NAVENDA NÛÇEYAN - Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku rejîma Îranê cezayê îdamê daye 3 kurdan.
Tora Rêxistinên Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku rejîma Îranê cezayê darvekirinê da 3 welatiyên kurd. Li gorî daxuyaniyê, Şaxa 2 ya Dadgeha Înfilab ya rejîma Îranê cezayê darvekirinê da Idrîs Alî û Azad Şucaî yên xelkê gundê Dolegerm ya Serdeştê û Resûl Ehmed Mihemed yê xelkê başûrê Kurdistanê.
Hate gotin ku cezayê darvekirinê bi îdiayên “sîxuriya ji bo Îsraîlê, veguhestina kelûpelan û kuştina serokê Navenda Lêkolînên Zanistî û Teknolojiyê ya Parastinê ya Îranê Mihsîn Fexrî Zade” hatiye dayin. Rêxistinê ragihand ku her 3 kes di dema binçavkirinê de ji bo sûcên xwe îtiraf bikin, di warê fizikî û derûnî de hatine îşkencekirin.
Hêjayî gotinê ye her 3 welatî jî di hezîrana 2023’yan de ji aliyê hêzên Îranê ve hatibûn binçavkirin û li girtîgeha îstîxbaratê ya Urmiyeyê dihatin ragirtin. Di 27’ê mijdara 2020’an de Serokê Navenda Lêkolînên Zanistî û Teknolojiyê ya Wezareta Parastinê ya Îranê Mihsin Fexrî Zade hatibû kuştin.