NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 12 sal in li bajarê Strasbourg ê Fransayê çalakiya nobetê didome. Di hefteya 645’an de koma ku ji herêma Zurîh ê Swîsreyê hatî, çalakî dewr girt.
Bi pêşengiya Înîsiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û mîsogerkirina azadiya wî ya fizîkî, ji 25’ê Hezîrana 2012’an ve çalakiya “Nobeta Azadiyê” tê lidarxistin.
Her hefteyê ji welatên cuda yên Ewropayê komek tê û çalakiya nobetê dewr digire. Di hefteya 645’an de 5 welarparêzên ku ji herêma Zurîh ê Swîsreyê hatin, çalakî dewr girtin.
Di komê de Tanju Eren, Alî Kara, Mehmet Şeker, Zekî Guner û Cuneyt Alici cih digirin. Li ser navê komê Alî Kara axivî û wiha got: “Heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me wê têkoşîna me bênavber berdewam bike.”
Kara bang li saziyên navneteweyî kir û wiha got: “Divê demildest gavên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me bên avêtin.”Tanju Eren jî diyar kir ku weke kom heta ku komeke din çalakiya nobetê dewr bigirin wê çalakiya xwe hefteyeke bidomînin û got: “Ev nobet wê heta azadiya Rêber Apo dewam bike.”
Tanju Eren destnîşan kir ku tevî ku di demeke nêz de hevdîtin bi Rêber Apo re hatiye kirin jî, tecrîd dewam dike û heta tecrîd ranebe qala tu pêvajoyê neyê kirin.”