AMED - Platforma Tenduristiyê ya Amedê bi dirûşma 'Bi civaka tenduristî ber bi pêşerojeke azad ve' komxebatek lidar xist. Di komxebatê de bal hat kişandin ser bandora polîtîkayên neo-lîberal ên li ser vê qadê û hat gotin ku divê li dijî vê meclîsên tenduristiyê bên damezrandin.
Platforma Tenduristiyê ya Amedê li Salona Konferansê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi dirûşma 'Bi civaka tenduristî ber bi pêşerojeke azad ve' komxebatek li dar xist. Li salona ku komxebat lê hat lidarxistin pankartên "Di pêşengiya jinan de civakeke saxlem" , "Nexweşiya herî mezin bindestiya civakê ye û Nexweşiya herî mezin zilma li ser civakê ye" hatin daliqandin.
Li salonê wêneyên xebatkarên tenduristiyê yên jiyana xwe ji dest dane jî hatin daliqandin. Ji gelek parêzgehan pisporên tenduristiyê beşdarî komxebatê bûn.
Hevserokê Sendîkaya Xizmetên Civakî (SES) Şaxa Amedê Mehmet Nur Ulus di komxebatê de axivî û behsa kêmasiyên di warê tenduristiyê de kir. Ulus, anî ziman ku AKP’ê tenduristiyê bazar kiriye û her tiştî jê re dibêjin pere û wiha got: “Eşkere ye ku ji sala 2002’an û vir ve tendurustî aniye çi astê. Gotin ew ê tenduristiyê veguherînin, lê wan tenduristiyê di her qadê de firot. "Wan dev ji pîvanên tenduristiyê yên wijdanî, exlaqî û civakî berdan".
Ulus, da zanîn ku AKP'ê ji bo hêza xwe xurt bike qada tenduristiyê jî bi kar tîne û got; "Di sala 2002'an de digotin 'Hûn nikarin biçin nexweşxaneyê û muayene bibinyê, hun nikarin xwe bigihînin doktoran'. Ev yek wekî materyalê hilbijartinê bikar anîn û dengên xwe zêde kirin. "Lê vaye îro tenduristî têk çûye û AKP jî têk diçe."
Di tenduristiyê de polîtîkayên Neo-lîberal
Sekreterê Odeya Tabîban a Amedê Ahmet Baran jî anî ziman ku pênaseya tenduristiyê ya ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve hatiye pêşxistin tê wateya bêparkirina civakê û wiha got: “Îro em ferdên ku ji bedena xwe dûr ketine, dibînin”. Baran pergala tenduristiyê jî wiha rexe kir û got: “Di pergala tenduristiyê ya îroyîn de, em di her qadê de dibînin ku polîtîkayên neo-lîberal herî zêde têne bikaranîn. Pergalek wiha heye ku civak an jî pêkhateyên wê nikarin bibin xwedî gotin. "
BOZDAG: DIVÊ CIVAK BÊ RÊXISTINEKIRIN
Parlamenterê Agirî yê Partiya DEM'ê Heval Bozdag, bal kişand ser têkoşîna Platforma Tenduristiyê ya Amedê. Bozdag, anî ziman ku qada tenduristiyê jî para xwe ji polîtîkayên neolîberal ên di sala 1980'an de hatin destpêkirin girt. Bozdag, anî ziman ku hikûmeta AKP'ê qada tenduristiyê bi taybetî jî kiriye doktrîna rejîm û desthilatdariya xwe û gotinên xwe wiha berdewam kir: "Tu paşveçûnên di qada tenduristiya civakî de ji bo wan weke qada nirxandinê nehat dîtin. Xala ku em îro gihîştine xirecir e. Krîza aborî heye, xizanî heye, kedkar jî di bin bandora vê xizaniyê de ne. Em ê çawa qada tenduristiya civakî ji nû ve ava bikin? Bi rastî, me reçeteyek tenduristiyê heye ku dê me ber bi vê yekê ve bibe. Rêya pêkanîna vê jî avakirina meclîsên tenduristiyê ye. Me ev yek di dema erdhej û pandemiyê de jî anîbû ziman. Me karîbû xwe bigihînin civakê û encam jê bigirin. "
BEŞTAŞ: DIVÊ MECLÎSÊN TENDURISTIYÊ BÊN ORGANÊKIRIN
Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaş jî diyar kir ku di warê tenduristiyê de kêmasiyên mezin hene. Beştaş, anî ziman ku sernavê "Bi civakeke saxlem re ji bo siberoja azad" rewşa heyî ya civakê derdixe holê û wiha got: "Ger hûn bipirsin ka mafê tenduristiyê heye û ji bo kê heye, mixabin divê em bersiva neyînî bidin. Di perspektîfa civakê de, beriya her tiştî pirsgirêka gihîştin, dermankirin û pergala randevûyê ji bo jiyanek bi tendurist heye. Em li deverekê dijîn ku gihandina derman û derziyan tune ye . Ji bo AKP-MHP'ê jî weke qadên din di warê tenduristiyê de jî qazanc di asta yekemîn de ye. Bi vê yekê kesên ku îmkanên wan ên madî baş in dikarin xwe bigihînin dermankirin, tenduristî û xizmetê. Kombûna çeteyan li qada tenduristiyê jî belav bûye. zarok ji bo pereyan tên qetilkirin. Berpirsiyarê sereke yê vî karî hikûmet û wezîrê tenduristiyê bi xwe ne. " Lewre jî girîng e ku meclîsên tenduristiyê û xebatkarên tenduristiyê ji bo avakirin û pêkanîna mafê tenduristiyê bixebitin û tevbigerin û li dijî çeteyan têbikoşin."
Piştî axaftina vekirinê komxebat ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.