* Der barê Aynûr Aşanê de ku ji ber Doza Kobanê girtî ye, li girtîgeha ku bi darê zorê sewqî wê hat kirin, ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekir, lêpirsîna dîsîplînê hat destpêkirin.
* Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî diyar kir ku kesên tevlî çalakiya protestokirina qeyûm bûne bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" navnîşana çareseriyê nîşan dane û got: "Divê hikûmet vê peyamê baş bigire."
* Nûnerên saziyên jinan diyar kirin ku tayînkirina qeyûman êrişa li dijî vîn û mafên jinan e û banga têkoşîna hevpar a li dijî qeyûman û rawestandina jiyanê kirin.
* Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê têkildarî serlêdanên ji bo Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî daxuyaniyek weşand û got: “Ji bo serlêdanê divê hûn mezûnên Beşa Ziman û Wêjeya Tirkî bin.”
* Li girtiyê bi navê Celal Punar bêyî ku bihêlin parastina xwe bike 11 roj cezayê hucreyê birîn. Punar, li dijî biryarê îtîraz kir.
* Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mûrat Karayilan ku li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin, diyar kirin ku heta qeyûman dişînin dê têbikoşin û banga mezinkirina berxwedanê kirin.
* Danişîna ewil a doza qetilkirina Narîn Guran dê li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê di roja duyemîn de bidome. (09.00)
* Tayînkirina qeyûman a li şaredariyên DEM Partiyê dê li gelek bajaran bên protestokirin. (12.00-22.00)
* DEM Partî dê li dijî xespkirina îradeyê li Amed, Wan, Bazîd, Gever û Silopiyayê meş û hevdîtinên girseyî li dar bixe. (13.00/14.00) ZINDÎ
* Komeleya Elewiyan a Demokratîk û Cemxaneya Ana Fatmayê dê têkildarî gefên qirkirinê yên Serokê Giştî yê Partiya Îyiyê Musavat Dervîşoglû daxuyaniyê bidin. (13.30)