Bi vegotina Abdullah Ocalan pergala 'îşkenceyê' ya Îmraliyê

  • rojane
  • 09:24 30 Cotmeh 2024
  • |
img
RIHA - Tecrîda ku Abdullah Ocalan di 23’yê Cotmehê de bal kişand ser wê, 25 sal in berdewam dike. Ocalan di pirtûka xwe de pergala Îmraliyê wekî “pergala îşkenceyê” bi nav dike û dibêje ku ew li dijî vê têkoşîna heqîqetê dimeşîne. 
 
Piştî 43 mehên tecrîda mutleq a li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê, Di 23'yê Cotmehê de ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan agahî hat wergirtin. Abdullah Ocalan bi biraziyê xwe Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) ê Rihayê Omer Ocalan re hevdîtinek pêk anî. Omer Ocalan der barê hevdîtinê de ev agahî parve kirin: "Ev serdan di çarçoveya hevdîtina malbatê de pêk hat. Di hevdîtinê de birêz Ocalan der barê geşedanên siyasî yên giştî de nirxandin kir û xwest ku ev peyam ji raya giştî re were ragihandin: 'Tecrîd didome. Ger şert û merc çêbibin, ez xwed, wê hêza teorîk û pratîk im ku vê pêvajoyê ji pevçûn û tundiyê ber bi zemîneke hiqûqî û siyasî ve bibim.' Tenduristiya wî baş bû û bi baran silavên wî li her kesî hebû." 
 
Di peyama Abdullah Ocalan de "tecrîd" derket pêş. Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji roja ku di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hat kirin, didome. Her çend dem bi dem di encama berxwedan û çalakiyan civakî de tecrîd sivik bûbe jî, ev zêdeyî 25 sal in bênavber didome.
 
Abdullah Ocalan pergala Îmraliyê ya ku tê de di bin tecrîdê de ye, wekî “pergala îşkenceyê” bi nav dike. Nirxandinên herî berfireh ên Abdullah Ocalan ên der barê pergala Îmraliyê û tecrîdê de di parêznameya wî ya bi navê "Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk: Parastina Kurdan a di nava qirkirina çandî de" cih digire.
 
Abdullah Ocalan ku di parêznameya xwe de diyar dike ku ew li Îmraliyê "têkoşîna namûsê" dimeşîne, dibêje: "Pêvajoya dîlgirtinê ya li Îmraliyê, min neçar kir ku rastiya xwe bi kûrahî û rast fêm bikim." Ocalan diyar dike ku tevî tecrîda giran jî ew dixwaze Îmraliyê wekî "firsendeke çareseriya siyasî" binirxîne û dibêje, "Bedêl darvekirin bûya jî, min wiha dît ku rêya ewilî bê ceribandin divê ev be." 
 
'MIN ÎMRALIYÊ WEKÎ DIBISTANÊ NIRXAND'
 
Abdullah Ocalan di parêznameya xwe de bal dikişîne ser pergala Îmraliyê û avhewaya wê û dibêje: "Di dîrokê de hatiye tespîtkirin ku Îmralî ji ber avhewaya xwe ya di nava deryayê de, cihekî wiha ye ku fizîka mirov dimehîne. Ji dema Împaratoriya Bîzansiyan ve ji bo girtiyan ku dewlet wan herî zêde xeternak dibîne, wekî cihê sirgûn û mirinê hatiye bikaranîn. Ger rastiyên heqîqeteke pir mezin tune bin, ne pêkan e mirovek demeke wiha dirêj di van şert û mercan de deyax bike. Tenê ne ji bo xelasiya ji bandora xwedayê hegemonyaya netew-dewletê ku ez hepsî vê Zindana Giravê kirim, ji bo rûxandina rûpoşên wan jî Îmralî bû dibistaneke mukemel. Tenê ne ji bo ku kurd ji bandora vî xwedayî xelas bibin, ji bo avakirina pergala nû ya li ser esasê şîroveya zanistî ya xwezaya wan jî min Îmraliyê wekî dibistaneke rast nirxand. Hînkariyên dibistana Îmraliyê, tenê ne gelê me, gelên me, Tirkiyeya modêrn jî ji rewşa berê baştir kiriye. Ez dikarim bêjim ku bingeha Tirkiyeya Demokratîk têra xwe li Îmraliyê tê danîn. Ez di vê yekê de bi awayekî yekalî behsa para xwe nakim. Veguherîna dewletê bi xwe jî bi wêrekiya ku ji Îmraliyê hat girtin, pêkan bûye." 
 
‘NEDIHAT BÎRA XWEDAYÊN MÎTOLOJÎK'
 
Ocalan pêkanînên li Îmraliyê yên li hemberî wî wekî "Polîtîkaya Neteweyî ya Îmraliyê (MÎP)" bi nav dike û di beşa bi sernavê "Li ser jiyana min a li Girava Îmraliyê" de bi awayekî berfreh girtîgehê dinirxîne. Ocalan di beşa 21'ê Kanûna 2011'an de wiha dibêje: “Heta niha di hemû parêznameyên xwe yên nivîskî û diyalogên devkî de, min zêde bal nekişandiye ser jiyana xwe ya şexsî. Ji xeynî pirsgirêkên giştî yên tenduristiyê û têkiliya bi rêveberiya girtîgehê re, min negot ka ez çawa li dijî tecrîda ku bi taybet ji aliyê pergalê ve hatiye amadekirin û tenê li ser min tê meşandin li ber xwe didim û ez çawa li ber tenêtiyê radibim. Ez bawer im mijara ku herî zêde tê meraqkirin jî, tecrûbeyên min ên li hemberî vê tenêtî û westaniyê ye." 
 
Ocalan gava behsa jiyana xwe ya li Îmraliyê dike, îşaret bi zarokatiya xwe jî dike û bilêv dike ku yek ji aqilmendên gundê wî jê re gotiye "Lo li ciyê xwe rûne, ma di te de ciwa heye?" û wiha dibêje: "Wekî ku tê zanîn, ciwa hêmaneke pir herikbar e. Ez mirovekî wisa gerok bûm. Ger xwedayên mîtolojîk bifikiriyana, her hal wê cezayekî giran ên wekî girêdana bi zinarên Îmraliyê nehata bîra wan. Lê tevî vê jî, min ducreya yekkesî de deh sal temam kirine." 
 
AWAYÊ FIZÎKÎ YÊ ÎMRALIYÊ
 
Ocalan der barê avahiya fizîkî ya Îmraliyê de wiha dibêje: "Avhewa hem pir ritûbet e û hem jî hişk e. Ji aliyê fizîkî ve dibe ku bedena mirovan tune bike. Dema tecrîda odeyeke girtî jî li vê bê zêdekirin, bandora wê ya xisarkirinê a li ser bedenê zêdetir dibe. Ji bilî vê, di destpêka pêvajoya pîrbûnê de ez birim giravê. Ez demeke dirêj di bin kontrola FErmandariya Hêzên Taybet de hatim girtin. Ez ne şaş bim du salên dawî kontrola Wezareta Dadêê ket dewrê. Ji bilî pirtûk, rojname û kovarekê û radyoyeke yekqenalî tu derfetên min ên pêwendiyê tune bûn. Helbet çend mehan carekeê ji bo nîv saetî serdanên xwişk û birayan hebûn. Çendî bi hinceta 'rewşa hewayê' bihatan astengkirin jî, hevdîtinên heftane yên parêzeran jî hebûn. Bêguman ez van faktorên pêwendiyê kêm nabînim, lê ji bo mirov li ser pêyan bisekine têr nakin. Wê bîra min û vîna min mayina li ser pêyan û nerizandinê diyar bikirana." 
 
‘HÛN ÇAWA DIKARIN MILYONAN DI ODEYEKE TENG DE BIGIRIN?'
 
Ocalan diyar dike ku komploya li Îmraliyê li ser wî hatiye ferzkirin di asta "bi navê hêviyê tiştekî nehêle" de ye û wiha dibêje: “Bi vê armancê înfaza cezayê darvekirinê û şerê psîkolojîk demeke dirêj di rojevê de bû. Di rojên ewil de, min nikarîbû xeyal jî bikim ku ez ê çawa deyax bikim. Dest ji salan berde, min digot ez ê çawa salekê jî derbas bikim." 
 
Di berdewama nivîsê de Ocalan dipirse ku "Hûn çawa dikarin bi mîlyonan mirovan di odeyeke biçûk de bigirin?" wiha dibêje: "Bi rastî jî wekî Rêbertiya Netewî ya Kurd di şert û mercên ketina zindanê de min xwe kiriye senteza bi mîlyonan. Gel jî bi vî rengî fêm kir. Mirov nikare ji malbat û zarokên xwe bêpar bimîne, lê min ê çawa îdare bikira ku ji îradeya bi milyonan biqetim? Ji nameyên çend hevokî yên gel jî nedidan. Heya niha ji xeynî çend nameyên rêhevalên di zindanan de tu name nehatine. Min name neşandin. Ev dikarin bi her awayî tecrîdê bidin der." 

‘EZ Ê JIYANÊ BI HER KESÎ RE PARVE BIKIM’ 

Ocalan diyar dike ku li gel her cure neyîniyan jî Îmraliyê veguherandiye "qada şerê heqîqetê" û wiha dibêje: "Ez ne mirovekî ku pir xeyalan bikim. Divê baş were zanîn ku ez xwediyê şêwaza jiyanê me ku jê re realîzma şoreşgerî tê gotin. Ne jiyana min a piştî girtîgehê, ger em li jiyana min a ji zarokatiyê ve binerin, pirsên wiha dikarin baştir werin bersivandin. 'Serhildanên ewil' ên ku min li dijî desthilatdariya malbatê pêk anîn, di bin deh salî de bûn, di vê mijarê de îşaretên girîng hene. Wê demê jî ez serhildêrek tenê bûm. Min hewl da di parastina xwe de îtîrazên xwe ji civaka gund û bajaran re bînim zimên. Kesên eleqedar dikarin bi hev re pirs û bersivên pêwîst bibînin. Divê ez pir bi kurtî bibêjim ku ji bo min heya jiyan azad be gengaz e."
 
Ocalan di berdewamê de dibêje ku ew ê di her şert û mercî de ji bo yekîtiya neteweyan a demokratik û çareseriya gelen Rojhilata NAvînê  di nava têkoşînê de be û ew ê bi bi hêza etîk, estetîk, felsefe û zanistê ya ku kesayetiya wî ya heqîqetê bi dest xistiye bimeşe û jiyanê bi her kesî re parve bike.
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

16/06/2025
13:31 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
13:26 Civaknasê Îranî ku banga ‘şer bi dawî bikin’ kir hate girtin
12:12 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê dê biçin serdana Îmamoglû û Kaya
12:00 Tehliyeya Yilmaz ê 32 sal in girtî ye cara 8’an hate taloqkirin
11:54 Trump: Dema lihevkirinê hat
11:21 Girtiyê nexweş Guler tevî biryara dozger jî sewqî ATK’ê nayê kirin
11:07 Tehliyeya Canan ê ‘poşmantî’ red kir ji bo 6 mehan hate taloqkirin
11:01 Serokê Federasyona Komeleyên Suryan: Em piştgiriyê didin pêvajoyê
09:32 Xwebûn bi manşeta ‘Bingeha kolektîfbûnê’ derket
09:12 Kêla gora Turan hate texrîbkirin: Heke biratiyê bixwazin divê pêşiya van êrişan bigirin
09:07 Xizmên girtiyên nexweş: Divê astengiyên li pêşiya berdana wan bên rakirin
09:04 27 salên beriya Sema Yuceyê: Îrade tiştekî cuda ye
09:02 Denîz Poyraz 4 sal berê hat qetilkirin: Em ê ji bîr nekin
09:01 Şerê Îsraîl-Îranê di roja 4’an de ye: Tesîsên enerjiyê di hedefê de ne
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2025'AN
15/06/2025
16:53 HDK’ê kesên di Komkujiya Seyfoyê de jiyana xwe ji dest dan bîr anî
16:48 Li Êlihê şaneşîn kete xwarê: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:45 ‘Mafê hêviyê dê ji bo dewletê bibe gavekî girîng’
16:16 Hefteya Koçberiyê: Em malên xwe yên hatine şewitandin, mafên xwe yên hatine xespkirin dixwazin
15:49 Fransa, Ingilistan û Almanyayê teklîfa muzakereyan li Îranê kir
14:39 Partiya Çep a Kesk civîna xwe ya PM’ê li dar xist
13:23 Meclisa Ekolojiyê ya Amedê hate avakirin
13:10 Keskîn Bayindir: Felsefeya Ocalan pêkvejiyanê pêşkeşî me dike
12:55 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo zarokan şahî li dar xist
11:15 Şerê Îsraîl-Îranê di roja 3’yan de didome
10:55 Pisporê Rojhilata Navîn Ozkan: Şer ne çareserî ye, çareserî pergala demokratîk e
10:47 Malbatên PKK’iyên ji hêla PDK’ê ve hatine girtin: Em dixwazin agahî ji zarokên xwe bigirin
10:24 Welîd Çolî: Şerê Îsraîl-Îranê şerê serdestiyê ye
10:23 Trump gef xwar: Heke Îran êriş bike em ê tevahiya hêza xwe ya leşkerî bi kar bînin
10:00 Partiyên siyasî yên Kurd dixwazin bi Ocalan re hevdîtin pêk bînin
09:45 Hejmara 120’an a kovara Jinê derket
09:42 Ji bo girtî Erbaga banga hestiyariyê
09:39 Dîmenên nû yên texrîbata ekolojîk a li Gabarê
09:36 Mîrateya Qral Sakon: Gundê Sakê
09:24 Serokê Baroya Wanê: Divê retorîka ‘Tirkiyeya bêteror’ bê terikandin
09:23 Ji bo koçeran rêya bi kort, ji bo baregeha leşkerî rêya betonê
09:05 Li Edeneyê posterê Abdullah Ocalan hate hilayistin
09:03 ‘Divê dewlet bi lezgînî gav bavêje’
09:02 Di dema agirbestê de birayê wî jiyana xwe ji dest da: Êrîş baweriyê kêm dike
09:01 ROJEVA 15’Ê HEZÎRANA 2025’AN
14/06/2025
16:53 Êrişên Îsraîlê berdewam in: 3 zanyar hatin kuştin
16:35 PJAK’ê der barê Îranê de daxuyanî da: Azadî di têkoşîna demokratîk a gel de ye
16:01 Li Pirsûsê ji bo Altûn û Kaytan merasîma bibîranînê li dar ket
15:32 Bayindir: Bila dewlet dev ji helwestên êrişkar berde
14:46 Li Îzmîrê agir bi daristanê ket
14:27 Dayikên Şemiyê aqûbeta Nûrettîn Çûr pirsîn
14:21 Girtiyê ku tehliyeya wî 5 caran hatibû taloqkirin tehliye bû
14:17 Ji bo jinên girtî kartên piştgiriyê
14:06 Çalakiya KHK: Divê li welat aştî pêk were
13:54 Ji xizmên windayan banga ‘rûbirûbûnê’
13:09 Îran: Beşdariya me ya guftûgoyan ne diyar e
13:01 Şenyaşar hatin bibîranîn: Divê ji bo aştiyê gav bên avêtin
12:51 Di êrîşa li dijî Tebrîzê de 2 fermandarên Îranê hatin kuştin
12:42 Bakirhan: Hevdîtina Ocalan a bi lîderên Kurd re dê pêvajoyê xurt bike
11:56 Serokê komeleyê di êrişa bi çek de jiyana xwe ji dest da
11:44 Li Îranê Serfermandarê Giştî yê Artêşê hate tayînkirin
11:38 Li Şirnexê li hemberî îstîsmara zayendî bertekên hevpar: Bila kiryar bên cezakirin
11:20 Îranê Tengava Hurmuzê girt
11:18 Serokên Baroyên 15 bajaran ji bo rojevê dê biçin Enqereyê
10:59 Gerry Adams piştgirî da Ocalan: Azadiya wî mijareke jiyanî ye
10:41 Dê Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz bê lidarxistin
10:32 Welatiyên Tirkmen pêvajo nirxandin: Em bi Abdullah Ocalan bawer in
10:30 Dr. Yildiz Onen: Divê mafên penaberan bên qebûlkirin
09:41 Wesayîta karkeran qeza kir: 20 karker birîndar bûn
09:34 Welatiyên Mexmûrê piştgirî dan banga Ocalan: Divê firsend ji dest neçe
09:34 Îranê bi fuzeyan êrîşî Îsraîlê kir
09:02 Welatiyên Dêrsimê: Bila êrîş rawestin, meclîs komîsyonê ava bike
09:01 Di vê pêvajoyê de azmûna desthilatdariyê: Rêveberiyên herêmî
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2025'AN
13/06/2025
22:49 7’emîn Rojên Ma Musicê di roja 2’yan de domiya
22:34 Îranê bi fuzeyan êrişî Îsraîlê kir
22:25 Netanyahu: Êriş dê bidomin, Îran dê bersivê bide
22:12 Êrişên Îsraîlê didomin: Li Tehranê dengê teqînan
22:02 Reyhan Hacioglû ji girtîgehê derket: Dê li cihê min hiştibû bidomînim
21:53 DEM Partî: Êrişên Îsraîlê zirarê didin gel û sivîlên herêmê
21:48 Netanyahu bi Trump û Putîn re hevdîtin kir
21:41 Enqere bi rojeva êrişên Îsraîlê civiya
21:33 Ekîncî ku piştî 30 salan hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da
21:18 Konseya Ewlekariyê ya NY’ê li ser daxwaza Îranê dê îro bicive
17:59 Êrişên li dijî Îranê: 78 kes mir û 329 kes birîndar bûn
17:55 KCK’ê têkildarî êrişên Îsraîlê daxuyanî da
16:06 Li Pirsûsê hevdîtina DEM Partiyê ya bi cotkaran re: Em bi berhemdêran re ne
16:05 Bakirhan dê biçe serdana partiyên siyasî
16:04 Bexdayê hemû rêyên ber bi Herêma Kesk ve diçin girt
15:54 Erdogan: Îsraîl, herêmê ber bi felaketê ve dibe
15:48 Ji bo mexdûrên şewatê komîsyona piştevaniyê hate avakirin
15:43 Lîderên 3 welatan bi rojeva Îranê hevdîtin kirin
15:27 Pezeşkiyan: Em ê bersiveke xurt û dijwar bidin
15:06 Bernameya Hefteya Koçberiyê aşkera bû: Vegerin xaka xwe
14:57 Kakşar Oremar: Ev êriş ji bo Îran dev ji hilberandina çekên nukleerî berde hate kirin
14:26 Li Şirnexê şewat derket
14:24 Li Şemrexê şewat: Li cihekî hate tefandin li cihekî dîtir derket
14:05 Ji Trump daxuyaniyeke nû: Êrişên din dê bêrehmtir bin
13:51 Li Sûriyeyê çi diqewime?
13:50 Der heqê girtiyên li Herêma Federe ya Kurdistanê agahî hatin xwestin
13:27 Îsraîl: Qonaxa ewil a êrişan temam bû
13:26 Rojnameger Reyhan Hacioglû tehliye bû
12:45 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Îranê banga civîna lezgîn li NY’ê kir
12:43 NATO: Êrişa Îsraîlê ya li dijî Îranê yekalî ye