tevî biryara AYM'ê jî nayê berdan
09:26 Li Bazara Şivanan bazarî dest pê kir
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan a li dijî girtîgehên wekî bîran didome
09:02 Berdana girtiyê nexweş 6 mehan hat taloqkirin
09:00 ROJEVA 22'Ê NÎSANA 2025
21/04/2025
23:13 Girtiya nexweş Ozge Ozbek ji bo dermankirinê hat tehliyekirin
22:58 Ji Omer Çelîk daxuyaniya der barê 'pêvajoyê' de: Dibe ku di vê mehê de geşedanên nû çêbibin
20:47 Ji Abdullah Ocalan ji bo Onder peyam
16:21 Ji bo Dayika Aştiyê Sakîne Arat mewlûd hate dayin
16:11 DEM Partiyê têkildarî Ahmet Turk daxuyanî da
15:50 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
14:56 Rojnamegera polîsên gef lê xwar serî li ÎHD’ê da
13:54 Şandeya HDK, DBP û DEM Partiyê li Hewlêrê ye
13:49 Parêzeran bertek nîşanî girtina Kozagaçli dan
13:23 Xelk naxwaze li mêrgên Amedê GES bên çêkirin
12:06 Bijîşkên Onder: Metirsiya li ser jiyana wî didome
12:05 Papa Francis jiyana xwe ji dest da
12:02 Lêgerîna tazî ya li dijî xizmên girtiyan ji Wezareta Dadê pirs kir
11:44 Li Xakûrkê teqîn: 3 cerdevan birîndar bûn
11:02 Xwebûn bi manşeta ‘Em ji hêza xwe bawer in’ derket
10:48 Ekrem Îmamoglû dê ji ber ‘dîplomayê’ îfadeyê bide
10:27 Ji bo tespîtkirina pirsgirêkan derî bi derî digerin
10:20 Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
09:55 Çavê girtî Boltan nabîne, destê wî tune ye: Tevî biryara DMME’yê jî nayê berdan
09:18 'Cotkar li ber tunebûnê ne, bila zirara wan were tenzîmkirin'
09:05 Ji bo girtiyê nexweş serî li wezaretê hate dayin
09:04 Koçer xwe ji bo rêwîtiya zozanan amade dikin
09:02 'Hêviya aştiyê bi gavên dewlet diavêje re dikare mezin bibe’
09:01 Kuçukbalaban: Ji bo Abdullah Ocalan rayeya efûya taybet bi kar bînin
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2025'AN
20/04/2025
17:00 Hewldana 78’iyan: Em piştgiriyê didin hemû geşedanên aştiyê esas digirin
16:37 Xelkê Suryan Cejna Paskalyayê pîroz kir
16:37 Ji bo girtiyê nexweş Çam banga berdanê hate kirin
16:14 Serdanên ji bo nexweşxaneya Onder lê tedawî dibe didomin
15:58 Zozanên Hesendînê îcar jî ji bo baregeha leşkerî tê talankirin
15:24 ‘Daxwaza me ya ji bo azadiya birêz Ocalan dê neguhere’
15:24 Jinan li Amedê şitil danîn
14:40 DEM Partî: Serokwekîlên Koma me dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bikin
13:55 Hevşaredar li Serhedê civiyan: Di rojevê de xebat û bang hene
13:16 Artêşa tirk di du rojan de 358 caran êriş kir
13:16 Li Sûrê Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
13:15 Li Seyhanê êrişî avahiya DEM Partiyê hate kirin
12:49 Li Miksê cerdevanekî kesek kuşt
12:49 Operasyona ‘ewlehiyê’ ya li Kampa Holê di roja 3’yemîn de didome
11:10 Ji DEM Partiyê peyama Cejna Paskalyayê
10:47 Îlham Ehmed: Divê partiyên Kurd bibin yek û mafên Kurdan misoger bikin
10:25 Unsal: Divê Tirkiye pêdiviyên banga Ocalan cîbicî bike
09:52 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:50 Xizmên girtiyan: Bêyî azadiyê pêvajo pêş nakeve
09:49 DSÎ ava gundiyan difiroşe gundiyan
09:25 Dayika ‘Rêwiyê Xeyalê’ Aksu: Em xwedî li pêvajoyê derkevin
09:04 Newala Tekoranê bi xemla xwe geştiyaran mest dike
09:01 Kesên xizmên xwe di pevçûnê de winda kirine: Ji bo aştiyê divê gav bên avêtin
09:00 ROJEVA 20’Ê NÎSANA 2025’AN
19/04/2025
16:22 Ji bo rawestandina darvekirina 85 Belucan banga lezgîn
16:16 Bi girseyî beşdarî şîna Ûçûkan û Dala bûn