WAN - Rojnameger Oznûr Deger li Serdozgeriya Komarê ya Wanê giliyê kesên ku ji ber nûçeya xwe ya der barê çeteya şantajê de ku Ozcan Polat wê bi rê ve dibe, kir.
Nûçegihana JINNEWS'ê Oznûrê Deger duh nûçeya bi ser navê "Li Wanê çeteyê şantajê: Ozcan Polat kî ye?" çêkir. Ji ber vê nûçeyê Ozcan Polat û xizmên wî gef li Degerê xwarin. Degerê li Serdozgeriya Komarê ya Wanê gilî kesên ku gef lê xwarin kir.
Degerê ligel parêzeran bi sûcê "gefxwarin" û "heqaretê" gilî kir û ji ber ewlehiya canê wê tune ye daxwaza girtina biryara dûrxistina Ozcan Polat û xizmên wî kir.