Cara sêyemîn e ku qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê tê kirin: Qeyûman Êlihê şêlandiye

  • rojane
  • 10:17 5 Mijdar 2024
  • |
img
ÊLIH - Cara sêyemîn e ku qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê tê kirin. Kirinên qeyûm ev in; rakirina xebat û tabelayên kurdî, bi milyonan şaredariyê xistiye bin deyn, mal û milkên şaredariyê hîbeyî saziyên din kiriye û deriyê kar û îhaleyê ji alîgiran re vekiriye. 
 
Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji sala 2016’an ve polîtîkaya qeyûman xistiye dewrê û dixwaze vê polîtîkaya xwe bidomîne. Li ser vê domandina polîtîkaya qeyûman carek din awir zivirîn ser pêkanînên qeyûman. Duh dîsa li ser daxwaz û fermana desthilatdariyê qeyûm danîn ser Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetiyê. Şaredariya Êlihê ev cara sêyemîn e ku di hedefa qeyûm de ye. Cara ewil di îlona 2016’an de û cara duyemîn dia dara 2020'an de qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê hat kirin. Bi tayînkirina qeyûmê dawî re ev dibe serdema sêyemîn ku îradeya gelê Êlihê tê desteserkirin. Her cara qeyûm hat danîn, şaredariyê di bin deyn de hişt. Waliyê Êlihê Ekrem Canalp ku niha wek qeyûm hatiye tayînkirin, beriya niha jî qeyûm bû û şaredariyê 3 milyar û 53 milyon û 977 hezar û 75,91 lîre di bin deyn de hiştibû. 
 
DIJMINATIYA LI HEMBERΠKURDΠ
 
Waliyê Êlihê Hulusî Şahîn ku di 23’yê adara 2020’an de wek qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin karê wî yê ewilî ew bû ku malpera kurdî ji holê rake. Her wiha nivîs3en trafîkê “pêşî peya” jî rakir û di 21’ê hezîrana 2022’yan de peykerê helbestvanê kurd Cegerxwîn yê li Parka Kîne Em rakir. Şûna Sînemaya Yilmaz Guney ya ku ji aliyê qeyûmê serdama 2016’an ve hat şewitandin û xerakirin, veguherandin parkê. Bi fermana qeyûm di 9’ê adara 2024’an de li Cadeya Gulistanê ciwanên ku formayên Amedsporê li xwe kiribûn û stranan digotin ji aliyê zabiteyan ve hatin astengkirin. 
 
AKP’IYAN GIRTIN KAR 
 
Qeyûmê Êlihê di 30’yê hezîrana 2021’an de Serokê Ciwanên AKP’a Sêrtê Îbrahîm Bedûk kir Midûrê Nivîsgeha Taybet. Her wiha qeyûm keça cîgirê xwe Adnan Yoruk, Sena Yoruk jî di çileya 2021'an’de li şaredariyê wê hilda kar. Qeyûm hevjînê Adile Gurbuz a AKP’yî, Metîn Gurbuz jî bi awayek bêezmûn girt kar û piştî demek kin wî tayînî cîgirtiya qeyûmtiyê kir. 
 
ÎHALEYAN DAN ALÎGIRAN 
 
Di navbera adara 2020 û çileya 2024’an de bi sedan îhale hatin kirin û qeyûm hemû îhaleyan pêşkêşî alîgirên xwe ango alîgirên AKP’ê kir. 
 
NEGUHEZBARÊN ŞAREDARIYÊ DERXIST BER FIROTINÊ 
 
Di gulana 2021'an de ji bo xebata îmajê 825 hezar lîre hat xerckirin û ji bo vîdoeyên spot ku hatin kişandin di bin navê “nûçeyan” de pere serwîsî televîzyonên alîgir hat kirin. Di meha remezanê ya sala 2021’an de di bin navê “şahiyên” remezanê de ji qaseya şaredariyê 500 hezar lîre hat xerckirin. Qeyûm bi 11 neguhezbarên şaredariyê re rêya aîdî cemaweriyê jî di nav de derxist ber firotinê. Di nav van neguhezbarên şaredariyê de gelek cih hebûn. Qeyûm Bazara Genim ku 116 dikandar lê hebûn derxist ber firotinê. Lê belê ji ber ku kes tev li îhaleyê nebû, ev cih nehat firotinê. Qeyûm xwest Batman Park AVM’ê bifiroşe şirketek alîgiran li ser nerazîbûnê biryara firotinê hat betalkirin. 
 
BUDÇE PÊŞKÊŞÎ SAZIYÊN DIN HAT KIRIN 
 
Qeyûman ji budçeya şaredariyê bi milyonan pere dan sazî û dezgehên din ên dewletê. 
 
QEYÛM GUHERÎ LÊ RANT NEGUHERΠ
 
Di 12’ê gulana 2022’yan de Ekrem Canalp tayînî şûna walî Hulusî Şahîn hat kirin. Canalp ji wê rojê heta 31’ê adara 2024’an wek qeyûm li bajêr gelek kar û tiştên nelirê kirin. 
 
Qeyûm gelek deverên Êlihê ji bo îmarê vekir. Li ser daxwaza meclisa şaredariyê ya di bin rêveberiya qeyûm de biryar hat dayîn ku li kêleka Çemê Êlihê Herêma Pîşesaziya Organîzeyê bê sazkirin. 
 
Li Êliha ku di bin rêveberiya qeyûm de bû, di meha mijdara sala par de ji ber baranê li taxa Seyîtlerê lehî rabû û gelek mal di bin avê de man. Di lehiyê de Lalîhan Guner (54) û neviyên xwe Asenat (1), Îsrafîl (5) û Bîrgul Guner (9) di lehiyê de jiyana xwe ji dest dan. 
 
QEYÛM JI BO NAMZETÊ AKP’Ê XEBITΠ
 
Ji bo hevjîna qeyûm Ekrem Canalp beşdarî şahiyan bibe gelek bernameyên taybet hatin çêkirin û pere li ser vê hat xerckirin. 
 
Her wiha qeyûm di pêvajoya hilbijartina xwecihî de ji bo namzetê AKP’ê Adîl Sebatî Ceylan xebitî û ji budçeya şaredariyê bi milyonan lîre xerc kir. 
 
AK CAREK DIN TÊK ÇÛ 
 
Du serdemên ku Êlih ji aliyê qeyûman ve hat birêvebirin, di hilbijartina xwecihî de AKP carek din li bajêr têk çû. Di hilbijartina xwecihî de namzetên DEM Partiyê bi ser ketin. Hevşaredar Gulistan Sonuk piştî dest bi wezîfeya xwe kir, kirin 3u diziya qeyûm yek bi yek eşkere kir û anî ziman. Sonuk diyar kiribû ku qeyûm gelek mal û milkên şaredariyê firotiye û dewrî saziyên dewletê kiriye. 
 
 

Sernavên din

30/04/2025
10:44 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
09:49 Li Mûglayê li pey hev erdhej çêbûn
09:46 Li Îzmîr û Stenbolê serdegirtinên malan
09:45 Çukurova ji 1’ê Gulanê re amade ye
09:32 HDK dê ji bo banga Abdullah Ocalan 'kursiyên gel' çêbike
09:31 Li gorî TEM'ê her ala yên PKK/KCK'ê ne!
09:30 Jin pêşengtiya seferberiya ‘bangê’ dikin
09:13 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 18 kes hatin girtin
09:12 ‘Em ê 1'ê Gulanê bi ruhê pêvajoyê pîroz bikin'
09:11 Îdareya Taybet a Bajêr ji AKP'ê re dixebite!
09:11 Li Şirnexê mamosteyekî dest avêt 4 zarokan
09:00 ROJEVA 30’Ê NÎSANA 2025’AN
29/04/2025
16:31 Ji ber stranên Kurdî 10 meh cezayê hefsê dan siyasetmedaran
16:28 Serokkomarê Iraqê qanûna bajarbûna Helebceyê îmze kir
16:16 Şandeya DBP û DEM Partiyê çû serdana MSD’ê
16:10 Rêveberiya Xweser 1’ê Gulanê wek roja betlaneyê ragihand
15:54 Di doza zaroka Êzidî de der heqê parêzeran de serlêdana sûc hate kirin
15:43 ‘Ji bo serkeftina pêvajoyê divê lez bidin hewldanan’
15:31 Baroya Îzmîrê: Li ser jiyana Aslan û Zîncîr xetereyeke cidî heye
15:17 Çelebî piştî 31 salan hate bajarê xwe
14:37 Di doza SES’ê de biryar nehat dayin
14:29 Kesên di 1’ê Gulanê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:14 TJA: Jiyana demokratîk dê bi keda jinê bê avakirin
13:47 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Sepana qeyûman bi dawî bikin
13:41 GABB’ê civîna xwe ya asayî ya salane li dar xist
13:32 Doza Komkujiya Pirsûsê: Piştî 10 salan dê dîmenan ji pisporan re bişînin
13:04 Danişîna doza revandina zaroka Êzidî dest pê kir
12:56 Di doza teqîna Pasûrê de biryara guhdarîkirina şahidan hate dayin
12:45 Tulay Hatîmogûllari: Em bang li îktîdarê dikin ku îradeyeke pênber raber bike
12:44 Tevî agirbestê jî êrişên dewleta tirk didomin
12:18 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:17 Pelîn Yilmaz jiyana xwe ji dest da
11:37 Li gorî TUÎK’ê bêkarî kêm bûye
11:34 Kuçukbalaban: Divê dewlet nexşerêya xwe aşkera bike
10:17 ‘Em ê bi dirûşma civaka demokratîk li qadên 1’ê Gulanê bin’
09:43 Jinên ciwan dê di 1’ê Gulanê de têkoşîna wekheviyê mezin bikin
09:23 Li Bestayê di bin kontrola leşkeran û bi destê cerdevanan dar tên birîn
09:11 Çîçeka nadîde ya biharê: Guldexwîn
09:03 'Divê dewlet û Kurd peymanê îmze bikin'
09:02 Seroka AKDAM'ê: Heya tundiya li ser jinê bi dawî nebe wê têkoşîna me bidome
09:01 Parêzerê girtiyê ku krîzê li dilê wî xist: Divê demildest bê berdan
09:00 ROJEVA 29’Ê NÎSANA 2025’AN
08:42 Serdegirtinên beriya 1’ê Gulanê: 92 kes hatin binçavkirin
28/04/2025
16:22 Li gelek bajaran ji bo 1’ê Gulanê bang hate kirin
16:09 ‘Faîlên Roboskê ev 160 meh in nehatine darizandin’
15:52 Iraqê Şara vexwend Lûtkeya Ereban
15:50 Di 12 salan de herî kêm 764 zarok di cînayetên kar de hatin qetilkirin
15:34 Li Stenbolê erdhejeke din çêbû
15:29 2 sal cezayê hefsê dan Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê
15:25 Li Îranê 2 kolber birîndar bûn
15:25 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Daxwaza me ya sereke azadiya fîzîkî ya Ocalan e
15:07 Kesên li Kazanci Yokuşu hatin qetilkirin hatin bîranîn
14:57 Xwendekara piştgirî da Pexşan Ezîzî hate girtin
13:19 Piştî sewqê lêgerîna tazî û lêdan
13:08 Rewşa Onder krîtîk e: Refleksên wî yên mejî kêm bûne
12:34 ÎHD: 335 jê rewşa wan giran bi giştî herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş hene
12:11 Rêxistinên civaka sivîl û baro: Ji bo 'mafê hêviyê' divê qanûn tavilê bên guhertin
11:20 'Di konferansê de derket holê ku hewcedarî bi peymana jinan heye'
11:01 YNK û PDK ji bo hikûmeta nû dê cara 12’emîn bicivin
10:50 Ji nexweşxaneyê daxuyanî: Metirsiya li ser jiyana Onder didome
10:42 ‘Tirkiye ne di wê pozîsyonê de ye ku bikare dengê xwe ji têkiliyên li Qibrisê re bike’
09:56 Xwebûn bi manşeta ‘Dawiya kedxwariyê nêz e’ derket
09:32 Li Kutahyayê bi pileya 3.9’ê erdhej çêbû
09:19 Geneviève Garrigos: Modela Rojava ji bo pêşeroja Sûriyeyê girîng e
09:04 Ji PKK’ê daxuyaniya têkildarî ‘kongreyê’
09:04 Li Samsunê hezaz: 2 jê zarok 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:02 Delegeyên Konferansa Yekrêziya Kurd: Niha dema Kongreya Neteweyî ya Kurd e
09:02 'Di pêvajoyên biryardayinê de divê jin xwedî gotin bin’
09:02 DEM Partî: Bi coşa Newrozê ber bi 1’ê Gulanê ve
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2025'AN
27/04/2025
16:52 Girtiya siyasî ji ber ber bêdengiya li dijî darvekirinan dest bi greva birçîbûnê kir
15:52 'Di dosyaya Rojîn Kabaîşê de bila lêpirsîneke serbixwe bê destpêkirin’
15:39 Bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ meş hat lidarxistin
15:38 Şandeya DBP û DEM Partiyê çû serdana Reqayê
15:23 Ji bo Tanju Kaya şîn hate danîn
15:18 Rêveberiya nû ya MATUHAYDER’ê diyar bû: Divê tecrîd bê rakirin
15:13 Li Humsê gora komî hate dîtin
14:37 Meral Daniş Beştaş: Mijara herî girîng, mercên xebatê yên azad ên Ocalan in
13:57 Bîlançoya teqîna li bendergeha Îranê giran dibe
13:47 Rejîma Îranê cenazeyê Heydaranlu radestî malbata wî nake
13:26 Civîna navberê ya Komxebata Stargehên Jinan bi dawî bû
12:51 Vaye belgeya dîrokî ya di Konferansa Yekrêziya Kurdî de hate erêkirin
12:50 Dewleta tirk di sê rojan de hezar û 164 caran êriş kir
12:30 Li Cizîrê civîna jinan a rêveberiyên herêmî hat lidarxistin
12:22 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê Ocalan azad bibe
12:13 Li Kanadayê wesayîtekê da ser welatiyên tev li mihrîcanê bûn
12:12 Kenanoglû: Rola Sirri Sureyya Onder a di civakîkirina aştiyê de mezin e
11:21 ‘Konferansa Yekitiya Kurdî li ser banga Abdullah Ocalan civiya’
10:57 Jin di têkoşîna li dijî tiryakê de bibiryar in
10:35 Li Amedê dê pêvajo ji milyonek kesan re bê vegotin
10:27 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:09 Li Girtîgeha Tokatê ev 7 meh in tedawiya girtiyan tê astengkirin
09:44 Rojnameger Tar: Cihê Qibrisê girîng e lê Kurd jî xwedî pozîsyoneke ewqas girîng in
09:05 Di şer de ji malbata xwe 19 kes winda kir: Bila dewlet gavan biavêje
09:00 ROJEVA 27’Ê NÎSANA 2025’AN
26/04/2025
19:56 Xelatên İbrahim Ehmed dan Şervan Kobanê, Amedspor, Mezlûm Ebdî û Zara Mihemedî
17:49 Li Qahîreyê panela 'Doza Ermeniyan di ramanên Ocalan de'
17:30 Dermankirina Onder di roja 11'an de ye: Xetere didome
17:23 Zarokê 9 salî gava erd diajot bi giranî birîndar bû
17:17 Ji bo berdana girtiyên nexweş Yanik û Elbî bang kirin