Li Cizîrê 5 kes bi lêdanê binçavkirin

  • rojane
  • 13:21 30 Cotmeh 2024
  • |
ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê di serdegirtina malan de 5 kes bi lêdanê hatin binçavkirin. Yûsûf Kaplan dema li nexweşxaneyê dihate dermankirin hate binçavkirin. Polîsan di dema binçavkirinê de îşkence li Abdulkerîm Uzen kirin. 
 
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîsan di danê vê sibehê de, bi serdegirtina malan de Abdûlkerîm Uzen, Welat Karagoz, Rênas Dûymak û kesekî ku navê wî nehate zanîn bi lêdanê binçav kirin. Welatiyê bi navê Yusuf Kaplan ku li bajarê Dîlokê di nexweşxaneyekî de dihat dermankirin jî hate binçavkirin. Hat hînbûn ku dê Kaplan jî bînin Şirnexê. Kesên hatin binçavkirin piştî nexweşxaneyê birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê. Hat hînbûn ku binçavkirin di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Şirnexê daye destpêkirin de ye.
 
Bavê Abdûlkerîm Uzen, Orhan Uzen ê di serdegirtina malan de rastî lêdanê hat, diyar kir ku polîsan çek dirêjî wan kiriye û anî ziman ku di dema binçavkirinê de hate derbkirin û wiha axivî: "Di vê sibêhê saet di 05.00'an de avêtin ser mala me. Dema me derî vekir êrîşî me kirin. Li kurê min pirsîn. Kurê min got, 'Hûn pirsa min dikin lê ji bavê min çi dixwazin' piştî ku kurê min wisa got 4 kesan êrişî wî kirin. Û bi qontaxa çekê li rûye wî dan. Leva wî teqiya û ket erdê. Piştî ku ket erdê wan xwe avetin ser û lêxistin. Me jî bertek nişan da. Ji ber wê êrişî me jî kirin. Li milê min dan. Hê jî milê min reş û şîn e. Gotin em ê bi pêlavan bikevin hûndir lê me nehişt."
 
'CILÊ WÎ QETANDIN Û BI TAZÎ BIRIN'
 
Uzen, ragihand ku di dema binçavkirinê de polîsan berê çekan dane wan û ev tişt gotin: "Ez û du zarokên min jî derb kirin. Em li êrdê dirêj kirin û êrişî me kirin. Cilên kurê min ê ku hat binçavkirin jî qetandin. Bi awayekî tazî ew birin nexweşxaneyê. Me cilê wî birin nexweşxanê lê nehiştin em cilan bidin wî. Bi 4 wesayitên zirxî mala me dorpêç kiribûn. Piştî berteka me hemûyan êrişî mala me kirin û berê çekan dan me."

Sernavên din

23/04/2025
12:01 Ji bo berdana girtiyê nexweş Çam serlêdan hate kirin
12:00 Pezê xwe firot û ji bo rêwiyan mêvanxane ava kir
10:58 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:57 Li Şaredariya Şirnexê nelirêtî û bêusûliyên AKP’iyan
10:36 'Nûçeyên der barê vekişînê de manîpulasyon in'
10:24 Daxwaza Elewiyan: Hemwelatiya wekhev, azadiya baweriyan û aştî
09:48 ‘Tirkiye ji bo zarokan veguheriye dojehê’
09:02 Kurekî wê jiyana xwe ji dest da, yek jî di nava PKK'ê de ye: Aştiyeke yekalî nabe
09:01 Ji jinan berteka bo sezeryanê: Bila rêzikname bê betalkirin
09:01 'Divê tayinên dibistana projeyê zelal bin û bên kontrolkirin'
09:00 ROJEVA 23’YÊ NÎSANA 2025’AN
22/04/2025
16:39 Ji bo Gulsun Tan sersaxî
16:31 Qaymeqam navê 'Parka Aştiyê ya Orhan Dogan' red kir
16:27 Tedawiya Onder di roja 7'emîn de ye: Serdanên Baroyê û derdorên cuda
15:56 Fuara Çandinî û Sewalkariyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:46 Bakirhan: Bila êdî geşedanên girîng û nû çêbibin
15:36 Rojnameger Rabîa Onver îfade da
15:35 Doza Yenî Yaşamê hat taloqkirin
14:51 Ozge Ozbek li Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin
14:36 Li Amedê bernameya Roja Rojnamegerên Kurd
14:28 Li gelek bajaran starta 'Aştî û Civaka Demokratîk'
14:14 Hevşaredar Şedal û Zeydan beraet kirin
14:06 Qedexeya derketina derveyê welat a rojnameger Gok dîsa nehat rakirin
13:52 10'emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê dike
13:11 DEM Partiyê têkildarî Roja Rojnamevanên Kurd daxuyanî da
13:03 Ji bo tayînkirina qeyûmê li şaredariya Şîşliyê betal bibe doz vekirin
13:03 Girtiyê nexweş Çam ku krîza dil derbas kir dîsa şandin girtîgehê
13:02 Cenazeyê Çelîk piştî 6 salan dan malbatê
12:45 Bakirhan peyama Ocalan ragihand: Divê geşedanên ku pêvajoyê bileztir bikin hebin
12:24 Di doza Nîmet Tanrikûlû de taloqkirina 'yek kirina' dozê
12:18 Girtî Uysal: Em birin hucreya yek kesî
12:13 Li Tişrînê alî nêzî lihevkirinê ne
11:48 Li Wanê mirina bi guman a jinekê
11:46 Dixwazin kana madenê mezintir bikin
11:45 Mazlûm Ebdî: Konferansa Neteweyî wê di 26 'ê Nîsanê de were lidarxistin
11:33 Li Balikesirê mirina bi guman a jinekê
11:33 Ji parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan
11:24 Roja Rojnamegerên Kurd: Em mîrateya berxwedana 127 salan in
11:22 Li Hesandinê jiyan di xetereyê de ye
10:59 Welatî ji bo çareseriyê îşaret bi parlamentoyê dikin
10:49 Erdogmûş: Divê têkoşîna aştî û demokrasiye tenê li ser milê Kurdan nemîne
10:40 Ji ber ‘boykotê’ şanoger bi lînçê re rûbirû man
10:19 6 xizmên xwe di pevçûnê de winda kir: Ger dewlet samîmî be divê gav bavêje
09:51 Berwarî: Eger pirsgirêka komên çekdar neyê çareserkirin dê Iraq zirarê bibîne
09:48 Tevî biryara AYM'ê jî nayê berdan
09:26 Li Bazara Şivanan bazarî dest pê kir
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan a li dijî girtîgehên wekî bîran didome
09:02 Berdana girtiyê nexweş 6 mehan hat taloqkirin
09:00 ROJEVA 22'Ê NÎSANA 2025
21/04/2025
23:13 Girtiya nexweş Ozge Ozbek ji bo dermankirinê hat tehliyekirin
22:58 Ji Omer Çelîk daxuyaniya der barê 'pêvajoyê' de: Dibe ku di vê mehê de geşedanên nû çêbibin
20:47 Ji Abdullah Ocalan ji bo Onder peyam
16:21 Ji bo Dayika Aştiyê Sakîne Arat mewlûd hate dayin
16:11 DEM Partiyê têkildarî Ahmet Turk daxuyanî da
15:50 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
14:56 Rojnamegera polîsên gef lê xwar serî li ÎHD’ê da
13:54 Şandeya HDK, DBP û DEM Partiyê li Hewlêrê ye
13:49 Parêzeran bertek nîşanî girtina Kozagaçli dan
13:23 Xelk naxwaze li mêrgên Amedê GES bên çêkirin
12:06 Bijîşkên Onder: Metirsiya li ser jiyana wî didome
12:05 Papa Francis jiyana xwe ji dest da
12:02 Lêgerîna tazî ya li dijî xizmên girtiyan ji Wezareta Dadê pirs kir
11:44 Li Xakûrkê teqîn: 3 cerdevan birîndar bûn
11:02 Xwebûn bi manşeta ‘Em ji hêza xwe bawer in’ derket
10:48 Ekrem Îmamoglû dê ji ber ‘dîplomayê’ îfadeyê bide
10:27 Ji bo tespîtkirina pirsgirêkan derî bi derî digerin
10:20 Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
09:55 Çavê girtî Boltan nabîne, destê wî tune ye: Tevî biryara DMME’yê jî nayê berdan
09:18 'Cotkar li ber tunebûnê ne, bila zirara wan were tenzîmkirin'
09:05 Ji bo girtiyê nexweş serî li wezaretê hate dayin
09:04 Koçer xwe ji bo rêwîtiya zozanan amade dikin
09:02 'Hêviya aştiyê bi gavên dewlet diavêje re dikare mezin bibe’
09:01 Kuçukbalaban: Ji bo Abdullah Ocalan rayeya efûya taybet bi kar bînin
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2025'AN
20/04/2025
17:00 Hewldana 78’iyan: Em piştgiriyê didin hemû geşedanên aştiyê esas digirin
16:37 Xelkê Suryan Cejna Paskalyayê pîroz kir
16:37 Ji bo girtiyê nexweş Çam banga berdanê hate kirin
16:14 Serdanên ji bo nexweşxaneya Onder lê tedawî dibe didomin
15:58 Zozanên Hesendînê îcar jî ji bo baregeha leşkerî tê talankirin
15:24 ‘Daxwaza me ya ji bo azadiya birêz Ocalan dê neguhere’
15:24 Jinan li Amedê şitil danîn
14:40 DEM Partî: Serokwekîlên Koma me dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bikin
13:55 Hevşaredar li Serhedê civiyan: Di rojevê de xebat û bang hene
13:16 Artêşa tirk di du rojan de 358 caran êriş kir
13:16 Li Sûrê Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
13:15 Li Seyhanê êrişî avahiya DEM Partiyê hate kirin
12:49 Li Miksê cerdevanekî kesek kuşt
12:49 Operasyona ‘ewlehiyê’ ya li Kampa Holê di roja 3’yemîn de didome
11:10 Ji DEM Partiyê peyama Cejna Paskalyayê
10:47 Îlham Ehmed: Divê partiyên Kurd bibin yek û mafên Kurdan misoger bikin
10:25 Unsal: Divê Tirkiye pêdiviyên banga Ocalan cîbicî bike
09:52 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:50 Xizmên girtiyan: Bêyî azadiyê pêvajo pêş nakeve
09:49 DSÎ ava gundiyan difiroşe gundiyan
09:25 Dayika ‘Rêwiyê Xeyalê’ Aksu: Em xwedî li pêvajoyê derkevin
09:04 Newala Tekoranê bi xemla xwe geştiyaran mest dike
09:01 Kesên xizmên xwe di pevçûnê de winda kirine: Ji bo aştiyê divê gav bên avêtin
09:00 ROJEVA 20’Ê NÎSANA 2025’AN
19/04/2025
16:22 Ji bo rawestandina darvekirina 85 Belucan banga lezgîn
16:16 Bi girseyî beşdarî şîna Ûçûkan û Dala bûn